Zarîfe Xanim: Sembola berxwedana jina Kurd

- Berjin TEKOŞER
467 views

Di tevahiya dîroka Kurd de, rexmê pergala baviksalar û qeyd û bendên civakî, jina Kurd çi di qada siyasî û civakî de û çi jî di qada leşkerî debe kariye bi awayek çalak beştarbûna xwe bide çêkirin, bi rolek diyarker derkeve pêş. Jinên Kurd, bi beştarbûna ji van qadan re jî sînordar nemane û di asta birêvebirinê de jî cihê xwe di van qadan de girtine.  Di vê wateyê de mirov dikare behsa navên bêhejmar ên qehremanên bê nav bike ku di çax û demên cihê de tevlî şeran bûne, fermandarî kirine û birêve birine, bike.   

Rûyê rastîn yê dewletê dinasî

Zarîfe Xanim (ger baş neyê zanîn jî) di sala 1882’an, li gundê Azger tê dinyayê. Wê demê ku eşîra Koçgirî wek koçer dijîn, dest ji xwedîkirina heywanan ber didin û derbasî jiyana dêman dibin. Zarîfe ji zarokên malbatên cihê derfeta perwerde dîtinê bidest dixe. Fêrî xwendin û nivîsînê dibe. Ew mirova Elîşêr e û bi hev re dizewicin.

Zarîfe Xanim wek berxwedêra du komkujiyên mezin, tevî hevserê xwe Elîşêr, bi bîr, wêrekî û vînek ji pola beştariya xwe bide çêkirin. Ew ê bi hişmendî, hêza mêjî û qabiliyeta xwe a şer, beştar biba.    

Piştî ku serhildana 1921’an ya Koçgiriyê ku Zarîfe tevî hevserê xwe beştar bibû, tê şikandin şûnde, Elîşêr di civatek ku ji aliyê nûnerê Dersim ê, Hesen Bey ve tê lidarxistin mafê axaftinê digre û dibêje; “Bi mîratên Îtîhad û Terakî re mirov nikare bikeve nav heman telîsî de. Tirsim dawiya Xeyrî Efendî piştî evqas kar û barên ji bo Komarê, ji serhildêrek wek min ne cihê be. Ji bo wan Kurdê herê baş, Kurdê mirî ye!”

Li ser vê Zarîfe dizivire Elîşêr û jê re dibêje; “Hevalê min, a ku tê fêm kirin, her yeke ji me rastiyên xwe hene. A diyare wê her kes di rêya xwe de here. Hêviya min ew e ku di demên pêş de cihê ku em ê hev bibînin silametiya Dersimê be. Em di rêya xwe de bimeşin. Ligor min wê encamek ji dawiya van nîqaşan de dernekeve. Pêşeroj dê bibe aktorek sereke a destpêk ê. Hîn gelek rêya ku em tê de bimeşin heye, rabe em herin.”  (M. Bayrak)

Zarîfe û Elîşêr di serhildana Koçgiriyê de ku bi xwînê hate tepisandin, wê ezmûnên girîng bidest bixistana û derbasî Dersimê bibana. Wan rûyê rastîn yê dewletê nas kiribû û baş dîtibûn ku dewlet dikare çi bike.

Pêşenga serhildana 1921’an

Dewletê derveyê Zarîfe û Elîşer hemû kesên beştarî serhildanê bibûn, dibexşîne; ku ev jî polîtîkayek taybet a dewletê bû.

Zarîfe ku jinek têgihiştî û perwedekirî bû, di heman demê de propagandekarek jêhatî bû. Zarîfe Xanim ku gelê herêmê û eşîret baş nas dikir, dem bi dem ji bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera eşîran de dadgehên gel ava dike û ji bo di navbera aliyan de aştiyê pêk bîne, têkoşîn dide meşandin.

Ji gelê herêmê re dida diyar kirin ku ger dewlet bikeve Dersimê wê her tiştekê bikin, ji bo wê jî hişt ku ew bi hev re bimînin. Her wiha tê gotin ku bi salan gelek jinan perwerde dike û li çiyayan mil bi milê hev beştarî şeran dibûn.

