‘Têkoşîna jinê ji nedîtî dihatin’ 

- Newaya Jin
618 views

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan a bi ser navê “Şoreş niha dibe” a bi organîzasyona tora bi navê “Jin siberojê dihûnin” di 6 û 7´ê Cotmehê de, bi beşdariya 500 jinên ji seranserê cîhanê hat lidarxistin. Di konferansê de jinan tecrûbe û têkoşîna xwe parve kirin, nîqaş kirin û nexasim jî li ser şoreşa mezin a jinê, Şoreşa Rojava sekinîn. Delegasyona ji Hîndîstanê Radha D’SOUZA a ji zanîngeha Îngîlîstanê Westminster ê, dîrok û têkokşîna jinên Hîndîstan ê, her wiha nêrînên xwe yên di mijara kombûna jinan û têkoşîna jinên Kurd de, bi rojnameya me Newaya Jin re parve kir.

Polîtîkayek du alî dimeşandin

Radha D’SOUZA di destpêka axaftina xwe de balê dikşîne ser dîroka jinên Hîndîstanê û dibêje: “Niha li Hîndîstanê em wek jin di demeke balkêş de dijîn. Bi taybetî jî ji salên 1900’î şûnde nêrandina jin û têkoşîna jinan zêdetir ligor Rojava û femînîzma lîberal bû. Mirov dikare bibêje ku ev yek jî zêdetir ji bo jinên li gundewaran dijiyan, derbas dibû. Lê dengê dihat bîhîstin û bilind dibû, zêdetir dengê jinên bajarî bû. Wek hûn dizanin Hîndîstan di bin mîtîngeriya Birîtanyayê debû, ji bo wan Hîndîstan dihat wateya kevirê di nav taca şahbanûyê. Mîtîngeriya li Hîndîstanê têkiliya di navbera jin û zilam de heya astekê xist nav guherîn û veguherînê. Ji ber ku Bîrîtanya li Hîndîstanê xwedî polîtîkayek du rû bû. Polîtîkayek li hemberî kesên xwedî erd û di heman demê de bi kesên ku dixwestin bi wan re hevkariyê çêbikin, bi gotina wan kesên têgihiştî û xwendî bûn. Polîtîkaya wan a din jî li hemberî jinên li gundewaran bû ku li hemberî wan nêzikatiyek cûda didan raber kirin.

Li Hîndîstanê pergalek bi navê Kast heye, pergalek çînî ye. Pergalek çînî a tevlîhev e. Hikûmeta wê demê û împaratoriya Bîrîtanyayê çi li hemberî jinên li gundewaran be, çi jî li hemberî çîna karker, polîtîkayek taybet dida meşandin.”

Jin pêşeng bûn

Radha D’SOUZA behsa têkoşîna serxwebûna Hîndîstanê dike û balê dikşîne ser rola jinan û dibêje: “Di tevahiya têkoşîna azadiyê a Hîndîstanê de, çîna perwerde kirî ku wiha dihatin pênase kirin, soza Hîndîstanek wekhev didan. Piştî şerê serxwebûnê yê Hîndîstanê şûnde, ji xwe tiştek wisa çênebû û jin û zilam azad nebûn. Pergala Kast jî wek xwe ma û tu guherîn çênebûn. Mînak di dema şerê azadî û serxwebûnê de, bi taybetî milê vê têkoşînê yê milîtan xwedî artêşekê ku tenê ji jinan pêk dihat, bû. Ew jî ji bo serxwebûnê li dijî Bîrîtanyayê şer kirin û têdikoşîn. Jinên ku di nav vê artêşê de cih digirtin, fermandarên vê artêşê bi tu awayî di nav dîroka Hîndîstanê de cih nagirin. Dîrok wan ji nedîtî tê. Tenê piştî şerê serxwebûnê bi çend mehan şûnde, kesên qaşo pêşengên Hîndîstana azad û serbixwe bûn, çalakiya ku ewil lidarxistin, bera artêşa xwe dan başûrê welat ku wê derê jinan herêmek xweser avakiribûn. Di sala 1969’an de, dîsan serî rakirinek girîng çêbû, Naxşilbari navê vê serhildanê bû ku navê gundek biçûk a li quntarê çiyayê Himalaya cih digirt. Serî rakirin li vî gundî destpêkir, lê di demeke kin de bala tevahiya welat kêşand ser xwe. Li wir dîsan jin pêşengê serî rakirinê bûn.”

