Vîna civakê vê tecrîtê têk bibe

- Zeynep ERDEM
577 views

Di vê sedsalê de hêzên desthilatdar nikarin îradeya gelan bişkênin. Ji ber ku di serî de Kurdistan, li seranserê Rojhelata Navîn tekoşîneke bê hempa tê maşandin. Bêguman berdêlên gelek giranbiha tên dayin. Di heman demê de tekoşîn bilidtir dibe. Erk û berpirsiyariya IMG_0128gelê Kurd ya parastina nîrxên mirovahiyê zêdetir derdikeve pêş. Ji ber ku di vê demê de hêzên desthilatdar ji bo nirxên mirovahiyê li hev parve bikin û bixin bin xizmeta pergala xwe ya desthilatdar, li herêmê di nava pêşbirkê dene.

Li herêmê tekane hêz Tevgera Azadiyê ye ku di pêşengtiya jinan de parastina xeta azadiya gelan dike û ji bo serkeftina vê xetê berdêlan dide. Di heman demê de ji bo destkeftiyên Gelê Kurd li herêmê di nava hewldaneke mezin de ye. Li aliyê din de jî di serî de Îran-Tirkiye hêzên dagirkerên Kurdistan û li gel wan jî hêzên derve li herêmê naxwazin xeta azadiya gelan biserkeve. Lê, gelê Kurd xwe birêxistin kiriye, hêvîyeke mezin avakiriye. Ji ber vê çendê jî  hêzên heyî nikarin hêviyên gelan têk bibin. Ji ber wê jî hêza gelan a di xeta azadiyê, bi hemû derfetên xwe di nava tekoşîneke dijwar de ye, bi hêz û bawaeriyeke mezin di vê riyê de dimeşin.

Ev berxwedana gelê Kurd ya bi bawerî û avakirina jiyaneke nû, xwe dispêre bîr û ramanên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan. Ji ber wê ye ku hêzên desthilatdar bi awayekî sîstematîk tecrîteke girankîrî li girava Îmraliyê didin meşandin. Ev tecrîta heyî ne tenê bi destê faşîzma AKP/Erdogan tê kirin, bêguman bi daxwaza hêzên modernîteya kapîtalîst tecrît dewam dike. Ji ber sîstema modernîteya kapîtalîst li tevahiya cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, bi sedan sal in dîroka mirovahîyê bi xwînê tê nivîsandin. Hêzên sereke yên vê pergalê jî pergala jiyana wekhev û azadiya gelan weke alternatîfê pergala xwe dibînin. Bi her awayî di vî warî de piştgiriyê didin Tirkiyê. Em nakevin kurahiya vê meselê. Lê, şerê li herêmê tê meşandin, hevsengiyên hene û destkeftiyên gelan li herêmê yeka yek bi vê meselê ve girêdayî ye.

Ji ber vê jî bilindkirina têkoşîna li dîjî îşkenceya Îmraliyê û ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan, di heman demê de misogerkirina destkeftiyên gelên li herêmê ye. Di vî warî de erka bingehîn dikeve ser mîlê jin an. Ji ber ku pergala li ser bîr û ramanên Ocelan ava dibe, herî zêde xîtabî jinan dike. Di pergala ku Rêber Apo weke alternatîfê modernîteya kapîtalîzmê derxistiye holê de, jin damezînerên sereke û pêşengên îradeya civakê ne. Bêguman ev jî pergala modernîteya demokratîk e.

Em li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Surî mêzebikin; li herêmên di bin destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin de wêneyê jinan yên bêhempa derdikeve pêş. Ew kêfxweşiya jinan ne tenê ji bo ji bin zilma DAIŞ’ê rizgar bûne. Ew kêfxweşî û dilşayî ji bo wê ye ku Hêzên Surya Demokratîk (HSD) biçin kîjan herêmê jiyaneke nû bi xwere dibin wir. Di nava vê hêzê de xwe birêxistinkirina jinan di asta pêşengtiyê de ye.

Di sedsala derbasbûyî de, li Kurdistan û Rojhilata Navîn pergalên desthilatdar gelek caran şer, xêrnexwazî û dijminatî xist navbera gelan û baweriyan. Yên ku ji vî şerî herî zêde zirar dîtin jî jin bûn. Bi pêşengiya tekoşîna jinê em îro dibînin ku tifaqa gelan pêş dikeve. Li herêma ku bi sedan sal in şer jê kêm nabe û ji ber berjewendiyên hêzên desthilatdar yên xwîn rêj her ku diçe şer lê zêde dibe, berhemên şaristaniya dinyayê tên wêran kirin û tê xwestin hemû dîroka gelan herêmê têk bibin. Lê, li gel wê jî îro bi pêşengtî û  îradeye jinan hewldana rizgarkirina van herêman tê heye. Bi têkoşîna li herêmê tê dayin, ne tenê zilm û zûrdariya DAIŞ’ê, di heman demê de, armanc têk birina her cûre desthilatdariyê ye.

Bi van pêşketinên dîrokî vê pergala jiyana wekhev û azad ava dibe. Civaka li ser nirxên demokratîk ku di nav vê pergalê de tê jînber kirin û damezirandên, bêguman wê siberoja mirovahiyê jî diyar bike. Ji ber wê jî destkeftiyên heyî, parastin û mezinkirina wê vê di serî de ji jinan re, ji temamiya gel û baweriyan re statû, azadî û wekheviyê bîne. Mîsogerkirina van destkeftiyan jî bi ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Di vî warî de ne tenê gelê Kurd hemû gelên li herêmê êdî Rêber Ocelan nas dikin. Helwest û ramanên wî li tevahiya dinyayê êdî tê zanîn. Gelên li herêmê jî hêza xwe ji vê bi bîr û bawerîyê digirin û xwe li ser vê bingehê birêxistin dikin. Ji ber vê yekê ye ku îro li herêmê, ji hemû gelên xwedî baweriyên cûda dengê, ‘bê serok jinan nabe’ bilind dibe. Ev deng wê di Rojhelata Navîn de guherandinên mezin ava bike. Wê hesabên hêzên desthilatdar yên li  ser herêmê têk bibe. Yê ku ji vê yekê re pêşengiyê bike jî wê jin bin.