Serheng Nazmî Sevgen; ku bi xwe beştarî qirkirina Dersimê bibû, hîn di sala 1950’an de ji bo Zarîfe Xanimê wê wiha bigota: “Hevjîna Elîşêr Zarîfe jî jineke şayeste û hêja ye. Di têkoşîna Elîşêr de bandora hevjîna wê zêde ye. Wê bi çeka xwe hertim ji hevserê xwe re hevaltî bikira, di dawiyê de jî, wê bi hevserê xwe re xwediyê heman çarenûsê baya, lê di wê kêliyê de jî, ew ê kesek bi navê Vankli Efendî bikuşta.” (M. Bayrak)

Peyv nikarin wê pênase bikin

Ger li ser serhildana Koçgirî û Dersim ê, nemaze Elîşêr pir tişt hatibin gotin û nivîsîn jî li ser Zarîfe Xanimê pir kêm agahî hene. Behsa şerkerî, wêrekî û bandora wê a li ser Elîşêr tê kirin, her wiha êşare bi vê yekê tê kirin ku heya Elîşêr nêrînên Zarîfe ên di derbarê siyaset û şerde pirs nekira, dest bi kar nedikir. Gelek caran jî qala bedewiya wê tê kirin… Lê çima di derbarê wê de evçend kêm agahî hene? Çima qala birêvebirin an jî bandora wê a di kar û barên şer de nayê kirin; ger bê kirin jî pir bi sînor e û ew jî wek gelek jinên din dibin siya nêrînên giştî de dimîne? Zarîfe Xanim tenê wek hevkar û hevrêyek ku li her derê bi Elîşêr reye nirxandin wê kêm û nebes be. Ew ji van gotinan zêdetir e. Ji bo wê jî tu peyv vê têra pênase kirina wê nekin.

Qasî em ji agahiyên heyî pê derdixînin, Zarîfe jinek agah, têgihiştî û xwedî bîrewerî bûye û di serhildanê de biqasî şerkeriya xwe derketî pêş, ji hêla siyaset û taktîk de jî kêrhatî bûye. Di tevahiya pêvajoya serhildanê de Zarîfe tevî Elîşêr tevdigere, tevî civînan dibe, rewşê dinirxîne û bi nêrînên xwe, beştarbûna xwe dide çêkirin û bandor dike. Gel birêxistin dike, ji bo şer  wan ji her hêlê de amade û perwerde dike. Her wiha tevî hevalê xwe, çek li ser milan tevî şeran dibe.

Siyasetvan, cengawer û dadrês bû

Jixwe li herêmê herkes Zarîfe bi lehengiya wê nas dike, behsa wêrekiya wê dikin. Ev jî rastiya jina Kurd a ku bi raman, nasname û zayenda xwe kariye hebûna xwe pêk bîne, pir baş rawe dike.   

Nurî Dersimî wê wiha behsa Zarîfe bike: “Zarîfe jî wek hevserê xwe girêdayî doza neteweyî a Kurd bû, wê di jiyana xwe de rasterast daye îspatkirin ku jineke bêhempa a Kurd e û li pey heman armancên mezin e. Zarife di nav jinên Kurd de, ji bo hişyariya neteweyî bû propagandakarek yekta û di nav bizava netewî ya Elîşêr de bûye milê wî yê rastê û hevalê wî yê xebat ê. Zarîfe hertim bi gotina heval xîtabî Elîşêr dikir.

Zarîfe bejin bilind, girs û di her mijarê de xwedî fîzyonomiyek Kurd bû, di wechê wê de wêrekî û egîdî dihat xwendin, jineke Kurd a bêhempa bû. Her sal diçû Dersim ê, di mijara armanca neteweyî de diaxivî û nakokiyên di navbera eşîran de wek dadrêseke cidî digirt dest û çareser dikir.”(M. Bayrak)

Heta ligor vegotina Nurî Dersimî, tê fêmkirin ku Elîşer ji her hêlê de bi Zarîfe bawer û piştrast bûye, girîngiyek mezin bi nêrînên wê daye. Ev jî bandora wê a li ser Elîşêr û xebata bizava netewî bi awayek herî zelal radixe ber çav an. 

