‘Têkoşîna jinan wê serkeftinê misoger bike’

- Hanim ORUNCAK
109 görüntüleme

Em ê du mehên din, saleke din a vê sedsala 21’an ku wek sedsala şer jî tê pênase kirin, li pey xwe bihêlin. Dem ji bo roja îroyîn têgîneke girîng e, ji ber ku her roj di nav gelek şeran de û li  gelek erdnîgariyan mirin tên jiyîn. Erdnîgariya cîhanê her wekî ku di dîrokê de şahidî ji gelek şeran kiriye, îro jî şahidî ji gelek şerên tên jiyan kirin, dike. Di nav van şeran de, di serî de jin û zarok, civak û cihêrengî tên qetilkirin. Nakokiya zayendî a ku nakokiya destpêkê a van şeran e, şerê serdestî, serweriyê ku zilam li dijî zayenda jinê pêşxistiye û bihezarî salane didome. 

Xwe birêxistinkirin wê rê li qirkirinê bigire

Ev desthilatdarî bi pêşxistina rêxistinî, zîhniyet û sazîbûna xwe di tevahiya dîrokê de rê li ketina jinê vekiriye û ev yek heya roja me ya îroyîn berdewam kiriye. Her cûre şerê ku li dijî jinê bi awayek hizrî, fîzîkî, çandî û nasnameyî hatiye meşandin, îro ji her şerekê berfirehtir e, şêweyek cûda bi xwe girtiye û hîn didome. Bi avabûna çîn û dewletê re jinê windakirinek mezin jiyan kir, îro bêhtir winda dike, bêhtir tên qetilkirin, li her qadekê bêhtir bi tune bûnê re rû bi rû ne. Ji ber ku di serî de hêzên sermayedar ên navnetewî, nakokiyên ku hêzên netew-dewletê dijîn her ku diçe kûr dibe û pergal li pey rêya bihurandina ji vê qeyranê ne. Lewra pergalên ku di tevahiya vê sedsalê de xetimî bûn, ji bo ku vê xetimînê derbas bikin jî lêgerînên cihê reng pêşxistin û di nav van lêgerînan de rewşa pêşxistina komkujiyên mezin jî mijara gotinê bû. Qeyran bi rêya qirkirinên çandî, siyasî û fîzîkî, li pey rêderekê digere.    

Beriya her tiştî qeyrana pergalê zîhnî ye, yanî bîrdozî ye. Di tevahiya dîrokê de wek bîrdoziya dewletê zayendperestî, olperestî û herê dawî jî bi bîrdoziya netewperestiya netew-dewletê re, di serî de jin, gel, hemû eqaliyet û cihêrengiyan bi vê bîrdoziyê teşe pê daye û yên ku sekneke dijber raber kirine, xwe birêxistin kirine û têkoşiyane ji qirkirinê re derbas kirine û dîrokê jî ji vê yekê re şahidî kiriye.

Pirsgirêk gerdûnî ne

Ev rewş hîn berdewam e. Pergala heyî bi bîrdozî û sazîbûnên xwe nikare ji pirsgirêkên civakî, komelî, aborî ên tên jiyan kirin re bibe bersiv. Bingeh û çawaniya pirsgirêkên ku li cîhanê tên jiyan kirin jî wek hev in. Heya ku nakokiya zayendî a ku xala sereke ya bihêzbûna bîrdoziyên heyî ye, ji holê ranebe, wê ev rewş hîn kûrtir bibin û bidomin. Pirsgirêkên ekolojîk ku li tevahiya cîhanê tên jiyîn, rêjeya zêdebûna hejariyê û serweriya komek biçûk, heya çend dewlemendên li dinyayê, dîsan her roj zêde bûna tundî û mirinên jinan, şerên li dijî gel û eqaliyetan vê yekê radixe ber çav an. Sedema tevahiya van pirsgirêkên ku tên jiyan kirin, girêdayî nakokiya zayendî a her ku diçe kûr dibe, pêş dikeve. Ji ber vê berovajiya berbiçav e ku ev serdem, serdema bîrdoziyan e ku çareseriya van nakokiyan jî di nav xwe de dihevîne. Ev serdem, serdema ên ku ji van nêrînan re vekirîne û li ser van nêrînan birêxistinbûna xwe pêşdixînin e. Ev serdem, serdema wan bîrdoziyane ku di serî de azadiya jinan pêşbînî dikin û li ser esasê vê armancê xwe birêxistin dikin in. Her wekî jiyana azad a ku ji aliyê jinên Kurd ve li çar perçeyên Kurdistan hat pêşxistin û li ber xwe dan û bedelên mezin dan daku vî ramanî pêş bixin, xwe birêxistin kirin û ev yek di piratîkê de pêkanîn. Mînaka wê ya herî berbiçav jî berxwedana xeta jina azad a Kurd e ku li Rojavayê Kurdistanê tê jiyan kirin.     

