´Wekhevî û azadî bi çareseriya pirsgirêka jin pêkane´

- Xanim ENGIZEK
706 views

Civaka Kurdistan ê, her çend bi dîrok û çanda xwe karibe bi hezaran salan hebûna xwe biparêze jî lêbelê di nav herikîna dîrokê de bi tinebûnê re rû bi rû maye. Kurdistanê dikin çar perçe û di encama vê de jî hebûna Kurd tine hat hesibandin, li gel polîtîkayên înkar kirinê, polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê jî dixin devrê. Têkoşîna Kurdan a ji bo parastina hebûnê rastê êrîşên qirkirin û îmhayê tê. Li dijî dîrokek wiha, Tevgera Azadiya Kurd ku dikeve 40. saliya xwe, îro ne tenê ji bo jinên Kurd, gelê Kurd, ji bo tevahiya jin û gelan pêvajoyek nû daye destpêkirin. Em di rojên dîrokî, rojên ku 40. mîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd tê pêşwazî kirin de derbas dibin. 40 sal bûye dîroka Kurdê azad, jina azad û vê yekê jî ji tevahiya cîhanê re daye nîşandayîn ku jiyanek azad û wekhev ji her demê zêdetir pêkane.

Têkoşînek ji 40 salon barkirî

Ji ber vê ye ku li hemberî dîrokek 5 hezar salî a koletiyê, li dijî zîhniyetek 5 hezar salî a ku bi sazî bûye, dema ku em dîroka 40 salan a têkoşîna jinê datînin, em dikarin hîn baştir bibînin ka çi destkeftiyên mezin hatine bidest xistin. Mezinbûna wê bi qasî ku îroyîne, mirov dikare ewqas jî xwedî dîrokeke ku dikare pêşerojê diyar bike, bibîne. Guherîn destpêkê di hizrandin yanî qalibên zîhniyetê de hat jîn. Zîhniyeta rê li pergalekê ku destpêkê bi koletiya jinê destpê dikir û dovre bi çêbûna çînên cihê, civak, gel û her ku diçû netew bi xwe re kole dikirin, tê bi pergal kirin. Ev yek dema ku di nav dem û makan de li ber çavan bê girtin, tevgerek wek tevgera azadiyê ku li ser axa Rojhelata Navîn azadiya jinê dixe navenda kar û xebatên xwe, wê digihîne asta bîrdozî û bi derketina xwe re derba herê mezin li saziyên zîhnî yên dîrokê xist. Bi asta ku di van 40 salan de gihand, ji destpêkê di jinan de xwe baweriya ku bi hezarî salane dihat xwestin bê tune kirin, bi hizra qedera xwe, xwe bi xwe tayîn kirin û fikra ji xwe bawer kirinê carekedin jin gihandin hev û bi vî rengî gava ewil a girîng hat avêtin.

Jinan di nava van 40 salan de xwe gihandin asta herê mezin a raman. Bi pêşxistina aliyeke xwe a girîng ya terîfkirina nasnameya xwe, xwe gihandin vê hêza ramanî ku bizanibin ka xwedî paşerojek dîrokî ya çava bûne û pêşeroja xwe çava dikarin destnîşan bikin, ev yek jî di nav jiyanê de tecrûbe kirin. Xwendin û nivîsîn, berhem derxistin holê, zîhniyeta koletiyê guhertin û ev yek nîşanî kesên din jî kirin. Tiştên ku ji paşeroja xwe anîbûn, hest û ramanên wan yên li dijî serdestiyê berxwe dida, di nav jiyanê de taybetmendiyên wan yên xweşik ên girêdayî berxwedêriya wan, bi zanebûna azadiyê re bi wate kirin û di nav vê rastiyê de ew honandin, mezin kirin.

Pêşenga şoreşên ku bên jîn

Bi guherîna zîhniyetê re felsefeyek nû ya jiyanê û asta azadiyê bi tecrûbeya 40 salan di her qadekê de hat avakirin. Xwe wek hêza pêşeng a şoreşên ku bê jîn afirand. Beriya hertiştekê guherîna herê girîng di qada civakî de hat jiyan kirin. Gav avêtina jinê di nav tevahiya civakên ku li gor desthilatdariya zilam şikil girtiye, hiştiye ku hemû qalibên heyî yên di nav civakê de bên guhertin. Li dijî rêxistiniya civakî a ku jinê mal û milkê xwe dibîne, têkoşînîn girîng hatin dayîn. Li dijî ferasetên xwedanî yên malbat û eşîrê ên ku li hemberî azadiyê berxwe dide, li hemberî saziyên çînî yên girêdayî mêtîngeriyê û her cûre zayendperestiyê, neteweperestî û zîhniyetên fundamentalîzma olî, pêşxistina çanda berxwedanê wek ferasetek jiyanî şikil girt.

