Yek ji saziyek barhilgira doza gelê kurd: Radyoya Dengê Welat

- Suna TUNÇ
333 views
Radyo di jiyana gelek kesan de cihekî girîng digre. Ev îcada yek ji bûyera herî girîng a destpêka sedsala 20’an e. Hinek dibêjin Nîkola Tesla yê bi eslê xwe Sirp û hemwelatiyê Emerîka îcad kiriye. Lê hinek jî dibêjin ‘na, yê radyo îcad kiriye fîzîkzanê îtalî Guglîelmo Macron e.’ Lewra herduyan jî li ser vê amûrê gelek kar kirine. Îcar kê îcad kiribe bila kiribe ferq nake, ya girîng amûreke gelekî hêja îcad kirine.

Gelek kes dema qala radyo tê kirin diçin zaroktiya xwe û rojên dengê Erîvanê gohdar dikirin bi bîr tînin. Zimanekî di nav dagirkeran de qedexekirî, perçiqandî, lê ti carî serî netewandiye wan dixist nava xiyalên azadiyê. Zimanê ku di serî de di lorîkên dayikan û stranên dûr û dirêj ên dengbêjan de li ber xwe da, dema di radyo de gohdar dikirin dilê wan germ dibû. Kurdan ji radyoya Erîvanê bi zimanê xwe ji hev û cîhanê agahî digirtin, kêfxweş û carna xemgîn dibû.

Êrişên dagirkeran nikarîbû pêşî li weşana Radyoyan bigre

Niha bi dehan radyoyên bi kurdî weşanê dikin hene. Bêguman bi taybetê radyoyên xizmetê ji azadiya gelê kurd dikin, wiha asayî pêş neketin. Ji bo vê Kurdan li dijî dagirkeran bedelên giran dan. Di nav radyoyên netewî de demên borî Radyoya Dengê Kurdistan û Dengê Mezopotamya xwedî cihên taybet bûn. Lê dijminê sond xwarî yê gelê kurd Dewleta tirk a dagirker di her qadê de êriş bir ser wan û di encamê de weşana wan bi dawî bû. Lê xebatkarên çapemeniya azad mîrasa wan jî hilgirtin ser milê xwe û dîsa bi Radyoya Dengê Welat xwe gîhandin her çar parçeyên kurdistanê û bûn dengê azad ê Kurdan. Têkoşîn Mêrdîn yek ji kedkara Radyoya Dengê Welat e. 5 Sale hem di herikîna bernameyên radyo de rol dileyze û hem jî li ser geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û cîhanê bernameyekê pêşkêş dike. Di radyo de gelek bernameyên jinan û kedkarên ji hene. Lê berî em qala wan bikin derbarê mîrasa radyoyê wergirtiye de Têkoşîn Mêrdîn bersiva pirsên me da.

Radyoya Dengê Welat kînga û bi çi mîsyonê hate damezrandin?

Dema em qala radyoya Dengê Welat bikin divê hinekî qala radyoyên netewî yên weke Dengê Mezopotamya û Dengê Kurdistanê bikin. Ev radyoyan bi kedeke mezin ji bo pêşxistina doza gelê kurd a azadiyê karên hêja kirin. Lê vê yekê dijminên Kurdan nerehet kir. Di serî de dewleta tirk a dagirker bi rêyên siyasî, dîplomatîk, teknîkî ji bo weşanên radyoyan asteng bike xebatek mezin meşand. Di encamê de pêşî radyoya Dengê Mezopotamya ya di sala 1995’an dest bi weşanê kiribû û piştî wê jî Dengê Kurdistanê mixabin hatin girtin. Paşê bi keda çapemeniya azad Dengê Welat di sala 2013’an de dest bi weşanê kir.

Radyo xîtabî kîjan derdoran dike û di doza gelê kurd de çi rolê dileyze?

Rola radyoyan di şoreşa gelan û têkoşîna wan a azadiyê de gelekî girîng e. Radyoya me hem bi nûçeyên germ û hem jî bi bernameyên çandî, civakî, siyasî hewl dide xwe bigihîne gohdarên li çar parçeyên kurdistanê. Dîsa li zîndanan ji aliyê girtiyên azadiyê û li çiyayên kurdistanê ji aliyê gerîlayên azadiyê ve jî gelekî tê gohdarkirin.

Gelo hemû bernameyên we li studyo tên çêkirin, kîjan ziman û zaraveyên kurdî hene?

