Wêje û Kapîtalîzm

- Roza METÎNA
373 views
Armanca kapîtalîzmê ew e ku her tiştên tên hilberandin bikaribe bîne asta firotin û kirînê. Ango karekê jê bike û civakê hînî çanda xerckirinê bike. Ji bo pergala kapîtalîzmê berhemên hunerî jî tenê wekî alava kirîn, firotin û karê tê dîtin. Li gor pergala kapîtalîzmê di nava qalibên tenê li ser esasên karê hatine avakirin de li hunerê tê mêzekirin.

Li gor vê zihniyetê bi armanca pêşxistina bazara bazirganiyê zehniyeta yekperest nêzî her nirxên civakê dibe. Loma gelek carî wêje û beşên din ên hunerê ber pêlên kapîtalizmê ve ketine.

Aliyên yekperest beşên hunerê wekî alava rantê dîtine

Wêje gelek fikir û şîroveyên cuda di binê banê xwe de dihewîne. Ji cîhan û jiyanên cuda re malovantiyê dike. Ji ber beşeke berfireh e loma ji aliyê zihniyetên yekperest ve her hatiye xwestin bê bikaranînin .Wekî her qadê qada wêjeyê ku beşek ji qada hunerê ye hatiye xwestin têkeve binê banê şîrket, hinek aliyên ji bo berjewendiyên takekesî hewil didin û bi vê yekê têkeve binê banê kapîtalîzmê. Yan jî gelek caran hatiye xwestin wêje û gelek beşên din ên hunerê veguhere şovekê. Gelek aliyên yekperest beşên hunerê ji xwe re wekî alava rantê dîtine. Gelek carî jî hatiye xwestin hunera nasnameya gelan diparêze ji xweseriya xwe bê dûrxistin û teswiyekirin.

Wêjekar hilberînên hebûna gelan mayinde dikin

Serdema modernîteya kapîtalîst bi xwe re xizmet û koletiya ji bo kapîtalîzmê jî aniye.Loma li hemberî vê yekê rola wêjekaran û bi tevahî hunermendan xwediyê girîngiyeke mezin e. Ên hilberînên hebûna gelan mayinde dikin û dikarin li dijî kapîtalîzmê li berxwe bidin, ew in. Di heman demê de pêşengiya fikir û ramanên civakê pêş dixin, kirine. Lê belê gelek kesî li ser navê wêjekariyê û hunermendiyê xizmet ji bo desthilatdar, serdest, kapîtalîzm û dewletê kirine. Xizmeta bi vî rengî sedema hilweşandina civakê ye jî. Kapîtalîzm xwe ji şer, kaos, xerckirinê xwedî dike û dibe sedema ezezoktiyê. Şerê li dijî teşeyê jiyana kapîtalîst peywireke girîng a wêjekar û hunermendan e. Loma rol û risteya wan hêjayî gotinê ye. Li dijî hunermendî û wêjekariya li gor xwestekên kapîtalîzmê bi teşe dibe jî rêxistinbûyinek xurt lazim e. Ev rêxistinbûyina xurt ew ê qalibên xwe dispêre tundî û dagirkeriyê hilweşîne. Nimûneyên jiyanî yên li ser van esasan dê piştê li dafikên kapîtalîzmê bişkîne.

Huner rêya azadî, lêpirsîn, hilberandinê vedike

Kesên xwestine wêje di bin banê kapîtalîzmê de bê hepiskirin di heman demê de xwestine mirov ji azadiya xwe bêpar jî bên hiştin. Ji ber huner rêya azadî, lêpirsîn, hilberandinê vedike. Ger civakek li ser van esasan bê avakirin jixwe dê bingeha wê civakê ji gelek aliyên erênî ve zexm be. Karbidestan xwestine her kes li gor standardên wan ên ehlaq û jiyanê tev bigerin loma kapîtalîzm li dijî tevahiya hunerê bi kar anîne. Di heman demê de jî kesên xwestine hunerê ji bin wesayeta karbidestan û kapîtalîzmê derxin her dem bûne hedefa berbiçav û bi cezayên giran berdêla vê yekê dane. Ji ber wêje berovajî fikrên yekperest e û dubarekirinê qebûl nake ev karbidestan û kapîtalîzmê aciz dike. Ji ber ew bi xwe ne mejiyê dixebite, mejiyê tevizandî dixwazin. Lê belê wêje li dijî kevneşopiya standart li berxwe dide. Jixwe cîhan her diguhere û agahiyên nû li agahiyên kevn zêde dibin. Hinek tiştên ku rast tên qebûlkirin dikare ku bên guhertin û dewsa wan agahiyên din ên rast bên girtin. Ji ber her tişt ji guhertinê re vekiriye loma wêje jî ji qalibên teng dûr e. Ger ne di bin pêkutiya kesan de be qalibên otorîter bi rêya wêjeyê tê şikandin.

Kapîtalîzm wêjeyê dike qurbanê hesûdî û reqabetê

Wêje rehê jiyaneke ne ji rêzê ye û bi hestên mirovan xwe xwedî dike. Lê belê dema hestên hesûdiyê û reqabetê ji bo bikaranînê derkeve pêş dibe ku ev zirareke mezin bide mejî û rastiya civakê. Hêrsa tehakûma takekesî ya bingeha hişmendiya kapîtalîzmê ava dike rêya azadî, lêpirsîn, hilberandinê digire û wêjeyê dike qurbanê hesûdî û reqabetê. Ev jî dibe sedema gumanbariyê û xeletiyên mezin. Qiymeta zîndewarên li ser rûyê cîhanê jî dixîne. Lê belê wêjeya li ser fikrên sosyalîst, wekhevî, edaleta rast hatiye avakirin dikare li dijî vê yekê bisekine. Dikare rastiyê û konekiya kapîtalîzmê di nava civakê de bide xuyakirin. Nivîskarên ji pêşdaraziyê dûr, azad difikirin bi hilberînek li dij koletiya di bin banê kapîtalîzmê de ancax rastiyê bide xuyakirin û konekiya kapîtalîzmê teşhîr bikin.

Divê em xwedî li xebatên wêjeyê derkevin

Pêdiviya me hemû cîhanê niha ji jiyaneke civakî ya wekhev û hevpar heye. Ji ber li dijî zihniyeta azad êrişên gelekî dijwar hene divê em hemû alavên nirxên mirovatiyê diparêzin baş bikaribin bi kar bînin. Ji berjewendiyên takekesî û tenê armanca ‘karê’ xurt dike dûr wekî alternatîfekê divê em xwedî li xebatên wêjeyê û hunera ji nirxên civakê xizmetê dikin, derkevin. Rêxistina li ser bingeha parastina nirxên mirovatiyê hatiye avakirin, civakan ji nava lepên xwînxuran dikare rizgar bike. Wêjekar rola parêzvanên civakê ji ber ku didin ser milên xwe di heman demê li dijî zihniyeta baviksalarî û zimanê zayendperest ku bi kapîtalîzmê jî ev tên parastin têkoşîneke mezin didin meşandin. Mirovên bi wêje û hunera xwe di nava têkoşînê de cihên xwe digirin feraseta parastina berjewendiyên kapîtalîzmê jî napejirînin.