Tevna jinan bi hêz dibe

- Hana SÎDO
300 views
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa bi dirûşmeya ‘Bi yekîtiya jinan şoreşa demokratî em pêk bînin’, di dîroka 30-31’ê Tîrmehê de li paytexta Lûbnan, Beyrutê hate lidarxistin. Ji gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa jin beşdarî konfransê bûn.

Rixmê di aliyê brokratîk de gelek astengî derketin jî jinan dikarîbûn di rewşa herî zahmet de xwe bighêjînin cihê konfransê. Lê mixabin ji welatên weke Fas, Fîlîstîn, Efxanîstan ji ber sedemên brokratîk û belavbûna nexweşiya korona jin nikarîbûn raste rast beşdarî konferansê bibin. Lê di dû rojên konferansê de bi rêya zoomê bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bûn û ezmûnên têkoşîna xwe parvekirin.

Bi pêşengiya jinan rêyên çareseriya pirsgirêkan hate nîqaşkirin

Piştî demeke dirêj jinan pirsgirêk û rêyên çareseriye nîqaş kirin. Bi taybetî di Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ku weke navenda şerê cîhanê yê sêyemîn tê zanîn, herî zêde jin ji vê rewşa şer bi bandor dibin. Her çiqasî armanca konferansê nîqaşkirina pirsgirêk û rewşa jinê bû, lê ji ber taybetmendiyên Rojhilata Navîn gelek mijarên din jî bûn rojeva konferansê. Bi taybetî kaosa Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê bi pêşengiya jinan, mijara herî ber bi çav bû û bi rengekî bihêz hate nîqaşkirin. Her wiha di vê mijarê de hin nêrîn weke birayar hatin girtin.

Jinan bi têkoşîna xwe ji şoreşan re pêşengî kirin

Li ser bingehê pêşxistina çareseriyê bi pêşengiya jinan ji kaosa herî re, ezmûnên jinan ên her welatekî hatin parvekirin. Bi taybetî li ser êrişên sîstema dewletdar a bi zêhniyeta zilam nîqaş çêbûn. Di nîqaşan de derket holê ku hema bêje di şoreşa gelan de ya ku ji Tunisê destpêkir û piştî wê vegerî forma şoreşa gelan a rasteqîn, bi pêşengiya jinan ezmûnên bi hêz derxist holê. Di serî de di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin de û li welatên Tunus, Fîlîstîn, Libya, Fas, Turkiyê di hemû qadên civakî de jinan bi têkoşîna xwe pêşengî kirin.

Ti carî bi destê hêzên derve çareserî pêk nayê

Di nîqaşan de derket holê ku aloziya Rojhilata Navîn ji destwerdanên derve zêdetir, bi dest û têkoşîna gelên xwecîhî wê bên çareser kirin. Di heman demê de nêrîna ku hêvî û çareseriyê di hêzên devre de dibînin jî hatin rexne kirin. Hêzên bi armancên siyasî û dagirkirina Rojhilata Navîn di aliyê çandî, aborî û hwd. Weke xeteriyek mezin a li ser herêmê û bi taybetî li ser jinan hate dîtin. Destwerdanên derve yên heta niha li Rojhilata Navîn dewam dikin, di nava çand û civakan de parçebûnek mezin çêkiriye. Bi taybetî şerên salên dawî asarên dîrokî û çanda herêmê ji holê dane rakirin. Di heman demê de li gelek deveran guhertinên demografîk çêbûn. Ev guhertin bi mûdaxeleyên derve li ser çanda herêmê tê kirin, ev yek bi rengekî sîstematîk bi destê koalîsyona sermayedarî tê meşandin.

Li herêmê ol divê nebe amûra desthilatdariyê

Di konferansê de îşaret bi pirsgirêkên mîna cînsiyetperestî, olperestî, netewperestiya ku bi destê zêhniyeta sîstema dewletdar tê kûrkirin jî hate kirin. Beşdarên konferansê asta bandora vê zêhniyetê û xetimandinên li pêşiya rêyên çareseriyê çêdikin jî nirxandin. Li ser vê bingheê aloziyên li welatên weke Sûriyê, Tunus, Yemen, Lîbya, Fîlîstîn, Tirkiyê û welatên din kete rojeva konferansê. Bi taybetî polîtîkkirina olê weke xeteriyek herî mezin a li ser civakê hate dîtin. Rêxistinên xwe weke cîhadîst pênase dikin û bi armancên polîtîk dest davêjin nirxên civakê xeter hatin nirxandin. Rêxistinên weke DAIŞ, Birayên Misilman, El Nehda hwd. li deverên lê ne bi armanca desthilatdariyê xwe bi rêxistin dikin. Lewra hate destnîşankirin ku ol ne amûra desthilatdariyê ye. Berovajiyê wê divê bawerî ji siyasetê dûr bê girtin. Ji şerê mezhebî zêdetir divê herkes ji çand û baweriya hev re rêzê bigre. Bi taybetî pir rengiya baweriyan a li herêmê divê ne weke xeteriyê, weke dewlemendiya herêmê bê dîtin.

