Zexta desthilatdaran a li ser çand û ziman

- Mülkiye Birtane
563 views

ZIMANE KURDI5Li cihanê zextên desthilatdaran ên li ser civakan bi taybetî jî civakên ku dixwazin hebûna xwe biparêzin roj bi roj zêdetir û dijwartir dibin. Em dizanin ku netewek  an jî gelek bi çand, huner û zimanê xwe dikare zindî bimîne û xwe bigihîne nifşên bê.

Ji bo ku em girîngiya çandê ya ji bo neteweyekê çi ye fêm bikin, divê em wateya wê baş bizanibin. Çand nasnameya civakê ye.  Bi çandê civakek ji yeka din cûda dibe. Her weha çand fikr û ramana jiyana gelan e. Çand di heman demê de bingeha xwe ji dîroka gelê xwe digire û heta roja me ya îroyîn tê. Dîsa çand berhemeke ku bi destên mirovan çêbûye ye. Ji aliyê din ve bi demê re têde hin guhertin jî çêdibin. Ji ber wê em dibêjin zindî ye û xwe diguherîne.  Yanê em dikarin bibêjin mirov hem çandê diafirîne hem jî bandora çandê li ser wê/wî çêdibe. Çanda her gelî ji yê din cûdatir e. Lê, desthilatdar vê cûdahî û pirr rengiyê qebûl nakin û bi polîtîkayên xwe yên tekparêziyê û zordariyê çandên din ji holê radikin.

Li Tirkiyeyê jî ev mantiq bi zext û êrîşên desthilatdariyê yên li ser qadên civakî û çandî jî bênavber didomin. Desthilatdar her tim ji ber ku çand û ziman organîzmayên zindî yên ku civakan li ser pêyan digirin in, wan dixin hedefa xwe.

Feraseta fermî ya ku ev sed sal in Komara nijadperest a Tirkiyeyê li ser pêyan girtiye û li ser pêkhateyên din ên civakê xwe ferz kiriye, ji polîtîkayên xwe yên “planên têkbirinê” tu çaran paş de gav neavêtiye.  Pêkhateyên civakê yên wek gel, ol û baweriyan yek bi yek bi qirkirin û tunekirinê re rû bi rû hatine hîştin. Gelek ji wan jî ji ber van zextan di roja me ya îroyîn de li holê nemane. Bi kurtasî, ev polîtîka ji bilî Kurdan li ser pêkhateyên din ên civakê bi ser ketiye.

Hedef têk birina civakîbûnê ye

DIBISTANA KURDILi hember van polîtîkayan Kurdan çi kirin?

Kurdan ev polîtîka qebûl nekirin û li hember wê berxwedaneke bêhempa dan. Asta  berxwedanê çi qas bilind bû, zilm û zordarî jî pêre zêde bûn. Ev êrîş di van du salên dawî de gihîşt qonaxeke nû. Her roj saziyên çand, ziman û yên ku xebatên jinan dikin ji aliyê dewletê ve rastî êrîşan tên. Ev sazî û dezgehên ku sitûnên bingehîn ên civakê ne, kilît li deriyên wan dixin û dest didin ser mal û milkên wan. Ji ber ku ev sazî civakbûnê bi pêş dixin, dibin hedefa desthilatdaran.

Civakîbûn ji gelek aliyan ve, herî zêde jî bi ziman pêş dikeve. Her kes dizane ku ziman parçeya herî bibandor a çanda gelan e. Li ser rûyê cihanê li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî  hejmara zimanên ku tên axaftin di navbera heft û heyşt  hezaran (7000-8000) de ye. Lê, zimanên ku wek zimanên  fermî yên dewletan tên qebûlkirin ji vê hejmarê pirr kêmtir e. 192 dewlet û Vatîkan endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Dîsa hejmara  giştî ya dewletan jî 206’in. Li hin dewletan yek ziman, li hinan jî ji yekê zêdetir ziman, wek fermî tên qebûlkirin. Perwerdeya li dibistanan jî bi wan zimanan tê dayîn. Li ser vê esasê em dikarin bibêjin ku bi giştî dora 300-400  ziman dikarin xwe biparêzin û bigihînin nifşên bê.

Li gor îstatîstîka dewletê ya fermî, ya ku di sala 2015’an de hatiye kirin, li Tirkiyeyê jî 36 ziman hene. Lê, îro em dibînin li vî welatî tenê hebûna zimanê tirkî tê qebûlkirin. Yên din wekî ku qet tunene tên hesibandin.  Netew-dewlet bi vê rêbaza tekparêziyê dixwaze xwe li ser piyan bigire. Ji bo vê rêbaza ku netewan ji holê radike, dibe ku gotinên zanyarê Çînî, Konfîçyus wek mînak hatibe destgirtin. Ji wî pirsîne: Ku tu bixwazî gelekî tune bikî tu dê çi bikî? Bersiva Konfîçyus a demildest ev e: “Ez ê bi ziman destpê bikim. Ji ber ku zimanê gelekî tune bibe, ew gel jî dê pêre tune bibe.”

