Tekane rêya parastina Kurdistanê yekitiya netewî ye

- Suna TUNC
350 views
Di nav Kurdan de nebûna yekîtiya netewî mîna birîneke kûr hebûna xwe didomîne û bandoreke neyînî li mijara çareseriya siyasî ya statûya Kurdan dike. Hêzên dagirker, emperyalîst û herêmî ji vê parçebûnê sûd wergirtin û gelek serhildanên Kurdan bi komkujiyan tepisandin, serokê wan qetil kirin.

Rêber Apo jî yek ji rêberên Kurdan e ku ji bo yekîtiya netewî pêk were gelekî hewl da û piştî bi komployek Navnetewî teslîmî Dewleta Tirk a dagirker hate kirin jî ev hewldanên xwe di zîndana Îmrali de domandin. Jinên Kurd ji bo pêkanîna yekîtiya netewî heta niha çend konferans lidarxistin, lê hewldanên wan ên hêja têra pêkanîna yekîtiya di nava Kurdan de nekir. Me têkildarî rola jinan a di pêkanîna yekîtiya netewî de nêrînên jinan girtin.

***

Bi armanca çareseriyê hatina li gel hev

Parlamentera berê ya Goran Perwa Elî derbarê mijarê de balkişand ser rewşa Rojhilata Navîn a kambax û diyar kir, eger yekîtiya netewî pêk neyê, wê ji bo Kurdan encamên xeter bi xwe re bîne.

Perwa Elî dibêje; ‘Di nav rewşa xerab a Rojhilata Navîn de êrîşek mezin li ser Kurdan heye. Tirkiyeya Osmaniya Nû dixwaze bi destwerdana gelek herêman nexşeya herêmê biguherîne. Ji bo vê sînoran derbas dike û êrişî Kurdan dike. Tekane rêya parastina parçeyên din ên Kurdistanê û deskeftiyên wan, pêkanîna Yekitiya Netewî ye. Divê hemû partî, sazî û kesayet ji bo bihêzkirina yekîtiyê rola xwe bileyzin, dest ji berjewendiyên hizbî û malbatî berdin. Li ser beşdarnebûna PDK’ê ya yekîtiya netewî Perwa Elî diyar dike ku divê PDK û hemû partiyên nêrînên wan li ser PDK’ê hene ne ji bo hevûdin tawanbarkirinê, lê bi armanca çareseriyê bên gel hev, nêrînên hev gohdar bikin. Parlamentera berê ya Goran bawer dike ku jinên Kurd dikarin xebatên xwe geştir bikin, hemû aliyên siyasî komîserhev bikin û ji bo vê jî dikarin konferansek din a Netewî lidarbixin.

 

 

***

Divê em li ser yekîtiya netewî kar bikin

Li alîkî din yek ji kadroya pêşeng a Hizba Zahmetkêşanê Kurdistanê, nivîskar û helbestvan Şeyda Marûf di derbarê yekîtiya netewî de bi hêviye. Li gorî wê yekîtiya netewî zû an dereng divê pêk were û dibêje, ‘Di vê rewşa şer de heta ji destê me bê divê em li ser yekîtiya netewî kar bikin. Yekîtî wê encamên baş bi xwe re bîne. Em bixwazin nexwazin di rewşa niha de partiyek dogmatik a her tiştî dixe bin desthilatdariya xwe heye. Eger rewşa niha wiha berdewam bike ew ê encamên xerab bi xwe re bîne. Şeyda Marûf destnîşan dike, ku li şuna bêjin filan partî li pêşiya yekîtiyê astenge, divê mirov bêje encamên yekîtiya netewî wê baş bin. Her partî û aliyek xwedî siyasetek cewaz e û divê di mijara yekîtiyê de bi bandor tevbigerin Derbarê rola jinan a di yekîtiya netewî de jî Şeyda Marûf balê dikşîne ser yekdengî û hevbeşbûna jinan û dibêje; ‘ Divê jinên di nav partiyan de, jinên pêşeng ji bo encamek baş pêşengiyê bikin û di nav partiyên xwe de rol bileyzin’.

