Şirîn Elemholî: Dengê raperîna jinên Rojhelat

- Berjin TEKOŞER
467 views
Di tevahiya dîrokê de gelek şêre jinên Kurd li Rojhilatê welat serî rakirin û tevî dengê têkoşîna gelê xwe bûn. Helbet dîroka gelê Kurd, nemaze dîroka têkoşîna jinê wê ti carî van şêre jinan ku bi sekna xwe ya berxwedêr li dijî pergala zilam-dewletê serî rakirin û bûn dengê hemû jinên Kurd û Îranî,  ji bîr neke.

Çîroka jina Makûyî pir zû dest pê dike

9’ê Gulanê berbanga sibehekê dengek ji dûr destan olan dida. Banga serî rakirinê dikir!.. Hawarek digiha zarokên rojê û ew bang vediguherî dengvedanekê.

Belê, ew roj 9’ê Gulanê bû. Roja ku ji bo jinên têkeşer ên Kurd bi qasî rojek bi êş û xem bû, her wiha bû sedema têkoşînek her alî ya jinên Kurdistanî û Îranî ya li dijî zilm û zora rejîma serwer.

Şirîn wê di sibeha 9’ê Gulana 2010’an de bi per û bask bibe û bi kena xwe ya dil newa ji nava me koç bike. Lê ew ê di hişê jinan de her wiha bi ken û berxwedêriya xwe bê nasîn.

Şirîn jineke ciwan a 28 salî bû. Ew di 3 Hezîrana 1981’an de, li gundê Dîm Qeşlaq a girêdayî bajarê Makûyê tê dinyayê.

Ew di sala 2007’an de, li Tehranê tê girtin. Şirîn çawa ku tê girtin, wê dixin bin êşkenceyek  giran û wê yekser bi sizayê dardekirinê didarezînin. Şirîn Elem Holî jinek ciwan bû, derfetê xwendinê bidest nexistibû, lê jinek jîr û têgihiştî, her wiha xwe ji her alî de pêşxistibû. Tevî temenê xwe yê ciwan ew ê dê li hemberî êşkenceyên rejîma Îranê berxwedan û seknek bê hempa raber bikira.

Sekna Şirînê xof dixe dilê dijminan

Şirîna Rojhelat tenê çend roj beriya dardekirinê wê derfeta nivîsîna nameyekê bidest bixista; jixwe heya wê kêliyê dadgehên nefermî yên rejîmê rê nedida ti mafeke xwe bikar bîne. Ew ê di nameya xwe de wiha qala rewşa xwe û tiştên jiyaye bikira: “Îro 2’ê Gulana 2010’an e, dîsan ez birim lêpirsînê. Kesek ku lêpirsîna min dikir, ji min re digot; ‘Me yê sala par te berdaya, lê malbata te bi me re hevkarî nekir’. Yanî ez di dest wan de rehîn têm girtin û heya ku ya dixwazin bi dest nexin ew ê min bernedin. Ev yek jî tê vê wateyê ku ya wê min wek mehkumekê di dest xwe de rabigrin, yan jî wê ji hêla fîzîkî min ji holê rabikin û ti caran min bernedin.”

Şirîn dema tê girtin yekser dibin navenda lêpirsînê û demildest dest bi lêdan, tund û tujiyê dikin. Êşkenceyên giran lê dikin, lê Şirîn li gel her cure êşkenceyên giran jî lêv li ser lêvê ranake û tenê ji bo kêliyekê be jî rê nade ku dijminê xwînmij şa bibe.

Ew jineke wêrek û têkoşer bû

Qesab bê ku tenê pirsekê ji jina ciwan bikin, yekser dest bi êşkenceya fîzîkî û ruhî dikin. Ew ê 25 rojan di bin çavdêriya “Spah” de bimîne û bê lêpirsînkirin. Lê tevî zext û zora fîzîkî û ruhî ya giran a hêzên rejîma Îranê jî Şirînê tenê carekê jî ji bo dilê wan çavsoran şa bibe, ah nekir û neaxivî.

Şîrina ku bi rojan di navenda hêzên “Spah” de dimîne, dest bi gireva birçîbûnê dike û li berxwe dide. Dijmin çiqas hişk bi ser wê de diçe, êşkence dike, ew jî ewçend li berxwe dide û bi sekna xwe ya wêrek û bi vîn dijmin ji taqet dixîne. Ji bo wê ye ku navê Şirîn û sekna wê ya li hemberî rejîma hov a Îranê, îro bûye hêz û baweriya têkoşîn û berxwedana hemû jinên Kurdistanî û Îranî.

Ew di ferqa rola xwe ya dîrokî de bû

Yên ku Şirînê lêpirsîn dikin zilam bûn. Her du destên wê ji pişt ve, bi texteyê di odeyê de girê dabûn. Bi mist û pêyan lê didan, bi jopan li nav ser û rûyê wê, pişta wê didan û dixwestin bi zorê gotin ji devê wê derxin. Lê, ma pêkan bû!. Na, ne gengaz bû ku ew dilê neyaran xweş bike. Ji bo wê jî ew ê dê her ku cinawirên çavsor wiha bi hêrs bidîta, ewçend hêz bigirta û bi rûkenî serkeftina xwe ya li hemberî neyarên jinê îlan bikira. Wê bi ruhê xwe yê wêrek, bi sekna xwe ku wiha olan dida digot; ey zalimno bav û bapîrên me li hemberî we serî netewand û çûng nedanîn, em ê jî li ber we ne serî bitewînin û ne jî çong deynin…

Ev hêza bi wêrekî ya şêre jina Kurd bû ku wiha tirs û xof xistibû dilê neyaran. Ew bêzar kiribûn!…

Lê belê Şirîn tevî hertiştî jî her rûken û serbilind li asoyan dinêrî û bi kenek dilnewa û germ aram dikirin êş û birînin xwe…Wê bi awirên tûj li neyaran diqêriya, bi hêrs li wan dinêrî û digot; ma kî dikare vê vîna ji pola ku ji zarokên agir û rojê gihaye min têk bibe, ku hûn yê duyemîn bin.

