Yekîtî dikare dagirkeriyê têk bibe 

- Newaya Jin
307 views
Dewleta Tirk ku bi dehan baragehên eskerî ku ava kirine dixwaze xwe li Başûrê Kurdistanê bi cîh bike, ji bo dagirkirina Kurdistanê planên nû xistin dewre. Bi armanca ku dagirkeriya xwe berfireh bike, 24’ê Nîsanê, bi destûra hêzên navnetewî û hêzên PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh a nû kir.

Her çend ev weke operasyoneke eskerî ya li dijî gerîlayan were nîşandan jî, plan berfirehkirina dagirkeriyê, tinekirina destketiyên gelê Kurd û qirkirin e. Encamên êrîşan yê 3 mehên dawî jî vê rastiyê eşkere dikin. Bi destpêkirina êrîşan xwezaya Kurdistanê tê tinekirin, bi sedan gund hatin valakirin. Gerîlayên YJA Star û HPG ev bi mehan e li dijî êrîşên dagirker berxwedaneke bê hempa didin û li hemberî vê metirsiya li ser hebûn û destketiyên gelê Kurd xwe kirin mertal.Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî ji bo rawestandina dagirkeriyê berpirsyarî girt ser milê xwe û di meha Gulanê de dest bi hewldanan kir. Bi vê armancê li Başûrê Kurdistanê bi partî, rêxistinên civakî, saziyên jinan, rewşenbîr, pêkhate û aliyên cuda yên civakê re hevdîtin pêk anî. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê, encamên wan, yekîtiya netewî û hewldanên ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk ji rojnameya me re nirxand. 

Armanca êrîşên dawî yên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin çi ne,
ji bo gelê Kurd mêtirsiyên wê çi ne?
Weke tê zanîn, di salên dawî de li tevahî cîhanê guhertinên mezin rû didin û navenda vê jî Rojhilata Navîn e. Her hêz li herêmê li gorî berjewendiyên xwe destwerdanekê dike. Di encama wan de em dibînin ku li her derî şer gur dibe û ev yek bi giştî li ser rewşa herêmê bandorekê mezin dike. Weke tê binavkirin, li ser erdên Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Seyemîn rû dide. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Di rewşeke weha de hêzên navnetewî li gorî plansazî û berjewendiyên xwe tevdigerin. Di heman demê de li her çar beşên Kurdistanê, li Iraq, Îran, Tirkiye û Suriyê ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin jî herkes li gorî van guhertinan tevdigere û destwerdana pêvajoyê dike. Di rewşeke weha de em dibînin ku li dijî gelê Kurd jî êrîş û plangerî hene û li her çar beşên Kurdistanê gelê Kurd ji pêvajoyeke girîng derbas dibe. Di pêvajoyeke weha de ya herî girîng ew e ku Kurd çawa tevbigerin û hebûna xwe çawa biparêzin. Em dibînin ku li hemberî destketiyên gelê Kurd metirsiyên mezin hene. Lê tevî vê yekê, eger yekîtiyek were sazkirin, derfetên mezin yên serketinê jî hene. Xetereya herî mezin ya li dijî gelê Kurd jî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst e. Dewleta Tirk dixwaze vê rewşa şer ya li herêmê û bûyerên ku rû didin, ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike weke firsendê bikarbîne. Divê mijarê de sûdê ji lewazbûna pergala dewletên cîran û yên li herêmê jî digire û planên xwe dixe dewre. Dewleta Tirk li gorî van planên xwe di 24’ê Nîsanê de bi hêzeke mezin ya hewayî û bejayî êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yê Başûrê Kurdistanê kir.  Ev ne tenê operasyoneke eskerî ya li dijî hêzên gerîla, dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê ye. Ji xwe hemû rayedarên dewleta Tirk jî di çapemeniyê de vê tînin ziman û dibêjin ew li gorî sînorên Peymana Lozanê tevnagerin û ew ê sînorê dagirkeriya xwe berfireh bikin. Erdogan jî gelek caran bi awayekî eşkere ev plana xwe ya dagirkeriyê tîne ziman û dibêje ku dixwaze sînorê Împaratoriya Osmanî Mîsak-i Millî nûjen bike. Lê tê zanîn ku di nav sînorê Osmaniyan de parêzgeha Musul jî hebû û ev der jî herêmên Bakûrê Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne ku bajarê Kerkûk jî digire nav xwe. Diyar e ku ev ne tene xewn û bendewarî ne û em dibînin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze weke stratejiyeke dagirkeriyê vê gav bi gav pêk bîne. Erdogan her firsendê bikartîne û bi piştgiriya hêzên navnetewî dagirkeriya xwe ya li ser axa Kurdistanê berfireh dike. Êrîşa dewleta Tirk ya di 24’ê Nîsanê de jî bi vê armancê pêk hat. Di rojekê weha de ku weke dîroka komkujiya li ser Ermeniyan tê zanîn, destpêkirina van êrîşan, li dijî gelê Kurd û pêkhatiyên ku bi me re dijîn gef û peyameke dagirkerî û qirkirinê bû. 

