Şoreşa jinê şoreşa Rojava ye

- Gulan GABAR
702 views

2Bi destpêkirina şoreşa Rojava re têkoşîna pêşxistin û avakirinê jî bi hemû leza xwe hat destpêkirin. Bi taybetî avakirina sazî û dezgehên civakî; ji bo ji nû de avakirina civakek a li ser bingehên azadiya jin, ekolojîk û feraseta azadîxwaziyê, hat dest pêkirin. Ji aliyekê şer û ji aliyê din de jî ji bo parastina nirxên hatine bidest xistin, sazîbûyîn pirr girîng e. Ji ber vê çendê jî gelê Rojava û bitaybetî jî jin, di ji nû de avakirina civakê de xwedî roleke girîng radibin û di pêşxistina civakek ku li ser bingehên polîtîk û exlaqî xwe birêxistin dike, dibin xwedî rol û mîsyon. Wek rojnameya Newaya Jin emê hewil bidin xebat û birêxistinbûyîna jin a li Rojava ji Axîn Amed bipirsin û nêrînên wê bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

‘Jin bi ked û xebata xwe tevlî şoreşê bûn’

Axin Amed rêveberiya Waqfa Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê, balê dikşîne ser girîngiya xwe birêxistin kirinê û dibêje: “Wek tê zanîn ew pênç salin şoreşa li Rojavayê Kurdistanê didome. Hem di aliye sazîbûyînê û hem jî di hemû alîyên din yên ji nû de avakirina pergalê de kar û xebat tên meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê jin bi ked û xebatek bê hempa beştarî nav şoreşê bûn. Lêbelê di şoreşa Rojava de bitaybetî di nava 42 salan de têkoşîna gelê Kurd li Rojava gihişt merheleyek nû û bi pergalek alternatîf a ku ji bo hemû gelên herêmê wê bibe rengê jiyaneke nû, hat pêş xistin. Ev yek jî bi rengê jina Kurd a ku hem di çeperên şer de, hem jî di bisazî kirina pergalê de bû xwedî rol, wê bigihe asteke herê jor. Mirov nikare hewldanên jinê ji nedîtî bê; ji ber ku jin di her çepereke têkoşînê a herî pêş de berxwedaneke bê hempa da meşandin û têkoşîna pêşengtiyê da. Ev yek jî dibe minakêk ji bo xwe birêxistin kirina jiyaneke nû.”

Amed axaftina xwe wiha didomîne: “ Ji ber vê jî em hewl didin ku lingê esasî yê bisazîbûyîne di vê pergala nû de bidin runişkandin. Ji bo vê jî em birêxistin kirina xebatên jin pirr girîng dibînin. Em dixwazin li her derê Weqfa Jina Azad a Rojava  birêxistin bikin. Li rojhilata navîn çanda weqf an zedê nehatiye pêşxistin. Dema ku mirov wateya weqfê mêze dike, mirov dibîne ku dîroka wê pirr kevn e. Wek peyv jî bingehê we ji îslamîyetê tê. Bi xwe tê wateya alîkarîya feqîr û xêzan an. Di heman demê de jî bingeha xwe ji jîyana komînal digire. Li Ewrûpa jî di van salên dawî de ji hêla birêxistin kirina weqfan de pêşketinek heye. Her weqf dikare ligor bername û armancên xwe di hemû beşên cûda de kar bike. Di derbarê projeyan de kar dikare were meşandin. Li rojhilata navîn di van salên dawî de û li bakur û başûrê Kurdistanê jî gelek weqfên jinan hatine pêşxistin; li wargeha penaberan a Maxmûrê ew çend salin ku weqfa jinan bi awayek serkeftî karê xwe dimeşînê. Birastî jî mirov dikare bibêje ku encamek baş ji kar û xebatên wan hatiye girtin. Lêbelê mirov nikare vê yekê ji bo tevahiya rojhelata navîn bibêje û çanda birêxistin kirina weqfan pirr kêm e.”

