Şoreş bendên li pêşiya jinê hilweşand

- Newaya Jin
337 views
Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê pêş dikeve, di hemû qadên jiyanê de hêz û cewhera jinê derdixe holê. Jin êdî bendên ku civak û pergal li pêşiya wan danîbû derbas dikin û xeyalên xwe yek bi yek pêk tînin. Dayika bi navê Emîne Mihemed û keça wê Rêşa Ehmed yê ji gundê Girbavê yê Qamişlo jî ji van jinan in. Emîne piştî şoreşa Rojava dest pê kir ji Şamê vegeriya ser axa xwe, tevî 3 zarokên xwe ew jî çû dibistana zimanê Kurdî û temam kir.

Lê Emîne ji bo xeyalên xwe pêk bîne ti astengî nas kir û paşê bi desteka zarokên xwe dest bi zanîngehê jî kir. Emîne Mihemed û Rêşa Ehmed ku niha li Zanîngeha Rojava bi hev re beşa Jineolojiyê dixwînin dibêjin, temenê xwendinê nîne û ji gelek jinan re dibin mînak. Herdu jinên jîr ku bi daxwaza xwe xeyalên xwe pêk anîn, der barê serpahatiya xwe ya dibistanê, heskirin û israra xwe ya xwendinê de ji rojnameya me re axivîn.

Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Berî şoreşê hûn li kû bûn, jiyana we çawa bû?
Emîne Mihemed: Ji gundê Girbavê yê Qamişlo me, li Şamê mezin bûm. Zewicî me, 2 keç û lawekî min heye. Heta keça min Rêşa 12 salî bû jî em li Şamê bûn. Dema 2011 şer dest pê kir em hatin Qamişlo. Keça min Rêşa xwendina xwe li vir berdewam kir. Xwendina min jî nîv li Şamê, nîv li Qamişlo bû. Min heta pola 6’an li Şamê xwend, lê paşe malbata min hişt ku ez dev ji dibistanê berdim. Di hişmendiya berê ya civakê de digotin pêwîst nake ku keç bixwînin. Wê bizewice û zaroka bîne dine, ji ber vê xwendin ne hewce ye. Lê piştî ku ez neşandim dibistanê jî min dev ji xwendine berneda. Min pirtûkên çîroka dixwendin. Pir kêfa min ji wan re dihat. Ji ber vê yekê xwendin û nivîsandina min pir pêş ket. Bi qutbûna min a ji dibistanê jî heskirina min a ji xwendinê re bi dawî nebû. Min xwe bi xwe perwerde kir.

Weke Kurdek li dibistanên rejîmê hûn bi kîjan zext û zehmetiyan re rû bi rû man?
Rêşa Ehmed: Ji pola destpêkê heta pola 6’an min li Şamê, ji 6 heta 12’an jî min li Qamişlo xwend. Berî şoreşa Rojava ez ne di ferqa zext û zehmetiyên rejîmê de bûm. Weke Ereban em diaxivîn û em diçûn dibistanê wan. Piştî şoreşa Rojava dest pê kir û em hatin Qamişlo ez pê hesiyam ku em Kurd in û divê mafên me jî heba û me bi zimanê xwe xwendiba. Di dema rejîmê de me nasnameya xwe ya rastî nizanîbû. Em weke Ereban dijiyan. Lê piştî ku ez hatim Qamişlo û min li vir dest bi xwendinê kir, wê demê min nas kir ku bê Kurd û Kurdîtî çi ye. Ez fêrî zimanê Kurdî bûm, min wêjaya Kurdî û dîroka Kurdî nas kir.

Emîne Mihemed: Hinek hebûn ku kêfa wan ji Kurdan jî dihat. Lê piraniya wan jî nijadperest bûn. Çi tiştê ku kêfa wan jê re nedihat dikirin parê Kurdan û digotin ew Kurd in. Di dibistanan de mafê axaftinê zêde nedidan zarokên Kurdan. Cudahî dixistin navbera Kurd û Ereban de û nijadperestî dikirin. Piranî ji ber di aliyê oldariyê de jî hişk bûn, me zehmetî dikişand. Me weke wan li xwe dikir. Yên servekirî gelekî kêm bûn. Di nav civaka xwe de yên servekirî zû bi zû qebûl nedikirin. Ev jî li ser me zextek çêdikir. Dixwestin jin tim di malê de bimîne û xizmetî hevjînê xwe û malbatê bike. Ne tenê di civaka Ereban de, li piraniya cihanê li ser jinê ev zext heye.

