Têkoşînek sade û dagirtî

- Newaya Jin
741 views

Asya di sala 1973’an de li taxa Kalhesîn a Qilebanê tê dinê. Ew bi giştî 8 xwîşk û birayek bûne. Asya di temenê biçûk de tê zewicandin; ew bi xwe jî di hevpeyvîneke xwe de balê dikşîne ser vê yekê û dide diyar kirin ku dema zewicandine, temenê wê gelek biçûk bûye. Ji xwe Asya hîn di temenek ciwan de dibe dayîk. Dema ku hîn 20 saliye du zarokên wê çêdibin.  Ew pirr zû berpirsyariyan radike û dikeve bin barê giran ê jiyanê de. Piştî şeş salan şûnde hevserê wê ceyran pê digire û jiyana xwe ji dest dide. Dema ku hevserê wê dimire, zarok hîn biçûk in, ew bi xwe hîn 22 salî ye. Lê, dîsan jî bê hêvî nabe û dikare li ser lingên xwe raweste, hemû berpirsyarî û karên dikevin ser mil wê, bê rawest, bi awake herê baş bi cih tîne. Helbet di temenek ciwan de ewçend berpirsyarî hilgirtin zehmet bû, barê li ser milê wê pirê caran giran dihat, lê wê tu caran bes nekir û nesekinî. Ji bo vê jî dibêje; “Min ne ji zarokatiya xwe û ne jî ji ciwantiya xwe tiştek fêm kir.”

‘Ez kesek hestiyar û mirovhez im’

Asya di 2005’an de dest bi xebatên siyasî dike. Di asta rêveberiyê de erk digire. Piştre dest bi xebatên jinan dike. Bi taybetî girîngî bi kar û xebatên jinê dida. Ji bo Asya sekinîn nînbû, ger mijar kar û barê siyasiya baya ji xwe ji bo wê her tişt radiwestî. Asya di vê mijarê de jî bala dikşîne ser xebatên jinê û wiha dibêje: “Ez di koordînasyona jinan a Şirnexê de mam. Heta 2011’an li Şirnexê xebitîm. Piştre li Sêrt û Êlihê xebitîm. Dovre hatim Cizîrê û bûm hevserok. Ez kesek hestiyar û mirovhez im. Ez naxwazim zirar bê kesî. Mirov nirxê didin min. Ger mirov nirx bidin mirovan, mirov nirxê dibînin.”

Sembola berxwedanê

ANF Images

Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel ku bi kesayeta xwe ya dilnizm û hişmendiya berpirsyariyê yek ji sembola berxwedana Cizîrê bû ku di destpêka her tiştekê de di nav lêgera çareserkirina pirsgirêkên jinan bû. Bi hestiyar, rast û wêrek nêzî bûyeran dibû, dema ku mijarek hatiba pêşberî heya çareser nekiriba, dest jê bernedida. Rêgeza rast kar kininê ji bo xwe her tim esas digirt. 

Asya li taxan dihat naskirin, jinek bû ku xwe li ber têkoşîna gelê xwe de dabû. Li Cizîra Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de, dema ku ji bo cara 5’mîn qedexeya derketina derve dihat dayîn, ew yek ji wan jinan bû ku derî bi derî, kolan bi kolan digerî û guh dida pêdivî û daxwazên gel. A ku ji dest dihat dikir, hewl dida a ku dikare û pêdiviyên ku bikare ji bo gel dabîn bike, bi cih tanî. Bi qasî dil nizm, ewçend jî bi berpirsyarî tevdigerî. Asya bi Mehmet Tunç re peywira hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê dimeşand. Her wiha wek hevseroka meclîsa gel biryarên qedexekirina zewaca zarokan û hewiyê anî. Li dijî şîdet û zewaca zarokan li kolanên Cizîrê têkoşîn meşand û bû dengê hemû jinên Cizîr ê.