‘Em di ber jiyana jin û zarokan de berpirsyar in’

Amed di berdewama axaftina xwe de balê dikşîne ser pêwîstiyên civakî û wiha pêde diçe: “Wek weqfa jinên rojava a Star, me berê bi du salan nîqaşên berfireh yên, ‘pewîstî bi rêxistin kirina sazîyên jin çiqas dibin bersiv,’ da meşandin. Tespît kirina kêmasîyan û çareser kirina wan hate nîqaş kirin. Cîvak di kîjan alîyan hewce bi xwe rêxistin kirinê dibîne û pêwîstiyên xwe çine? Piştî tespît kirina pirsgirêkên heyî, me pêwîstî bi avakirina weqfa jinê dît. Weqfek ku bikaribe ji bo jin û zarokan çi li dervayî welat û çi jî li hundirê welat, ser esase pewîstîyan projeyan pêş bixîne.”

Amed di berdewama axaftina xwe de got:”Wek weqfa jinan em xwe di pevajoya nû de, di avakirina jîyana jin û zarokan de berpirsîyar dibînin û xwe bi vî rengî pênase dikin. Em hewl didin ku kar û xebatên xwe di jor de nehelîn û nêrînên hemû jinan jî tevlî nêrînên heyî bikin. Peyva weqfê bixwe jî di zimanê erabî de tê wateya cihê sekinandin ê. Mizgeftên heyî di ola islamîyetê de wek weqf tên bikaranîn. Car caran ew nakokî ji bo waqfa me jî dihat jiyan kirin. Lê me bi armanc û şêweyê xwe birêxistin kirinê, ev cûdatî danî holê. Ji bo ku wek hev neyê fêmkirin, me navê weqf ku di zimanê arabî de tê bikaranîn, wek Rebîte bikaranî. Armanca me ev bû ku di vê mijarê de tevlî hevî neyê çêkirin. Piştî wê jî me bi nîqaş, semîner û bi rêya ragihandinê xwe da nasîn. Bi vî awayî me dest bi karên xwe yên esasî kir.”

‘Bisazîbûn pêwîstiyeke bingehîn a jiyanê ye’

4Amed li ser beş û şêweyê xwe birêxistin kirinê jî disekine û balê dikşîne ser van mijaran: “Gava ev pêwîstî ji aliyê me de hat dîtîn, me pirr girîng dît ku em hemû beşên civakê bi nîqaş û pêşniyarên wan, wan tevî vê pêvajoyê bikin. Ji xwe dîvîya bû em nêrînên hemû civakê û bitaybetî jî ya jinan bigirin. Ji bo me her nêrînek dihat wateye beştarbûna nav kar û xebat. Me di vê çarçoveyê de anketek pêşxist û me dît ku pêwîstî bi zanabûyîna jin, perwerde kirina zarokan bigire, heya birêxistin kirina beşên aborî, lekolîn û hvd. jî heye. Li ser birêxistin kirina van pênç beşan, me dest bi karê xwe kir. Em jî bi pênç kesên di rêveberîya weqfê de cih digirin, van beşan temsîl dikin. Piştî ku me encamên pratîkî di rastîya jîyanê de jî dît, me hewl da kar û xebatên xwe berfîrehtir bikin. Ji ber ku bisazîbûyîn pêwîstiyeke bingehîn a jiyanê ye. Li kantona Efrînê, ew nêzîkê salekê ye nunertiya me heye. Li ser esas û pêdiwiyên van beşan, li Efrînê niha kar tên meşandin. Ji ber ku navend kantona Cizîrê ye, navenda kar û xebat jî li wir e. Her wiha ji bo tevahiya Surî jî projeyên me hene.”