We bend û sînorên ku civak li pêşiya jinê danîbû nas nekir û xwendina xwe dewam kir. Ev hêz û israr we ji kû girt û we çawa biryar da ku biçin dibistanên Kurdî?
Emîne Mihemed: Dema min dest bi dibistanê kir, di xwendinê de min hinek zehmetî kişand. Ji ber xwendin û nivîsandina bav û diya min tine bû, nikarîbûn alîkarî jî bidin min. Lê piştî van zehmetiyan ez fêr bûm ku beyî ez ji kesekî alîkariyê bixwazim, xwe bi xwe ava bikim. Dema malbata min dibistana min da sekinandin jî, min dev ji xwendinê berneda. Ez tim diçûm pirtûkxaneya dibistanê û min ji xwe re pirtûk dianîn. Min yek xilas dikir, min yeke din dianî. Heta niha jî pirtûkek bi navê Skenderiyê di bîra min de ye. Xweş bû. Kêfa min jê re dihat. Tê de gelek çîrok hebûn û hezkirina min a çîrok û romanan hişt ku hezkirina min a ji xwendine re jî tine nebe. Piştî ku em hatin Qamişlo, di 2015’an de min dît ku li dibistanan bi zimanê Kurdî ders tê dayîn, di temenê xwendinê de sînor tune ye û her kesê bixwaze dikare bixwîne. Ev hişt ku di dilê min de çîrûskek nû a xwendinê pêkeve. Ji nû ve çûm xwendinê û her 3 polê xwe yê dibistanê min temam kir. Ev xwesteka min a ji xwendinê re berdewam kir.

We hem li dibistanên rejîmê hem jî li dibistanên Kurdî perwerde dît. Di navbera rêbaz û şêwazê wan de çi ferq hebû? Ev perwerde di kesayet de bandoreke çawa çêkir?
Rêşa Ehmed: Dema min li Şamê li dibistanên rejîmê dixwend, di dersan de helwesta me tine bû. Em weke robotan bûn û me tenê ders ji ber dikir. Pirtûk li pêşiya me bû û diviya bû me ew tiştên di pirtûkê de ji ber kiriba. Di ezmûnan de diviyabû em van binivîsin. Serketina me jî li gorî vê bû. Lê tê de ti jêhatibûna şexsî û kesayetî tine bû. Li Qamişlo min asta xwe ya xwendinê dewam kir, min her 3 polên xwe yên dibistanê li Qamişlo xwendin. Min dît ku rêbazên fêrkirinê ne yek in. Rêbazên me yên dibistana Kurdî gelekî cuda ne. Ne li ser esasê ji berkirinê ye. Ez dikarim bêjim ku li dibistanên rejîmê em weke nepoxek bûn, lê hundirê me vala bû, tiştek tê de tine bû. Berê ez ti carî bi Kurdî nediaxivîm. Piştî min li Qamişlo her 3 polên xwe yên dibistanê xwendin, li wir ez fêrî Kurdiya resen bûm. Min dest bi nivîsandina Kurdî kir. Wê demê êdî kêfa min ji xwendina Erebî re nehat. Min ferqa di navbera rebaza xwendina Kurdî û Erebî de dît. Di dibistana Kurdî de diviyabû tu fêm bike û rastiyê nas bike. Dema ez diçûm dibistana lîseyê jî, di Erebî de ez zêde jêhatî nebûm. Ji ber ku kêfa min wan pirtûkan re nedihat. Min nikarîbû pirtûkan bi derbekê re bixwînim. Tim di vê dersê de bi ser nediketim. Li malê jî ji bo xwendina min ti astengî tine bûn. Bavê min li ser xwendinê gelekî disekinî û dixwest em xwendina xwe dewam bikin. Xwendina li dibistanê bandorê li ser kesayeta me jî dike. Di dibistanê de herî zêde kêfa min ji dersa felsefe re dihat. Bersîva pirsa em kî ne, sedema hebûna me min dixist nav lêgerînê. Ev pirs tim bala min dikişandin, lê min nikarîbû bersîveke baş bidim van. Di dersa felsefê de ez ketim wê ferqê ku her mirovek van pirsan ji xwe dike. Em çawa çêbûne, çawa dijîn, wateya jiyanê çi ye em ji xwe pirs dikin, lê heta em negihêjin qonaxekê em nikarin bersîva van bidin. Heta ku me xwe pêş xist, me gihand astek û wateyekê em dikarin bersîva van pirsan bidin. Ji xwe ji ber min ji felsefe hez dikir, min dixwest xwendina xwe dewam bikim. Min dixwest di civakê de her tiştî nas bikim.

