Faşîzm sînoran derbas dike

- Zeynep ERDEM
637 views

Cîhan bi awayekî matmayî li faşîzma Erdogan û AKP’ê meyze dike. Piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmeha îsal, Erdogan bê ser û ber faşîzma xwe li welat û derveyî welat da meşandin û hê jî dimeşîne. Ew ligel desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistan, operasyonên qirkirina siyasî û bi giştî siyaseta 2tunekirinê ya li ser gelê Kurd, her wiha hem êrişeke mezin li Tirkiyê hem jî li Bakurê Kurdistan û derveyî welat li ser çapemeniyê dimeşînin.

Faşîzma Erdogan 12 televîzyon, 11 radyo û bi dehan rojname, kovar û malper girtin û qedexe kirin. Di nava vê faşîzmê de tişta herî zêde jî bal kişand, dest dirêjiya li ser çapemeniya Kurd a li derveyî welat bû.

Şîrketa  Eutelsat’ê bi faşîzma Erdogan re hevkarî kir, di encama vê hevkariyê de weşana televîzyona Med Nûçe û Newroz tv hate rawestandin. Ji ber ku Med Nûçe tenê li ser Hotbird’ê weşan dikir, weşana wê sekinî û ekranê wê reş bû. Lê Newroz tv li ser frekansa Nielsat jî weşana wê hebû û niha jî heye, lê weşana wê nagihe hemû temaşevanên wê ( li Rojhelatê Kurdistan, Bakur û Ewrûpa sînyalên vê frekansê nayên girtin).

Med Nûçe bi giranî rastiyên ku Hikûmeta AKP’ê ji civaka xwe vedişart  dianî ser ekranên xwe. Minak; di vê demê de gerîlla çalakiyên pirr bi bandor û dîrokî lidar xistin, di van çalakiyan de bi dehan polîs û leşker,  kesên paye bilin jî di nav de,  hatin kuştin. Encamên van çalakiyan ji rayagiştî tên veşartin. Lê, dîmenên van çalakiyan bi awayekî bi bandor ji aliyê Med Nûçe ve dihatin weşandin. Çalakiyek sabotajê a ku maşîneyeke tije leşker û tîmên taybet bi temamî tê de hatibûn îmha kirin; çapemeniya Tirk digot ku tenê leşkerek hatiye kuştin û çend kes jî birîndar bûne. Lê, me di dîmenan de dît ku maşîn bitemamî hatiye îmha kirin. Ev rastiyên ku Med Nûçeyê dianîn ser ekranên xwe û weşana wê ya bi bandor raya gişti ya Tirk bi derewên Erdogan-AKP’ê dihesand.  Ji ber wê ekranên Med Nûçe hate tarî kirin.

3Bi taybetî êrîşa Erdogan-AKP’ê li ser Newroz tv her kes matmayî hişt. Ji ber ku weşana vê televîzyonê bi giranî rû li Îran, Rojhelatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê ye. Bê guman em di ekranên Newroz tv de pêşketinên bi giştî li herêmê û berxwedana Rojavayê Kurdistanê, li wir xebatên avakirina Neteweya Demokratîk, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê berxwedana li dijî faşîzma Erdogan-AKP’ê  bi raya giştî re par ve dikin.

Lê Newroz tv bi giranî rojeva Îran-Rojhelatê Kurdistan û Başurê Kurdistanê dişopîne. Ya dîtir derveyî Zazakî bi hemû zaravayên Kurdî weke Kelhorî (Kurdiya Xweru) Soranî, Kurmancî, Hewremî û Feylî weşanê dike. Piraniya van zaravayên Kurdî bi nîviskî û di warê televîzyonî de nayên bikar anîn. Tenê di jiyana herêmî ya navxweyî de ev zarava têne bikar anîn. Ji ber wê jî ji bo hebûn û berdewamkirina van zaravayan, Newroz tv weke kaniya jiyanê ye. Dayikên Kirmaşanî, Xaneqînî, Kurdên Feylî ku bi sedê salan e ji Kurdistanê hatine sirgûn kirin, dîsa li  herêma Hewreman dema dayikek li ser ekranên Newroz tv li horeyekê ( stranên dengbêjî bi Hewremî) guhdar dike, şad û bextewar dibe.

Bi zimanê Farisî jî weşana Newroz tv heye. Bi van weşanan di nava rayagiştî ya Îran, Efxanîstan û gelek deverên din ku bi Farisî diaxivin, bandoreke mezin dide avakirin. Me ev rewş di pêvajoya berxwedana Kobanê de dît. Weşana Newroz tv bi taybet gelek bandor li ser Efxanîstanê kir. Berê jin li vî welatî dihatin kuştin û li kolanan bi rojan cenazeyên wan bê xwedî diman. Niha em dibînin ku bi bandora têkoşîna jina Kurd li herêmê, jin di her warê jiyanê de têkoşîna bidest xistina mafê xwe didin meşandin. Ew li jinên ku bi destê zilaman tên qetilkirin xwedî derdikevin û têdikoşin, ji bo jin ji van kuştinan rizgar bibin.

4Li Rojhelatê Kurdistanê polîtîkayên bi birçîbûnê terbiyekirin ji aliyê rejîma Îran’ê ve li pêş e. Ji bo debara jiyanê xelkê Rojhelatê Kurdistan her tim û dayîm, havîn zivistan ferq nake li ser sînoran bazirkagiyê dikin. Newroz tv di heman wextê de dengê van kolber û kasibkarane.

Îran bikaranîna madeyên hişbir di asta herî bilin de di nava civakê de pêş dixe. Newroz tv li dijî vê jî weşanên xurt dike û van polîtîkayê teşîr û pûç dike.

Di heman demê de Newroz tv dengê girtiyan e. Zexteke mezin di girtîgehan de tê meşandin. Hem bi riya malbatan hem jî bi riya saziyên mafê mirovan, dengê zindaniyan di ekranê de ji raya giştî re tê ragihandin.

Zextên li Îranê û Rojhelatê Kurdistanê li ser jinan tên meşandin û ji bo jin bikaribin xwe ji van zextên dewlet  û desthilatdariya zilam rizgar bikin, Newroz tv weşanê dike.

Di encamê de ‘Newroz tv deng û rengê gelan e’. Tarîkirina ekranê vê televîzyonê, tarîkirina pêşeroja zaravayên Kurdî, çand û hunera Kurdî, qutkirina dengê bi hev re jiyana gelan e. Ji ber wê jî pêwîste gelên li dijî vê faşîzma Erdogan û AKP’ê  ku hevkarê rejîma Îranê ye û di serî de li ser gelê Kurd û hemû gelan zilmê dide meşandin; loma jî rabin û xwedî li dengê xwe derketin.