Wêneyek ji rûyê xwezayê…

- Melsa BOTAN
384 views

Di jiyana mirovan de gelek caran wêneyek dikare dîrok, êş, tirajedî, xemgînî, xweşikbûn û dewlemendiya çanda gelekê bi hêsanî îfade bike. Yanî wêne jî ew dîroka dîtinê ye, ya ku napeyîve, lê bi hemû reng û dîmenên xwe taybetmendiyên pêwîst nîşan dide. Ji lewre berê jî, bi taybetî di Rojhelata Navîn de gelek dîrokên nehatine nivîsîn bi wêneyan hatine pêşandayîn. Herwiha di gelek şikeft û cihên dîrokî de bi wêneyan ew dîroka xwe ya kevnar îfade kirine. Wêne jî weke zimanê sembolan di dîroka nivîskî de dîroka herî kevnare ye ku dem û çaxên gelan ku jiyane îfade kirine. Li gelek herêmên Rojhelata Navîn hunera wêne û nîşaneyên vekolandinê hîna jî bi zelalî îfadeya serdeman bê ku binivîse, dikin. Ev dihêle ku mirov bizane bîra mirovan ji her tiştî bihêztir e ku karibe dîroka xwe baş vebêje û bi hemû şêwazan bîne ziman.

Dema te bi rengê biharê xêz bikim

Wêne dîrokên bê ziman in, lê bi awirên xwe banî mirov dikin. Ji lewre gelek bûyerên dîrokî yên ku em rojane jî dijîn em dikarin di wêneyekê de jî mayînde bikin. Dîtina çavê însan û şîroveya wî/ê têrê dike da ku rastiyan bi berfirehî binirxîne û di derbarê wê de bibe xwedî agahî. Lê wêne jî bi qasî wê dîtinê rola xwe ya dana fêmkirinê dileyîze.

Her mirovek dema ku tê dinyayê bêguman erdnîgarî li ser navê ku li xwe dike, li ser jiyan, paşeroj û pêşeroja wî hertim bandora xwe dike. Dema ku kesek navekî li xwe dike hindekî jî li gorî navê li xwe kiriye tevger dike. Belê, wê jî navê Çîçek li xwe kiribû. Ji xwezayê nav girtibû!..Gelek caran em dibêjin jin û bihar weke hev in. Gelo çima?. A rast bihar bi taybetmendiyên xwe yên veguherîner rengê jinê dide. Xweşik e, xwe nû dike. Perçeyek ji xwezayê ye, her tim di nav guherîn û veguherînê deye. Rengê xwezayê bi jinê temam dibin, vediguhere û li gorî demê temam dibe.

Çîçek Kurtalan ne tenê wek kulîlkek biharê, belkî wek kulîlkek demsala payîzê bû. Di demsala biharê de hemû gul, hemû xweza xwe nû dike, lê gulên demsala payîzê bijarene. Her tim li gor kêlî û pêdiviyên xwe, rengên xwe didin xwezayê. Ji bo vê jî ez dibêjim heval Çîçek gulek ji gulên demsala payîzê ye ku dema xwe amade dike, serê xwe careke din radike û dibêje; “ez ê tovên xwe li ser erdnîgariya ku ez lê me bihêlim, da ku hûn ferq û cudatiya min ji hemû gulan bibînin.” Berjeng û taybetmendiya navê heval Çîçek jî ji ber vê yekê bû. Ji ber ku her cihekê ku heval Çîçek lê ma bû, ji Herekolê bigire heta Kêla Memê, ji zozanên çiyayê Kurdistanê yê herî asê bigre heta deştên wê, gav bi gav lê meşiya bû.

Şopdara Rindêxanan

Sekin û cihê heval Çîçek di nav hevalên wê de her tim diyar bû. Heskirin, ew dewlemendiya resen ku di hundirê wê de veşartî bû, ji rastiya xwe ya dîrokî, xak û erdnîgariya ku lê hatibû dinyayê girtibû. Rengê xwe ji vê heqîqeta mezin digirt. Dema em dibêjin Çîçek Kurtalan, em qala rastiya nejibîrkirî ya jinekê ku li ser şopa dîrokî a Rindêxanan dimeşe, dikin. Li ser vê axê îxanetê xwestiye bi awayekê xwe bide axaftin, lê li hemberî vê jî rastiya berxwedanê dil, mejî û çanda xwe di nav rehên vê axê de hûnandiye. Çawa ku Rindêxan dibêje; “ger ez gavekê ji welatê xwe dûr bikevim, ez ê êdî nikaribim îxanetê ji bedena xwe tine bikim.” Rindêxan li hemberî îxanetê xwe di pira Mala Badê de diavêje.