Amed di ber devama axaftinên xwe de li ser van xalan radiveste û dibêje: “Kar û xebatên me piranî li rojavayê Kurdistanê tên meşandin û birêxistin kirin. Li Serêkanîye nêzî salekêye navendekî me a tenduristî yê heye. Herwiha ji alîyê psîkolojîk jî li vê navendê xîzmet tê dayîn. Di heman demê de em perwerdeyên tenduristî û alîkarîya seretayî jî didin. Heta niha me pênç dewreyên perwerdeyê bi encam kirin. Di bin banê komcivîna star de hemû kar bihevre di nav plansazîyekê de tên birexîstin kirin. Li Qamîşlo navendekî tenduristiyê heye. Li Qamişlo jî semîner û heşt dewreyên perwerdeyê hatin dayîn. Li Şengalê wek tê zanîn qirkirinek hate jîn. Ji bo ku em bikaribin li vir erka xwe bi cih bînin û ji bo bikaribin alikariyê bidin gel, em bi wezareta tenduristiyê re tevdigerin. Di encama van xebatan de li Şengalê jî nexweşxaneyek hat çêkirin. Armanca me ev e ku em li Şengalê jî weqfekê vekin. Ji xwe tê zanîn gelê me yê koçber ku li wargeha Newroz dimînin, di rewşên gelek bi zehmet de derbas bibûn. Ji ber vê me bi kesên pispor li vir semîner pêşxistin û hewl da ku ji wan re bibin arîkar. Dîsa li navenda tenduristiyê şeş jin dixebitin. Her wiha alîkariya psîkolojîk jî wê berdewam bike. Li gel vê jî sê projeyên me yên ji bo perwerdeya jin û zarok, dîsan alîkariya psîkolojîk wê bidome. Li Dêrîkê navenda perwerdeya zarokan heye. Derdorê 70 zarok li vir perwerde dibînin. Wek weqfa jin me hewl da rewşa li wargehê ji nêz de bişopînin. Ji bo vê jî me semînerên di mijarên cûda de û bi taybetî jî li ser denduristiyê pêş xistin. Sê projeyên bingehîn yên ji bo beşên dirungeh, zimanê Kurdî û perwerdeya zarokan, me pêşkeşî saziyê kiriyê.”

‘Di encama şer de gelek zarok sêwî mane’

Axîn Amed di axaftinên xwe de balê dikşîne ser zarokên Kobanê ku di encama şer de dayîk û bavê wan jiyana xwe ji dest dabûn û dibêje: “Dîsa jî bo Kantona Kobanê ku herê zêde bi şopên şer hatiye dorpêç kirin, me pêwîstî bi saz kirina saziyê dît. Piştî lêkolîneke berfireh me dît ku gelek zarok piştî şer sêwî mane. Me hewl da ku em wan zaroka bi tenê nehêlin û destê wan bigirin. Bi giştî 889 zarok li Kobanê sêwî mane. Pewîşt bû em xwedî li wan zarokan derkevin. Bi çend projeyên ku me bi weqfa li Ewrûpa re parve kirin, me hewl da em çareseriyekê ji bo wan bibînin.”

Amed wiha didomîne: “Li qada Ewrûpa jî nunerên me hene. Li ser van beşan û bi piştgiriya saziyên li Ewrûpa, em kar û xebatên xwe dimeşînin. Armanca me ew e ku em li Ewrûpa jî saziyek xwe avabikin.  Ji xwe têkiliyên heyî jî gîhiştin asteke pirr girîng. Lê ev danûstandin hîn nebûye bersiv ji hemû pirsgirêkan re. Lê hewldana me ew e ku em bikaribin rola xwe wek sazî di hemû alîyan de bileyzin û bikaribin bi van xebatên xwe re bibin wesileyek ji bo jîyanek nû û demokratîk a şênber. Di van demên dawî de şandeyek ji psîkolog an ku pêwîst bû hatîbane kobanê; ji bo ku em bikaribin mamosteyên dibistanan li ser psîkolojîya zarokan perwerde bikin, lê mixabin ji ber ku derîyê sînor girtiye ev şande nikare were. Hêvî û baverîya me ew e ku em bikaribin hemû jinan temsîl bikin, ji pirsgirêkên wan re bibin bersîv û heza çareserî yê.”