Lîstika lêpirsînê û çembera bê hiqûqiyê

Her tişt wek lîstikekê hatibû amadekirin; weke her carê. Jixwe senaryoya lîstikê ji mêj ve ji aliyê erkdarên dewletê ve hatibû amadekirin, mabû ku ji bo lîstikê dakevin ser dikê.

Şirîn Elem Holî salek û 9 mehan di bin lêpirsînê de dimîne û li girtîgeha Evîn a Tehranê girtî tê ragirtin. Ew di roja 29’ê Mijdarê de tê darizandin û bi sizaya dardekirinê tê ‘mehkum kirin’.

Şirîn di tevahiya pêvajoya binçavkirin û girtinê de nava şert û mercên giran yên rejîma zalim a Îranê de dimîne û bi awayên herî hovane tê êşkencekirin. Jixwe wê Şirîn jî dovre wiha qala êşkenceyên rejîma Îranê bikira:

“Ev sala sisêya ne ku ez girtî me, yan jî dîl têm girtin. Yanî sê salên bi zor û zehmet li pişt hesinên girtîgeha Evînê ku ji wan du sal min di rewşeke nediyar û bê parêzer de derbas kir. Di vê pêvajoyê de min rojên bi êş derbas kirin, jixwe dovre jî rojên tijî zext û êşkenceyên lêpirsînê yên dewletê ku qet dawî lê nedihat mijara gotinê bû. Bê guman her wekî tê dîtin bi ti awayî bersiv nadin pirsên min yên di mijara vê rewşa min a nediyar û girtina min a di rewşeke ne hiqûqî de. Bê guman di encam de jî hukmê ne adilane yê dardekirinê dane min.”

Şirîn wê di rêzikên nameya xwe de wiha bibêje; “gelo ev darizandin û hukmê dardekirinê tenê ji ber vê ye ku ez Kurd im?.’’

‘Ez nikarim Kurdbûna xwe înkar bikim’

Şirîn wê li ser giringiya zimanê xwe yê zikmakî jî raweste û balê bikişîne ser wê yekê ku zimanê wê Kurdî ye û zimanê ku ew pê dizane, mezin bûye û dipeyive jî ev ziman e.

“Lê belê destûr nadin ku ez bi zimanê xwe bipeyivim, bi vî zimanî biaxivim û binivîsim. Heta nahêlin ku ez bi vî zimanî perwerdeyê bibînim. Ez Kurdbûna xwe înkar nakim, ji ber ku ger ez Kurdbûna xwe înkar bikim, wê demê ez ê hebûna xwe jî înkar bikim.’’

Şirîna ciwan di berdewamiya nameya xwe de qala nêzikatiyên dijminane yên rejîmê jî dike û dibêje; “Êşkenceya li min dihat kirin, di rastiyê de li tevahiya zarokên Kurd dihat kirin. Ew êşkence her ku diçû êdî wek kabosên şevên min lêdihatin. Derbên ku di encama êşkenceya rejîmê de li serê min ketibûn, her roja ku diçû, dibû sedema zirarek mezin a fîzîkî û ruhî li ser min. Hin rojan êşa serê min ewçend zêde dibû ku êdî min nedizanî ka çi li der û dora min diqewime û ez çi dijîm. Jixwe piştî demekê, ji zêde bûna êşa serî xwîn ji pozê min dihat. Jixwe çavên min pir kêm ditîtin…”

Ew ber bi xeyalên Kurdistana azad ve diherikî

Belê, Şirîna rojhelatê welat, jina ciwan a Kurd li gel ewçend êşkence û zextên giran jî bi helwesteke bi vîn û bi hêz karî bibe xwedî sekna serdemê ya li hemberî dijminên axa Kurdistanê. Ew ne tenê ji hêla fîzîkî, belkî ji hêla hizrî û birdozî de li hemberî dijminê jinan disekinî û li berxwe dida. Jixwe ev berxwedana wê bû ku îro bûye dengê têkoşîneke bi hêz a hemû jinên Kurd li rojhelatê welat û Îran ê.

Şirîna ciwan di beşek din a nameya xwe de jî wê wiha behsa nêzikatiyên berpirsên rejîmê bikira; “Piştî demeke dirêj biryar dabûn ku dîsan min lêpirsîn bikin. Ji min dixwestin ku ez bi wan re hevkariyê bikim; vê yekê jî qaşo ji bo  rakirina biryara darvekirinê dixwestin bikin. Ez nizanim ka mebesta wan ji vê hevkariyê çiye, ji ber ku ji vê wêdetir ti gotinek min a ji bo axaftinê nîne.

Ma ne jixwe wan ev yek dixwest ku ew çi dibêjin, ez jî dobare bikim. Lê ez ê vê yekê nepejirînim. Helbet wan di gotinên xwe de jî gelek caran bi eşkereyî anîn ziman ku ez êsîrek im di destê wan de û heya ku negihin encamekê jî ew ê min bernedin. Di encam de ez ê bêm dardekirin, lê azadî ti caran!..