Yekemîn şehîda berxwedana gerîlayên jin

- Ronahî PAZARCIK
508 views

Tê gotin; ên dîrokê çêdikin ne qehreman in, girse ne. Raste! Sekna girseyan, herikîna wan, alî û rêgeha wan, di diyarkirina dîrokê de rola diyarker dilîze. Lê, a ku asoya girseyan vedike, rêgeha wan diyar dike, rêça herikbar diyar dike û yên ku ji meşa ber bi pêşerojê re rêbertiyê dikin jî pêşengên wan in; yanî yên ku rêça dîrokê xîzdikin. Zexm bûna ramanên van pêşengan, tujbûna hizr, pêşeroj dîtin û hêza rast a darazî, wêrektiya bi ser armancên xwe de çûn û biryardariya wan, herikîna girseyan jî diyar dike; dide diyar kirin ka ew ê bibin mîmarên dîrokek çawa. Ji ber vê çendêye ku pêşengtî, pirsgirêka Rêbertiyê di qedera gelan de xwedî ciheke girîng e. Dema bera gelên ku xwe bi awayek rast û saxlem gihandine pêşengtiyê, li pêşerojê, xweşikî û ya tê jîn be û herikîna wî ber bi pêş be, di rewşa berovajî de a ku derkeve pêşiya gelan; felaketên mezin û trajedî ne.          

Lazime tu kes bêrêxistin nemîne

Dîroka gelê Kurdistanê mînaka herî diyar a vê diyalektîkê ye. Di destê pêşengên ne bes, yan jî bê pêşeng û ji ber bêrêxistin mayînê, rastiya ka gelê Kurd çawa ber bi tune bûnê ve hat, di dîrokek ne ewçend dûr de wek rastiyek bi şewat derdikeve pêşberê me. Pêşketina dîrokî a ku dawî li vê rewşê anî, derketina rêberek wek Rêber Ebdullah Ocalan a di nava gelê Kurdistanê debû. Derketina Rêber Ebdullah Ocalan a ser dîka dîrokê destlêwerdanek tûj û misoger a li hemberî dîroka ku rexmê berxwedana gelê me jî, ji ber pirsgirêka rêbertiyê ber bi jêr de diçû bû. Dîroka azadiyê a gelê Kurdistanê ku di nîvê salên 1970’an de hat pêkanîn, bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistan-PKK’ê, pêşenga rêxistinî û bîrdozî a di 27 Mijdara sala 1978’an de, giha qonaxeke girîng. Partîbûn, dihat wateya îlana derbazbûna ji her cûre astengiyên li ser rêya azadiya gelê Kurdistanê û gavên ku di vê rêyê de hatibûn avêtin; ew vegotina tevgera komeke bîrdozî a vediguhere rêxistineke têkoşînê ya profesyonel e.

Zayîna rêxistina pêşeng ku wê dîroka azadiya gelê Kurdistanê binivîse, her wekî ku tê wateya zayînek nû a gelê Kurdistanê, di heman demê de mizgîniya zayîna jina azad a Kurd jî radigihand. Di vê zayîna dîrokî de, jina Kurd ji aliyê du pêşengan ve hatiye nimandin. Yek, ku bi demê re wê berovajî vî ruhî tevbigere û di nav paşverûtiya bi kok a çînî bifetise, ya din jî; rêheval Sakîne CANSIZ (Sara), di lûtkeya xwedawendiyê, tam jî di xeta gerdûnî a PKK’ê de û li gor rewişta wê a pêşeng, ne tenê wek pêşenga jinên Kurdistanê ma, belku veguherî mijarekê ku bû sirûş ji jinên cîhanî re.     

Têkoşîna di oxira azadiyê de

Hin jinên din ên ku zayîna PKK’ê, di ji nû de zayîna xwe de ditînin jî hebûn. Mirov dikare bibêje, ji destpêkê de yên ku ji vê bîrdozî û pêşengtiyê herê zêde bandor bûn, weke ku ber bi ronahiya perperîkan ve bibeze, wisa ber bi ronahiya vê bîrdozî de dibezîn ku di nav wan de jin jî ciheke girîng girtin. Ev rewş, mîna nîşana herikîna jinan a di dema pêş ya di nav têkoşînê de dima. Bêguman di wê demê de, bitaybetî ji bo jinekê derbaskirina darizandinên nirxên civakî û di nav xebatên şoreşgerî de cih girtin, ewçend hêsan nebû. Ne tenê li dijî hêzên resmî ên dewletê, belku hewce bû li hemberî malbat û rêzikên exlaqê hişk ê civakî û mekanîzmayên wan ên kontrol kirinê jî têkoşînê bide ber çav an. Û pêwîst bû ku ev têkoşîn di destpêkê de ji têkoşîna li dijî dewletê dijwartir bihata jiyan kirin!

