Vîna gel rêya çareseriya bingehîn e

- Ciwana SERHED
559 views

Di çarêka dawî ya sedsala 20’an de li hemberî hişmendî û avaniya heyî ya netew-dewletên serdest ji bo Kurdistan û her wiha Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ifade dike. Dîroka berxwedanê ya gelê Kurd bi xwe ra dîroka berxwedana gelan ava kir û di oxira vê têkoşînêHİLBİJARTİNEN BASUR-2[1] derêya çareseriyê ji bo mirovahiyê ava dibe. Nirxên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê bilind dibe, êdî netewparêzî, olparêzî û dewletparêzî nîne. Êdî nirxên gerdûnî ya ku bilind dibe modelên jiyana demokratîk û konfederal e.

Bûyerên 16’ê Cotmeh ê

Çareseriya nakokiyên gelan, jiyana bi hevre, bi îrade û hêza civakê ye. Ev modela çareseriyê bi rengê jinê, qadên têkoşînê, bi hemû reng û pêkhateyên civakî, ji aliyê gelê herêmê ve hatiye erê kirin. Em di demeke wiha de ne ku daxwaza gelan a li ser esasê guhertinê; guhertineke ku di bingeha xwe de serdestiyê red dike, wekhevî û bi hevre bûnê bingehê jiyanê dibîne, esas digire. Tam jî di pêvajoyek wiha de li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêk hatin. Hilbijartinên ku ji bo gelan tê wateya sembola demokrasî yê. Ev hilbijartin wek ezmûnekê bû ji bo gelên li Iraq û Başûrê Kurdistan ê.

Piştî referandum û bûyerên ku di 16 Cotmehê de li herêma Kurdistanê rû da û daxwaza ji bona serxwebûnê derket pêş, her wiha ev yek li Başûr hat îlan kirin; tevî ku hikumeta herêmê ji bo vê yekê ne amade bû û rewşa heyî jî ji vê re ne guncaw bû, dîsan pêk hat. Ji xwe hemû bazarî ji berê ve hatibûn kirin, hemû tv. û plan li gor wê hatibûn diyar kirin û li ser vî esasî jî referandum çê bû, di encamê de Kerkûkê hate radest kirin û daxwaza gel bi vî rengî hat pişt guh kirin.

Bûyera 16 Cotmehê di gelê me yê Başûrê Kurdistanê de hêvî şikand û baweriya bi hêzên desthilatdar ên herêmê lewaz kir. Bûyerên li Dûzxormato rû dan ne kêmî qirkirina Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn bû. Bi hezaran kes ji cih û warê xwe bûn, neçarman koç bikin, bi sedan mal hatin şewitandin, a herî bi êş jî gelek jin ji bona ku xwe ji êrişên heyî bi parêzin dest li xwekujiyê dan.

Desthilatdariya heyî nikare bibe bersiv

Dîrok careke din xwe dubare dikir. Careke din gelê Kurd; lê vê carê bi destê xwediyê xwe, ji axa xwe dibû. Piştî vê rewşa giran û binketina referandumê careke din vegera ji qedera xwe ji bona gel ne ewçend hêsan bû. Ger îro li herêma Kurdistanê beştariya gel ji % 44 be,HİLBİJARTİNEN BASUR-4 ev yek ji ber bê baweriya gel a li hemberî pergala heyî ye. Gel bi guhertinê bawer nake. Gel bi gotin û planên partiyên desthilatdar ku bi salane bi gotin û daxwazên hundirê wan vale tên pêşberî gel, êdî bawer nakin, hewce bi guherîn û veguherînek bingehîn dibînin. Ji bo vê jî kes, partî ango kesên ku xwe wek pêşengê gel dibînin, hewceye vê rastiyê baş bibînin û ji daxwazên gel re bibin bersiv.

Lê, ger desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji guhertinan re vekirî nebe û wek berê nêz bibe, hemû deskeftiyên Kurdan qurbanê desthilatdariya xwe bike, wê demê ew ê winda bikin û di çavên gel de xayîn bên dîtin.

Lazime neyê ji bîr kirin ku di nava civakê de dînamîka herê mezin gel bi xwe ye. Gel xwe bi xwe dikare çarenûsa xwe diyar bike. Lê, civakek ku hêviya xwe winda kiribe, ew ê xwe mecbûr bibîne ku di navbera xirab û xirabtir de yekê hilbijêre. Ji xwe ev yek jî wek her carê nade qezenc kirin, berovajî rê li têk çûn û winda kirinê vedike. Ji xwe di nav civakê de jin û ciwan hêza herê dînamîk in, dikarin rol bilîzin.

Nenasîna vîna jinê

Di hilbijartinên Iraqê de rêjeya beştariya jinê % 25 bû û ji 6904 namzedan 2054 kes jin bûn. Ev hejmar çiqas şansê hebûna jinan a di qada siyasetê de kêm bike jî lê, di dema bangawaziya hilbijartinên Iraq û Kurdistanê de gelek zelal hat dîtin ku hewl tê dayîn rengê jinê di van hilbijartinan de kêm bikin û îradeya wê bişkînin. Bi taybet yek ji mijara balkêş jî ew bû ku ji hêla exlaqî û kesayet de êrişek her alî birin ser Jin ê. Zilam yek ser ji aliyê fîzîkî ve dihatin hedef kirin, lê yek ser kesayeta jinê dikirin hedef û bi vî rengî hewl didan wan ji qada siyasetê dûr bixin.