Qeyrana heyî herê zêde jinê bandor dike

Qeyrana pergalê bi xwe re du eniyên têkoşînê daye avakirin. Eniya ewil di statûya xwe de bi israr û di nav eniya netew-dewletê de hewl dide temenê xwe dirêj bike û kombûna wan hêzane ku di nav vê berê de tên cem hev. Yên din jî ew in ên ku li dijî her cûre polîtîkayên qirkirinê yên çandî, civakî, xwe parastine û pêşdixînin. Ev enî jî eniyeke berfireh e. Pêşengên vê eniyê jî jin in. Ev enî tevî jinan, ciwan, ji hemû gelên bindest, çîn, komên baweriyan, qewmî û çandî ên civakên cihêreng pêk tê. Vê gavê şerê cîhanî ya ku tê jiyan kirin, rewşeke şer a van du eniyan ya li hemberî hev e. Ji aliyekê derdorek ku dibe sedema eniya ku van tîne cem hev û birêxistin dike, di polîtîkayên xwe ên îmha û înkarê, bişavtinê de bi israr in, li hember jî eniyek ku li berxwe didin, heye. Her ku qeyran kûr dibe, şîdeta ku rojane zêde dibe jî vediguhere qirkirineke fîzîkî. Ev rewş, beriya hertiştekê rewşeke qirkirinê a li hemberî jinê ye ku pêş dikeve.

Her çend femînîst hîn negihabe pênaseya ‘komkujiyê’ a NY jî, di vê mijarê de têkoşîna birêxistinbûyî a jinan wê di demeke kin de bigihe pênaseyek bi vî rengî. Biqasî naskirina wê bi awayek fermî, ji bo bidawî kirina qirkirina jinan, ev rewşeke ku dîsa bi vê têkoşînê re girêdayî dikare derkeve holê. Têkoşîna jinan a xwe birêxistinkirinê, di şexsê jinan wê ji bo hemû civak, gel û cûdahiyan bê wateya azadiyê. Di şexsê azadiya jinan de, çi ji ber nakokiyek herêmî, çi jî gerdûnî, rewşeke pêkhatinê ya azadiya herêmî û gerdûnî ye.      

Ji ber sedema asta azadî û koletiya jinê ya bi asta azadî û koletiya civakan re girêdayî, di her qadê de, qadên bîrdozî, siyasî, aborî, civakî û parastina rewa, xwe birêxistin kirin, guhertin û veguhertinê de pêşengtî kirin, bi rewşa hemû jinên xwe birêxistinkirî ya bi rola xwe a pêşengtiyê radibin re girêdayî ye. Ger îro di şexsê jinên Kurd de, rêxistina WOMEN RİSEUP ROJAVA (Hewceye jin Rojava biparêzên) pêş dikeve û di asta gerdûnî de, di nav hemû jinan de rêxistinek wiha derdikeve, ev yek asta rêxistiniya jina Kurd û berxwedana ku wan pêşxistiye dide nîşandayîn.    

Rêgez û pîvanên azadiyê

Hilweşandin her tim a herî hêsan e. Lê belê avakirin û pêşxistin a herî zor e. Pêkane ku mirov  di tevahiya dîrokê de vê yekê di zekaya analîtîk û hestiyar a mirovan de û di asta wî a pratîkî de bibîne. Yek ji qada ku herê zêde em dikarin bibînin, fêm bikin û hîs bikin jî jiyan bi xwe ye. Jiyan bi xwe vegotina vê a şênber e. Asta çandî, felsefîk a di jiyanê de derdikeve pêş, yek ji wan qadane ku asta me a azadiyê bi awayek eşkere nîşan dide. Asta azadiyê a di têkiliyan de, têkiliya mirov bi mirov re, dîsan têkiliya mirov bi xwezayê re û bi nirxên herî jor ên civakî re ger bi rêgezên azadî û pîvanan ve tê jiyan kirin, ev bi saya jinê hatiye pêşxistin. Parastin û berketin, hêza raman pêşxistin, xweşik hîs kirin û jiyan kirin, bê çewisandina kes, li ser bingehê wekheviyê bihevrebûnên bi hêz parastin, wek kesek ku pêşdixîne û diparêze tevgerîn helbet ji ber berpirsyartiya zêde û mafê parastinê ye. Ji ber vê çendê, wek jin em neçarin ku jiyanê, cihanê biparêzin û pêşbixînin. Lazime em xwe ji her cûre zîhniyet û şêweyên jiyana zilamê serdest dûr bixin û a hewceye pêşbixînin. Ji ber vê jî têkoşînên ku tên meşandin, her roj hîn zêdetir zêde û bi hêz dibin.

Hemleya ‘Ji bo azadiya xwe tu jî rabe’ ku di 12 Tîrmehê de ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hat destpêkirin, bi rojevên diyar didome. Di çerçoveya li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê tu jî rabe, çalakî û bizav tên pêşxistin. Wek her hewldan û berxwedanê vê encamên wê yên girîng çêbibin. Jin wê di şexsê Rojava de carekedin biserkevin û encamên baş bi dest bixin.