Şoreşa anarşîst ya Îspanyayê û rêxistina ´Jinên Azad´-II

- Viyan POCH
596 views

Hêzên navnetewî dizanîn ku encama şerê li Îspanyayê wê bandorê li ser rewşa giştî ya Ewrûpayê bike. Lewma wan şerê li Îspanyayê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn. Tenê şeş roj piştî darbeya General Franco, faşîstên Hîtler (Elmanya) û Musolinî piştgiriya xwe a ji bo Franco ragihandin. Di 26´ê Tîrmeha 1936´an de balafirên şer ji bo cara ewil ji Îtalya û Elmanyayê şandin Îspanyayê û gelek alavên leşkerî dan faşîstên Franco. Hîtler û Musolinî di şer de heta dawiyê alikarî dan Franco. Bi taybetî rejîma Hîtler gelek alavên nû yên wekî çek û bombe li gundên Îspanyayê dan ceribandin. Hemû hikûmetên din yên Ewrûpayê di mijara mudaxeleya heyî ne pêwîste de, hem fikir bûn. Tenê hikûmeta Mexico (ew jî pirr kêm) û Yekîtiya Sovyetê piştgiriya çekdarî dan komar ê. Ev mudaxeleya ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê hat, yek ji sedema binketina şoreşa civakî bû.

Mudaxeleya hêzên navnetewî

Armanca Stalîn tenê ewlekariya Yekîtiya Soviyetan û tunekirina dijminên xwe bû. Ji ber vê yekê, wî ne tenê çek dan arteşê, di heman demê de hikumetê jî general û ajanên Soviyetê (NKWD) şandin Îspanya yê. Yekîtiya Sovyetê ji bo bidest xistina armanca xwe alîkariyek mezin da partiya PCE´ê. Berê ev partî ne xwedî hêz bû, lê pişt re hêza hikûmetê di dest wan de bû, ji ber ku hemû tiştên Stalîn tanî ziman, PCE´ê pêk tanî. PCE lîstoka di dest Stalîn de bû. PCE´ê li hikûmeta komarê dayîna çekên Sovyetê da erê kirin. Ev dayîn bi pere bû û piştî deh rojan piraniya pereyê Îspanyayê çû Rusya yê. Lê, çawa çêbû ku Yekîtiya Sovyetê û PCE´ê tevgera şoreşger wêran kir?

Partiya PCE´ê hêza xwe pirr mezin kir; ji ber ku wan di her firsendê de hikûmeta komarê bi sekinandina dayîna çekan tehdît dikir. Bi alîkariya PCE´ê ajanên Sovyetê hemleya teror û bindestiyê li ser tevgera şoreşger dan destpê kirin. Armanca wan ew bû ku her du rêxistinên CNT-FAI û FOUM´ê tune bikin. Di hefteyekê de wan li bajarê Barcelona endam û tevgera anarşîst û şoreşger têk birin, qetil kirin. Ev hefte di dîroka gelê Îspanyayê de bi nav û deng e: ´Semana Tragica´, Hefteya Trajîk. Di nava 2-7´ê Gulana 1937´an de ev yekahan hat meşandin. Pevçûnan dest pê kir, dema ku polîsên komunîst yên PCE´ê xwestin ´Koma Telefonê´ dagir bikin. Ji xwe ev kom ji roja 30 Tîrmeha 1936´an de di bin kontrola CNT-FAI û UGT´ê de bû, semboleke şoreşê bû.

Armanc tunekirina şoreşê bû

Piraniya gel û karkerên bajarê Barcelona yê alîgirê CNT-FAI, UGT, POUM´ê bûn û bi çalakiyên ku li dar dixistin, bersiv didan rewşa heyî. Pevçûna di navbera polîs û tevgera şoreşger de, di nav kolanan de hat destpê kirin. Ji bo perçiqandina berxwedana gel an, hikûmet û PCE´ê artêşa xwe ji bera şer şandin Barcelona yê. Lê, CNT berovajî vê yekê tevgerî û wezîrên CNT´ê, ‘Garcia Oliver’ û ‘Federica Montseny’, dixwestin bi hikûmetê û PCE´ê re peymana li hev kirinê çêbikin. Piraniya anarşîst û gelê Barcelona yê ev biryar nepejirandin, sedema vê yekê jî ew bû ku li dijî dagirkeriya polîsên komunîst ku dixwestin şoreşê tune bikin, pêdivî bi têkoşîn û şer didîtin. Gelê Barcelona yê dest ji berxwedanê berneda û artêşê jî bi hemû hêza xwe êrîş bir ser bajarê Barcelona yê, armanca wan ji vê yekê jî şikandina berxwedanê bû.

