Abdullah Ocalan aştiyê zindî dihêle

- Roza METÎNA
298 views
Siyasetmedar Sebahat Tûncel têkildarî geşedanên dawî yên di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de da zanîn banga Birêz Ocalan di beşeke berfireh a civakê de, bi taybetî jî di warê jinan de, bi dengekî xurt bandorek çêkir û got:”Her çend polîtîkayên zordar  ên dewletê û rejîma qeyûm bêbaweriyê çêdike jî, hebûna Birêz Ocalan hêviya aştiyê zindî dihêle.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Di çarçoveya vê bangê de geşedanên nû derketin pêş. Piştî 26 salan cara ewil peyameke bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, bi raya giştî re hate parvekirin. Dîsa di vê çarçoveyê de PKK’ê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê merasîma danîna çekan li dar xist. Siyasetmedar Sebahat Tûncel têkildarî geşedanên dawî yên di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de nirxandin kir. Sebahat Tûncel wiha got:”Banga Birêz Ocalan a ji bo kombûnek enternasyonel a nû, banga yekîtiya komînên demokratîk, ji bo rizgarkirina mirovahiyê ya ji vê krîzê rêyekê pêşkêş dike û hêviyê zindî dihêle. Ji ber vê, bangewazî di çarçoveya xwe de berfireh e û bangewaziyek enternasyonel e.”

Bangek ji bo têkoşînê ye

Siyasetmedar Sebahat Tûncel di destpêkê de bal bir ser giringiya banga Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:” Banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin, ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xaleke giring temsîl dike. Birêz Ocalan di daxuyaniyên xwe de giringiya destjêberdana polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya ji aliyê dewletê ve û misogerkirina siyaseta demokratîk nîşan da. Di vê çarçoveyê de, Birêz Ocalan banga Devlet Bahçelî ya ‘Bila Abdullah Ocalan were û di koma DEM Partiyê de biaxive’ wekî destpêkek giring a ji bo siyaseta demokratîk dît û bi awayekî erênî bersiv da bangê. Banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê di bingehê de bangek ji bo têkoşînê ye. Giringiya siyaseta demokratîk a çareseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd e. Bidawîanîna siyaseta înkarê ya dewletê û vekirina kanalên siyasî yên demokratîk, ne tenê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, lê di heman demê de di warê demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk a Tirkiyeyê de jî, dê di serdema pêş de bibe sedema pêşketinên giring. Ezmûna têkoşîna me nîşan dide ku naskirina nasnameya Kurd a ji aliyê dewletê ve, destjêberdana înkar, tinekirin û asîmîlasyonê, dê bi piranî pirsgirêkê çareser bike. Divê gel jî bi hêza xwe, xwe birêxistin bike û pergalek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan ava bike. Banga 27’ê Sibatê bangek wiha ye ku rê û rêbazên têkoşîna azadî û demokrasiyê li gorî pêdiviyên serdem û civakê ji nû ve destnîşan dike.”

Abdullah Ocalan aştiyê zindî dihêle

Sebahat Tûncel da zanîn avakirina komisyonan dê ji bo pêşerojê giring be û wiha pê de çû:”Banga Birêz Ocalan di beşeke berfireh a civakê de, bi taybetî jî di warê jinan de, bi dengekî xurt bandorek çêkir. Her çend polîtîkayên zordar ên dewletê û rejîma qeyûm bêbaweriyê çêdike jî, hebûna Birêz Ocalan hêviya aştiyê zindî dihêle. Bersiva erênî ya hemî pêkhateyên tevgera siyasî ya Kurd a ji bo bangê û fesixkirina PKK’ê ya bi kongreya xwe ya 12’an a ku di 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin, dilsozî û israra tevgera siyasî ya Kurd a li ser stratejiya xwe ya avakirina aştî û civakek demokratîk nîşan dide. Her wiha pêşxistina sosyalîzma demokratîk a bi rêya siyaseta demokratîk, ne bi têkoşîna çekdarî, nîşan dide. Bê guman, ev pêvajo bi yekalî nayê domandin. Wekî ku Devlet Bahçelî got, ‘Çûkek bi yek baskî nikare bifire’. Ji ber vê, komîsyona ku di serdema pêş de li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê were damezrandin û xebata wê ya qanûnî dê di diyarkirina pêşeroja pêvajoyê de giring be.”

Ev biryarek stratejîk e

Sebahat Tûncel bal bir ser merasîma PKK’ê ya ku di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de li Herêma Federe ya Kurdistanê hat lidarxistin û wiha got:”Ji bo tevgera siyasî ya Kurd ev gaveke giring e. Ji bo israra xwe ya li ser têkoşîna siyasî ya demokratîk nîşan bidin, ev biryareke stratejîk e. Lêbelê, ji bo ku pêvajo pêşve biçe, divê dewlet jî di zûtirîn demê de gavên pêwist ên qanûnî û siyasî bavêje. Her çend dewletê diyar kiriye ku ew ê di vî warî de gavan bavêje jî, lê hîn gavên berbiçav nehatine avêtin. Komîsyona parlementoyê ya ku dê di nîvê tîrmehê de were damezrandin girîng e, ji ber ku ew gava yekem a berbiçav e ku ji hêla dewletê ve bê avêtin. Gaveke din, derxistina qanûnên pêwist in, her wiha rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk û misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e. Ev dê ji bo serkeftina pêvajoyê, gavên giring bin.”