Hun çawa ketin ferqa polîtîkayên bişaftinê? Xwendin û perwerdeya Kurdî di jiyana we de çi guhertin bi xwe re anî? Emîne Mihemed: Tim min ev pirs ji xwe dikirin; çima em Kurd in, çima em Kurmanc in. Heta demeke dirêj jî min nizanîbû ku tîpên Kurdî û xwendina Kurdî hene. Di malbatê de ji min re behsa vê nekiribûn. Ev nîşan dide ku mejiyê malbata me jî roj bi roj hatiye bişaftin. Bi taybet di jiyana me ya di Şamê de. Dema min bihîst tîpe Kurdî û xwendina Kurdî heye, keça min a piçûk hê nû dest bi dibistana Kurdî kiribû. Piştre min got pêwîst e ez jî fêrî rêzimana Kurdî bibim. Ev moral û hêz da min. Ji xwe destpêke ji ber vê ez çûm dersên Kurdî. Berê dayîk û bav zarokên xwe fêrî ziman dikirin, lê ji ber polîtîkayên bişaftinê yê li dijî gelê Kurd, piştî şoreşê em dibînin ku li gelek malbatan êdî zarokên wan dayîk û bavê xwe fêrî Kurdî dikin. Keça min niha gihaştiye pola 8’an a dibistana Kurdî û pir zîrek e. Min bi xwe jî ji keça xwe dixwest ku min fêrî Kurdî bike.

Li zanîngehê beşa ku we dixwest bixwînin çi bû? We çima beşa Jineolojiyê bijart? Ev beş di têgihiştin û kesayeta we de bandoreke çawa ava kir?
Rêşa Ehmed: Pêşî min dixwest ku beşa civaknasiyê bixwînim, lê derfetên min tine bûn. Dema min xwest dest bi zanîngehê bikim, bavê min pêşniyar kir ku ez beşa Jineolojiyê bixwînim. Berî wê ez bi têgineke wilo nehesiyabûm. Berî em bikevin zanîngehê ezmûnek hebû, di wir de derbarê jinê de gelek pirs hebûn. Ez li ser fikirîm û min bersîvên xwe dan. Bersîvên min hatin qebûlkirin. Paşê min li ser lêkolîn kir. Pirtûkên Serokatî û broşûr hebûn, min ew xwendin. Ev di hişê min de bingehek piçûk çêkir û min fêm kir. Beşa Jineolojî 2 sal bûn û dema min ev beş xwend jî min gelek tişt nas kir. Heta civaknasiya ku berê min dixwest bixwînim jî di vî beşî de hebû. Beşa Jineolojî di kesayeta min de gelek tişt guherand. Min xwe nas kir. Min weke jin mafê xwe nas kir. Der barê dîroka jinê de ez fêrî gelek agahiyan bûm. Berê min qet ev nizanîbûn. Der barê zanyarên jin, jinên têkoşer û yên mafê xwe bi dest xistin de jî em fêrî gelek agahiyan bûn. Ji bo em şopa wan bidomînin ev ji bo me bû bingehek. Me rola jinê ya di civakê de jî nas kir. Di dîrokê de jin çi afirand, civak çawa rêvebir em fêr bûn. Dema me li dibistanên Erebî dixwend jî dersa dîrokê hebû, lê li wir me bersîva bersîva çima nedîdit, der barê jinê de agahî nebûn. Jin di dîrokê de tine bû. Lê dema li zanîngehê em di dersan de li ser mijarekî disekînin an me dersa dîrokê didît, me dizanîbû ku bê sedema vê çiye û rastî çi ye. Me di van dersan de şoreşên di dîrokê de jî nas kir. Ew gelên ku li mafê xwe digeriyan û ji ber vê hatine kuştin me nas kir. Heta roja me ya îro jî em dibînin ku ji bo em mafê xwe bistînin be me çiqas şehîd dane.