Li ser vê erdnîgariyê dîrok careke din zindî dibe, raperîn pêşdikevin û berxwedanên dîrokî havênê xwe digirin. Mileke vê erdnîgariyê berxwedan û milê din jî îxanet e. Lê, Çîçekê li hemberî îxanet û bêbextiyê, berxwedan kiribû nava dilê xwe û li pey vê rastiyê digeriya. Li her erdekê ku lê digeriya û di dilê her yek ji hevalên xwe de rengek xwe dabû avakirin.

Heval Çîçek bi qasî dilnizm, ewçend jî bi xweşbînî nêzî hevalên xwe dibû. Xwedî dilek mezin bû, dikarî her hevaleke xwe hez bike. Wê exlaq, çand û heskirina xwe ya ji hevalên jin re ji heval Ezîme, Zelal, Agirî, Cîhan û Gulbahar girtibû. Ew û heval Gulbahar mirovê hev bûn û bi hev re tevlî nav tevgera azadiyê bûbûn.

Dilnizm û rih sivik bû

Heval Çîçek gelek taybetmendiyên xwe ji xwezaya ku lê mezin bibû girtibû. Nemaze girêdana wê ya ji rêheval û axê re. Ew xwedî rihek aram, dilnizm û germ bû. Biqasî ji her hevaleke xwe hez dikir, dikaribû bibe heskiriya hemû hevalên xwe.

Heval Çîçek salên dirêj di nav tevgera azadiyê de cih girt û li qadên cûda têkoşîn meşand. Bi taybetî li qadên weke Botan, Başûr û Soran wek şervan û fermandar erk girtin. Bê ku ferqê bixe nav kar, li her qadekê kar meşand û her tim di çeperên pêş de cih girt. Di rêya dûr û dirêj a têkoşînê de tu caran dudilî jiyan nekir. Ew bi têkoşînê re bibû yek, mîna tu pola bi pola babidî. Dema te pola bi pola bada, ew bi hevdu re dibe yek  û encax bi helandinê dikare ji hev qut bibe. Yanî hûnandineke ku di dilê xwe de dabû avakirin mîna tu pola ji pola bidî ava kirin û bidî hûnandin bû.

Wê di kûrahiya dilê xwe de hêviyek ji jiyanê digerand, li her kolanekê, li her cihekê, li binê her darekê û li her demekê. Ew wek navê xwe bû û wisa tevdigerî. Jixwe di nav tevgera azadiyê de jî dema kesek navekê li xwe dike, hindek jî navê wê dişibe wê. Ew bi navê xwe û navê wê jî bi wê re dibe yek. Ji ber wê, heval Çîçek dema ku ji qada Botanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, digot; “min evqas tiştên xwe li vir hiştin ku pêwîste ez hemûyan bi xwe re bibim. Cihê ku ez çûmê, ez ê tovên wê li wir biçînim ku ji bo ez bikaribim wê jiyan bikim.”  Carekê em bihevre dimeşiyan û derdor pir bala wê dikişand: Sekinî û got; “Dizanî evder dişibe tepê Mêwîşkê, ev jî dişibe Garisa û evder jî dişibe Herekolê.” Rihê li Botanê girtî, li wir dida jiyan kirin. Heval Çîçek meşa xwe wek roja destpêkê û bi heman rih, germahî û coşê domand.

‘Li stêrkan binêrin’

Rojekê ku em li Bestayê bûn, heval Çîçek li stêrkan nêrî û got; “Îro stêrk bi min re diaxivin. Agahî didin min, weke ku min hişyar bikin û bibêjin baldar be, tevgera dijmin heye.” Wê demê me jî ew bersivand û jê re got: “Ma tu xwedayî ku bi stêrkan re diaxivî.” Wê bi aramî em bersivandin û wiha pêda çû: “Bi rastî dema ez li van dinêrim û li ser wan baldar dibim, weke ku xweza bi min re deng dike, tiştnan dibêje…”

Ev hestên wê yên heyî bi rastiyê re têkildar bûn. Berî ku demek dirêj bi ser de biçe, em sibehê çawa ku rabûn ketin pevçûnek pir mezin. Nêzîkatiya wê ya ji xwezayê re, hestên wê, jiyan, hevaltiya wê û tevgera wê di nav hevsengiyê de bû. Hevûdu bi awayek baş temam dikirin. Nêzikatiya wê ya li xwezaya mirovan jî bi heman rengî bû, ti carî ji xwezaya din qut nedikir. Ji bo wê pîvana herî mezin a jiyanê ked û tevlîbûnek rast bû. Li gel wê jin û xort ferq nedikir. Ji her hevaleke xwe re bi edalet û baldar nêz dibû. Ew fermandarek bû ku di nav salên dirêj ên têkoşînê de baş pijiya bû, dilê xwe û mejiyê xwe bi têkoşîna azadiyê re kiribû yek. Ti caran ne digot ka ez ê bikaribim bi ser bixim an na?. Ji ber ku wê teqez biser dixist. Wisa fêr bûbû û dida fêrkirin.