Piştî şoreşgerên Kurdistan û partîbûnê şûnde, banga PKK’ê a di oxira têkoşîna azadî û welat de herî zêde li yek ji qadên Kurdistan ê, navçe û gundên Maraş, Pazarcix ê deng veda. Li pey biryara şoreşgerên Kurdistanê a ku li Enqerê bera xwe dan Kurdistanê û vegera li welat, di serî de rêheval Heqî QARER, xebatên ajîtasyon û propagandayê ên şoreşgerên pêşeng ku li Entabê gurayî pêdidan, ji vir jî derbasî Pazarcix û deverên din dibe û gelek alîgirên wan çêdibin. Bi ser danezana avakirina PKK’ê de ku hîn mehek derbaz nebibû, komkujiya Mereşê pêk tê ku ev yek bersivek bû ji van pêşketinan re û bi vê yekê dihat payîn çavê gelê Kurd û pêşengên wî bitirsînin.       

Besê ANUŞ û têkoşîna rizgariyê

Yek ji pêşenga jinan ku pirr zû ji bîrdoziya şoreşgerên Kurdistanê bandor bû, tevlî têkoşîna şoreşgerîdibe û damezirandina PKK’ê bi awayek dilgeşî pêşwazî dike, di heman demê de xebatên xwe hîn bi rêxistinî dimeşîne jî, Besê ANUŞ e. Ew jî wek gelek kesên din, nasîna wê bi saya şoreşgerên Kurdistanê bi rastiya gelê xwe û rastiya hebûna welatê bi navê Kurdistanê  çêdibe, ji vê rastiyê bandor dibe û cihê xwe di nav têkoşîna azadiyê de digre. Besê, di sala 1960’an de, li mezra Mistolî, gundê Esmapûru a ser bi Pazarcixê tê dinyayê. Di salên ewil ên dibistana seretayî de ku malbata wê koçê Pazarcixê dike, li wir dibistana xwe didomîne, dema ku dibistana navîn diqedîne û bi hevalê xwe yê dibistanê re dizewice. Lê belê zewaca di temenek ciwan de nikare wê wek jineke ji rêzê û di malê de heps bike. Ew nikare li hemberî tiştên ku li welatê wê diqewimin, zext û hejariya gel, wehşeta li Mereşê, provakasyonên ku hertim li Pazarcixê ji aliyê faşîstan rû dide, bêden bimîne; ew tevî hevserê xwe beştarî nav refên têkoşî

na azadiya Kurdistanê dibin. Besê, di guhêstina ramanên azadiyê û hebûna netewî a gel û bi taybetî jî jinan, di xebatên wan ên rêxistinkirinê de bi awayek çalak cih digre. Lê ev yek ewçend jî asan pêk nedihat. Wek bûka ciwan, hem ji aliyê malbata xwe û hem jî ji aliyê malbata hevserê xwe ve ji wê hêviyên cûda dihatin kirin û ev sekna wê a dijber gelek caran ew dixist nav zehmetiyan. Lê belê Besê hem wek şoreşger, hem jî wek têkoşerekê bibîryar bû ku li ser her zûr û zehmetiyê de biçe. Ev biryardarî û hewldana wê, ew gav bi gav ber bi rewşa pêşengtiyê de dibir. Di sala 1979’an de, di xebatek perwerdehiyê de şansê ku ez Besê bibînim çêbû. Li ser wê şelwar û gumlekê herêmî, bi gewda xwe a mezin dibû ku mirov wek her jinekê bidîta, lê sekna wê cihê û bibandor bû. A ku perwerde dida; ku dovre wê wek Komando Ayşe bihata nasîn û di nav koma ewil a gerîlayên jin ya derveyê welat de cih bigirta û şehîd biketa, rêheval Şemsê YILDIZ bû. Ji xîtaba wê û berhêlkirina wê a ji aliyê heval Besê de xûya bû ku a wan jinan birêxistin dike, heval Besê ye.      