Îxanet!

Şerê Dersimê dijwar û çember her ku diçû teng dibû. Serheng Nazmî Sevgen hîn ji dema Koçgiriyê li pey wan bû. Jixwe dewletê navê Zarîfe û Elîşêr ji mêj de xistibû nav lîsta mirin ê. Hatibû gotin ku; “Yên aramiyê xeradikin ev kesane ne. Ger hûn radest bikin, hem hûnê bên xelatkirin û hem jî wê aramî pêk bê.” Reyber Qopoyê biraziyê Seyît Riza ku beriya wê jî bi pere û gelek wadên cuda hatibû xapandin û bibû cahş, sîxur, ji aliyê dewletê ve hatibû erkdar kirin.

“Reyber Qopo ji aliyê rayederên Tirk hatibû kirîn. Hertim agahiyan kom dike û ji bo dewleta Tirk li pey avakirina Kurdê cahş û noker bû. Zeynel Top ku kurê Elî Axa bû û di bin çavdêriya Seyîd Riza de mezin bibû jî dixapîne û bikar tîne. Reyber ji Zeynel re radigihîne; ‘Dewlet li pey Elîşêr e. Ger em wî ji holê rabikin, em ê gelek pere, mal û milk bidest bixin, hem wê rewşa Dersimê baş bibe.’ Û bi van gotinan wî qanî dike. Armanca Reyber kuştina Zarîfe û Elîşer bi destê Zeynel bû.”(M. Yurek)

Bi vî rengî wê Zeynel qanî bikin û ber bi şikefta Palaxinê ve bikevin rê. Ew nêzîkê şikeftê dibin; jixwe Zarîfe zû bi hatina wan dihese. “Zarîfe ji hatina wan guman dike û Elîşêr hişyar dike û jê re dibêje; ‘Ev hatin ne ji xêrê ye, em tedbîrên xwe bigrin.’ Lê Elîşêr; ‘Mêzîne hevalê, li pêşiya wan kirîvê me Zeynel heye. Tu ji pesenda me çawa tiştên wiha hêvî dikî.’ Bi vê gotinê re, bi hevre ji bo pêşwaziya mêvanên xwe derdikevin ber şikeft ê… (M. Yurek)

Derba ku dîrokê neda ji bîr kirin

Zarîfe û Elîşêr ji aliyê cehşên dewletê Reyber û Zeynel ve ketibûn kemîn ê. Di kêliya ku Zarîfe û Elîşêr ber bi wan ve diçûn, ew ê dest biavêtina çekên xwe û bera guleyên xwe bidana ser wan… Guleya destpêkê wê li Elîşêr biketa. Lê belê Zarîfe firsendê nade wan û bi tevgerek sivik dest tavêje çeka xwe û bi wan re dikeve nav şer. Pevketin dijwar dibe, Zarîfe rê nade wan û bi tena serê xwe şer dike.

“Zeynel ber bi şikeftê ve diçe, dikeve hundir. Li biraziyê Elîşêr û Zarîfe ku li erdî bi Misto re bi hev ketine, dixe.” (M. Yurek)

Cehş û nokerên dewletê bi awayek wehşî nêz dibin û serê Zarîfe û Elîşêr jêdikin. Tevahiya şikeftê ser û binî dikin. Dest dideynin ser hemû tiştên binirx, belge, pirtûk û lênûs an. Her wiha ew ê serê jêkirî yê Zarîfe û Elîşêr ku hatibûn qetilkirin radestê fermandarê herêmê Alp Dogan Paşa bikin.

Zarîfe bi ziman, reng û wêrekiya jinê beştarî vê têkoşînê dibe. Dil û mêjiyê xwe di vê oxirê de dibexşîne. Ji bo wê jî di her qonax û her wiha di birêveçûna vê têkoşînê de xwedî gotin, çalakî û bandor bûye.