Zarok…

- Gulan AVRÊL
256 görüntüleme

MANSETRojekê ji wan rojên xweş yê havînê bû, gava em berbi bayê havînê û li hember bêhna xwezayê li ser şiveriyê dimeşiyan ji nişka ve qîje wîja zarokan hate guhê me. Bi dengê zarokan re hema bê hemdê min, çavên min berbi wan qîje wîjan ve çû. Min ji xwe re got; “serî van çiyan de, nava şer de ev çi dengê zarokane? Kêliya ku ez di hundirê xwe de, bi xwe re diketim axaftinê, cardin dengê wan hat! Lêbelê dengê wan di wan newalan de ewqasî xweş deng vedida ku dilê mirovan dilerizand. Rêheval Sara gava dît ku ez berbi dengê zarokan ve çûme, li min meyzand û got; “raste raste, deng jî  zarok jî rastin.” Wê demê min ji xwe re got; ev deng gazî me dike, em biçin yekser xwediyê van dengan ji nêzde bibînin. Erê, ew dengên zîl û zelal me berbi xwe ve biribû. Beriya ku ez ji were qala wan zarokan bikim ez dixwazim vegotina peyva zarok bikim.

Zayîna rojê

Peyva zarok ji zayîna rojê tê. Ango Za-zayîn, rok- roj, ew dem zarok tê wateya zayîna rojê. Çiqasî xweş hatiye bi wate kirin. Gelo ji vê watedayînê xweştir tiştek dibe. Ji xwe ev peyv jî ji Hûrî tê. Di heman demê de tê wateya zelalbûyîn, pak bûyînê jî. Ya rast ma ne wisa ye, ka mirov cîhanek ji çav, dil, ruh û dilê zarokan bifikre. Gelo wê ew cîhan çawa be, gava mirov xeyal dike jî di hestên mirovan de aheng û coşek cûda derdikeve. Çavê mirovan de cîhanek kesk, asîmanek şîn, deryayek bê sînor û xweşî zindî dibe.

Belê gava me bera xwe da wan zomên ku hatine serê wan çiyayan, hêja dengê wan zarokan di wan newalan de deng vedida. Me jî lingê xwe sivik dikir, da ku zû xwe bigihînin gel wan. Bêguman westandina ser me hebû, lê dengê wan zarokan ew westandina me bi xwe re di nava wan newalan de ber bi ew ava diherikî ve dibir. Çiqasî em nêzî zoman di bûn, dengê zarokan jî zêdetir nêzî me dibû. Dengek gelek cûda bû a ku xwe li wan çiyayan dabû. Gelo nava wan reşmalan de çi hebû, çi rastî xwe nava wan reşmalan de veşartiye û ketiye nava wan navberên reşmalê de. Mirovên vir canê xwe dixin nava kefa destê xwe û tevahî xeteriyan datînin ber çavê xwe û tên serê van çiyayan. Ma ne ji xwe ev der cih û warê wanin, ne çûne ser cihekê din ji xwe re war ava nekirine. Belê nava wan reşmalan de rastiyên gelek bi êş xwe nuximandine.

Dilên tije binirx û hêja

IMG_2809Me xwe gihandibû gel wan reşmalan. Çawa me ew dîtin, yekser berbi me ve hatin, çawa ku em kêfxweş bibûn bi dîtina wan, ew jî bi dîtina me kêfxweş bibûn. Çawa ku zarokan em dîtin yek ser bê deng bûn û li derdora dayîka xwe kombûn. Bi wan çavên tijî meraq li me dimeyzandin. Çawa ku me ew meraq dikirin, wan jî em meraq dikirin. Çavê wan de pirs û meraq kon vedabû. Ya rast qandî pirs û meraqa ku di çavên wan de diha xûya, di hundirê min de jî ewqasî meraq û pirs hebûn. Belê, ka em jî derbasê ew reşmalên ku nava xwe de gelek rastî, serpêhatî, xweşî, êşan dinixumîne bibin. Her çiqasî zarok şaşmayî li me dimeyzandin, lê dayîk û babê wan bi dîtina me kêfxweş bibûn. Bêguman di Kurdan de mêvan perwertî, rêzdayîna mêvanên xwe, çandek gelek qedîm û bi nirxe. Gava mêvanên wan tên hema bêje ji bo dilxweşiya wan mêvanan her tişt dikin, hem di hêla manewî de hem jî di hêla madî de a ku di keve ser milê wan dikin û di vê mijarê de qisûr nakin. Belê ev nêzîkatiya ku wan li hember me raber kir, mêvan perwertiya wan em matmayî hiştin. Ya rast mirovên gelek dilşad, xwîngerm û bi coş bûn. Min wê demê fêm kir ku nava wan reşmalan de dilên gelek dewlemend, tijî binirx û hêja hene. Ango her tişt weke tê dîtin nîne.