Emîne Mihemed: Ji bo min şensek bû ku ez di zanîngehê de beşa Jineolojiyê bixwînim. Pir kêfa min jê re hat û min nasnameya jin zêdetir nas kir. Ew jiyana ku berê em dijiyan me digot qey normal e, lê rastî jî ew ne jiyaneke asayî bû. Ew koledarî bû. Jin diviyabû biya bavê xwe bike, dema zewicî biya hevjînê xwe bike. Heta li hin deran xwarin û vexwarina di nav civakê de jî weke mafê jinê nedidîtin. Me digot qey ev tiştekî malbatî yê asayî ye. Lê paşê çavê me vebûn. Ne tenê xwendina Jineolojî, xwendina Kurdî jî hişt ku em mafê xwe binasin û xwe karibin bînin ser ziman. Heta di ezmûnan de jî ji me re dihat gotin ku em tişte ku me daye we naxwazin, tiştekî ku hun fêr bûne, di hişê we de maye binivîsin. Ev dihişt ku em heta hestê di hundirê xwe de jî binivîsin û bînin ziman. Bi materyalên ku me di dersa Jineolojiyê de xwend jî me di asta cîhanê de jin nas kir. Em ferî gelek rastiyan bûn. Me asta têkoşîna jinê û zextên li dijî jinê jî nas kir. Em fêr bûn ku jin li her derên cîhanê rastî tundî û kuştinê tê. Beşa Jineolojî ji bo me gelekî baş bû û li ser me bandorek pir mezin çêkir. Em jî hewl didin ku ev rastiyên ku fêr bûne di serî de li nav malbatê, di civakê de bi cîh bînin. Divê em tundiyê û desthilatdariyê qebûl nekin.

Dema we biryara çûyîna zanîngehê da, malbata we çi helwest nîşan da?
Emîne Mihemed: Ji bo xwendinê heskirineke min a gelekî mezin hebû. Lê hevjînê min pêşî digot, “Te çawa biçe zanîngehê, 3 zarokên te hene, ji bo te wê zexmet be. Encex tu dikare bi wan re eleqadar bibe, ew jî berpirsyariyek e û wê barê te giran bibe.” Wê demê ez gelekî xemgîn bûm û ez sekinîm jî. Lê hersê zarokên min jî li dora min kom bûn û gotin, “Baweriya me bi te heye, em soz didin te û em ê alîkarî bidin te.” Min got ez ditirsim rojek ez werim û bibînim ku ji ber zarok li malê tenê mabin qezayek çêbûbe. Lê ev piştgirî û gotinên zarokên min dilê min rehet kir. Bi rastî jî min 2 sal dibistan xwend, lê rojekê jî li malê ti kêmasî çênebû. Ji bo vê ez ji zarok û hevjînê xwe re sipas dikim. Ji bo ez werim vê astê pir alîkarî dane min.

Dayika we jî di jiyana xwe de bi wan pirsgirêk û êşên jinê ku we di dersên Jineolojî de jî xwend rû bi rû ma. Lê we bi dayika xwe bi hev re beşa zanîngehê ya Jineolojiyê xwend. Ev li cem we hestekî çawa çêkir?
Rêşa Ehmed: Bi vê re min dît ku eger mirov bixwaze emrê xwendinê nîne. Emrê te çi be, tu dikare xwendina xwe dewam bike. Rewş çawa be, çiqas zehmet be jî tu dikare wan xeyalên xwe bi cîh bîne. Divê em ti carî nebêjin ku xelas bû û çû, piştî demekê em nikarin xeyalên xwe pêk bînin. Tu diya zarokan be, zewicî be û di temenekî mezin de be jî tu dikare xeyalên xwe bi cîh bîne. Eger tu zanibe ku tê sibe bimire jî, heta sibe divê wê dema xwe vala derbas neke û wê roja dawî xeyalên xwe temam bike. Divê tu armancên nû deyne pêşiya xwe û wan bi cîh bîne. Ya rastî di nav malbatê de zehmetî hebû, lê xweşbûna wê jî hebû. Zehmetî çebûn, heta niha jî dema em diçin malê, kesekî ku xwarinê çêke nîne. Lê em karin vê derbas bikin. Me ev li pêşiya xwe nekir asteng, ji ber ku xwendin ferztir e. Em ji bo xwarinê çi be dikarin amade bikin, lê dema xwendin çû û me berdewam nekir ev dibê êşek. Mirov dibe weke aveke sekinî. Ne tenê xwendina dibistanê, xwendina din jî bi vî rengî ye. Pirtûkên reng bi reng hene. Mirov dema wan dixwîne, di kesayeta xwe de guhertinê çêdike. Tu karê bi vê yekê bandorê li derdora xwe jî bike. Kesê ku dixwîne di cewherê xwe de guhertineke mezin çêdike. Dema em li însanên bi vî rengî dinêrin, weke elmasekê ne. Xweşikbûna wê elmasê çi ye? Xwendina ku te berdewam kir, nema sekinî û xeyalên ku te pêk anî.

