Di netewa demokratîk de çand û jin

- Bermal ÇEM
455 views
Bêşa yekemîn…
Çand şêwazeke jîyanê, wek nasnameya civakî di pêvajoya pêşketina civakan de, di encama bandorbunên jîyanî de hemû nirxên madî û manewî yên ku hilberandine. Çanda ku di jîyana komê de bîra (hafıza) civakî pêk tîne qadeke ku berhemên mirov tê de mayînde dibe. Di civakê de cîheregîyên çandî li gor xwezaya wan jîyan dike û çanda xwe pêş dixe.

Ev cîhêrengî bi awayekî xwezayî pêş dikeve. Lewra her civak li gor teybetmendîyê xwezaya xwe reng digre, ev jî ji xweza erdnîgarîya ku liser jîyan dike qut nîne.Di nav civakan de komên cûda û avahîyên çandî, ji dewlemendî û cîhêrengîya bê hempa tê. Di vî warî de çand ango avahîyên çandî di nav sînorên netew dewletan de nikare were dest girtin. Ji ber çand pir alî û dewlemende, ji xezayê qut nikare were dest girtin. Xwezaya civakan dijberê hebûna netew deweletan e. Ev jî sekin û berhemdariya jinê ye ku pêşketîye. Divê wateyê de hêza bingehîn a çanda ku bi destê jin hatîye avakirin herikîna jîyanêye. Herikîna ku jîyana wek hev digre hundirê xwe ye.

Çanda demokratîk û komûnal li hember çanda dewletê xwe parastiye

Lewra em dibêjin çand şêweyê jîyana civakê ye û her civak bi nasnameya xwe xwediyê watyekê ye. Divê wateyê de civakên bê çand bê nasnamene. Ango wek bîyaniyek jîyan dikin û bi reng û çandên gelên din jîyan dikin. Heman demê de di nav pergalên bîyanî de dihelin. Jîyan bê çand nabe. Lê pirsa ku em jixwe bikin ‘çandek çawa’ ye. Di serdema niha de desthilatdarî çandên gelan dihelînin û tine dikin. Lewra em dibêjin çandek azad komûnal û demokratik ji bo ku hemû gel bi nasnameya xwe jîyan bikin, pêwîste ku feraseta çanda komûnal pêş bikeve. Çanda komûnal û demokratik, berya pergala dewletî hebûye û dihat jîyîn. Hemû gelan digirt hundirê xwe. Pergala netew dewlet çanda demokratik û komûnal di dîrokê de her tim ber xwe da ye û heta rojame jî tê jîyîn. Dem dem wek klan eşîr ango etnîsîte nav lê hatîye kirin. Di cewhera xwe de li hember çanda dewletî xwe parastinek e.

Di encama nirxên bi hezaran salan de çanda gelan pêş dikeve

Ji dîrokê heta rojame di xwezayê de mirov ji bo xwe biparêze, bi cîh bibe û jîyana xwe bi domîne her tim di nava lêgerîn û hewldanê de bûye. Tekoşîna hebûnê hatîye dayîn, di encama vê tekoşînê de çand pêş dikeve û civak ava dibin. Wek tê zanîn civak jî bi pêşengtiya jin de pêş dikeve. Çand ango çandînî di dîrokê de wek berhemê dayîk-jin pêş dikeve. Lewra dema tê gotin çand ked û bi afrêneriya jin tê bi watekirin. Di encamên nirxên hezar salan de çanda gelan avadibe û reng, ziman şêweyê jîyanê pêş dikeve. Yê ku çanda gelekî dîyar dike, erdnîgarîya wê, dîrok û şêweyê jîyana wê ye. Bi hezar salan bi pêşengtiya jinan de gelan di nav çandek komûnalde jîyana xwe domandine. Heta ku netew dewlet ango desthilatdarîya zilam  pêşneketibû.

Di hemû çand û keşfên yekemîn de keda jinan heye

Wek tê zanîn, di despêka civakbûnê de, gelek gavên yekemîn de reng û keda jin heye. Di hemû  keşfên yekem de keda jin heye. Mîmariya ku di rojame de pêşketiye, hîna çavkanîya xwe ji dema neolîtîk ku bi destê jin hatiye keşif kirin digre. Disa huner, edebîyat û ayînên olî û hunerî, her wiha çandînî çavkanîya xwe ji wê demê digre. Lewra çandek wek hev bi ked û rengê jin hatîye avakirin û heta rojame hatiye. Di nav vê avahiyê de hemû gel bi reng û çanda xwe jîyan kirîne.  Lewra Rêbertî di demê dawî de dema ku got ‘‘Jin wek neteweke’’ em ji vê yekîtiya gelan fêmdikin. Netewek ku nîjatperestî û dewlet nagre hundirê xwe. Ji ber di xwezaya jin de ev tineye. Di avabûna civabûnê de jî me dît ku jin hemû gelan wek netewek digre hembêza xwe. Jin wek xwezaya civakê li hember pergala netew dewlet wek netewa demokratîk jî dikare were pênasekirin. Jiber xwezaya jin û teybetmendiyê dayîk di asta gerdunî de jîyanê hembez dike. Dema zarokek xwedî dike, ziman fêr dike û tevlî civakê dike jî bi van teybetmendîya nêz dibe. Lewma zaroka dayîk tovê gerdunêye. Yê ku hemû zîndiyan jî digre hûndirê xwe. Di vir de feraseta dayîk grînge ku xweza wek zaroka xwe hîs dike. Ev wek hêmanê civakek polîtîk û ehlaqî jî dikare were pênase kirin.