Ji bo vê, jinê di her qadeke birêxistinkirî ya jiyanê de, bi diyar kirina hebûna xwe carekedin dest bi rêxistinbûnê kir. Di qada siyasî de, bi nasnameya xwe dest bi siyasetê kir. Ji birêxistinbûna civakî re pêşengtî kir, bû zimanê civakê yê di qada siyasî de. Li dijî avahiyên navendparêz û desthilatdar, li beramberî hêzên ku şîdet û her cûre qirkirinê rewa dibînin, parastina xwe a cewherî pêşxistin û ev yek di dîrokê de bûye şoreşek girîng û mezin. Di her qadekê de ku zalim û zilm lê heye, bi pêşxistina parastina xwe a cewherî ji hemû gelan û civakan re pêşengtî kiriye. Di vê wateyê de birêxistinbûna xwe bi berxwedanê re honandin û bi gihiştina asta azadiyê re bi sînor neman, bi xwe re tevahiya civak û gel azad kirin.

Nasnameya jina azad

Di her qadekê de ku jin cih digire, hûn dikarin asta hestên jiyanî yên ji bo berdewamiya pêvajoya şoreşê, dîsan raman û asta wê a pratîkî bibînin. Ji ber ku jin di heman demê de tê wateya têkoşîn ê. Şert û mercên destpêkê ên ji bo gihandina nasnameya jin ew e ku fêr bibe ka çawa têbikoşe. Li hemberî çi, li hemberê kî û çima hewceye têbikoşe, rast pirsîna van pirsan girêdayî bersivên bi hêz yên di nav vê rastiyê dene. Ji ber vê, jina ku paşeroja xwe nenase wê nekaribe pênaseyek rast a nasnameyê bike. Di vê wateyê de, destketiya herê mezin ya têkoşîna jinê a 40 salên derbazbûyî ev e ku derdikeve pêşberê dîrokê û dikeve nav hesab pirsînê. Ango dibe xwedî têkoşînek rast. Di vê mijarê de nasîna heq û azadiya xwe a ji aliyê her civakekê û ji bo gihandina wê, bi desthilatdaran re ketina nav hesb pirsînê a herê rast e. A ku ji vê yekê re pêşengtiyê bike jî jin bi xwe ne. Ji ber ku sazî û bîrdoziya desthilatdaran li gor xwe civak saz kirine û bi vî rengî karîne di tevahiya dîrokê de pêşve biçin. Di vê mijarê de hewldanên ku civakan ji têkoşînê dûr dixe, bê hêz dike û li hemberî civakên kevneşop ên klasîk ku aliyên li berxwe dide, têk dibe, bi têkoşîna azadiya jinê bersiv hatiye dayîn û dîsan ev destkeftî hatine bidest xistin. Ji ber vê, asta pêşengtiya jinê di têkoşînên civakî de, di her qadê de heye û divê hebe. Vê yekê jî bi asta xwe a birêxistinkirî pêşxistin, di şexsê jinê de ji bo tevahiya gelan û civakan destkeftiyeke dîrokî ye, girîng e.

Yek ji destkeftiya herê mezin a vê têkoşînê jî pergala hevserokatiyê ye û nûnertiya wekhev a vê bisazîbûnê kiriye. Ev yek serkeftina herî mezin e û îfadeya nasnameya azadîxwaz û wekhev a Tevgera Azadiya Kurd e. Heqîqeta “Tevgera Azadiya Kurd, tevgera jinê ye” vê yekê piştrast dike. Pergala hevserokatiyê şêweyê pratîk kirina wekhevî û azadiya di navbera jin û zilam û jiyanî kirina wê ye. Ev yek ne ferasetek klasîk û tund a wekheviyê ye. Ev ferasetek wekhev a xwe dispêre azadiya zayendan e.