Belê, ev jî nîşan dide ku encamên polîtîkayên tunekirinê, li gorî berjewendiyên netewe-dewletan e û gelên din wek bindest tên hesibandin û tunekirin. Ew her gav li ser tunekirina nirxên civakên din hebûna xwe dadimezirînin.

Parastina ziman girîng e

MANSETWê demê, gelo ev gelên ku wek bindest tên dîtin, divê çi bikin? Ew jî li gorî zanistê diyar e; perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.  Jiyan û zindîmayîna zimanekî bi perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêkan e. Ku em dibêjin li Tirkiyeyê 36 ziman, yanê 36 gel û netewe hene, wê gavê îro ji bo çi tenê bi tirkî perwerde tê dayîn?

Heke desthilatdarî ji hebûna gelên din ditirse û zextên xwe zêde dike, ew gel jî divê wek Kurdan li ber xwe bidin û bikaribin hebûna xwe biparêzin. Lêkolîner û zimanzanên ku xebat li ser vê mijarê kirine du pirsên sereke pirsîne: Vî zimanî xwe çawa parastiye? Ji bo çi wek zimanên din ên li Tirkiyeyê wenda nebûye? Ji ber ku mînakên bi vî rengî li cihanê pirr kêm in, yan jî qet nîn in, ev xal destnîşan kirine; rista jin û dayîkên kurd û çandeke dewlemend a dengbêjiyê…Wêjeya devkî jiyana xwezeyî ya Kurdan parstiye û derbasê nifşên li pêy xwe kiriye.

Desthilatdariya dewleta Tirk jî xwe bi  “planên têkbirinê” xistiye meriyetê. Bi qanûnên  li dijî mafên mirovan bi dehan saziyên jin û çandê yên wek kireş, pêşdibistan û dibistanên sereteyî yên azad ku bi ked û berdêlên giran ên gel ve hatibûn vekirin, yek bi yek hatin girtin.

Ji hemû pirsan zêdetir ev tê pirsîn; gelo ji bo çi ev qad wisa di hedefê de ne? Diyar e û hemû kes jî dizanin ku zarok paşeroja gelan in. Eger saziyên perwerdehî û çandê tune bin û civak bê perwerdehiya zimên bê hîştin, wê demê ew ziman û netewe jî bi demê re wenda dibe.

A ku bi ser ket berxwedana gel bû 

ZAROK ZIMAN 6Bi hewldanên dawî,  dewletê xwest ku van qadên ku nirxên civak û hêza wê ya berxwedêr li ser pêyan digirin, bêparastin bihêlin, bi vê yekê jî xwestin civakê dîl bigirin. Zextên desthilatdariyê yên ku bi êrîşên bêsînor û bêpîvan bi ser deskeftiyên gel de diçin, di encamê de da xuyakirin ku bi xwe re hîn zêdetir xwedîderketinek jî da çêkirin. Vî gelî gelek bûyerên ji van dijwartir û girantir jî dîtiye. Di dîroka gelê Kurd de,  di her serdemê de her hewldan û êrîşên hov, ên dewletê bi berxwedana gel û rêbazên nû yên li gorî demê, vala derketine. Dewletê jî her gav heman rêbaz bi kar aniye û xwestiye ku bigihîje aramanca xwe ya tunekirin û têkbirinê. Lê, her carekê jî ew bi xwe bi helwesta gel di pilanên xwe de têk çûne û tu carî negiştine hedef û armancên xwe.

Dîsa em dizanin ku feraseta fermî ya dewletê, dê dev ji van polîtîkayên xwe bernede. Kîjan partî dibe bila bibe- çi rastgir, çi çepgir, an jî demokrat û şoreşger-  gava ku tê ser kar û dibe desthilatdarê dewletê, bi heman pilanên fermî bi ser gel de diçe. Mirovên berxwedêr yan dikuje, yan dixe zindanan, an jî ji karên dewletê dûr dixe. Her weha saziyên sivîl ên çand û jinan yek bi yek digire ku wan bitirsîne, bêdeng bihêle û ji civakbûnê dûrbixe. Lê, ev tiştên ku dewletê hêvî dikir, çênebûn. Berovajî wê yekê helwesta gel û bi taybetî jî ya jinan rihekî kolektîf ava kir. Jinan li hember van êrîşan careke din xwe komî ser hev kirin. Çalakî û bernameyên xwe bê tirs û xof pilan kirin û di nav liv û tevgerê de ne. Heman xebat di qadên din ên çand, huner û ziman de jî berdewam dikin. Dibe ku dewlet ji bo demekê van xebatan asteng bike. Ev karên wî ne.  Lê, li aliyê din, heta ku ew rihê berxwedanê di vî gelî de hebe, ew ê negihîjin hedef û armancên xwe.

Şerê hebûna gelan ne tenê di qada leşgerî de tê dayîn. Di heman demê de di hemû qadên jiyanê de ev şer heye.  Gelên  ku berxwe dane, ew bi ser ketine. Ne yên zordar…