Têkoşîna jinê ya ji bo çand û hunerê

- Roza METÎNA
504 views

Ji ber ku di xwezaya mirovan de xwerêxistinkirin puxteyeke jêneger e, loma di her qadê de xwerêxistinkirin xaleke girîng e. Dema em li xwezaya mirovan dinêrin, em dibînin ku mejiyê mirovan agahiyên ku ji derve digre, birêxistin dike. Ango wekî sergo hemû agahiyan li ser hevdu kom nake.

Parêzvaniya hunerê

Wekî her qadê di qada folklor, muzîk û hunerê de jî xwerêxistinkirin cihekî taybet e. Bingeha vê yekê jî ji dîrokê heta niha ji aliyê jinan ve hatiye avêtin. Loma ji bo hefsarê hespê hebûnê nefilite, jinan her dem parastinek rewa ya ji bo wêjeyê û bi vê yekê girêdayî çand, dîrok, folklor, hunerê kiriye. Ji ber ku ev parastin di esasê xwe de bi pêşengiya jinê hatiye kirin, loma jin her dem hedef hatiye girtin. Stratejiyên zextê yên li dijî jinê her dem hatiye dubarekirin. Ya ku para jinê ketiye jî têkoşîna bi salan a li dijî stratejiyên zextê ye.

Dema em li Kurdistan û cîhanê dinêrin, em dibînin ku jinan di gelek qadan de mohra xwe li rûpelên dîrokê yê serkeftinê xistine. Berhemên têkoşîna jinê di gelek qadan de ber  bi çav in. Jina wekî Mestûre Kurdistanî di warê dîrokê de û di warê wêjeyê de bûye feyz. Leyla Qasim di warê hişyarkirina hişmendiya neteweyî de bedelek giran daye. Dayê Tewrêza Hewramî, Rihan Xanima Loristanî bi helbestên xwe çand û hunera dîrokî ragihand nifşên din.

Ji jinên cîhanê Ursula K. Le Guin, di qada sazk û fanteziyê de di nava navên serkeftî yên nivîskaran de cihê xwe digire. Rosa Parks Sembola serîhildana reşikan e. Indira Gandhi bû yekem seroka Hîndistanê û pêşî li parçekirina Hîndistanê girtiye. Anne Frank qirkirina yahûdiyan li kampa Naziyan bi rojnivîska xwe ji cîhanê re ragihand. Virginia Woolf, yek ji pêşenga serdema modernîzmê ye. Bi nivîsên xwe rê nîşanî wêjeya femînîst daye.

Hafizeya zindî

Jinan bi têkoşîn û zîrektiya xwe tengasiya hefsengiya civakê têk birine. Di nava van mînakan de tiştekî ku taybet em balê bikşînin ser folklor e. Di nava gelê Kurd de folklor xwedî girîngiyeke taybet e. Bandorek gelek mezin li ser gelê Kurd kiriye û mêjî her zindî hiştiye. Hêz û baweriya di dil de neqişandiye, wekî mîrateyek mezin e. Folklor, yanî zanîna gel di heman demê de bala kesên biyanî jî gelekî kişandiye û li ser lêkolîn kirine. Wekî  Aleksandir Jaba, Oscar Man, Rocar Lescot. Em dikarin bêjin ku folklora kurdan ne tenê li ser kurdan di heman demê de li ser kesayeta kesên biyan jî bûye xwedî bandorek. Bi vê yekê Kurd bêtir hatine naskirin û hezkirin. Li dijî pişafitinê, folklora kurdan bûye mîna alava xweparastinê.

Folklor, çand û huner di qada rêxistinbûyin û têkoşîna jina Kurd de bûye sedema pêngavên bi heybet. Em dema di çarçoveyek berfireh de li vê mijarê binêrin, em dibînin ku li her aliyê cîhanê rihê civakê zindî hatiye hiştin. Sedema vê yekê jî jin in. Loma desthilatdarên ku jin ji bo xwe wekî gef dîtine yan jî pênase kirine, ji bo îtibara xwe ya hatiye windakirin paş de bi dest bixin, jin bi dijhiqûqî û her cureyên tundiyê rû bi rû hiştine. Ji bo civak bê manîpulekirin, desthilatdaran xwestine nêrîna civaknasiyê li ser jinê bê tunekirin. Qêrîna bi gef û guran a ji aliyê zihniyeta yekperest her di nava civakê de olan daye.

Berxwedana jinê a hebûnê

Li dijî pêkanînên dijhiqûqî û di heman demê de zayendperest, hewildana rêxistinbûyin û têkoşîna jinê ya ji bo çand, folklor û hunerê hîn xurt bûye. Bi saya vê têkoşînê, bi lorîk, çîrok, destanên ji devê jinan nasnameya civakan ji tunebûnê hatiye rizgarkirin. Di vê rêya têkoşer de jinên Kurd hîn zêde peywirek dijwar girtine ser milên xwe. Çimkî wan hem li dijî zihniyetek nîjadpereset û dagirker, hem jî li dijî zihniyeta baviksalarî şûrê xwe yê berxwedanê ji destên xwe danenîne.

Têgeha çand, folklor û hunerê ya ku hemû bedewiyên li ser têkoşîna jinê di nava xwe de vedihewîne, ger ne ji astengiya zihniyeta paşverû ya li ser jinê ba niha îro li astek hîn bilinda ba. Jinên ku gelek berhemên xweş derxistine holê û mecbûr mane ku mahlasê mêr bikar bînin. Di encama zihniyeta paşverû de keda wan her hatiye binpêkirin. Jinên ku xizmeta wêjeyê kirine, li dijî çavnebariya berjewendiyên takekesî her serî hildane. Ev serîhildana, îro jî bi seknek jixwe bawer dewam dike.

Jinên Kurd ên ku di qada folklor, çand û hunerê de xwedî rêxistinbûyin û hewildanek mezin in, bi çavên mêtingeran çand, folklor û hunera gelên wekî din jî biçûk nedîtine. Loma gelê Kurd ev exlaqê baş ji jina Kurd hîn bûye. Di nava gelan de bûye sedema pirek bi wate ku têkiliyek baş bê danîn.

Bandora jinê û têkoşîna wê

Dema em li bêndera ku nasnameya gelê Kurd diparêze dinêrin, em ê bibînin ku têkoşîna jinê ya di qada çand, folklor û hunerê de wekî zêrê di nava zîv de dibiriqîne. Ev têkoşîn di heman demê de bûye sedema nêrînên ji şibakên cuda. Bandorek wiha li ser civakê kiriye ku bendavên bêhnçikandinê, bendavên zihniyeta yekperest xwedî dike, hatine hilweşandin. Ev têkoşîn bûye sedema parastina hestên bextewariyê jî. Mekanîzmayên hişyariyê afirandiye. Milê tundiyê ya li ser esasê zihniyeta baviksalarî hatiye avakirin, lawaz hiştiye.

Kesayeta xurt a ku bandorek erênî li ser civakê dike, yek jê ya baweriya jinê ya di qada parastina hebûna xwe de ye. Jina Kurd bi vê yekê feyzek mezin di dilê civakê de afirandiye û bûye sedema hişmendiyek zelal. Hişmendiya zelal a ku li ser esasê dewlemendiyek mezin hatiye afirandin û mîrateyeke herî xurt a stargeha gelê Kurd e. Di nava vê stargehê de têkiliyek xurt a parastina nirxên civakî hatiye avakirin.