D’SOUZA wiha didomîne: “Dema ku hikûmeta îroyîn ya Hîndîstanê dixwest li welat pergala lîberalîzm û globalîzmê serwer bike, yên ku ewil hay ji tehlûkeya heyî bûn, dîsan jin bûn. Dema ku hîn jinên bajarî li ser baş û nebaşiya wê nîqaş dikirin, jinên li gundewaran tehlûkeya lîberalîzm û globalîzmê ditîtin, dizanîn ku ev yek jî şêweyek din a mîtîngerî ye. Û wê demê bû ku diruşma, ‘av’,’ax’ û ‘daristan’ ê pêş xistin.”

Şîdeta dewletê li her derê ye

Radha D’SOUZA balê dikşîne ser şîdeta dewlet, zilam û rewşa li herêmê wiha tîne ziman: “Hîndîstan xwedî 29 netewe ye.  Di nav wan de jî gelek civakên xwedî pergala baviksalarî hene. Bê guman civakên dayîksalarî jî mevcût in. Ji bo vê, di derbarê gelemperiya Hîndîstanê de axaftin kêmek zehmet e. Dema mirov behsa başûrê Hîndîstanê bike, yanî herêma ku jêre dibêjin Lovakas, mirov dikare bibêje ku jin azad in. Heya astekê dikarin azadiya xwe di dest xwe de bigirin. Ji bo wan ji tund û tujiya di nav malbatê zêdetir, şîdeta dewletê girîng e. Lê herêmên bakur zêdetir xwedî civakên feodal û baviksalar in. Bakurê Hîndîstanê ji ber serdestiya baviksalarî hîn zêdetir dişibe welatên Rojhelata Navîn yên wek Pakîstan ê.”

D’SOUZA wiha pêde diçe û dibêje: “Şîdeta dewletê a li dijî jinan hema bêje li her devereke Hîndîstanê tê jîn. Li başûrê welat zêdetir ji aliyê polîs û leşkeran şîdeta li ser jinê pêk tê. Lêbelê li bakurê welat hem tund û tujiya polîs, leşkeran pirr zêde ye, hem jî ji ber taybetmendiya xwe a civakî ya feodal û baviksalarî, di nav civakê bi xwe de jî bûyerên wiha zêde rû didin. Di nav civakên bi vî rengî de, pergala dewletê vê carê bi destê zilamê di nav civakê de dest bi tund û tujiyê dide.”

D’SOUZA di berdewama axaftina xwe de îşare bi tund û tujiya li dijî jinê dike û wiha dirêjî bi axaftinên xwe dide: “Mînak nûçe û agahiyên ku di ragihandina Rojava de tên weşandin û hûn jî dibihîsin; ji xwe di van nûçeyan de jî aliyeke xwe a Kast heye, belku jî jin ku wek Kasta jêr tên bi nav kirin, ji aliyê zilamên ku zêdetir wek Kasta jûr tên nasîn, rastê şîdet û destavêtinê tên. Bi derketina fûndamentalîzmê re, li wê derê Kast jî kûrtir bûye. Fûndamentalîzm ji xwe bîrdoziya sereke a Kast e.”

Pirsgirêka jin û xwezayê ji hev cûda nîne

Radha D’SOUZA dide diyar kirin ku ew bi awayên cihê têkoşîna xwe berfireh dikin û axaftina xwe wiha didomîne: “Li dijî dest avêtin û qelen hin form hene. Di sala 2005’an de, li gelemperiya welat me kolektîfek ava kir û ev yek jî kolektîfek a li dijî tund û tujiya li ser jinê ye. Ev kolektîf jî piranî li ser mijara ku tund û tujiya di nav malbat û dewletê de heman tişt e, disekinî. Li Hîndîstanê jinên pêşeng pirr in. Ew ne tenê ji bo jin û di nav tevgerên jin de, di heman demê de ji bo hawirdorê jî dixebitin. Mînak ez, ez sendîkavan im, pêşenga yek ji sendîkaya endazyariyê bûm û min ne tenê jin, di heman demê de wek çîna karker zilam jî birêxistin dikirin. Li Hîndîstanê jin ne tenê di nav tevgerên jin de, di heman demê de di nav tevgerên ekolojîk û têkoşînên cihê de jî cih digirin û bi rola pêşengtiyê radibin. Kolektîfa ku me di sala 2005’an de ava kir, ji xwe, xwe wek rêxistineke sîwan birêxistin kir. Gelek jinên di nav kolektîf û tevgerên cûda di nav vê rêxistina sîwan de cih digirin.”

