Têkoşîna gelê kurd bingeha tifaqa demokrasiyê ye

- Roza METÎNA
402 views
Ji dîrokê heta niha gelê kurd ji bo bidestxistina destkeftiyên xwe yên nîşaneya hebûnê ne li ber xwe da û ev berxwedan hîn jî didome. Li dijî pekanînên dijdemokratîk û feraseta mêtingeriyê, kurdan li ser axa xwe berdêlên giran dan. Hejmara kurdên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane sermijara hinek dewletan jî derbas dike. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî xespa maf û nasnameyê di dîrokê de deng vedaye.

Lê belê êrişên li dijî têkoşîn û destkefiyan jî bi heman hêzê dewam dikin. Bi polîtîkayên antîdemokratîk, bi zagonên ku dikevin meriyetê pêşî li parastina mafên mirovan tên girtin û rê li tundî û êrişên li ser kurdan tê vekirin. Bi taybet di pêvajoya dawî de êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê wêneyê feraseta mêtingeriyê ya li dijî parastina mafê nasname û jiyaneke azad eşkere dide xuyakirin. Têkoşîna kurdan a li dijî vê ferasetê bi qasî berdêla ku hatiye dayin giranbûha ye. Loma divê li ser esasên vê têkoşînê berjewendiyên malbatî û şexsî li aliyekî bên hiştin û berjewendiyên nasnameyê diparêzin, têkoşîna hebûnê didin li ser piyan bên hiştin.

Alozî û qeyranê wekî fersendekê dibîne

Di demên dawî de dewleta tirk di bin navê ‘ewlehî û bekayê’ de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Bi taybet jî piştgiriyê ji nakokî û tevliheviya di navbera kurdan de digire û di heman demê de pişta xwe dispêre helwesta hêzên navneteweyî. Alozî û qeyrana hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn kûr dikin, ji xwe re wekî fersendekê dibîne û li ser navê NATO’yê xizmetê ji êrişên li ser hevjiyana azad tê kirin. Hêzên navneteweyî yên li ser firotina çekan û bazarên wekî din bi Tirkiyeyê re li hev dikin bi bêdengiya li hember êrişên li ser Başûrê Kurdistanê niyeta xwe ya ne pak radixin pêş çavan. Bi vê bêdengiyê tê xwestin morîka xewê têxin guhên kurdan û zincîrekê li dev bixin.

Kesên piştevaniya aştiyê kirin hatin astengkirin

Her wiha kesên xwestin piştevaniya aştiyê bikin hem li Elmanyayê hem jî li Hewlêrê hatin astengkirin. Helwesta bi vî rengî jî qadê ji şerdên ji derveyî mirovahiyê re fireh dike. Hewildana pergala mafyewarî ya ji bo şerekî navxweyî di nava kurdan de derkeve di heman demê de xizmetê ji dijminatî, nefret û zayendperestiyê re dike. Êrişên bi hincetên cuda li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin di esasê xwe de hedefgirtina îradeya gelê kurd a li ser çar parçeyan e. Tê xwestin îrade, têkoşîn û destkeftiyên bi salan têk biçin. Loma divê em baş bizanibin ku dê kurd bi şerê navxweyî negihêje tu derê. Divê kurd li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û her muhafazakariyê derdixin pêş, hişyar bin.

Parastina serhildana hevpar çavkaniya herî xurt e

Bi rêya şerê navxweyî tê xwestin têkoşîna li her çar parçeyan bê teswiyekirin. Di heman demê de feraset û birdoziya jiyaneke wekhev a gelê kurd ku hêzên navneteweyî vê yekê li dijî planên xwe yên qirêj wekî tehdîdekê dibînin, niha hedef tê nîşandan. Destkeftiyên li Başûr û Rojava hatine bidestxistin niha kilîta rizgarkirina parçeyên dine jî. Ger sînorên di navbera Rojava û Başûr de ranebin û kurd di vê çarçoveyê de nebin yek ew ê parastina rewa ya gelê kurd a bi salan bikeve nava talûkeyeke mezin. Li dijî sîstema ji edaletê dûr, li ser derewan û bi pergaleke mafyewarî tê birêvebirin têkoşîneke piralî û parastina hafizeya serhildana hevpar çavkaniyên herî xurt in.

Têkoşîna gelê kurd bingeha tifaqa demokrasiyê ye

Dema kurd li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên di qada navneteweyî de li ser tên sepandin helwesteke zelal û hevpar nîşan bidin dê bikaribin serî bi lîstikên li ser çar parçeyan derxin. Polîtîkayên qirkirinê yên li ser kurdan ên demdirêj li Rojhilata Navîn pêşketina çareserkirina pirsgirêkan, edalet û demokrasiyê jî asteng dikin. Hêzên hegemonîk û navneteweyî yên li dijî êrişên li ser kurdan bêdeng in di heman demê de bi rejîmên dîkte yên li Rojhilata Navîn ên dijmintiya jinê jî dikin, li hev dikin û bi vê rêyê jî neheqiyên li gelan tên kirin û binpêkirina mafên her ku diçin zêde dibin jî qebûl dikin. Jêderkên gel ên jiyanî jî di heman demê de di bin mêtingeriya xwe de îstismar dikin. Ew kaos û aloziyê ji xwe re wekî alavekê bi kar tînin. Bi vê yekê girêdayî meseleya kurd jî ji xwe re dikin pêlîstoka bidestxistina berjewendiyên xwe. Yekîtiya gelê kurd û tifaqên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn encax bikaribin vê ferasetê têk bibin. Têkoşîn û serhildana gelê kurd a bi salan bingeha tifaqa demokrasiyê ye.