Piştî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk dest pê kirin, weke KNK’ê we li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir. Armanca van hevdîtinan çi bû?
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê piştî ev êrîş dest pê kirin, ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî lezgîn dest bi hewldanan kir. Gerîlayên YJA Star û HPG jî bi awayekî xurt bersîv dan van êrîşan. Ev helwesta gerîla ji aliyê gel û aliyên cuda yên civakê ve weke berxwedaneke bi rûmet a li dijî dagirkeriyê hate binavkirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê weke gava yekem 15’ê Gulanê li dijî van êrîşên dagirker li ser tora civakî civînek lidarxist. Ji partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr û kesayetên cuda gelek kes tevlî vê civînê bûn û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşan dan. Di dawiya civînê de jî encamname hate weşandin. Yek ji biryarên civînê ew bû ku bi yekrêziya hêzên siyasî û civakî weke berpirsyariyeke neteweyî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were sekinandin û xwedî li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê were derketin. Piştî vê civînê biryar hat girtin ku ji KNK şandeyek were çêkirin û li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên rû bi rû pêk werin. Armanca me ew bû ku em vê rewşa xeter ya li dijî tevahî Kurdistanê rawestînin û li hemberî dagirkeriyê pêngavekê bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê di 20’ê Gulanê de ji Brukselê weke şandeyekê em hatin Başûrê Kurdistanê. Tevî nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêr û Silêmanî şandeyek hate çêkirin. Me di asta Başûrê Kurdistanê de bi hemû partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl, kesayet û rewşenbîran re hevdîtin pêk anîn. Nêzî 2 mehan xebatekî berfireh hate meşandin. Di nav van hevdîtinan de jinên siyasetmedar, endamên rêxistinên hawîrdorê, rojnamevan, nivîskar, hunermend jî hebûn. Ev hevdîtin ji bilî Hewlêr û Silêmanî, li gelek bajar û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê jî pêk hatin. 

Encamên van hevdîtinan çawa bûn? Derdorên ku we bi wan re hevdîtin pêk anî, derbarê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de çi helwest nîşan dan?
Di van hevdîtinan de derket holê ku herkes dizane û xwedî heman nêrînê ye ku bi van êrîşan armanca dewleta Tirk dagirkerî, qirkirina gelê Kurd û pekhateyên din yên li herêmê ye. Dewleta Tirk bi van êrîşên dagirkeriyê dixwaze destketiyên gelê Kurd û statuya Başûrê Kurdistanê tine bike. Ji ber vê yekê her aliyên ku em bi wan re rûniştin, teqez kirin ku çi xebatên KNK yên ji bo yekîtiya netewî û pêşîgirtina vê dagirkeriyê hebe, ew amade ne ku berpirsyariyê rakin û di van xebatan de cîh bigirin. Di van hevdîtinan de em bi nûnerên pêkhateyên weke Asurî, Kildanî, Feylî, Kakeyî re jî rûniştin. Ew jî bi heman rengî di ferqa metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk de ne û ji bo vê yekê bi tirs û fikar in. Nûnerên van pêkhateyan jî destnîşan kirin ku piştî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk li herêmê bi dehan gundên wan hatine valakirin û di dewsa wan de qeraqolên dewleta Tirk û rêyên eskerî tên avakirin. Nûnerên pêkhateyan jî li dijî dagirkeriyê nerazîbûneke tund nîşan dan. 