Kar û xebata ku wê dimeşand; çi biçûk û mezin, cidî nêz dibû. Xwe kêlî bi kêlî ava dikir. Nemaze piştî guhertina paradîgmayê heval Çîçek xwe di gelek aliyan de perwerde dikir û pêş dixist. Ji bo wê jî di gelek qadên cuda ên têkoşînê de xebat meşand, erk û berpirsyariyên girîng girtin ser milê xwe. Di pêvajoya hemleya 2012’an de, ew fermandarek bû ku bi heval Reşît re di asta herî bilind û bi biryardariya herî xurt, bi aqil, bi hişmendiya fermandartiya nûjen û taktîkên demê ku bikare di kesayeta xwe de pêş bixe, avakiribû. Heval Çîçek yek ji fermandara Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya 2012’an bû ku mohra xwe li tekoşînê da.

Jiyan, tevger û gotina wê yek bû

Wê hunera şer, berxwedanî, têkoşîn û zanista paradîgmayî di kesayeta xwe de dabû avakirin. Heval Çîçek li gel gelek fermandarên têkoşîna azadiya jin ên wek heval Zelal mabû û mezin bûbû. Ew di nav rêxistinê de pijiya bû, xwe roj bi roj ava dikir û kesayeta xwe bi rastiya Apoyî dihûnand. Ne tenê ji aliyekê, pir alî nêzî jiyanê dibû û karên nîvco ji bo xwe nedipejirand. Kesayetek ku nîvco tevlî dibû jî qebûl nedikir. Dema karek biçûk, an jî mezin dikir, bi evîneke mezin dest diavêt wî karî û bi ser jî dixist. A rast mirov dikare wê wek fermandarek ku di nav şert û mercên herî zehmet de xwe dabû avakirin, şîrove bike. Ew neçûbû dibistanê, lê her kêliyek ji jiyanê ji bo wê bûbû dibistan. Nexasim dibistana ku wê roj bi roj lê gavên mezin di avêt û xwe ji nû de dixuliqand. Helbet ger vîn û baweriya bi azadiyê nebe, her kes nikare vê yekê bike. Ger parastina axê nebe, nikare xwe evqas bi dilsozî û bi dildarî biafirîne, ku karibe tevlîbûneke wiha bide çêkirin. Lê heval Çîçek yek ji wan hevalan bû ku şopdarê hevalên xwe bû. Bi sedan hevalên ku ew di bin fermandariya wan de ma, bi wan re jiyan kir û taybetmendiyên wan ji bo xwe wek rêgez esas girt. Ew jineke fermandar a di arteşbûna jin deye ku di aliyê pêşengtî de dikare wek sembol bê pênasekirin.

Heval Çîçek beriya ku berê xwe bide Dersimê, bi van gotinan dê biryardariya xwe bianiya ziman: “Ez diçim warê Zîlanan. Ji bo wê, giringe ku em bi rihê rizgarkirinê, bi rihê ku em bikaribin Zîlan bidin jiyankirin û bi hezaran Zîlanan biafirînin, tevbigerin. Ez bi vê biryardariyê diçim!. Min her tim dixwest biçim warê Zarîfeyan, cihê Zîlanan û bi hezaran jinên Kurd yên li ser vê axa asê şer kirin e. Ez dixwazim bibim xelekek ji berxwedaniya wan û wê xelekê bigihînim azadî û serkeftin ê.”

Li ser rêya Zarîfeyan…

Rêwîtiya heval Çîçek a ber bi Dêrsimê, rêwîtiyek dil û mejî bû. Wê dixwest wî rihê têkoşer ê jinê carekedin zindî bike. Dema ku dilzîz bû digot; “Bila dilê we şa be, ez ê şopdarê web im.” Wê ew rihê dîrokî her li gel xwe digerand, her cihê ku diçûyê ew rayên rihê berxwedêr belav dikir. Dixwest hemû sînorên heyî rabike û wî rihê berxwedêr bigihîne hev. Ji bo bikaribe careke din Besê, Zarîfe, Rindêxan û bi hezaran jinên din ên li ser vê axê û li pey wan şopan meşiyan e, hemdemî bike û bîranîna wan di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn bide nivîsîn, bi coş dibû. Ew bixwe jî li ser şopa wan jinên berxwedêr meşiya û bû xelekek vê berxwedanê.

Ew di her demsala payîzê de, li ser pelên ku bi bayê re bêhna wan digihe me û di jiyana me de kêliyên mayînde didin avakirin, dimînin. Biêş be, bê wext bihêlin jî, dîsan bi kenên xwe hêviyan dihêlin û wisan koç dikin. Ji bo wê, bihêle îro bila hemû reng xwe di hundirê me de bihewînin û ji ber çavên me bê ku biborin, cî û war bibin.  Oxir be!. Oxir be ji te re rêhevala hevalan!..  Bila dilê Gulbihar, Zelal, Ezîme û bi hezaran şopdarên wan şa be, dengê wan wê her wek roja ewil li asoyên dûr, li deşt û çiyayên welat gur û bilind bibe…