Têkoşîna jinan berbesteke li hemberî rejîma faşîst     

405 views

Bloka faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîna jinan, bi taybetî têkoşîna jinên Kurd dixe hedef û êrîş dike. Bi binçavkirin û girtinan dixwaze têkoşîna jinan asteng bike. Bêguman ev rewşeke tesadifî nîn e. Ji ber ku dixwaze desthilatdarî û faşîzmeke teqez ferz bike, evqas êrîş dike. Lê her tim rastî muxalifet û berxwedana civakî tê. Pêşengtiya vê berxwedanê jî jin dikin.

Jin paşde gav navêjin

Êrîş, gefxwarin, polîtîkayên çewisandinê û tundî her roj li ser jinan zêde dibin. Ruxmê polîtîkayên dijminane yên li hember jinan,  êdî li peye ku peyva jinê jî qedexe bike, lê jin dîsa jî paş ve gav navêjin. Jin her ku diçe têkoşîn û rêxistinbûna xwe xurt dikin. Bi taybetî li Kurdistanê hema hema her roj siyasetmedarên jin û aktivîstên têkoşîna mafên jinan tên girtin û binçavkirin. Bi êrîşên li ser şaredariyan dixwazin pergala hevserokatiyê krîmînalîze bikin.

Operasyona li hember komeleya jinan a Rosayê, girtina endamên komeleyê, betalkirina wekîltiya yek ji sembola têkoşîna jinan Leyla Guven, herî dawiyê şikenceya li Rojbîn Çetînê hate kirin, nîşaneya polîtîkayên taybet ên li hember têkoşîna jinên Kurd e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî destkeftiyên jinan ên qada siyasî û civakî dike. Dixwaze bi van êrîşan hêza jinan qels bike û bi vî awayî hişmendiya zilamtiyê xurt bike. Bi vî awayî  jinan bêparastin û neçar bihêle, wan ber bi xwekuştinê ve bibe. Windabûna Gulistan Doku encama van polîtîkayên faşîzan e.

İsrar di têkoşînê de, israr di jiyana azad deye

Rejîma AKP-MHP’ê ne tenê li bakurê Kurdistanê  û Tirkiyeyê, li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî dixwaze polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê û êrîşên li hember jinan berfireh bike. Radestkirina  bajarê Efrînê ya çeteyên tecawizkar û dijminê jinan mînakeke van polîtîkayan e. Dîsa di êrîşa herî dawiyê ya li ser Kobanê de, qetilkirina sê jinên Kurd, ji qetlîama Parîsê û qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatmayan cudatir nîn e. Ev êrîş di encama polîtîkayên bi hev re meşandina dijminatiya li hember kurdan û li hember jinan e.

Ev rejîma ku xwe bi hişmendiya serdest a zilamperest û bi tundiya wê xwedî dike, bêguman li metropolên Tirkiyeyê jî hewara jinan a “em naxwazin bimirin” nabihîze û bi polîtîkayên xwe rê li kuştina jinan vedike.

Zagonên li hember tundiyê bêkarîgerî dike û gefa “em ê we teslîmê tundiya mêran bikin” li jinan dixwe. Qada jiyanê li jinan teng dike û dizwaze wan bixe nav qalibên li gor xwe. Di her qadên jiyanê de mudaxaleyî jiyana jinan dike û dixwaze jinan bi temamî bêdeng bihêle û wan teslîm bigire.

Ew ê nekarin berxwedanê bişkênin!

