Ziman zindî ye!

- Zîn ZAL
609 views

Jin û zarok wekî nan û avê ne. Wisa girîng, wisa pîroz…

Di malekê de, di civakekê de, di welatekî de pêşketina jin û zarokan hêviyên mirovan şîn dike ji bo pêşerojan. Jin bi azadbûna xwe û zarok bi aramiya xwe xweşiktir dibin lê ya herî giring derûniya wan e.

Zarok hîn di malzarokê de dengê dayika xwe dike û li gorî derûniya wê refleksan nîşan dide. Piştî tê dinê jî ev naguhere. Heger derûniya dê nebaş be têkîlî nayên dayîn û pirsgirêkên malê wê rojbiroj zêdetir bibin, loma dayik di vir de ji bo zarokê ne tenê dayik e, rolmodel e. Di jiyana zarokê de perwerdekara yekemîn dayik e loma danîna têkîliyan divê xurt be.

Piştî zarok ji dayika xwe dibe, çavên xwe li cînaheke nû vedike rojbiroj ji hêla mêjî û bedenê ve pêşve diçe. Dîsa di pêşveçûna mêjî û bedenê de rista girîng zimanê dayika zarokê ye. Dayik hestên xwe §yî baş-nebaş bi zimanê xwe tîne ziman. Şadî û xemgîniya xwe bi ahenga zimanê xwe dixemilîne. Heta zarok fêrî zimanekî biyanî nebe di jiyana zarokê te tenê ahenga wî dengî heye. Di civaka Kurdan de ev rewş gelek caran dibe travma; ji zarokê re jî ji dayikê re jî. Ev travma ji gelek aliyan ve dê û zarokê dixe nav derûniyek xirab. Berî zarok dest bi dibistanê bike tenê têkîliyên nêzîk di hundirê malbatê de dibîne, jiyan ji bo zarokê tenê rengek e û rengê herî xweşik û pîroz dayik e. Bi destpêka dibistanê re ev cîhana rengîn ku zarokan ji xwe re afirandibû wekî dîwarekî tê xwarê. Zarok bi zimanê dayîka xwe difikirin, bi zimanê dayîka xwe hest û ramanên xwe tînin ziman. Bi kurtasî em dikarin bibêjin destpêka dibistanê ji bo zarokên Kurd dibe destpêka travmayeke dijwar.

Guhertina ziman deriyê gelek tiştan trajedîk vedike. Zarok êdî di mejiyê xwe de dibe xwediyê derûniyek tevlîhev. Pirsan ji xwe û ji derdora xwe dike. Piranî jî li metrepolên Tirkiyê ev rewş xirabtir xwe nîşan dide.

Zimanê di nava malê de û yê dibistanê çima cuda ye?

Çima li himberî zimanê ku ez diaxivim nexweşiyek heye?

Çima jiyanê ji derve zimanê me nizanin?

Çima em zimanê wan zanin û ew yê me nizanin?

Çima em li her derê bi zimanê xwe naaxivin?

Pirsên bi vî rengî hişyarbûn e!

Helbet carna ev reng tê guhertin û zarok zimanê dayikê ji bîr dike. Tirs jî şerm jî vî derî vedike! Di vir de bar dikeve ser milên malbatê lê piranî jî dayik. Divê bi zimanekî nerm û tijî sebir dayik rewşê ji zaroka xwe re bibêje.

Mixabin jiyana civakî tesîreke mezin li ser mirovan dike. Li metrepolan jiyan piranî bi tirkî diherike. Ger dê û bav li malê nemînin yan jî xwedî kar bin nikarin bi zarokên xwe re wext derbas bikin û ziman tê ji bîr kirin. Ziman zindî ye! Ger nê bikar anîn dimire!

Li zimanê xwe xwedî derkevin, ji zimanê xwe hez bikin, bi zimanê xwe serbilind bin.

Zimanê derûniya we bila zimanê dayika we be, spî ye…