Bultenên me yên nûçeyan bi zaraveyên kurmancî û soranîne. Bi rêya bultenan em hewl didin bi awayekî lezgîn gohdarên xwe derbarê nûçe û bûyeran de agahdar bikin. Li alîkî din bernameyên bi Hewramî, Kurdî xwarîn ku zêdetir weke kelhorî tê naskirin, bi dimilkî jî hene. Aktuelên rojane, bernameyên jinan, ciwanan, mûzîk, nîqaşên siyasî hwd. di weşana me de cih digrin. Bername tenê li studyo çênabin. Hinek ji Rojhilatê kurdistanê û hinek jî ji Rojavayê kurdistanê tên. Radyo rojane 19 saetan weşana zindî dike.

Di çapemeniya azad de rola jinan li pêş e. Di radyo de jî rewşa bernameyên jinan û hêjmara xebatkarên jin çawa ye?

Bêguman bernameyên me yên jin hene. Du bername ji Rojhilatê kurdistanê tên. Di bernameya bi navê dengê Şîlan de rewşa jinên Kurd ên li Rojhilatê kurdistanê digrin dest. Hem di aliyê zêhniyeta civakê, ya zilam, dewleta dagirker a Îranê, dîsa rewşa jinan a di hemû qadên jiyanê de nirxandin tên kirin û dixwazin ji jinan re rêyên çareserkirina pirsgirêkên xwe nîşan bidin. Di bernameya bi navê Rawîn de jî gav bi gav têkoşîna jinên kurd û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bi mêvanên salên dirêj di qada azadiya jinan de xebat dane meşandin re nîqaş tên pêşxistin. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê jî du bernameyên jinan em çêdikin. Yek li ser hêzên parastinê yên weke YPJ’ê, awayê têkoşîna wan a li hember DAIŞ û bi giştî êrişên dagirkeran, armanc û felsefeya wan çêdikin. Ya din jî weke tê zanîn Şoreşa Rojava di pêşengiya jinan de pêş ket. Lewra xebatên tevgera jinan, jinên xwe di her qadê de bi rêxistin kirine dixe rojeva xwe..

Di radyo de roleke jinan a diyarker heye

Di radyo de roleke jinan a diyarker heye. Ji bilî jinên ji derve bernameyan çêdikin, li navendê ji 15 xebatkaran 7 jê jinin. Hem di navenda nûçeyan de dixebitin, hem bernameyan çêdikin. Dîsa li navendê aktûelek jin heye. Xebatên jinan ên di nava hefteyê de dixe rojeva xwe. Di nav de portreyên jinan, dosya hene. Mêvan li ser mijarê dixaxivin. Lê naveroka bernameya jinan jî li gorî êrişên dijwar ên li ser gelê Kurd carna tê guhertin. Bi qasî mijara jinan digre dest, ewqasî jî xwe di ber têkoşîna gelê kurd de jî berpirsyar dibîne.

Li alîkî din di diyarkirina naveroka bûltenên nûçeyan de jî rola jinan heye. Eger rojekê jin li navendê nebin, ev yek yekser di bultenan de û di hilbijartina nûçeyên bên dayîn de xwe dide der. Lewra jin di aliyê nûçeyên derbarê jinan de hîn zêdetir hesas nêzîk dibin. Her wiha di komîteya weşanê û bernamerêziya rojane ya Radyoyê de jî jin bi bandorin.

We qala qirtiyên azadiyê kir. Ew xwe çawa digihînin we, ji bo wan çi bernameyên we hene?

Ji bo girtiyên azadiyê yên di zîndanên dagirkeran de bi taybetî Dewleta tirk û Rejîma Îranê de bernameya me ya bi navê Tîrêjên rojê heftê du rojan, rojên çarşem û pêncşemê hene. Girtiyên azadiyê nameyên xwe nivîskî û bi deng dişînin. Dîsa malbatên girtiyên azadiyê jî nameyan ji girtiyan re dişînin. Em van nameyan di radyoyê de dixwînin. Ji ber vê yekê dewleta tirk êrişî radyoyê dike. Naxwazin em bibin dengê girtiyên azadiyê û xwe bigihînin deverên din ên Kurdistanê.

Yên bixwazin li derve an jî li studyo bi we re kar bikin çawa dikarin xwe bigihînin we?

Radyoya me ji ber di qadeke berfireh de tê gohdarkirin, gelek gohdar xwe digihînin me. Lê yên nizanibin li ser malpera Radyoya Dengê Welat agahiyên me yên ji bo peywendî danînê hene. Yên bixwazin dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin me. Li derve û li studyo jî projeyek wan hebin dikarin pêşkêşî rêveberiya radyo bikin. Dîsa dikarin berhemên xwe, peyamên xwe yên ji girtiyên azadiyê û gerîlayan re jî bi deng û nivîskî ji bo di bernameyan de bê dayîn bişînin. Xebata radyo xebateke gelekî xweş e. Her çiqasî ji ber têkoşîna azadiyê ya li hemberî dagirkeran gelekî berfireh e û aliyê siyasî zêdetir derkeve pêş jî lê bûyîna dengê civakê gelekî girînge.