Besê bera xwe dide çiyayan

Besê bi xebatên xwe bala dijmin jî dikşîne ser xwe. Cara yekê wê dixin bin çavan, di bin şikenceyên giran de derbas dibe, lê nikarin vîna wê bişkênin û neçar dimînin ku berdin. Di 12 Îlona 1980’an de, piştî ku contaya leşkerî-faşîst dest danî ser rêveberiyê, di rewşekê de ku zext, girtin û şikence zêde bibûn, gelek kes fikarên şexsî dijîn û ji têkoşînê qut dibin, lê ew ji bo ku erkên xwe ên pêşengtiyê bi cih bîne ketibû nav hewldanan de. Hevserê wê berê tevlî  nav komên xwecihî ên gerîla bibû. Ji ber ku derfetên mayînê nemabûn Besê jî bera xwe dide çiya. Ji tecrubeyên bi hêz ên gerîla bêpar bû, lê di nav wan şert û mercan de hewl dida li ser pêyan bimîne û hêviyên gel zindî bihêle. Li hawirdorê bê navber operasyonên qirkirinê pêşdixistin. Ji bo ku Newrozê pêşwazî bikin, roj dihejmart; di 17 Adara 1981’an de ew û hevalên xwe, ji bo hevdîtinekê ku li nêzî gundê Musolarê tên cem hev, bi ser wan de tê girtin. Besê dema ku bi biryardarî li berxwe dide û li hemberî dijmin disekine, guleyek bêbext lê dikeve û şehît dikeve, hevalên pêre jî dîl dikevin dest. Yek ji hevala ku dîl tê girtin jî endama Konseya Serokatiyê Elîf Ronahî ye ku îro hîna ala wê a berxwedanê hildide. Berxwedana Besê ne tenê gel û hevalên Wê, belku dijmin jî bandor kir. Şikencekarên wê ku di bin şikenceyê de nekarîn çong lê deynin jî, bi gotina “Mirina mirovek wek Besê heyf bû” didin nîşandayîn

 ka çendî ji kesayet û berxwedana wê bandor bûne.

Yekemîn henaseya ku ket ser axê

Rêheval Besê ANUŞ, di têkoşîna azadiya Kurdistan ê, di berxwedana çekdarî de yekemîn henaseya jin e ku dikeve ser axê, yekemîn gerîlaya jin e. Ew dovre dibe nîşana fîşeka ewil a gerîlayên jin ku wek aşît mezin dibe û vediguhere artêşbûna jinê. Ew, ne tenê di qonaxekê de ku wek jinekê ku li hemberî civakê disekinî û diket nav têkoşînê, ger vê yekê wek jinek zewicî be, bike  jî ku ev li gor wan şert û mercan şoreş dihat hesibandin, li hemberî leşkerên dijmin çek hildigirtin, bi berxwedan û gihiştina şehadetê jî bû pêşenga şoreşeke nû; wê qeyd û bend şikandin.

Tiştên destpêkê bi nirx in; ew rê vedikin, meşê pêkan û hêsan dikin. Besê ANUŞ, bi vekirina rêya berxwedana jinê, gerîlatiya jinê, bû sembola serî netewandin û hembêzkirina mirina di rêya azadiyê de, wê ji bo yên li pey xwe mîrateyek bi hêz hîşt. Mîrateya vê berxwedanê ji aliyê jinên Kurdistanî ve hat hembêz kirin, roj bi roj mezin û dewlemend bû. Li pey Wê, Azîme Demîrtaş, Hanim Yaverkaya, Çîçek Selcan, Rahîme Qehreman, Sultan Yavuz, Gulnaz Karataş û çendîn jinên Kurdistanî ji bo azadiyê di berxwedana çekdarî de şehîd ketin. Têkoşîna azadiya jinê, bi biryardarî di rêya ku PKK’ê vekiribû de dimeşe û bi ruhê berxwedêr ê Besê ANUŞ li çar perçeyên Kurdistanê, Rojava, Kobanê, Şengal û Efrînê destan nivîsand. Biryardariya Besê ANUŞ a ji bo welat û azadiyê jiyan kirin, ger pêwîst bike jî mirinê hembêz bike, îro veguheriye ruhê azad ê jinê ku li tevahiya Kurdistanê ber bi cîhanê belav dibe. Besê ANUŞ di rihê vê têkoşînê de hîna tê jiyan kirin.