Binefşa kato; Zozan Tolhildan

- Zîn KOÇER
395 views
Dem dema nîvro bû, saet duwazde bû. Tav tam lî ser serê çiyayê me bû. Dera ku em lê disekiniyan derekê pir bilind bû. Te destê xwe dirêj kiribûna ewrê ku li cem tavê, te karîbû bigrê… Derdorê me her wisa bilind e. Ev tam bîst rojin em li wir in. Her tişt xweş e. Tav xweş e, roj xweş e. Ya girîng jî moralê me xweş e, lê ger qutbûn nebûna. Piştî xwarina êvarî, me bi dilşadî agirekî mezin li qadê dada. Ew dem, dema ji hevûdin qutbûnê bû.

Her kes û her tişt bû rengê xemgîniyê. Derdorê me tevahî bû rengê zer. Bêdengî serwer bû. Peyvan xwe veşart, dil çilmisî, çav tijî bûn. Hinek giryan, hinekan jî rondikên çavê xwe di dil de herikandin. Xweşbûn, ma dibin siha xemgîniyê de. Dîlan li bin stêrkên çiyayî de, ket tarîbûna şevê. Bi stranên ku gerîlla di gotin, şev ronî bû. Wê şevê yê ku rêwîbûn serê govendê kişandin û ne berdan. Yek ji wan jî, rêhevala min Zozan bû.

Şewqa çawên Zozan xweşikbûna wê dida dest

Zozan Tolhildan, keçeke ji Colemêrgê bû. Mîna çiyayê Zagrosan dêrîn bû. Bejna wê weke Çarçêlla xweşik û li levhatî bû. Pora wê, weke şîve rêya ku diçe Cîlo, xelek û şemitok bû. Yek jî çavên wê, her çar demsal tanîn cem hevûdin. Wê şevê ji ronahiya agir bêtir, şewqa çavên wê xweşikbûna wê diyar dikir. Ger helbestvanan wê bidîtana, wê îlham bi girtana ji rûyên wê. Rêhevala min Zozan, (Zozan Tolhildan) di sala 1985’an de li Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de, çavên xwe li cîhanê vedike. Di malbatê de zaroka herî mezin bû. Di sala 2002’an de, ew û dotmama xwe bi hev re tevlî refên gerîlla dibe. Navê dotmama wê jî Eylem bû. Eylem, hem dotmam, hem hevala wê ya zarokatiyê û hem jî rêhevala wê ya tekoşînê bû. Dewreya bingehîn a şervanên nû bi hevre dibînin. Piştî bi dawîbûna perwerdeya wan, Eylem çû Behdînan, Zozan jî çû Qendîl ê. Dema ji hevûdin qutbûn, soza ku wê li Botanê li ser xaka ku ji dayîkbûne hevdû bibînin, ji hev re dabûn. Wê demê Zozan, bi himêz kirinê xatir ji Eylem xwest. Bi qasî dilê xwe Eylem maç kir. Ne hezar car, dehezar caran li Eylem mêze kir, maçkir û rondik barandin li ser şîve rêyen gerîlla.

Her qada lê bûna dikir bûhar

Zozan Tolhildan, (Colemêrg) şeş salan li qada Qendîlê dimîne. Tevlî pêngava 1’ê Hezîran ê bû. Di her milî de xwe pêşxistibû. Bi taybetî jî di warê leşkerî de. Zozan weke welatê xwe reng bi reng bû. Her reng di dilê xwe de himêz dikir. Ji her rengî hez dikir. Qada ku Zozan lê bimaya, ew qad bûhar bû. Bi xwe re şînatî dianî, dar dibişkivîn. Kulilkên çiyayên Kurdistanê, bêhne pora wê ji xwe re digirtin. Payîz bûna bêhna hevalên xwe herdem bi xwe re digerand. Weke miska bihûştê. Zivistan bûna bi germbûna ruhê xwe, destên ku li nava berfê diqerisîn germ dikir. Havîn bûna eşqa tava dijwar bû. Siya li ser rûyê hevalê xwe bû. Rêhevala min Zozan, jineke ciwan ku ji derve de pir hişk dixûya. Lê belê, ger ku te naskiribûna, weke baranê nerm û dilovan bû. Kesayeta wê û erdê Zagrosê weke hevûdin bûn. Ma Çarçêlla jî wisa ye! Zozan, di sala 2007’an de, piştî ji akademiya leşkerî derket, bi israra xwe derbasî qada Botanê bû. Zozan, berî ku derbasî qada Botanê bibe, bi tirs bû. Ji ber ku Eylem berî wê derbasî Botanê bibû. Derbasbûna Eylem a ji qada Botanê re, ji bo Zozan asteng bû. Zozan herdem digot; ‘‘divê heval nizanibin ez û Eylem dotmamın. Na xwe min naşînin Botanê’.

Her dû dotmam jî li Botanê tevlî karwanê şehîdan bûn

Zozan bi israra xwe çû Colemêrg ê. Eylem jî çû Cudî. Her duyan jî, soza ku ji hevûdin re dabûn, pêkanîn. Lê mixabin, Eylem weke straneke dengbêjiyê bi ser lêvên dayîkan de bû lorînek. Zozan, li cihê ku çavên xwe li cîhanê vekirî û zarokatiya xwe lê derbas kiribû, li cihê ku destê dayîka xwe digirt û diçû ber tenûrê, cihê ku hemû keyfxweşî, êş û xemgîniyên xwe yên destpêkê lê jiyan kiribû, bihûşta wê Kato Marînos bû. Zozan, li wir çêbû, li wir mezin bû û li wir şer kir. Li cihê ku çavên xwe lê vekirî û her tişt ji wir fêr bûyî, li wir jî şehîd bû. Bû binefşa Kato. Weke navê xwe, Zozan bû. Binefşa herî xweşik li ber avê çêdibe. Ava herî pir jî li zozanên Colemêrgê hebû. Ji bo wê, ez dibêjim tu û Çarçêlla weke hev lihevhatî û xweşik bûn. Zozan, di sala 2011’an da li Colemêrgê di encama êrîşa balafiran de tevlî karwanê şehîdan bû.