Xeyalên feminîstan li Rojava pêk tên

- Nerea EIZAGUIRRE
623 views

 

Her çiqas piştî ku Rojava xweseriya xwe îlan kir bû hedefa êrîşa hêzên cuda jî; Rojava bi parasina xweser li dij van hêzan tevan xwe parast. Bi taybetî jî berxwedana li dij êrîşa barbarên DAIŞ’ê bû sedem ku Şoreşa Rojava ji aliyê tevahiya cîhanê ve were dîtin. Bi berwxedana bêhempa ya li Kobanê û Şengalê ji aliyê YPG-YBŞ ve hate nîşandan avakirina mekanîzmaya jinan ya parastina xweser her çiqas bi giştî rê bir ber matmayinekê vekiribe jî ji bo jinên tevahiya cîhanê bû hêvî.

Nêzîkbûna hêzên navneteweyî, bi taybetî jî DYA’a ya destpêkê li ser ketina Kobanê bû. Lê belê berxwedana Kobanê hesabên wan serobino kirin. Li Kobanê bi destakeneke lehengiyê re rû bi rû man. Di Şoreşa Rojava de jinê bi perspîtîfeke femînist pêşengiya şoreşê kir û di vê mijarê de jî xwe îsbat kir.

Li Rojava modela civakî ya ku heta niha hedefa me femînistan bû ji himbêza sîstema baviksalarî tê rizgar kiri û bi perspektîfa femînist azadiya jinê gav bi gav tê afirandin. Bi vê yekê jî ji me re piştrast dike ku cîhan û sîstemeke din jî gengaz e. Mîna hin derên li Emerîkaya Latînî Kobanê jî ji bo cîhanê dibê ronahiya hêviyê. Heta niha tişê ji bo me jinan û mirovahiyê hate nîşandan tenê mêtîngerkirin bû. Şoreşa Rojava hem ji bo têkoşîna me ya rizgariyê, hem jî ji bo perspetktîfa me ya azadiya jinê pêşengiyek ava kiriye.  Di sedsala 20. de bi sosyalîzma reel re eniya çep û jinê jî wenda kir. Ji ber vê yekê jî sîstema konfederasyona demokratîk a Tevgera Azadiya Kurd, ji bo hemû tevgeran û mirovahiyê vergeriyaye çavkaniya feyz û hêviyê.

Parastina xweser, ji bo gelan û jinan mafekî rewa ye. Li dij zext û dijwariyê jin û gel tenê û tenê dikarin xwe bi mekanîzmaya xarastina xweser biparêzin. Têkoşhina bi dijwarî û zext a ku sîstema emperyalîst afirandiye; bi xwerêxistinkin û bihêzkirina jinan û gelan mimkun e. Dema mekanîzmayên te yên xweparastinê hebin, ev tê wateya ku tu hêzeke rêxistinkirî ye. Ji ber ku parastina xweser asta rêxistinbûyinê îfade dike.

Pêwistiya jinan a xweparastinê nabe ku mîna terorê were îfade kirin. Lewra parastina xweser ji bo gelan û jinan pêwistiyek e û ev mekanîzmaya xweparastinê ji bo gelan di wateya jiyanî de ye. Lê belê li dewsa mekanîzmaya xweparastinê ya gelan emperyalîst hêzên bêkontrol derdixin pêş û diajon ser gelan. DAIŞ mînaka vê ya herî berbiçav e. Lê belê gel û jin weke mînaka Rojava wê ev lîstikên emperyalîstan vala derxistine. Hêzên parastina xweser ên li Kobanê û Şengalê bi asta rêxistinbûyiena xwe ev lîstikên hêzên navneteweyî deşîfre kirine. Ev yek jî bi derfet û îradeya xwe ya xweser pêk anîne.

Kurdistan û bi taybetî jî Şoreşa Rojava li cîhanê tên wateya tekpêkeke nû. Ji ber ku cara yekê em şoreşeke li ser bingehê hêza jinê em dibînin. Ji ber vê yekê jî em jin 8’ê Adarê bi coş û heyecana şoreşa jinê pêşwazî dikin.  Divê hemû jin bigihijin wateya Şoreşa Rojava û fahm bikin. Divê jin li ser bingehê parastina xweser de rêxistinbûyina xwe bihêztir bikin. Mîna her salê emê îsal jî li dij sîstema baviksalarî emê li qadan bin û mîna jinên BASK’î ji bo avakirina xweparastin û xweseriya xwe emê têkoşînê bidomînin.

Nerea Eizaguirre [Endama Tevgera Jinên Ciwan a BASK’ê]