 

***

Jiyaneke bê hêvî li ser Kurdan ferz kirin

Nûnera peywendiyên derve û endama koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan jî berî girîngiya yekîtiya netewî û rola jinan a di pêkhatina wê de binirxîne, bi awayekî berfirek balê dikşîne ser peyvajoyên têkoşînê ya gelan û polîtîkayên emperyal. Li gorî Peyman Viyan dema gel bibe xwedî statû, hêzên emperyal, desthilatdar nikarin dagirkeriya xwe li ser gelan bidomînin. Ji bo vê jî hêza gel parçe kirin û siyaseta xwe bi rêve birin. Gelê Kurd jî di Rojhilata Navîn de xwedî bandor e û pergalek konfederal a jiyana hevbeş a gelan esas digrin. Ev jî dibe sedem ku hêzên hegemon li ser gelan nikaribin desthilatdariya xwe bidomînin. Lewra berê çawa netew dewlet avakirin û di nav gelan de parçebûn çêkirin, gelê Kurd li ser dewletan dabeş kirin, Kurd jî di nav xwe de parçe bûn. Kurd bê statû man. Bi komkujiyan jiyaneke bê hêvî li ser Kurdan ferz kirin.

Tevgereke xwedî fikra sosyalîst

Peyman Viyan di sedsala 20’an de Tevgera Apoyî weke tevgereke xwedî fikra sosyalîst a Şoreşa Gelan pêş xist û gelên herêmê anî gel hev pênase dike û dibêje; ‘ Dema Rêber Apo pergalek alternatîf pêş xist, hêzên Navnetewî û herêmî li ser wî komploya 15’ê Sibatê pêş xistin û xwestin gelê Kurd careke din di qirkirinê re derbas bikin. Bi berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd komplo vala hate derxistin. Têkoşîna gelê Kurd tirsek mezin di dilê dagirkeran de çêkir. Rêber Apo Yekîtiya Kurdan weke xebateke stratejîk girte dest û diyar kir ku bi yekîtiya gelan statûya Kurdan wê bê bidestxistin. Lê yên heta niha nehiştine ev yekîtî pêk were jî malbata Barzaniye. Bawer dikim ku wextê wê hatiye ku hêzên Kurd vê zihniyeta xizmetê ji polîtîkayên dagirkeran re dike mehkûm bikin û beyî malbata Barzanî yekîtiya netewî pêk bînin. Peyman Viyan konferansên jinan ên ji bo yekîtiya netewî hatin lidarxistin bibîr dixe û dibêje; ‘Heta niha tekoşîna di pêşengiya jinan de pêşî li zihniyeta noker û dagirker girt. Lê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ya bûye navenda hêzên dagirker dest li îradeya gelê Kurd werdidin. Lewra divê jin bi têkoşîna xwe di serî de vê zihniyet dagirker têk bibin. Weke tê zanîn di sala 1994’an de jin li dijî şerê navxweyî ji Silêmanî heta Hewlêrê meşiyan, li ber deriyê parlamenê rûniştin û heta encam negirtin jî paşve gav neavêtin. Divê em jî ji hêza xwe ya dîrokî ders derxînin û ji bo konferansa nû ya Netewî têkevin nava hewldanek xûrt. Divê em ji çerçoveya hizbî derkevin û roleke dîrokî bigrin ser milê xwe.

 

***

Planekî stratejiyek a Kurdan

Endama Desteya Siyasî ya Hevpeymana Nîştimanî ya Kurdistanê Sergûl Qeredaxî jî ji bo Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bigihêjin armancên, mafê wan parastî be dibêje; ‘Heta niha ji bo pêşerojê planekî stratejiyek a Kurdan nîne. Vê yekê bi xwe re encamên metirsîdar anî. Niha li kuderê ji bo Kurdbûnê tiştek bê kirin dijmin ji bo têkbirina van destkeftiyan dikevin nava livûtevgerê. Ji bo yekîtiya netewî pêk neyê bi hicetên cûda astengiyan derdixin û nahêlin yekîtiya Kurdan pêk were’. Sergûl Qeredaxî jî hewldanên jinan ên bi rêya konferansên netewî bi bîr dixe û diyar dike ku divê jin ji bo gihaştina armancên mezintir xebata xwe geştir bikin.