Radha D’SOUZA li ser pirsa ku ka jin wê çawa li hemberî şîdeta dewletê, dîsan pirsgirêkên li her deverek cîhanê pêre rû bi rû dibin, têbikoşin got; “Ev pirsek mezin û girîng e. A rast ez niha tam nizanim ka çi bibêjim. Lê tiştek heye a ku zelal û hewceye em bikin, ew jî ev e ku lazime em hemû bi hevre bixebitin û hev û du fêm bikin. Ji ber ku em wek jin niha kêliyên dîrokî dijîn. Kapîtalîzm û dagirkeriyê xweza têk bir, ji ber ku mîtîngerî di nav hewldana têk birina civakê deye û niha em di rewşekê dene ku em nikarin pirsgirêka jin û xwezayê ji hev cihê bigirin dest. Em bixwazin û nexwezanin jî a rast ew e ku dîrokê carekedin jin û xweza gihan hev. Di ferqa vê yekê de bûyîn  û daxwazên xwe ligor pêdiviya vê rastiyê saz kirin, girîng e. Gotina ‘av’, ‘ax’ û ‘daristan’, gelo tenê daxwaza jinê ye, yan jî tenê daxwazek giştî a mirovahiyê ye? Û çima ne zilaman, jinê ev diruşme pêşxist? Jinên ku ev diruşme pêşxistin jî piraniya xwe jinên li gundewaranin, jinên ku xwendin û nivîsandina wan nîne. Bi taybetî çima jinên xwendevan û yên li zanîngehan, yên ku xwedî hişmendiya zayendî ne, ev diruşm pêş nexistin. Dîrok jin û xwezayê digihîne hev û hewceye em vê kêliyê winda nekin û xwedî lê derkevin. A herê girîng jî em bi hev re bixebitin.”

Têkoşîna wan îlham dide

Radha D’SOUZA wiha didomîne: “Têkoşîna jinên Kurd fewqulade ye û ez ji wan îlham digirim. Li Bombay di zanîngehekê de, tişta ku di derheqê we de hat jîn, ez dixwazin behs bikim. Hin jinên xwendekar yên li zanîngehê; ku wê demê zêde nedikarîn di derbarê jinên Kurd û têkoşîna wan de agahiyan verbigirin, tenê bi hin agahiyên biçûk re diman, lê bi awayekê di înternetê de filmek ku qala têkoşîna jinên Kurd dikir, dîtin. Ev fîlm ji înternetê daxistin û di pola xwe de dan nîşandayîn. Ev yek li Bonbay û di zanîngehekê de çêbû. Wê demê ev yek gotin, ‘niha em bi vê polê ne hewcene, a ji me re hewceye ev fîlm e.’ Ev yek jî bi tena serê xwe kirin, li wêderê kesek ku wan birêxistin bike, nînbû. Di dema ku berxwedana Kobanê dihat jiyan kirin, li rojavayê Hîndîstanê li bajarê Japur konfiransek xwendekaran hebû. Dîsan bi tena serê xwe û bê ku kesek wan birêxistin bike, pêşniyarnameyek pêşkêşî konferansê kirin û ev pêşniyarname di konferansê de dan derbas kirin.”

D’SOUZA bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Ger ez behsa xwe bikim ka ez di derbarê wan de çi difikirim, ez dikarim li ser tiştên ku min niha anîn ziman, tenê tiştekê zêde bikim. Bi gelemperî tevgera jinê bi awayekê di nav çerçoveya burjuvaziyê de dihat heps kirin, lê tevgera jinên Kurd dan nîşandayîn ka têkoşîna jina Kurd li kuderê cih digire, aîdê kuderê ye. Têkoşîna xwe dispêre gel û hêza xwe cihî ku ev yek jî ji bo gihandina têkoşînê a vê astê pirr girîng e. Ez dixwazim li ser navê hemû jinên me spasiya xwe ragihînim.”