Jiyanên bi zehmet

Bêguman tiştên ku me meraq dikirin yek û yek me ji wan pirskir û wan jî pirsên xwe ji me kirin. Lêbelê meraq û pirsên me, ji pirsên wan zêdetir bûn. Bi gotina wan her sal ew tên ser axa xwe û bi vî awayî berdewam dikin; “em naxwazin ji axa xwe qut bibin, zor û zehmetiyên jiyana me gelek in, ji xwe pergala heyî a Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên heyî çareser nake, zêdetir kûr dike. Rexmê ku welatê me ewqasî dewlemend e, lê xelkê wê bi xwe jî gelek feqîre. Ango her kes li ser welatê me û gelê Kurd dewlemend dibe, lê gelê Kurd bi xwe jî di nav xêzaniyê de jiyana xwe dibohirîne.”

Zaroka bi navê Medya çawa ku bi hatina me dihese hema yekser direve cilê xwe yê nû dixe destê xwe û ji dayîka xwe re dibêje dayê cilê min yê nû li ser min ke. Ew nêzîkatiya wê zarokê gelek bala min kêşandibû. Dayîka wan ya bi navê Sorê ji xwe jinek gelek ciwan û bedew bû. Jinek gelek bedew û rûbiken, di temenek biçûk de zewicandibûn. Gava me xwest em bikevin nava dilê Sorê weke ku ji me re bibêje ne hûn pirs bikin, ne jî ez neçar bimînim ku pirsên we bibersivînim, li me dinêra. Ji ber ku wê dizanî her pirsek wê bersivên din, pirsên din bi xwe re bîne. Min ji Sorê pirs kir ka ev zarok çawa dikarin li van deran bin, di nav wan êrişan de bijîn.

Reşmal û serpêhatiya Sorê

IMG_2826Bi gotina min re kenekê hevrêşimî li ser rûyê Sorê xwe dide der û bi vî awayî jî pirsa min bersivand û got; “min zarokên xwe di nava van êriş û zehmetiyan de mezin kirin, gelek caran jî gava êriş pêkdihatin hema min yekser zaroka xwe dixist hemêza xwe û em berbi cihên ewle ve direvîn. Ango zarokên min bi vî awayî mezin bûn. Li ser van axan zarok bi êş û kederan mezin  dibin, ji bo wê jî her çend temenê wan biçûk be jî jiyana wan giran û bi zehmet e. A rast êşên jiyanê bareke girane li ser cendekê wan yê biçûk. Bi gotina wê ya ewle re min xwe ne girt û jê pirs kir; ‘ma li van deran cihê ewle hene?’ Sorê nava çavên min meyzand û got; “tu rast dibêjî tu derekê ku mirov bi ewle jiyan bike nîne, ev welatê me jî be?” Erê! Di nava wan reşmalan de serpêhatiya Sorê û zarokên wê hebû.

Gava ew zarok di derdorê me de kom dibûn çavên wan dibiriqîn, mirov digot qey roj di çavê wan de hiltê. Navê yek ji wan zarokan Medya û navê zarokê din jî Rêbaz bû, her du jî xwîşk û birayên hev bûn, di navbera wan de temenek ewqasî mezin nîn bû, hema bêje salek hebû an na. Ew zarok li ser xaka xwe û di welatê xwe de bê ewle jiyan dikirin. Lê, Medya û Rêbaz di cîhana dilê xwe de gelek şad jiyan dikirin. Ew şad bûna wan jî ji hêviyên ku li ser van xakan  roj bi roj û ji nû de şînber dibû, dihat. Bi vê yekê ji bo wan hêviya pêşeroj û jiyanê tê çandin…