Piştî hefteyekê şûnde rêxistina CNT´ê hêza xwe winda kir. Rêxistinên FAI û POUM jî ji aliyê hikûmetê ve hatin qedexe kirin, rêveber û mîlîtanên wan hatin girtin û qetilkirin. Generalê artêşa Sovyetê, ´General Lister´ kontrola bajarê Barcelona yê girt dest xwe û meclîsên gel hatin tune kirin. Bi vî rengî hemû hêviyên li ser bingehê pergalek sosyalîst a derveyê sosyalîzma reel hatin rûxandin.

Bi alîkariya dewletên din yên Ewrûpayê, gund bi gund, bajar bi bajar, her qadek berxwedanê ket bin destê faşîstan. Di 22 Çileya sala 1939´an de bajarê Barcelona ket û dovre di 20 Adarê de jî Madrid ket. Di wê demê de ji 25%  ê Îspanyayê ji aliyê hêzên faşîst ve nehat dagirkirin û berxwedana gelan berdewam dikir. Lê, a rast wek hejmar kêm bûn û hêza wan têra têk birina faşîstan nedikir. Di 1´ê Nîsana 1939´an de faşîstan serkeftina xwe ragihandin û di 20 Gulan´ê de meşa serkeftina artêşê hat lidarxistin. Rejîma faşîst ya Franco ji wê rojê heya 20 Mijdara 1975´an berdewam kir.

Piştî şer hemû kesên dijberê siyaseta rejîma faşîst hatin girtin, şandin wargehan, yan jî hatin qetil kirin. Li gor agahiyên fermî yên dewletê 2 mîlyon insan tên girtin û 80.000 kes jî tên dardekirin. Piştî têk çûna rejîma dîktator, rêxistina CNT û FAI ji nû de hatin damezirandin. A rast ne ew, ne jî tevgerên din yên anarşîst ji wê demê şûnde nekarîn dîsan tevgerê bi hêz bikin.

‘Mujeres Libres’

‘Mujeres Libres’, Jinên Azad, rêxistina anarşîst ya jinên Îspanyayê bû. Rêxistina Jinên Azad di navbera salên 1936-1939´an de çalak bû. Berê damezirandina rêxistina Jinên Azad, gelek însiyatîf û jinên birêxistinkirî hebûn: Di sala 1872´an de li Îspanyayê ´Kongreya Jinên Karke´ hat damezirandin. Jinan pirr baş dît ku azadiya jin û wekheviya zayendî pêwîst dike, ji bo wê jî têdikoşîn. Yek ji wan jinên ku di dawiya sadsala 19´an de pirr çalak bû û fikra azadiya jinê pêşxist jî Teresa Claramunt bû. Teresa karker bû û di sala 1884´an de li ´Sabadell´, di damezirandina ´Yekemîn Sendîkaya Xweser a Jinên Anarşîst´ de cih girt. Teresa Claramunt yekemîn jina anarşist a Îspanyayê bû ku pirsgirêka zayendperestiyê di nava tevgera anarşîst û şoreşger de tanî ziman, li dij derdiket û têkoşîn dikir. Teresa li gel hin jinan, di sala 1902´an de yekemîn kovara li ser femînîzma anarşîst derxist. ‘La Humanidad Libre’, Mirovatiya Azad.

Analîzên Teresa Claramunt, ji bo ku 30 sal şûnde rêxistinek şoreşgerî ya jinan bê îlan kirin, bûye bingehek bi hêz. Rêxistina Jinên Azad, bi înîsiyatîfa du jinên anarşîst destpê dike:    ‘Lucia Sanchez Saornil’ û ‘Mercedes Comaposada Guillen.’ Her du jî karker in û bi hev re, li bajarê Madrîd ê, di nav tevgera karkeran de çalakiyan lidardixînin. Lucia di heman demê de hunermend û helbestvan e, jiyana wê di her alî de mînake ji bo têkoşîna dîrokî a jinan. Dovre wan jina bi navê Amparo Poch nas kir. Wê li zanîngehê beşa bijîşkî dixwed û semînerên pirr girîng li ser tenduristiya jinan dida. Van jinan kovara ´Mujeres Libres´ a Jinên Azad di sala 1935´an de damezirand. Bi giştî kovar li ser çand û pirsgirêkên civakî disekinî. Armanca wan ew bû ku jin bikaribin dîroka xwe nas bikin, ji rewşa nezaniyê derkevin û ji aliyê din de jî bandorê tevgera anarşîst bikin. Di heman demê de, li bajarê Barcelona yê di sala 1934´an de, ji aliyê CNT´ê, Koma Çandî ya Jinan (Grupo Cultural Femenino) hat damezirandin. Vê komê û jinên kovara Jinên Azad bi hev re rêxistina ´Yekîtiya Jinên Azad´ îlan kir. Piştre hemû komên ku li herêmên cûda hatibûn damezirandin tevlî vê yekîtiyê bûn. Di Îlona 1937´an de  ´Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad´ hat lidarxistin.