Hiqûq dê garantiya aştiyê be

Sebahat Tûncel bal bir ser giringiya hiqûqê û wiha dewam kir:”Ji salên 1990’î vir ve, Birêz Abdullah Ocalan bê westan dixebite da ku pirsgirêka Kurd ji bingeha şer û pevçûnan derxe qada zagonî û siyasî. Di vê qonaxê de, avakirina vê bingeha zagonî û siyasî dê bi rêya derxistina qanûnan gengaz be. Rola komîsyona ku dê were damezrandin pir giring e. Divê hemî komên partiyan ên ku di Parlamentoyê de nûnertiya wan hene, wekî beşek ji pêvajoyê di komîsyonê de cih bigirin û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya demokrasî, azadiyê û bê guman, aştiyê, bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, bixebitin. Nasnameya Kurd bi Destûra Bingehîn a 1924’an hate înkarkirin û ev înkarkirin bi garantîyên destûrî hate pejirandin. Ji ber vê, pirsa nasnameya Kurd jî pirseke destûrî ye. Avêtina gavên pêwist a ji bo guhertina vê destûra înkarker ji bo afirandina derfetan a ji bo Kurdan da ku bi hêza xwe pêşeroja xwe birêxistin bikin, gaveke giring e. Ev di serkeftina pêvajoyê de jî giring e. Ne bê sedem e ku Birêz Ocalan di her hevdîtinê de bi israr vê ‘Bingeha hiqûqî û siyasî’ nîşan dide. Bêyî wê garantîya rastîn, ne pêkan e ku tu nasname an çandek bijî û azadî bê bidestxistin. Ew garantî ye. Hiqûq cihê çekan digire. Û hiqûq dê garantîya aştîyê be.”

Peyama bi videoyê taybet e

Sebahat Tûncel bi lêv kir ku peyama herî dawî ya bi vîdeoyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û demokrasiyê giring bû û wiha got:”Ne xelet e ku meriv pêvajoya ku wekî qonaxek nû tê binavkirin wekî pêvajoyek danûstandinê bi nav bike. Ger hûn bînin bîra xwe, piştî daxuyaniya ku di 28’ê Sibatê de di dema pêvajoya diyalog û danûstandinê ya di navbera 2013 û 2015’an de bi raya giştî re hate parvekirin, hikûmetê maseya danûstandinê hilweşand û pêvajo bi dawî kir. Piştî vê rejîmek tirsnak a zext û zordariyê pêk hat. Derbasbûna ji bo danûstandinan a ji bo pêvajoya nû, ya Birêz Ocalan di navenda wê de ye û gavên pêwist ên qanûnî yên ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de hatine avêtin, dê nîşana derbasbûna ji bo danûstandinan be. Di vî warî de, rojên pêş pir giring in. Bicîhanîna berpirsiyariyên hem tevgera siyasî ya Kurd û hem jî dewletê ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê dê diyar bike ka sedsala bê çawa dê were biteşekirin. Birêz Ocalan têkoşînek û hewldanek mezin dimeşîne da ku sedsala bê ne bi şer û pevçûnê, lê bi demokrasî û aştiyê were tacîdarkirin. Ger ev rast were fêmkirin, derfetek giring ji bo avakirina aştiyê derketiye holê. Pêşxistina aştiyek rastî ne tenê dê pêşeroja gelê Kurdistanê, lê dê pêşeroja hemî gelên Rojhilata Navîn jî bi teşe bike. Ger qonaxa danûstandinan baş neçe, îhtîmal e ku şer û pevçûn kûrtir bibin, ji berê dijwartir û wêrankertir bibin. Ji ber vê, divê her kesê ku li wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê digere ji bo misogerkirina serkeftina vê pêvajoyê, bixebite. Divê em hemû guhê xwe bidin peyama herî dawî ya video ya ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat parvekirin. Ji ber peyama bi videoyê jî gelekî taybet û giring e.”

Destpêkek nû pêşniyar dike

Sebahat Tûncel da zanîn ku mirovahî dê bi rêya sosyalîzma demokratîk were rizgarkirin û wiha dawî lê anî:”Birêz Ocalan ne dawîyek, lê destpêkek nû pêşniyar dike. Ew diyar dike ku jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azad a ji bo jinan a li dijî pergala kapîtalîst a serdest a mêran, tenê bi rêya sosyalîzmê pêkan e û mirovahî dê bi rêya sosyalîzma demokratîk were rizgarkirin. Birêz Ocalan ne tenê pêşniyarekê ji bo Kurdan pêşkêş dike, lê di heman demê de paradîgmayek nû li dijî modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike. Banga Birêz Ocalan a ji bo kombûnek enternasyonel a nû, banga yekîtiya komînên demokratîk, ji bo rizgarkirina mirovahiyê ya ji vê krîzê rêyekê pêşkêş dike û hêviyê zindî dihêle. Ji ber vê, bangewazî di çarçoveya xwe de berfireh e û bangewaziyek enternasyonel e.”