Bê guman dema ku em lîsteya partiyan binêrin, emê hîn baştir nêzikatî û feraseta wan a ji jinê re têbigehin. Gelek partî tevlîbûna jinê wek sembola demokratîk bûnê pênase dikin, lê tenê carekê jî helwestek zelal li hemberî van êrişan nîşan nedan. Dîsan di bernameyên hizban de, derveyî (Newey Nû) Nifşên Nû ku beşên taybet ji bo jinan dabûn diyar kirin, partiyên din di asta giştî de çend xalên di derbarê jinan, têkoşîna li hemberî tund û tujiya li ser jinê, mafên wekhevî û mafê kar, dabûn diyar kirin. Ew pirsgirêka jinan wek pirsgirêkek civakî nabînin, di bingeh de nagirin dest û tehlîl nakin.

Pênaseyek rast a azadiya civakî

HİLBİJARTİNEN BASUR-5Hin partiyên wek PDK’ê jî ji xwe di bername û rêziknameyên xwe de tu cih nade jinan. Mijara ku herê zêde civaka me dixe xeteriyê jî ev rastiye ku di bingeha plana damezirandina civakê de, qadên xebatê ku ji nîvî jin cih digire, ji jinê tê standin, pênaseya rast a ji bo azadî û demokrasiyê nayê kirin e. Dema rewş wiha be civak jî nayê birêxistin kirin. Lê, di destpêkê de û ya herî girîng ev e ku di gava yekem de pêwiste jin bi xwe, xwe birêxistin bikin û têbikoşin.

Berê her tiştekê ji bo vê jî têgîna rêxistinbûna demokratîk, azadîxwaziya jinê û parastina cewherî hewce ye. Ev yek çiqas ji aliyê jinan ve were pejirandin ewqas dikarin zorê li hişmendiya serdest a mêr bikin û wan neçarê paşde gav avêtinê bikin. Lêgera jinê ya azadî û têkoşîna wê dikare serdestiya mêr jî neçarê guherînê bike. Ev rêxistinbûna jinê jî wê navendên desthilatdaran teng bike. Hewceye ku em ji bîr nekin, tenê rêxistinbûna parastina cewherî dikare jin û gelan ji her cûre qirkirinan biparêze.

Parastina nirxên civakê

HİLBİJARTİNEN BASUR-8[1]Kesên ku parastina xwe pêş nexînin nikarin xwe ji qirkirinê biparêzin. Me dît ku ne tenê di dema hilbijartinê de, piştî hilbijartinê jî ji bo gihiştina desthilatdariyê pergala zilamsalar dikare her dînîtiyê bike.
Ji bo pêşbirka desthilatdariyê dikare êrişê jinê, civakê û her nirxeke ku bi navê civakê hatiye avakirin, bike. Armanc û nêzikatî ne pêşengiya ji civakê re esas girtin e, proje û planên siyasî, civakî, aborî, perwerdehî û komunal pêş xistine, berovajî bi êriş û biçûk kirina hev û du serkeftina xwe misoger kirine. Ji xwe di berê de jî ev yek hatiye ispat kirin ku serkeftina di hilbijartinan de ne ji bo bi hêz kirina civakê ye, berovajî vê yekê pirsgirêkên heyî yên civakî kûrtir dike, berjewendiyên şexsî û malbatî esas tê girtin.

Ji xwe piştî hilbijartin qediyan gelek partî û aliyan nerazîbûn raber kirin û dan zanîn ku di hilbijartinan de dek û dolap zivirîne, ji ber vê jî xwestin encamên heyî bên betal kirin. Guman heye ku hilbijartin bê dûbare kirin, ev bi xwe bandorek neyînî li ser civakê dide avakirin û her ku diçe baweriya civakê lewaztir dike. Di vê mijarê de jî daxwaz û helwesta gel girîng e û pêwiste xwedî li deng û namzedên xwe yên bijarde derbikevin.

A herê ber bi çav û rast ev e ku heya vîna gel neyê esas girtin, daxwazên gel ên bingehîn bi cih neyên û pirsgirêkên civakî yên ku her diçe wek girêyek kûr lê tê, neyê çareser kirin, mirov nikare behsa serketinek bingehîn bike. Heya pirsgirêkên civakê di bingeh de neyên dîtin û nasîn, rast neyên şirove kirin û gel bi xwe jî wek dînamîka sereke ya xwe birêvebirinê neyê dîtin, mirov nikare behsa çareseriyek bi kok a li Başûrê Kurdistanê bike. Emê dîsan li Başûr rastî bûyerên wek 16 Cotmehê bên. Pêwiste potansiyela heyî ya gel baş bê nas kirin û gel li ser bingehek azad û demokratîk  bê birêve birin.