‘Ekonomî karê jinê ye’

Li Til-temir jî koperatîfeke jin heye. Til-temir ligor erdnîgariya rojava hinek li goşeyê dimîne. Li wir bi gelemperî gelên Asurî, Ereb û Kurd dijîn. Lê herê zêde jî gelê Asurî li wir dijîn. Me wek weqfa jinan li wir koperatîfeke jinan avakir. Demeke dirêj bû ku me dixwest vê projeya xwe pêk bînin, lê mixabin ji ber şer, me ev proje nû xist meriyetê. Ji xwe baş tê zanîn ka çend caran şer rawestiya û dîsan destpêkir. Herê dawî me îsal koperatîfek ku tê de 11 jin dixebitin, avakir. Ji hêla birêxistin kirin û bi cih anîna pêdiviyên wê de em wek weqfa jin berpirsyar in. Birêxistinbûna wan heye û em bi tenê ji hêla madî û manewî de dibin alîkar. Ev du mehên bi awayek çalak li wir dixebitin. Li gel xebatên çandiniyê, bexçeyên hêşinahî yê jî hatine çêkirin. Ji bo vê xebatê li pêşiya me projeyek ku koperatîf bikare berhem û tiştên bi dest dixe bifiroşe,  heye. Em bi vê projeyê vekirina dikanekê dikin armanc. Sedema vê jî em dixwazin pê bidin hesîn ka herêm çiqas dewlemend e û ji aliyekê jî em dixwazin ekonomiya jinê avabikin.  Her wiha em dixwazin malbatan ji hêla ekonomîk de bipêşbixin. Dîsan xurekên hişk bûyî ku bi destê jinê derbasê bazarê dibe, wê xwedî wateyek cûda be. Li rojava, em di van mijaran de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû bûn. Em dixwazin vê yekê jî bidin diyar kirin ku em ne hewcedarê derve ne. Em wek jin di vê mijarê de dikarin xwe bi xwe, xwe birêxistin bikin û di pêşxistina bazarê de jî bibin xwedî rol; ji xwe em di vê mijarê de xwedî îdea ne û tiştên tê xwestin jî wek tê dîtin dikin. Ji xwe ekonomî karê jinê ye û herê baş ew dikare vî karî fêm bike, pêk bîne.“

‘Jin dikare bibe deng û rengê jiyana hevbeş’

3Amed di dawiya axaftinên xwe de balê dikşîne ser rol û mîsyona jinê a di avakirina jiyana hevbeş a hemû gelên herêmê û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Heya niha jin ji ber karê ku dikin bextiyar û gelek keyxweş in. Nêzî 10 donim erd ji aliyê 11 jinan we tê xebitandin. Ev xebat ji bo ku em bikaribin projeyên xwe jiyanî bikin, modeleke mînak e. Heya niha me bi dehan projeyên wiha pêk anîn. Jin çiqas projeyên bi vî rengî dibînin, ewqas xwedî li kar û xebatên xwe derdikevin. Piştî ku me ev proje jiyanî kir û şûn de, komîteya Şehîdan jî dest bi xebatên koperatîfan kir. Ew jî wek jin ketine nav xebatên koperatîfa firne yê. Ji xwe ji niha da dest bi kar kirine. Firineke nan û li gel jî du dikan wê bên vekirin. Ev jî dide xuyan ku hîn hêviyên mezin hene. Di encam de baweriya wan a bi xwe zêde dibe, dibînin ku dikarin tena serê xwe jî kar bikin û gelek tiştan bi ser bixînin. Birastî jî hêviya jinên Til-temir û wêrektiya wan a di xebatê de ji bo herkesekê mînak e. Wek weqfa jin, em dixwazin bi pêşxistina van koperatîfan jiyanek komîn birêsin û ava bikin. Em wek gelên li rojava jiyan dikin, bi van projeyan em dixwazin hîn zedetir pergala jiyana bihev re a li ser esasê jiyanek azad xurt bikin. Jin dikarin bibin deng û rengê jiyana hevbeş ya hemû gelên herêm ê. Em wek jin hewl didin di van mijaran de jî aliyê hev û du yên kêm derbas bikin û ji hev re bibin alîkar.”