Salên borî gelek caran mijarên sazkirina kongreya netewî û yekîtiya netewî ya gelê Kurd hate rojevê, lê îro bingeh û derfetên ji bo vê çiqas hene? Ji bo êrîşên li dijî Kurdistanê îro giringiya vê çi ye?
Weke KNK’ê ev demeke dirêj e ji bo yekîtiya neteweyî kar û xebateke berfireh tê meşandin. Lê rewşa ku em îro tê de ne taybet e, xwedî xetereyên mezin e û naşibe pêvajoyên din. Encex bi yekîtî û piştgiriya gelê Kurd em dikarin van êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya heyî rawestînin. Divê hemû partî, hêz, rêxistin, pêkhate ango hemû aliyên civakê bikeve nav tevgerê û di vê yekîtiyê de cîh bigire ku em karibin pêşî li van planên dagirker bigirin. Rast e, mixabin di navbera partiyên siyasî yên Kurd de nakokî hene, lê divê îro hemû nakokiyên heyî bidin aliyekî û ji bo parastina Kurdistanê, ji bo xwedî derketina vê berxwedanê, pêwîst e li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û yekîtiya xwe saz bikin. Li hemberî dagirkeriyê divê hemû nakokiyan bidin aliyekî. Ji ber dewleta Tirk ji van nakokiyan û bêdengiyê sûd werdigire. Ev rastiyek e ku bi qasî asta berfirehbûna êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, helwesteke dijber derneket holê û kêm e. Hin alî li dijî êrîşan helwestên zelal jî nîşan dan, lê weke KNK’ê me dît ku ev têrî nake. Pêwîstî bi yekîtî, piştgirî û helwesteke xurt a giştî heye. Weke gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê divê li dijî vê dagirkeriyê stratejî, plansazî û hewldaneke me ya hevbeş hebe ku em karibin vê dagirkeriyê bisekînin, vê pêvajoyê bi serketinê bi encam bikin. Bê guman, bêdengiya di nav aliyên siyasî de bandorê li ser civakê jî dike. Lê dîsa jî gel li dijî dagirkeriyê derket û nerazîbûnên xwe anî ziman. Xwepêşandanên berfireh hebûn û tevî vê yekê rewşenbîr, hunermend û kesayetên cuda jî helwestên xwe nîşan dan û anîn ziman ku berxwedana li dijî dagirkeriyê berxwedaneke neteweyî û parastina destketiyên giştî yên gelê Kurd e. Ji aliyê din ve ev jî rastiyek e ku dewleta Tirk li her derî dijminatiya gelê Kurd dike. Van êrîşên dagirkeriyê weke êrîşeke li dijî gerîlayan bi nav dike, lê ev ne rast e. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd bi giştî ye, dijminekî sereke ye. Ji xwe em tenê li 100 salên dawî binêrin jî dibînin ku bi her rêbazên îmha û înkarê êrîşî hebûna gelê Kurd dike û li dijî hemû berjewendiyên Kurdan e. Ji bo Kurdan çi destketî û başî an firsenda serketinê hebe, weke xetereyek li dijî xwe dibîne û hedef digire. Lewma divê ev rastiya dewleta Tirk ji aliyê hemû gelê Kurd ve were dîtin û li hemberî vê helwest were nîşandan. Ji ber vê yekê li her aliyên Kurdistanê û li derveyî welat divê Kurd li dijî van êrîşan erk û berpirsyarî hilgirin. Bi taybet jî ji ber dewleta Tirk niha jî dixwaze axa Başûrê Kurdistanê dagir bike, divê herî zêde jî gelê me yê li vir helwesteke xurt nîşan bide. Divê ev plana dewleta Tirk têk bibin. Bi vê yekê em dikarin serketinê bi dest bixin û xwe ji vê xetereya li dijî hebûna me biparêzin. Ev wê ne tenê serketinek ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn be. 

Di mijara yekîtiya netewî de ji bo jinan plansaziyek we ya taybet heye? Di vê çarçoveyê de ji bo lidarxistina sêyemîn konferansa netewî ya jinan ti amadekarî hene?

Berî niha li Amed û Hewlêrê konferansên neteweyî ya jinan pêk hatin. Ji bo lidarxistina konferansa sêyemîn jî komîteya amadekariyê heye. Lê ji ber sedemên cur be cur ev konferans heta niha nehate lidarxistin. Weke Komîsyona Jinan a KNK’ê li ser asta Başûrê Kurdistanê kar û xebateke berfireh tê meşandin. Bi rêxistinên civaka sivîl, saziyên jinan û rewşenbîrên jin re li ser asta Başûrê Kurdistanê, hevdîtin pêk hatin. Mijara herî serekê ku di hevdîtinan de li ser hate sekinandin, mijara piştgiriya jinan bû. Lewma komîsyona jinan a KNK’ê girîngî dît ku ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê civînek were sazkirin. Lewma biryar hat girtin ku di 26’ê meha Tirmehê de li bajarê Hewlêrê şewreke jinan were lidarxistin. Di vê civînê de du mijarên sereke werin nîqaşkirin. Ya yekemîn, rola jinê ya di siyasetê de û ya duyemîn jî yekîtiya netewî ya jinên Kurd û yekrêziya jinên Kurd e. Komîsyona Jinan a KNK’ê û Koma Aşitî ya Jinan ku li Başûrê Kurdistanê rêxistineke jinan e û ji jinên di nav partiyên siyasî de berpirsyarî hildigirin pêk tê, wê bi awayekî hevbeş vê şewrê lidarbixin. Di rûniştinan de tevî rola jin a di siyasetê de, wê astengiyên ku rû didin û rêbazên çareseriyê jî werin nîqaşkirin. Her weha dema mijara yekrêziya jinan were guftugokirin, wê li ser astengiyên li pêşiya vê û rêya çareseriya jî were rawestin. Jinên siyasetmedar, rewşenbîr, kesayetên navdar yên di nav civakê de jî beşdarî civînê bibin. Di vê civînê de yek ji bendewariya me jî ew e ku ji bo lidarxistina 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd û bang were kirin û di demeke zû de pêk were. Ji ber ku daxwaza herkesî ew e ku ev konferans were lidarxistin. Ji ber di vê pêvajoya ku em tê de ne, jin dikarin ji bo xebatên yekîtiya netewî pêşengiyê bikin. Çawa ku jinên Kurd ji bo şoreşê û guhertina civakê pêşengî kirine dikarin di vê mijarê de jî rol bilîzin. Ji bo vê ya herî berbiçav Rojavayê Kurdistanê ye ku jin li vê derê bi pêşengiya xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûne mînak. Bê guman, jinên Kurd ku ev serketin bi dest xistine dikarin ji bo yekîtiya netewî jî pêşengiyê bikin. 

Hevpeyvîna bi Hevseroka KNK Zeyneb MÛRAD