Vîna azad û nasnameya azad

Women attend a rally commemorating for International Women’s Day as they carry Kurdistan Worker’s Party (PKK) flags and portraits of Kurdish rebel leader Abdullah Ocalan in Diyarbakir, 08 March 2008. Thousands of women participated in the rally, demanding respect for their rights. AFP PHOTO/STR

Têkoşîna azadiya jinê, jina Kurd di siyaset, qada civakî, xwe parastin û di mekanîzmayên rêvebirinê de bi hêz kir, ji jinê re vîna azad û nasname azad da qezenc kirin. Jin bi bîrdoziya jinê, ji hêla teorîk, siyasî û leşkerî de, bi awayek herê xurt hatin pêşxistin. Rastiya jina ku xwedî hişmendî ye, bi hêz û vîna xwe bawer e, derxist holê. Têkoşîna azadiya jinê, jiyana ku li gor berjewendiyên zilamê serdest bû, berovajî kir, bê adaletiya li hemberî jinê, li dijî zilamê serdest û pêtewşiya hêzê a di navbera jin û zilam de guherand. Lewra zîhniyeta zilamê serdest û nasnameya wî xist nav qeyran û tengezariyek kûr de.

Jin li hemberî her cûre perçebûna kesayet, dîsan li hemberî civaka kapîtasîst a ku taybetmendiyên jiyana ku ji hêla kesayet de hatiye perçekirin, ferdparêz e, red dike; jin fêr bûne ku bi hev re hebûnê pêk bînin û bi vê re jiyanê carekedin birêxistin bikin. Bi rastiya civakîbûnê a kesayetên azad re fêr bû ka carekedin çawa biserkeve. Di vê mijarê de berxwedanên efsanewî jiyan kirin û mîrateyek mezin li pey xwe hiştin. Ji Besê Anûşan bigre heya Zîlanan, ji Zekiye Alkanan bigrin heya Ronahî û Bêrîvanan, ji Bêrîtan, Sara û Nalîn Mûş bigre heya Delal Amed û çendîn jinên qehreman ku bûne sembol, bi berxwedan û lehengiya xwe dîrok ji nû de dan nivîsîn. Li çiya, zîndan û di her şert û mercî de karîne bibin rengê berxwedan û jiyana herê xweşik. Destketiyên herê ber bi çav yên vê têkoşîna 40 salan jî herê zêde mirov dikare li Rojava bibîne. Gelê Rojava ku li ser bingehê perspektîfên Rêbertiyê ên xweseriya demokratîk, netewa demokratîk, xwe birêxistin kirin û ji bo şoreşa Rojhelata Navîn bi rengê xwe, daxwaz û bi saziyên nû yên pergala demokratîk beştarbûna xwe dan çêkirin, bi rêxistinbûna xwe a resen dan nîşandayîn ku dikarin bigihin serkeftinê. Şoreşa Rojava, di heman demê de ji bo gelên Rojhelata Navîn jî bûye modelek. Gelên ku li Rojhelata Navîn îro tiyê azadî, demokrasiyê ye û bi hezarî salane di bin zilm û zora hêzên despotîk de tên çewisandin, ev pêvajoya şoreşê ji bo wan tê wateya zayînek nû a demokrasiyê, helbet tê wateya gava mezin a têkoşîna demokrasî û azadiyê jî.

Meşa dirêj a azadiyê 

Kurds wave flags and banners of convicted Kurdistan Worker’s Party (PKK) leader Abdullah Ocalan during a demonstration of several thousand people from all around Europe asking for Ocalan’s liberation in Strasbourg, Eastern France, 12 May 2007. Ocalan was captured by Turkish undercover agents in Kenya in 1999, brought back to Turkey and sentenced to death. His sentence was later commuted to life. AFP PHOTO FREDERICK FLORIN

Rewşa ku îro li Rojava tê jîn, îfadeya jiyanî kirina paradîgmaya ku azadiyê jinê dixe navenda xwe ye. Ne tenê li Rojhelata Navîn, li tevahiya cîhanê pergala kapîtalîst di nav qeyran û kaosê deye û baş tê zanîn ka jin di kîjan astê de û di nav vê pergalê de, çi çawa dijî. Di jinê de tişta ku nehatibe kirîn, hizr û laşê ku nehatibe perçe kirin, nemaye. Bi her tişta xwe re bûye navenda mêtîngeriyê. Yek ji cihên ku ev yek lê hatiye bihorîn jî axa Rojava ye. Vê yekê jî bi hêza ku ji têkoşîna jinê a 40 salan girtî dike.

Rastiya ku hêzên sermayeda ên Navnetewî hebûna xwe bi siyaseta şer re didin girêdan, tê zanîn. Şerê ku îro li Rojhelata Navîn tê jîn, şerê cîhanê yê 3. an e. Ev şer xwedî dubendiyên gerdûniye ku îro li ser erdnîgariya Rojhelata Navîn çê dibe. Ji bo vê jî her cûre siyaset û şer didin meşandin. Ev jî dide diyar kirin ku pergala kapîtalîst di nav qeyranê deye. Hêzên netew-dewletê nikarên ji pêdiviyên civakên birêxistin kirî û meyla wan a ji hêla azadiyê re, bibin bersiv.