Netew dewlet çanda komûnal ji bo xwe xeter dibîne

Di serdema niha de netew dewlet hemû nirxên civakê dixwaze bigre nav pençê xwe û bi fetisîne. Ji ber ku çanda komûnal li hember xwe xeteriya herî mezin dibîne. Mixabin bi gelek rê û rêbazan bi feraseta deweletî û desthiltdarî vê dike jî. Li hember vê ferasetê tekoşînek bê hempa hebe jî em nikarin bibêjin ku feraseta netew dewelet hatiye derbaskirin. Bê guman li hember vê tekoşîna herî bi bandor avakirina netewa demokratîke ku Rêbertî bi berfirehî dinirxîne û ji bo inşaya wê rê rêbaz nîşan dide. Lingê vê yê herê grîng jî çande. Bi teybet jî ji ber ku wateya çand jin û jîyan heman tişte, yê ku pêşengtiya vê bike jine. Bi teybet jî jina Kurde. Di rehendê avakirina netewa demokratik de çand wek lingek bingehîn tê dest girtin. Mirov dikare bibêje ku çand hemû rehendan jî digre hundirê xwe. Ji ber ku hebûna civak û mirove. Hemû qadên civakî de çand heye. Feraseta netewa demokratik ji bo ku bi beden bibe, pêwîste ku her civak, komên etnik, formen çanda xwe bi feraseta civaka polîtîk û ehlaqî bi çanda xwe ya cewherî pêş bixe û rêxistin bike. Divê maneyê de netewa demokratîk di pêşengtîya jin de, bi rêxistinkirina çandî, civakî, sîyasî û aborî de wê pêş bikeve û bi gewde bibe. Ev tekoşîna dîrokê ya li hember zêhniyeta dewletî û baviksalariyê ye. Mirov dikare netewa demokratîk wek şêweyê hebûn û jiyana hemû gelan, zîndiyan û gerdunê jî dest bigre. Di cewhera xwe de zimanê rastîya hebûnê ye. Bingeha xwe yê felsefîk û dîylektîka çêbûn û pêşketina gerdunê digre.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derfeta pêşketina çanda demokratîk heye

Bi teybet li Rojhilatê Kurdistanê û İranê di pêşengtîya jin de ev dikare bi hêztir xwe bi gewde bike û pêş bikeve. Ji ber di dîrokê de mînakên ku mirov jê sûd bigre hene. Bingehek xurt heye ku bi rêya nirxên çanda hemû gelan dikarin di civakek polîtîk û ehlaqî de jîyan bikin. Dîrokek wê têr û tije heye ku pêşengtî ji netewa demokratîk re bike. İran di warê erdnîgariyê de gelek komên etnîk digre hundirê xwe. Heman demê de baweriyên Yaresanî, Behayî, Xristîyanî, Yehûdî, Ermenî û Zerdûştî hene. Mezhebên  Şîa ,Sûnî, Henefî û Şafîî ne. Di mijara rengîniya gelan de jî Îran, welateke gelek dewlemend e. Fars, Kurd, Azerî (Ecem), Belûç, Ereb, Gîlekî, Mazenî, Tat û gelek kêm neteweyên din jî li Îranê dijîn.Welateke di her maneyekî de stratejîk e. cîhên ku regên cuda lê zêdene dewlemendiya wî jî derfeteke. Lewra bi reng û tekoşîna gelan dikare vegere jîyanek xweşik. Di rojame de ev gel, hîn zêdetir bi nasnameya Farsî û bawerîya Şîa dertên pêş. Ger ku milletek Fras be û Şia be xediyê mafe. Yên din bi serdestîyê re rûbirûne. Zimanê Farsî di dîrokê de jî herê zêde zimanek ku di warê çandê de bûye xwediyê berheman. Ji ber zimanê Farsî bûye zimanê fermî û gelên din jî hîn zêdetir wek Fars hatine naskirin. Ev ziman bûye zimanê siyasetê û bûrokrasiyê lê bi nasnameya Farsî gelek gelên etnik jîyan dikin. Ev desthilatdariyê ye, lê di heman demê de ger ku di warê çandê de rengê van gelan derkeve pêş û were rêxistinkirin potansiyelek mezine ji bo avakirina netewa demokratîk.

Li devera nakokî lê zêde ne derfetê têkoşîn û pêşketinê jî zêde ye

Cîhê ku lê nakokî gelekin derfetê tekoşînê zêdetirin. Bi teybet di warê rengdariya gelan de dewlemendiyek çandê heye, ev heman demê de derfet dide ku feraseta netewa demokratik pêş bikeve. Dîrokek İran ya ku çanda dayîk jîyan kiriye jî heye.Di serdema kevnar ya İran’ ê de gelê ku li İran jîyan dikirin bi çanda dayîk bawer dikirin, di lêkolînên arkeolojik de jî ev rastî dertê pêş. ji ber çanda neolîtîkê û her wiha exlaq û felsefeya Zerdûştiyan serwer bûye, lewma têkiliyên jin û mêr ji têkiliyeke ajoyî ya cinsî zêdetir, têkilî ji bo armancên civakî hatine pêşxistin. Ev jî dibû sedem ku manewiyat bihêztir bibe û başî li ser nebaşiyê bikeve.