Tûfegul: Şerê ji bo axa nîştiman!

- Berjin TEKOŞER
463 views

Li rojhelatê Kurdistanê gelek jinên bi nav û deng derketine ku di civaka Kurd de xwedî rolek girîng bûne. Nemaze hin jinên ku di serhildanên Kurdan ên li dijî dagirkerên axa Kurdistanê de, li cih û erdnîgariya berfireh a Kurdistan ê, li çiyayên asê yê welat de şer kirine û dengê berxwedaniya wan li ser zinarên asê heya roja îroyîn jî olan dide.

Bi taybetî herêma Xorasanê ku xwedî dewlemendiyek berfireh a çandî ye. Gelek jinên Kurd di pêşxistina çand, wêje û zimanê kurdî de rolek girîng lîstine. Nexasim di nav şert û mercên hertim bi şer yê welat de; çi ji hêla siyasî be û çi jî ji hêla leşkerî debe, gelek jinên pêşeng derketine û ji bo parastina nirxên civaka xwe mil bi milê bav û birayên xwe têkoşiyane. Wan beştarî şer kiriye, birêve biriye û rê û nîşan pêşanê civaka xwe kirine. Yek ji wan jinan jî, jina Xorasanî Tûfegul e ku li dijî Şahê Îran û dagirkerên axa xwe, Rûsan şer kiriye.

Serî rakirina li dijî dagirkeriyê

Di navbera salên 1889-1890’î de, li herêma Şîrwan, gundê Fîrûze wê di pêşengtiya Serdar Êwezxanê Celalî de raperînek bihata destpêkirin. Jixwe di wan deman de dîsan li herêmê şer û pevçûn gûr bibûn, Kurd wê dîsan di navbera hêzên Şahê Îran ê û dagirkerên axa xwe Rûsan de bimana. Di wan deman de welat jixwe bi tirkmenan re di nav şer de bû, hikûmeta Şah hewl dida wan bi dewleta navendî re girê bide, lê ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Rûs ji vê rewşa pevçûn û aloziyan feyde verdigirin, Şahê Îranê jî di encama “peymana axal” a di sala 1893’yan de gundê Fîroze jî di nav de herêmek berfireh a ku Kurd lê dimînin radestê Rûsan dike. Di aliyekê de Şah bi polîtîkayên xwe Kurdên herêmê ber dide hev, ji aliyeke din de jî Kurdan ji herêmên ku tê de dimînin mişext dike. Di encama polîtîkayên Şah Nasredîn Qaçar de Kurd hertim di navbera hêzên desthilatdar de dimînin û ji bo ku axa xwe biparêzin şer dikin.

Helbet her wekî ku me di dîrokê de gelek mînakên bi vî rengî dîtiye, dîsan wê Kurdên herêmê biban qorbaniyên siyaseta Şah û hêzên dagirker. Lê, li hemberî van polîtîkayan Kurd jî wê bêdeng nemaban, xasma jî jinên Kurd ku herê zêde ji van polîtîkayan, ji mişextkirin, şer û talanê bandor dibûn. Ji bo wê jî girîng e mirov rola jinê di serhildana Serdar Êwez Xanê Celalî de bibîne ku di sala 1890’î de, li dijî zilm û zordarî, dagirkeriyê serî radike.

Polîtîkayên mişextkirinê

Her bihostek axa rojhelatê Kurdistanê xwedî qehremanî û dengvedana jinên wêrek ên axa bibereket e. Carnan li meydana cengê, carnan li deşt û çiyayên welat bi dengê xwe yê zîz çarik li serê rondikên xwe risandine. Hîna jî dengê xweş û zelal yê van jinên dilêr li deşt û çiyayên welat olan dide. Xasma herêma berfireh û dewlemend a vê axa bi bereket ku di dem û dîrokên cihê de bûye navenda şer û pevçûnan. Dîsan gotegotek belav dibû; şer li ber derî bû, herkes bi çek bibû û roj roja xîretê bû ji bo Kurd an. Jinên eşîrê jî wê tevî jina pêşeng Tûfegulê xwe ji bo şer û pêşîgirtina dagirkeriyê amade bikiran:

Di wan salan de li herêma Şîrwana Xorasanê şerê di navbera Şah Nasredîn û Tirkmenan de gûr bibû, Şah li pey dek û dolaban bû ku wan bi awayekê bi xwe ve bide girêdan, lê belê ev polîtîkayên Şah Nasredîn bi ser neket û di encama van şer û polîtîkayan de Kurd dîsan dibin derbider. Di rewşeke wiha de hêzên dagirker jî êrîş dikin û dixwazin Kurdan ji axa wan mişext bikin. Sînorê bakur û bakurê rojhelat ku bi gelemperî civaka Kurd lê cî û war bibû, radestê Rûsan tê kirin. Û yek ji cihên ku Kurd lê diman jî gundê Fîrûze bû ku di encama vê peymanê de radestê hêzên dagirker hatibû kirin. A bibû nesîbê Kurdan jî dîsan derbiderî û mixetkirin bû. Wek her car Şah Nasredîn jî dixwest bi siyaseta dij Kurd hem Kurdan ji axa wan bike, hem jî Kurdên ji eşîrên cuda li dijî hev sor bike.