Ji her cûre rêxistinbûna civakî re wê jin pêşengtiyê bikin. Di nav rastiya parastina cewherî ku di her qadekê de tê xûyan, ev yek dîtin pêkan e. Di înşa kirina xweseriya demokratîk de jin pêşeng in. Ev hêza jinan jî di encama têkoşîna van 40 salan de derketiye holê. Rêbertî, şehîd û destkeftiyên heyî wê ji bo jina serkeftî bibe bingehek xurt a têkoşînê. Ji ber ku Rêber Apo di meşa xwe a azadiyê de, pêvajoyên xwe ên herî girîng li ser axa Rojava derbas dike. Van axan şahidî ji afirandina jina azad, lêhûrbûn û pratîkbûna wê kiriye. Demên herê girîng yên vê meşê û ezmûnên pratîkî yên li ser vê axê bi encam bûye. Di vê wateyê de, jinên li ser axa Rojava di vê ferqê dene ka rola wan a pêşengtiyê xwe dispêre kîjan kêliyên dîrokî û bi vê zanebûnê nêz dibin.

Civak di nav guherînên mezin deye

Îro civak di nav guherîn û veguherînên girîng deye. Ev guherîn û veguherîn ji bo sedsala ku em tê de dijîn, ji bo tevahiya jinên cîhanê û gelan bûye çavkaniya îlham vergirtinê. Ji xwe nakokiya zayendî ku îro di asta gerdûnî deye, îro çareseriya wê jî her ku diçe digihe asteke gerdûnî. Ji bo vê, li ser axa Rojava xwe gihandina wê rastiyê a erdnîgariyên cihê, girîng e. Yanî azadî û têkoşîna zayendî a 40 salan îro xwe gihand asta gerdûnî û her ku diçe mezintir û jiyanî dibe. Di vê mijarê de tevlîbûn û eleqeyek mezin jî tê dîtin. Ev yek jî asta ku jin gihayê, dîsan di şexsê jinê de, asta ku gelê Kurd û hemû gelên din gihanê radixe ber çav an. Ne tenê jina Kurd, îro li ser erdîgariya herêmê, jinên Ereb jî li dijî her cûre dagirkeriyê di nav berxwedanê dene, dîsan jinên ku xwedî baweriyên cihê ne, di her qadekê de xwe birêxistin dikin û berxwedana xwe mezin dikin û ev yek jî ji bo hemû jinên cihanê bûye hêvî.

Di şexsê jinê de, di vê wateyê de yên ku bi ser ketin gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî û hwd. e. Civaka azad e ku di nav xwe de her cûre cûdahiyan dihevîne. Ev destkeftî li ser destkeftiyên çil salan şikil girt, mezin bû û xwe bi pergal kir. Li ser vê bingehê bila ev roj li hemû jinên ku ev çil sal in ji bo azadiyê têdikoşin û di her qadekê de xwe birêxistin dikin, pîroz be.

 

1-Bi rastiya civakîbûnê a kesayetên azad re fêr bû ka carekedin çawa biserkeve. Di vê mijarê de berxwedanên efsanewî jiyan kirin û mîrateyek mezin li pey xwe hiştin. Ji Besê Anûşan bigre heya Zîlanan, ji Zekiye Alkanan bigrin heya Ronahî û Bêrîvanan, ji Bêrîtan, Sara û Nalîn Mûş bigre heya Delal Amed û çendîn jinên qehreman ku bûne sembol, bi berxwedan û lehengiya xwe dîrok ji nû de dan nivîsîn. Li çiya, zîndan û di her şert û mercî de karîne bibin rengê berxwedan û jiyana herê xweşik.

2-Şert û mercên destpêkê ên ji bo gihandina nasnameya jin ew e ku fêr bibe ka çawa têbikoşe. Li hemberî çi, li hemberê kî û çima hewceye têbikoşe, rast pirsîna van pirsan girêdayî bersivên bi hêz yên di nav vê rastiyê dene. Ji ber vê, jina ku paşeroja xwe nenase vê nekaribe pênaseyek rast a nasnameyê bike. Di vê wateyê de, destketiya herê mezin ya têkoşîna jinê a 40 salên derbazbûyî ew e ku derdikeve pêşberê dîrokê û dikeve nav hesab pirsînê. Ango dibe xwedî têkoşînek rast.