Zanyara Jin ya Vîrûsa Korona keşf kir: Jûne Almeîda

- Newaya Jin
308 views
Di vê demê de li hemû cîhanê Vîrûsa Korona hîna di rojevê de ye. Lê jineke ku zêde li ser nîqaş nehatiye kirin heye. Ew jî Jûne Almeîda ye. Vê zanyara jin cara yekemîn Vîrûsa Korona keşf kiriye. Bi vê bonê awirekî li cihê jinan a di qada zanyariyê de vedan, ji bo agahiyên mirov ên li ser vê qadê wê têkariyê bike.

Piştî Covîd-19 derket lêkolînên Almeîda yên di vî warî de careke din hatin rojevê. BBC ew weke ‘Jina cara yekemîn vîrûsa Korona keşf kir’ pênase kir. Her wiha tê gotin ku Çînê jî rê û rêbazên Almeîda bikaraniye û bi vî awayî zû karîbûye xwe bigihîne pênaseya vîrûsê.

Jûne Almedîa ya Bijîşkek zanyar e, vîrologek Îskoç e. Tevî ku di perwerdeyek hindik a fermî re derbas bûye jî di warê naskirina vîrûsê, pênasekirin û teşhîsa wê de rolek pêşeng leystiye. Hîna di sala 1964’an de li laboratûvara nexweşxaneya St. Thomas vîrûsê keşf dike. Ev vîrûsa niha ya ku wekû hemû cîhan dîl girtibe, corekî din ê vîrûsa Almeîda keşf kiriye. Ji dema ku cara yekemîn dîmenê vîrûsê girtiye û heta niha di vê qadê de weke pêşengekê tê dîtin û di roja îro de jî bale dîkşîne ser xwe û dibe mijara lêkolînan.

Li Enstîtûya Qanserê ya Ontarîo kete kar

Jûne Almeîda di 5’ê Cotmeha sala 1930’an de li bajarê Glasgow ê Îskoçyayê tê dinê. Berî bizewice navê wê Jûne Hart e. Bavê wê şofêrê otobusê bûye. Jûne derfeta perwerdeyeke berfireh nabîne. Hîna di 16 saliya xwe de dest ji dibistanê berdide û li bêşa Hîstopatolojî ya Revîra Qiralyeta Glasgow di sala 1947’an de dest bi kar dike. Weke teknîsyena laboratuvarê demekê karê dike, paşê li nexweşxaneya St.Bartholomew ya li Londrayê di heman beşê de karê xwe didomîne. Di 11’ê Kanûna sala 1954’an de bi şêwekar Enfîgues Rosalîo Almeîda re dizewice. Paşê zarokek wê ya bi nave Joyce tê dinê. Piştî dizewice ew û hevjînê xwe ji Qeneda mafê penaberiyê dixwazin. Jûne li bajarê Toronto yê Qeneda vê care li Enstîtûya Qanserê ya Ontarîo weke teknîsyena mîkroskopa elektron dest bi kar dike. Bikaranîna vê mîkroskobê dike ku derbarê vîrûsan de agahiyên berfirehtir bi dest bixe. Pêşengtiya xebatek ku bi rêya antîkoran bikaribin bi awayekî komî dîmenê vîrûsan bigrin dike.

Vîrûsa Hepatît B bikitekit pênase dike

Li ser Hepatît B û vîrûsa Xirîbê jî xebatan dimeşîne. Vîrûsên Hepatît B bi awayekî bikitekit pênase dike. Ev jî ji bo pêşxistina derziya Hepatîtê bingehekê ava dike. Li cihê lêbû zêde girîngî nedidan perwerdeya akademîk û formalîteyan. Lewra Jûne di demeke kin de bi behredarî û coşa xwe ya xebatê balê dikşîne ser xwe. Êdî di serî de xebatên wê yên derbarê vîrûsa de di gelek weşanên zanyarî de tên belavkirin. Di sala 1964’an de serokê dibistana Tibê ya Nexweşxaneya St.Thomas ya li Londrayê A.P.Waterson serdana Torontoyê dike û bi xebat û lêkolînên Jûne gelekî bi bandor dibe. Ji wê dixwaze ku pê re vegere Îngîltere û xebatên xwe li wê derê bi hev re bidomînin.