Rêxistinên tundrew ên olî têkoşîna jinan tehdît dike

Di bin siya şerê cîhanê ya sêyemîn de jin weke xenîmet hate hesibandin. Hema bêje lig elek deveran rêxistinên tundrew jin bi armanca xizmeta zilam bikaranîn. Li bazaran jin hatin firotin. Bi taybetî di sala 2014’an de bi hezaran jinên Êzidî weke xenîmet hatin dîtin û li bazaran hatin firotin. Dîsa van komên tundrew ji bo pêdiviyên cîhadîstan di aliyê cinsî de pêk bînin bang li jinan kirin. Di encamê de ji gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi hezaran jin beşdarî rêxistinên tundrew bûn û tenê pêdiviyên cîhadîstan pêk anîn. Di konferansê de ev yek li ser têkoşîna jinan weke xeterî hate dîtin û hate gotin û hîna jî ev yek têkoşîna jinan tehdît dike. Li hemberî vê polîtîkaya jinan dike meta, di qada leşkerî, civakî, hiqûqî û çandî de berxwedaniya jinan esas hate girtin. Lê di kesayeta jinên pêşeng yên hedef hatin girtin û bi rengekî hovane hatin qetilkirin de, hewl hate dayîn ku vîna jinên şoreşger bê şikandin. Di nirxandinan de hate destnîşan kirin ku jin li gorî felsefeya jinê ne lekeya şermê ye. Jin hêza bingehîn a edalet, wekhevî, aşîtiyê û di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de hêza bilindkirina hêvî û têkoşînê ye.

Ji bo koalîsyonek şoreşgerî ezmûnên jinan bingehekî bi hêz ava kiriye

Ezmûna jinan a her welatekî di mijarekê de hêza çareseriyê derxistiye pêş. Mînak ezmûna mîsogerkirina mafê jinan di destûra bingehîn de jinên Tunisê, ezmûna kooperatîf û mafê têkoşîna civakî de Urdin, ezmûnna têkoşîna jinên karker de Fas, ezmûna mafê parastina cewherî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ezmûna têkoşîna polîtîk de jinên li Bakurê Kurdistanê ji bo avakirina koalîsyonek şoreşgerî ya jinan bingehekî bi hêz da avakirin.

Tevgerên jinan daxwaza danasîna Jîneolojî kirin

Li alîkî din li bi awayekî berfireh li ser hûrguliyên pirsgirêkên jinan hate nîqaşkirin. Di salên dawî de tundiya li ser jinê û rêyên çareseriyê hatin tespîtkirin. Ji bo vê jî biryara têkoşîna hevbeş hate dayîn. Di vê mijarê de divê bi fikarên siyasî nêzîkatî neyên çêkirin. Jin li kuderê dibe bila bibe, eger tundî lê hate kirin, divê bi tenê neyê hiştin.

Di mijara perwerdeya jinan de jîneolojî weke lêvegera jina hate dîtin. Lê ji ber agahiyên tevgerên jinan di vê derbarê de kêm bûn, ji tevgera jinên kurd hate xwestin ku jînolojî bidin nasîn.

Di konferansê de weke encam jî ev biryar hatin girtin.

*Mekanîzmayek hevbeş di navbera rêxistinên jinan de bê avakirin. Di mijarên têkoşîna hevbeş a têkildarî jinan de lêveger mafên mirovan a global be. Armanç avakirina civakek azad, wekhev û edaleta civakî be.

*Ji bo diyarkirina stratejiya têkoşîna hevbeş di asta herêmê de komîteyek bê avakirin. Ev komîte nexşeyekê diyar bike û xebatên xwe yên di vê derbarê de di nava şeş mehan de bi encam bike.

* Li dijî hemû cûreyên dagirkerî, qirkirina jin, bazirganiya mirovan, koçberiya bi darê zorê, guhertina demografiyê, qirkirina siyasî, bêkarî û xizaniyê jin yekgirtî bin.

* Têkoşîn li dijî zêhniyeta baviksalarî û saziyên desthilatdar ên jinê dike armanca êrişên xwe.

* Li ser bingehê naskirina pirçandiya heremê avakirin û berfirehkirina peywendiyan.

* Bi armanca avakirina torên hevbeş û parvekirina ezmûnên têkoşîna jinan di asta xwecîhî, herêmî û cîhanî de xebat bê meşandin.

*Li dijî netewperestî, olperestî û cînsiyetperestiyê têkoşîn bê meşandin.

*Endama Komîteya Amadekar a 2. Konferansa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa