Tişta ebedî ronahî ye!

- Zeynep ERDEM
715 views

ROJAVA-2Li dijî artêşa NATO ya duyemîn, rexmê her cûre êrîş û bombebaranên giran jî xelkê Efrînê tevî şervanên xwe du mehan li berxwe da. Du mehan çar aliyê cîhanê veguherî berxwedana serdem ê. Li her derî, di serî de gelê Kurd, hemû hêzên azadîxwaz li qadan piştgirî dan vê berxwedana herê mezin a serdem ê.  Gelan, hêz û derdorên azadîxwaz, dewleta Tirk a dagirker ji ber êrişên dagirkirinê û kiryarên faşîzan yên li dijî gelê Efrînê şermezar kirin.

Dîroka mirovahiyê carekedin êrîşên dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk di rûpelên xwe de nivîsand; berxwedana bê hempa, lehengiya mezin, wêrekiya bê wêne ya şervan û xelkê Efrînê nivîsand. Herwiha dîrokê li aliyekê hêzên modernîteya kapîtalîst ku piştgirî dan dagirkeriya Komara Tirk tomar kir, li aliyê din jî piştgiriya mirovahiyê ya li çar aliyê cîhanê tomar kir. Ev berxwedana bê hempa a serdemê wê di hiş û giyana gelan de mayînde be, bibe dengê hemû têkoşîn û berxwedanên din yên gelên bindest.

Dibe ku Efrîn ji bo niha hat dagirkirin, tar û mar bû, dibe ku peykerê Kawayê Hesinkar li navenda bajarê Efrînê hate hilweşandin. Dibe ku darên zeytûnê bi topbaranên dewleta faşîst a Tirk û çeteyên wî hatin şewitandin lê, kêfxweşiya dijmin a ji vê rewşê, wê ne demdirêj be.  Şabûna wan wê heyanî tarîtiya şevê bidome û di qirika wan de bimîne. Her wekî ku tu dîktatoran ne karî ji bo heta hetayî bijîn û zilmê bikin, wê ev dagirkerî û dîktatoriya dewleta faşîst a Tirk jî ji bo heta hetayî nedome. Wek her carekê faşîzm û zîhniyeta faşîzan wê têk biçe û ya bi ser bikeve jî berxwedana gelan be. Dagirker wê nikaribe hilanîna rojê asteng bike. Tav wê derkeve, roj hilê, axa ku niha di bin potînên dijminê xwîn xwar de diheciqe wê rizgar bibe. Ji ber wê jî emrê tarîtiyê kurte. Tişta ebedî ronahi ye.

Gelê Kurd gelekî berxwedêr e. Ev ruhê berxwedanê ji sedên salan tê. Gelekî kevnare yê li herêmê ye. Erdnîgariya Kurdistanê jî gelekî dewlemend e. Vê rewşê her tim hiştiye ku destwerdan li ser Kurdistanê pêk were. Her tim bi dijminê dagirker re rû bi rû ma ye. Vê rewşê hiştiye ku ruhê berxwedanê bi awayekî kûr ava bibe. Ev ruh zû bi zû teslîm nabe. Dîl nayê girtin, naqede…. Ji ber ku ev ruh ji agir tê! Agirê ku wek meşaleyekê li ser tevahiya welat diteyîse. Yên ku dixwazin bi gef û şantajan gelê Kurd teslîm bigirin vê rastiyê pirr baş dizanin. Herwiha yên êrîşî ser axa Kurdistanê dikin jî dizanin ku ev ji wan re namîne.

Di pêvajoya berxwedana Efrînê de li cîhanê du bere ava bûn. Bereya yekemîn; li hemû cîhanê gelan, mirovahiya pêşverû bi awayekî pirr aktîf piştgirî da berxwedana Efrîn ê. Di hemû çalakiyan de bi gelê Kurd re hatin gel hev, li her çar aliyê cîhanê qadên çalakiyan dagirtin. Bereya duyemîn jî; Dewletên desthilatdar ku li pişta Komara Tirk a dagirker bûn û ev êrîşa dagirker a li dijî Efrînê erê kirin. Gelê Kurd van hêzan nas dike û di mijara piştgiriya wan a ji faşîst û dagirkerên axa xwe de agahdar in. Dizane van hêzan piştgiriyeke çawa daye dagirkeriya Tirk û çeteyên wî.

Di şexsê desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê de dîrok xwe dubare dike. Lê, tişta ku dijminê gelê Kurd naxwaze fêm bike, Kurd ne Kurdên berê ne. Komara Mahabat ji ber ku li dijî desthilatdaran bi tena serê xwe bû, di demeke kurt de hate hilweşandin. Pêşengên wê li sêdarê dan. Serhildanên serê sedsala 18 û 19’an jî her wisa bûn. Dibe ku îro Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin, lê bi yek dil û ruh e. Ew dil jî ji bo azadiyê lê dide. Ji ber wê jî berxwedana Efrînê çar perçeyên Kurdistanê kir yek. Ruhê perçeyî li derdora berxwedanê kom kir.

Bajar dikarin werin hilweşandin, talankirin û wêran kirin. Tişta giring ew e ku xwediyê wê axê, wî bajarî û erdnîgariyê xwediyê ruhekî xurt bin. Ew ruh di gelê Kurd de heye. Ruhê Kawayê hesinkar, rûhê ku ne gengaze ku têk biçe. Dijmin dikare ji bo demekê xwe bixapîne lê, ev wê ne ji bo heta hetayî be. Ji ber ku faşîzm û dagirkerî wê bin bikeve, berxwedana gelan jî wek her carekê bihêztir ala serkeftinê hilîne. Dagirker wê nikaribin li Efrînê bi cîh bibin. Wê dagirker ji aliyê zarokên Efrîn ê, xelkê Efrînê û gelê berxwedêr yê Kurd ji van deran, ji axa bav û kalan bê avêtin û bikevin nava sergoyê dîrok ê.