 

Şêwazê dîmen girtina vîrûsan

Almeîda piştî vedigere Îngîltere mohra xwe li serkeftinek din dixe. Bi rêya mîkroskopa îmmûn elektron cara yekemîn dîmenê vîrûsa Mîrkutokan digre. Ev vîrûs bi qasî 25 salan berî were keşfkirin, weke seqetiyek ji dayikbûnê tê dihate pênasekirin. Şêwazê wê yê dîmen girtina vîrûsan, ji bo girtina dîmenên vîrûsên din û vekolîna wan jî hate bikaranîn.

Paşê tevî bijîşkê bi nave Davîd Tyrell ku Midûrê koma lêkolînên giştî yên li ser Xirîbê bû, li ser vîrûsên rê li ber nexweşiyên zekemê vedike xebat kirin. Wan herdûyan ji bo corekî nû yê vîrûsa korona pênase bikin xebitîn. Bi şêwaza Almeîda wêneyê vîrûsa korona tê girtin û ev wêne di sala 1967an de di Kovara Vîrolojî ya giştî de tê weşandin. Lê pêşî tê gotin ku ev wêne, wêneyê vîrûsa Xirîbê ya ku baş nehatiye kişandin e. Lewra qada zanyariyê zêde cih neda vê keşfê. Lê Almeîda paşve gav neavêje û li ser vê vîrûsa nû xebatên xwe didomîne. Ji ber şêweyên li ser vîrûsê dişibin tacê, ji gotina tac (crown) a îngîlîzî îlham digrin û paşê navê vê vîrûsa nû dikin korona vîrûs. 

Ûnvana bijîşka Zanyar wergirt

Jûne Almeîda piştî sê salan vê care bi Waterson re diçe dibistana Tibê ya hîndekariya raserî lîsansê ya Londrayê. Ev salana ji bo pîşeya wê dibe destpêka salên berhemdar. Ji ber têkariya wê ya gelek gotarên bi quwalîte ûnvana bijîşka zanyar werdigre. Heta koça dawî dike jî di gotarên kovaran ên derbarê vîrûsan û di beşên pirtûkan ên têkildarî heman mijarê de wêneyên wê yên bi mîkroskoba elektron kişandine tên bikaranîn. Bijîşka Zanyar Almeîda gelek kesan derbarê şêwazên vîrologiyê de perwerde dike. Bi vî awayî di encam girtina xebatên têkildarî vîrûsan de rol dileyze. Dema li dibistana Tibê ya hîndekariya raserî lîsansê ya Londrayê ye Ermeniyê Emerîkî Albert Zaven Kapîkîan jî li ser teknîkên mîkroskoba elektron a îmmûn perwerde dike. Paşê Kapîkîan vîrûsa Rota ya di zarokan de rê li ber zikçûna dijwar vedike keşf kir û lîsansa wê werdigre. Di sala 1970’yan de Kapîkîan 6 mehên xwe li Îngîltere derbas dike û li ser daxwaza karmendê xwe li ser teknîkên Almeîda lêkolînê dike. Paşê Kapîkîan ev şêwaz ji bo pênasekirina enfeksiyona roviyan a bingehê xwe ji bakteriyan nagre jî bikartîne.

 

Pirtûka ‘bi lez nasana viral a laboratuvarê’ weşand

Jûne Almeîda xebatên xwe yên nasîna vîrûsan û li hemberî wan pêşxistina derziyan di sala 1985’an de li Laboratuvara lêkolînê ya Wellcomê bi dawî dike. Dema li vir kar dikir, nave wê di hin patentên qada dîmen girtina vîrûsan de cih digre. Piştî ji Wellcomê vetiqete û berê xwe dide qadeke gelekî cewaz. Perwerdeya derbarê Yoga de werdigre û weke mamosteyek Yoga kar dike, gelek kesan li Bexhîll fêrî yogayê dike. Di heman demê de di ware restorasyona seramîkan de jî dibe pispor. Tevî hevjînê xwe yê duyemîn bi kirîn û firotina antîkayan re mijûl dibe. Lê ji mîkroskoba elektrona bi temamî qût nabe. Wekû şêwirmend careke din vedigere nexweşxaneya St. Thomas. Ji bo kişandina dîmenê vîrûsa HÎV dibe alîkar û rola şêwirmendiyê dide ser milê xwe.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê di sala 1979‘an de pirtûka ‘bi lez nasana (teşhîsa) viral a laboratuvarê’ diweşîne. Jûne Almeîda di 1’ê Kanûna sala 2007’an de li Bexhîll’ê di encama krîza dil de koça dawî kir.