Rola jin û rêxistina jinên anarşîst

Rêxistina Jinên Azad, rêxistinek ne navendî û federalîst bû. Rêxistin li dijî hiyerarşiya ji jor a ber bi jêr bû. Hemû endamên rêxistinê xweser tevdigerîn, lêbelê diviya bû li hemberî biryarên kongreyan jî rêz hatiba raber kirin. Rêxistina Jinên Azad, fikra “şoreşek di nav şoreşekê de” îspat kirin. Ew li dijî zîhniyeta baviksalarî a di nav tevgera anarşîst û civakê de têdikoşîn. Jinên Azad gelek kovar, pirtûk û nivîs nivîsandin û weşandin. Wan hemle û çalakî lidardixistin, di nav sazî û dezgehên CNT´ê de semîner û ders li ser zanist, civak û teknîkê didan. Armanca wan alikarî dana jinên ku perwerde nedîtine û afirandina derfetên nû ji bo wan bû. Hebet ji wan perwerdeyan encamên baş dihat girtin, lêbelê rewşa bajaran ji ya gundan cihê bû. Jinên ku li gundan jiyan dikirin tenê di teoriyê de wekhev bûn, ji ber ku di pratîk û beştarbûnê de ev yekahan pirr kêm pêk dihat. Sedema vê yekê jî rewşa karê çandinî û di nav malbatê de bû. Dema wan a ji bo siyasetê tune bû û nekarîn zîhniyeta zilam biguherînin.

Yek ji tişta din ku ji bo rêxistina Jinên Azad pirr girîng bû, rewşa jinên malên giştî (fuhûş) bû. Ji ber rewşa xirab ya aboriyê gelek jin li hemberî bîrçîbûna malbatê diçûn malên giştî û neçarê fuhûşê dihatin kirin. Hikûmeta Îspanyayê di sala 1931´an de malên giştî û fuhûş qedexe kir. Bê guman rêxistina Jinên Azad di zanebûna vê yekê debû ku encama van pirsgirêkên jinan û xêzaniyê polîtîkayên dewletê ne, yek ji sedema bingehîn jî çavkaniya xwe pergala kapîtalîst û zîhniyeta baviksalarî ye. Rêxistina Jinên Azad hin mal avakirin. Navê van malan, Malên Rizgariya ji Fuhûşê (Liberatorios de prostitucion) bû. Jinên ku bê cih û war bûn, ji bo xew û pêdiviya xwarinê diçûn wê derê. Di wan malan de bijîşk jî hebûn, rêxistinê alikariya aborî jî dida wan jinan daku neçin malê giştî û neçarê fuhûşê neyên kirin. Perwerde û semîner ji bo wan jinan dihat dayîn, mijarên herê girîng yê perwerdeyê jî bilind kirina asta moralê bû. Ji ber ku ew jin bi zûrê rastê destdirêjiyê hatibûn, hatibûn biçûk xistin, nasname û rûmeta wan ji dest wan hatibû girtin. Ji bo vê, pêwîstî bi carekedin rast xwe nasîn û li xwe bawer kirina wan hebû. Encax jinên xwe nas dikin, di ferqa hêza xwe dene dikarin li hemberî rewşa xwe a nebaş ya koletiyê têkoşîn bikin.