Piştî ku we beşa Jineolojî qedand hûn dixwazin çi bikin,  armanca we çi ye?
Emîne Mihemed: Em ji Jineolojî gelek tişt fêr bûn, lê yên ku divê em bikin jî gelek in. Divê em fêrî hin tiştên mezintir bibin. Çiqas em di aliyê zanistê de pêş bikevin em dikarin di civaka xwe de jî pêşketinekê çêbikin.

Rêşa Ehmed: Xwendin çi be, kesayet jî girîng e û ev dihêle ku xwendin li ser civakê jî bandorê bike. Divê em pêşî guhertine di xwe de çêbikin ku em karibin di malbat û civakê de jî pêk bînin. Ji zû ve min dixwest ez bibim mamoste. Mamostetiyê tiştekî gelekî pîroz dibînim. Di pola we de çend şagirt hebin, hûn dikarin hêviyê bidin hemûyan, ji wan re rêya rastiyê nîşan bidin, bihêlin ku xwe bigihînin xeyalên xwe û tiştên ku dixwazin pêk bînin. Xwendin ne tenê çûyîna zanîngehê ye, jiyan bi xwe bûyer û astengiyan dideyne pêşiya me û ev hemû ji me re dibin dersek. Ez dixwazim her tiştê ku min nas kir, bidim zarokên piçûk jî, wan fêr bikim û jiyanê ji wan re hesantir bikim.

Xwendina di zanîngeheke Kurdî de hûn çawa dibînin? Giringî û başiya wê çi ye? Kêmasiyên rû didin çi ne?
Emîne Mihemed: Ev 10 sal in em di nav têkoşînê de ne. Şerek heye, di vî şerî de şehîdên me jî çêdibin, lê tevî vê rewşa awarte ya em tê de ne xwendin nehatiye sekinandin. Di her şert û mercî de xwendin berdewam kiriye. Hem dibistan hem zanîngeh roj bi roj hîn zêdetir ava bûn û fêrbûna zanistê nehat sekinandin. Li gorî vê dema kin a şoreşê ev pêşketineke gelekî mezin e. Li gorî metirsiyên heyî, êrîş û şerê ku rû dide, ev gavên ku hatine avêtin serketineke gelekî mezin e. Şert û merc rû bidin û di zanistê de hin gavên din jî werin avêtin û wê serketinek mezintir çêbibe.

Rêşa Ehmed: Em dizanin ku xwendina Kurdî nû ye. Lê li gorî şert û mercên jiyana ku em dijîn, ji bilî mijarên siyasî û aborî û zehmetiyên ku me dîtin, me karîbû ku em perwerdeyê bimeşînin û zarokê civaka xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Ev ji bo me serketinek gelekî mezin e. Bê guman hin kêmasî hene, lê ev dikarin werin derbaskirin. Em fêrî zimanê xwe bûn û me civak jî fêr kir. Ev ji bo me serketinek mezin e. Niha ev xwendina me li cîhanê jî balê dikşîne. Dibe ku hin kês bêjin xwendina Kurdî li derên din naye naskirin. Lê divê em ji bîr nekin ku yên divê Kurdî bide naskirin û ji bo vê kar bike jî em in, civak bi xwe ye. Dema em xwedî li Kurdî dernekevin, diya me, civaka me qiymetê nede ziman û xwendina xwe ya bi zimanê dayîkê ev tê wê wateyê ku em bi xwe zimanê xwe qebûl nakin. Eger em helwesteke bi vî rengî nîşan bidin, yên derve çawa zimanê me qebûl bikin? Mixabin hîn jî hin malbat di dewsa dibistanên Kurdî de, zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê û ne di wê ferqê de ne ku şaşîtiyê dikin. Dema diçin Ewrûpa û welatê din jî nasnameya rejîmê diguherînin, ji nû ve li wan welatan zanîngehê dixwînin.

Weke encamê ez dixwazim vê bêjim: Gotineke Cegerxwîn heye dibêje, Kurdno, malxirabno an zimanê xwe bixwînin an nebêjin em Kurd in. Divê em vê jibîrnekin.

 

Ji bo piştgiriya wê ji Dengîr Guneş re spas