Xedîce Bîbî Qeşqayî: Li cem têkoşîna gelê xwe cih girt

- Berjin TEKOŞER
302 views
Beriya ku em qala vê jina têkoşer bikin, em dixwazin hinekî behsa qebîleya Qeşqayî û erdnîgariya ku lê bicih bûne bikin: Ev qebîlane demek dirêje, herêmên başûrê Îranê ji bo xwe hilbijartine û li wir dest bi jîyanê kirine. Heta tê gotin ku ew li gel Emîr Qazî Şahîlo û bi fermana Şah Îsmaîl Sefewî, tên parêzgeha Fars ê.

Ev jî îhtimalek mezin e, ji ber ku di dema Şah Îsmaîl Sefewî de gelek caran ji êl û qebîleyên cuda ji Bakûrê Kûrdistanê jî Kurd anîne û li herêmên Xorasanê bi cih kirine. Ew ji ola şîe ne. Her wiha tê diyarkirin ku koka qebîleya Qeşqayî ji pêkhateyek berfireh a ji Kurd, Lûr, Tirk û Ereb pêk hatiye.

Mil bi milê qebîleya xwe şer dike

Xedîce Bîbî Keça Ebdullah Beg Keşkolî, hevjîna Sûlet el-Dolê Qeşqayî, jina dilawer û qehremana qebîleya Qeşqayî ye. Ev di serdemek pir zehmet û dijwar a jiyanê de, di şerê cîhanê yê yekem de, ku qebîleya Qeşqayî bi dagirkerên Îngîlîz û nokerên xwe yên hundirîn re têdekoşin, tu caran hevjînê xwe Sûlet el-Dolê Qeşqayî bi tenê nehîşt. Ev jina têkoşer û dilêr, tevî hevjînê xwe û tevahiya jin û zilamên Qeşqayî dest davêjê çekê, mil bi milê Qeşqaliyan di refên şer de cihê xwe digre.Ev jina wêrek, mil bi milê gel li hemberî êrîşên dagirkerên Îngîlîz disekine û heya dawî têdikoşe. Ew ne tenê di refên pêş ên şer û têkoşînê de cih digirt, belku di rêxistinkirina qebîleya xwe de jî xwedî bandorek berbiçav e.

Pêşengek a qebîleya Qeşqayî bû

Xedîce Bîbî Qeşqayî dema dibîne welatfiroş û noker bi Îngîlîzan re dibin yek, ew vê yekê napejirîne û li dijî dagirkeriya Îngîlîz bi awayekî çalak dikeve nav têkoşînê. Ew bi vîn û wêrekiyek mezin têdikoşe, şer dike. Wê mirina du zarokên xwe yên biçûk ku di encama germayek dijwar de, li başûrê welat, di dema têkoşîna li dijî Îngîlîzan de ji dest dide. Her du zarokên wê li ber germaya dijwar, nexasim bêaviyê tab nekirine û jiyana xwe jidest dabana.Li tu tiştekî têra vê yekê nedikir ku wê ji têkoşînê paş ve bikşîne. Ew xwedî vînek ji pola bû! Xedîce Bîbî dayîk, xemxwar û dilsoza hemû xelkê qebîleya Qeşqayî bû.

Xwedî şehamet û hêzek bi bandor bû

Piştî bidawî hatina şerê cîhanê yê yekem, bi hatina ser desthilatdariyê ya Riza Şah ku bû sebeba sirgûn û zîndanîkirina hevjînê wê Sûlet el-Dolê, kurê wê Nasir Xan û hemû mezinên qebîleya Qeşqayî, ew ê Xedîce Bîbî bi tena serê xwe û bi awayek herî baş qebîleya Qeşqayî birêve bibe. Di şert û mercên herî zehmet de vê berpirsyariyê digre ser milê xwe û wê bi awayek baş jî birêve bibe. Ew ê artêşekê awa bike û ewçend bi artêşa Riza Şah re têkoşîn û şer bike, heya ku hevjîn û zarokên xwe ji esareta Pehlewî rizgar bike. Piştî bi demekê şûnde dîsan hevjînê wê tê girtin û di girtîgeha Riza Şah de dimire…

Dîsan berpirsyariya qebîleyê digre ser milê xwe

Ew ji berpirsyariyê nareve, belku wê dîsan di demek herî zehmet ku pêwîstî pê heye, erka birêvebirina qebîleyê hilgire ser milê xwe. Têkoşîn û şerê wê ya li dijî Riza Şah wê heya sirgûna wî ya ji Efrîqayê re bidoma; dîsan heya destpêkirina şerê cîhanê yê duyem û darbeya 28’ê Tebaxa 1932’an, li cem zarokên xwe bikare qebîleya Qeşqayî di guherîn û veguherînên herê dijwar ên Navnetewî de, bi awayek saxlem bigihîne. Xedîce Bîbî, piştî darbeyê ji aliyê Pehlewiyê duyem ve, tevî zarok û malbata xwe re sirgûnî derveyê welat tê kirin. Ger piştî pêkhatina şoreşê û salên dirêj ên sirgunê vegerî be welat jî, mixabin çerxa giran a zeman ew ê dest ji pexela wê bernede… Piştî zêdetirî heştê salên tekoşîna li dijî biyaniyan û zilma navxweyî, ew mixabin di kêliyên dawîn ên jiyana xwe û di temenê xwe yê mezin de bû şahidê trajediya herî bi êş a jiyana xwe.

Qehremanek rastîn

Ew ê darvekirina kurê xwe Xosro Xan bibîne; mixabin wê nekarî êşa zarokên xwe Xosro Xan û Nasir Xan rabike; ew ê li pey zazrokên xwe çav li cîhanê bigre. Xedîce Bîbî Qeşqayî kesek bû ku Ehmed Şah leqeba “Ehtecab Elseltenê” lê kiribû; rexmê hemû dijminahiya Riza Şah a bi qebîleya Qeşqayî re, wî dabû diyarkirin ku; “min di tevahiya jiyana xwe de du dilêr li Îranê dîtin ku yek ji wan dayîka doxtor Emînî û yek jî Xedîce Bîbî bû ku lazime nîşana “sepêh” bidim wan.” Dema ku cenazeyê hevjînê wê didinê, ew ji Riza Şah re peyqam rêdike û dibêje; “namerd nîşana te ya “sepêh” giha dest min: Heta sibeha hikûmeta xwe li wir bin.”

Xedîce Bîbî Qeşqayî di Gulana sala 1982’an de koça dawî dike.