Jin di her qadê de aktîf bûn

Têkiliya Jinên Azad a bi tevgera anarşîst re zehmet bû. Rêxistina Jinên Azad hat damezirandin, ji ber wan didît ku piraniya jinên ciwan yên anarşîst ji ber zîhniyeta baviksalarî ya rêhevalên xort nedikarîn tevlî tevgera anarşîst bibin. Ji destpêka damezirandina rêxistinê de, xortên anarşîst rêxistina Jinên Azad wek rêxistinek cûdaxwaz girtin dest û hebûna wan nedipejirandin. Hin jinên anarşîst jî wisa difikirîn. Mînak, qadroya CNT´ê ya anarşîst  ´Federica Montseny´ ne tenê rêxistina Jinên Azad nedipejirand, hebûna rêxistinê jî înkar dikir. Di nav qadroyên CNT’ê de tenê yek jin hebû û ew jî ´Federica Montseny´ bû. Çima? Ji ber ku dibe ew jin be, lê feraseta wê her wekî zilaman bû, vê yekê jî dihîşt bê qebûl kirin. Di kongreya CNT´ê a Cotmeha 1939´an de, rêxistina Jinên Azad bernameya xwe destnîşan kir û  ev yek jî bersivek baş bû li hemberî CNT´ê ku digot, “ew ciwanin û di derbarê siyasetê de tiştekê nizanin.” Di wê demê de, rêxistina Jinên Azad du salan di nav şoreşa civakî de bi awayek aktîf beştar bû, 149 kom û 20.000 endamên xwe hebûn. Herçend pirsgirêkên wan bi zilamên di nav tevgerê de hebû jî lê, wan di mijara beştarbûna di nav dezgehên CNT´ê de israr dikirin. Di bingeh de rola Jinên Azad ne li paş armancên CNT´ê bû, ew xweser bûn. Bi vî awayî wan karî di heman demê de ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikirin, di mijara taktîk û nêzikatiyên wan yên baviksalarî de jî rexne li wan bigirin.

Di sala 1936´an de darbeya faşîst pêk hat û şoreşa civakî dest pê kir. Bi hezaran jin tevlî çalakî û şoreşê bûn. Jinên Azad bi israr dan diyar kirin ku divê jin ne tene ji bo azadiya xwe di heman demê de ji bo azadiya hemû civakê têkoşîn bikin. Rêxistina Jinên Azad piştgirî dida têkoşîna çekdarî; gelek jinan çek rakirin û çûn çeperê pêş. Helbet ji bo wan şoreşa civakî ne tenê şer bû, ji ber wê jî wan çalakî û perwerdeya xwe jî bê navber didomandin. Bê guman ji bo zilaman beştarbûna jinan a qada şer ne tiştek baş bû, ji ber ku ew ji jidestdayîna hegemonyaya xwe ditirsiyan. Ji ber vê çendê jî nedixwestin ku jin li çeperê pêş yê şer de cih bigire.

Kom û tabûrên xweser 

MAS PERIODICO TEMA AMPARO POCH Y GASCON

Dema şoreş dest pê kir, partiya PCE´ê (Partiya Komunîst a Îspanya) koma jinên komunîst jî hat damezirandin. Navê wan, Jinên Antîfaşîst (Mujeres Antifascistas) bû. Çalakiyên wan her tim li pişt armancên bingehîn yê partiya PCE´ê bû. Ew armanc jî tenê ji bo serkeftina Komara Îspanyayê ya burjuwazî bû û jin ji bo wê wek amûrekê hatin bikaranîn. Piştî ku şoreş ji aliyê hikûmet û partiya PCE’ê ve hat navendî kirin, hemû rêxistin û tabûrên ku ne fermî bûn hatin tunekirin, komên wek  Jinên Antifaşîst jî dan diyar kirin ku di vê jin ji bera şer bê kêşandin û dest bi karê xwe yê rastî bikin. Bi vî rengî, di pêşxistina şoreşê de hêdî hêdî jin li paş hatin girtin û di karên talî de hatin bi cih kirin. Pirr kêm jinan dikarî beştarî nav şerê çekdarî bibe. Di sala 1937´an de, partiyên di qada şer de, kom û tabûrên xweser tune kirin û tenê artêşa hikûmetê hat pejirandin, jin di nav vê artêşê de jî nehatin qebûl kirin.

Bi serketina hezên faşîst û îlankirina rejîma faşîst a Franco hemû rêxistinên li dijî rejimê hatin qedexekirin, endamên wan an koçî Emerîqa û Ewrûpayê hatin kirin an jî hatin girtin û qetil kirin. Gelek endamên rêxistina Jinên Azad çûn welatên wek Fransa daku di nav karê rêxistin kirina jinan de cih bigirin, lêbelê piştî destpê kirina şerê cîhanê yê duyemîn û dagirkeriya Hîtler, ew dîsan neçar man vegerin Îspanya yê û jiyanek veşartî bidomînin. Dema di sala 1975´an de dawî li rejîma Franco hat, gelek însiyatîfên cûda ji bo ji nû de avakirina rêxistinên anarşîst û rêxistina Jinên Azad hebûn, lê mixabin heya roj îro hewldanên wan negihişt astekê ku bikaribin dîsan civakê birêxistin bikin. Bê guman gelek komên jinan ji tevahiya cihanê, bi taybetî bîrbira anarşîst Emma Goldman, piştgiriya xwe a ji bo Jinên Azad dan raber kirin.