Parastina av, ax û çandê

Civaka Kurd a li vê herêmê bi cotkarî û ajaldariyê re mijûl dibûn. Jixwe cengawerên kirmanc ên ji eşîra Celalî li vî gundê xweş bi cih bibûn ku dovre wê ev gund jî bi ser Tirkmenistanê ve bihata girêdan. Bi qasî ku cengaveriya vê eşîrê bi nav û deng bibû, cengawerî û wêrekiya jinên vê eşîrê jî li herêmê nav dabû. Ew ji bo ku dest ji axa xwe bernedin serî li her rê û rêbazê dan, bi gelek eşîrên din ên Kurd re hevdîtinan çêdikin, lê mixabin li kîjan deriyê didin, ew derî bi ser wan de tê girtin. Giregirên Fîroze diçin cem Şah û jê re qala rewşê dikin, her wiha didin diyarkirin ku ew naxwazin dest ji axa bav û kalên xwe berdin. Şah Nasredîn dibêje; “Ev peymaneke ku hatiye girtin û hûn neçarin gundê Fîrûze terk bikin.” Ji bo wê, eşîra Celalî di pêşengtiya Êwez Xan de wê rêya raperîneke mezin vekiriba. Jin û zilamên dilêr ên Fîrûze biryar digrin ku xwe bi çek bikin û bi artêşa Rûs re şer bikin.

Serdar Êwez Xan û eşîra xwe heya kêliya dawî û bi qehremanî tevî civaka xwe li dijî dagirkeran şer dike, av û axa xwe diparêze. Di encama vî şerî de Êwez Xan û yên pêre tên qetilkirin, lê Tûfegulê wê rê nedaba ku gel bê hêvî bibe û zû dest ji hertiştekê berde. Ji bo wê jî Tûfegulê berpirsyariya gelê Fîrûzeyê digre ser milê xwe û wan birêve dibe.

 Berxwedana Tûfegûl ê

Tûfegul kê bû? Ew hevser û hevrêya Êwez Xan bû ku di her şert û mercî de mil bi milê zilamên Kurd li her qadekê de deng û rengê wê xûyanî bû. Ew heybet, cengawerî û wêrekiya wê dijmin û dagirkerên welat jî heyîrî hiştibû.

Tûfegul jinek dilêr û cengawer a herêma Şîrwan, gundê Fîrûzeyê ye. Ew piştî serhildana hevserê xwe ku di encama wî şerê li dijî dagirkeran de tê kuştin, dest bi birêvebirina gelê Fîrûze dike û ew jî bi awayek herê baş hem birêve dibe, şer dike û di oxira parastina axa xwe de têdikoşe. Tûfegul li dijî polîtîkayên Şah û dagirkeriya Rûsan (pêvajoya di navbera salên 1327 û 1335’an de) serî natevîne, her wekî Êwez Xan ew jî bi awayek herî zela û baş civaka xwe birêxistin dike û li dijî polîtîkayên mişextkirinê diparêze.

Tûfegul yek ji wan jinan bû ku di nav civaka xwe de xwedî gotin û bandor bû; di têkoşîn û şer de mil bi milê zilaman şer dikir, li herêmê bi dilêriya xwe dihat nasîn. Ger zêde agahî li ser têkoşîn û pêvajoya birêve birina wê nehatibe gotin û nivîsîn, hin caran tenê qala navê wê hatibe kirin jî, lê em dizanin ku bandora wê a li ser civaka wê zêde bûye û kariye civakê biqasî ku bide şer kirin, birêve jî bibe. Ji bo ku gundê xwe Fîrûze û herêma ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû talan kirin başde bigre û tola gelê xwe ku bê heq xwîna wan hatibû rijan, ew ji warên wan kiribûn, verbigre, dest bi şer û têkoşînê dide.

Dengê ku hîna li çiyayan olan dide

 Li erdnîgariya me gelek şêre jinên wiha derketine ku mohra xwe li dîroka nenivîsî a Kurd dane. Herçend heqîqeta berxwedaniya jina Kurd gelek caran ji nedîtî hatibin, nexwestibin vê rastiyê bibînin jî, lê bi awayekê ev dengê enderûn li lûtkeyên çiyayên welat olan daye û heya roja me ya îro gihaye. Di şexsê Tûfegulê de ku berxwedanek bêhempa dimeşîne îro dengê bi hezaran jinan li deşt û newalên Fîroze bilind dibe û wek aveke zelal di guhê me de bi zime zimê dikeve. Dengê wan şêre jinan ku bi wezîna bayê payîzan re ji bo carekedin ruh bi têkoşîn û heqîqeta jinê dide.

Bê guman di derbarê vê jina dilêr Tûfegulê de pir kêm tişt hatine gotin, lê çend hevokên hatine xîzkirin jî têra dike ku em fêm bikin ka li gor dem û çaxa têde bû, çiqas xwedî bandor bûye. Ew bi kuştina hevserê xwe Êwez Xanê Celalî re dest tavêje çekê û ji bo ku gelê wê hêvî lê neşkê, dest ji têkoşîna xwe bernede, hemû berpirsyariyê digre ser milê xwe û civaka xwe birêxistin dike, civaka xwe li dijî êrîşên derve diparêze.

Ji bo wê jî her agahiyek di derbarê berxwedan û têkoşîna Tûfegulê de girîng e mirov li ser rabiveste. Ji ber ku gelek agahiyên di derbarên jinên pêşeng ên civaka me de yan qet nayên zanîn, yan jî bi rêya gotegotan heya roja me ya îro hatiye.

Li gor agahiyekê Tûfegul di encama şereke li dijî dagirkeran de dîl tê girtin û tê darizandin. Dovre jî wê mişext dikin û dibin Sîbiryayê, lê tê gotin ku wê di rojên dawî ên temenê wê de dîsan vedikerînin. Dilê wê bi evîna axa ê disoje!.. Piştî ku ew dimire tînin gundê Fîroze û li wir binax dikin.