Lê belê hem tevgera jinên Kurd, hem jî tevgerên femînîst û tevgerên jinan li hember vê rejîma faşîst nerazîbûnên xwe û berxwedana xwe bi awayekî xurt nîşan didin. Di rewşa awarte de, dema dixwestin civakê bi temamî bêbandor bikin û bênefes bihêlin jî, jinan dev ji qad û kolanan bernedan, dengê xwe yê dijber bilind kirin. Nerazîbûn û berxwedana xwe ya herî xurt nîşandan. Ruxmê hemû polîtîkayên çewisandin û tundiyê, têkoşîna jinan her ku diçe xurtir dibe. Desthilatdarî her carê bi vê rastiyê re rûbirû dimîne. Her carekê ev pergala faşîst a ku dixwaze ava bike, li berxwedana jinan dialiqe û dema vê rastiyê dibîne hîn zêdetir êrîşker dibe. Ev berxwedana jinan hem rejîma faşîst ditirsîne, hem jî ev têkoşîna jinan dibe berbestek li hemberî rejîma faşîst a AKP-MHP’ ê. Nemaze ji hevkarî û piştevaniya tevgera jinên Kurd û tevgerên jinan ên li rojavayê Tirkiyeyê ditirsin.

Operasyona li hember Komeleya Rosayê ya jinan û şikenceya giran a li Rojbîn Çetînê hat kirin, gefxwerina li hember têkoşîna jinan bû, di heman demê de jî gefxwarina li hember hevkariya têkoşîna jinan bû. Lê belê têkoşîna jinan ev polîtîkayên rejîma faşîst vala derxistin.

Jin di ferqa hertiştî dene

Jinên Kurd û tevgera jinan a Tirkiyeyê hem li hember operasyona li dijî komeleyê hem jî li hember şikenceya li Rojbîn Çetînê hate kirin, sekneke xurt raber kirin û ev polîtîkayên desthilatdariyê vala derxistin. Ji desthilatdariyê hesab pirsîn û ew anîn rewşekê ku nikaribe bersivê bide.  Ji ber ku jin girîngiya têkoşîna jinan a ku bi hezaran salane li hember rejîmên serdest, otorîter û faşîst li ber xwe dide û piştevanî, hevkariya jinan dizane. Di heman demê de dizane ku ev têkoşîn mekanîzmayeke wisa ye ku hemû civakê diparêze.

Dîsa di operasyona qirkirinê de ku di 14’ê Tirmehê de li Amed û Dîlokê pêk hat, hevala me berdevka TJA yê Ayşe Gokkan û dayîka aşitiyê Hayriye Demîr jî di nav de zêdetirî 50’î jin hatin binçavkirin. Di operasyona beriya vê de jî li gel gelek hevalên me, dayîka aşitiyê Makbûle Ozbek a 75 salî jî hatibûn girtin. Di heman demê de hevala me hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a ku ji bo jinan xebatên xurt dimeşand û projeyên di warê wekheviya zayendî de pêk dianî, hat binçavkirin û ji peywirê hat girtin.  Bi qeyûmên xwe dest danîn ser vîna gelê Giyadîn ê.

Darbeya li hemberî siyaseta demokratîk

Operasyonên ku di demên dawî de tên kirin, a rast di şexsê jinan de darbeya li hemberî siyaseta demokratîk e. Di heman demê de ev yek nîşaneya dîtina vîn û xurtiya rêxistiniya jinan e. Ji ber ku desthilatdarî wisa dihizire ku vê hêza rêxistinbûyî a jinê û jinên ku pêşengtiya têkoşînê dikin, bikaribe rehîn bigre û têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê bide seknandin, mixalifetê bêdeng bike û civakê li hember tawanên li hember jinan bêdeng bihêle.

Em ê jî wek tevgera jinên Kurd, hem bi tevgera jinan a Tirkiyeyê re û hem jî bi jinên enternasyonal re piştevaniya jinan xurt bikin. Em ê bi vî awayî têkoşîna xwe xurt bikin û sekna xwe ya li hember rejîma faşîst û dijminê jinan bidomînin. Wekî em her tim dibêjin; heta niha tu rejîmeke faşîst a ku li hember têkoşîna jinan bi ser ketibe tuneye û AKP jî dê bi ser  nekeve. AKP jî dê wek bi dehan desthilatdariyên faşîst belav bibe.

*Parlementera HDP’ê a Agirî