Fetane Welîdî: Deng û awaza tenêtiyan

- Berjin TEKOŞER
423 views
Fetane Welîdî di sala 1332 yê hîcrî li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Sine tê dinyayê. Ew yek ji stranbêja bi nav û deng a Sine û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bavê wê Mohemmed Şerîf Welîdî stranbêjê serşinas yê Sine ye.

Fetane hîn di temenê xwe yê biçûk de xwedî hunerek jêhatî ya stran gotinê bû. Ew dema ku hîn diçû dibistana seretayî, di heft saliya xwe de û ji aliyê mamosteyên xwe we tê keşfkirin, gelek caran jî di şahiyên dibistanê de stran û helbestan dixwîne. Ji bo wê jî mamosteyên wê bi malbata wê re dikevin nav danûstandinê û dixwazin ku li ser pêşeroja hunerî ya Fetane nîqaş bikin…

Di rêya hunerê de temenek ciwan

Ew birastî jî bê hempaye û ev aliyê wê yê hunerî ji aliyê mamoste û derdorê wê ve pir zû tê dîtin. Ji bo wê jî, ji bav û diya wê re tê gotin ku keça wan ji vê hêlê de jêhatiye û hewceyî bi arîkariyê heye. Ji ber vê çendê jî lazime bi Fetaneyê re bibin arîkar û di her kêliyê de li cem bin. Ev yek jî ji ber vê bû ku di wan deman de û ji ber kevneşopiyên civakî pir kêm malbatan rê dida ku zarokên wan ên keç di kar û xebatên hunerî de, nemaze stranan bêjin. Helbet di salên dovre wê rejîma Îranê jî bandorek neyînî li ser rewşa wê û stran gotina wê bikira. Lê ew ji her kesekê cihê bû, deng û awaza wê bi ruh û heskirin barkirî bû!..
Ew hîn di nûciwaniya xwe de û bi alîkariya hunermend û radyoya Sine, dest bi stran gotinê dike, gelek berhemên hêja û mezin distirê. Bi vî rengî jî dengê vê jina hunermend di demek kin de li gelek cihên welat belav dibe, di nav gelê Kurd de hîna jî ev deng û huner xwedî giringî û cihek cuda ye. Stranên wê stranên xweş û mandêgar tên hesibandin.

Hunera ji rengê jinê

Fetane Welîdî li konservatuara bilind ya muzîkê dixwîne û perwerdeya xwe di beşa hunerê de, li Tehranê diqedîne. Ew her wiha lêdana tar jî, li cem mamoste Elîzadeh fêr dibe.

Fetane her wiha bi qasî sê salan li radyoya Tehranê wek pêşkêşvana bernameya zarokan dixebite û ji gelek hunermendên nas ên wê demê re jî dibe arîkar. Lê piştî demekê nexweş dikeve û vedigere gundê xwe Hesen Abad a ser bi bajarê Sine û li wir dijî. Ew xwedî dengek zelal, xweş û geş bû. Her wekî ku di temenê xwe yê nûciwan de bala gelek hunermend û mamosteyên muzîkê kêşa bû ser xwe, di salên pişt re jî wê gelek kes heyranê stran gotin û muzîka wê ban, gelek kes wê ji vê jêhatîbûna wê matmayî bimana.

Dengê ku ruh bi hestan dide

Wê gelek stran gotin, lê çend stranên wê yên herî bi nav û deng wiha ne; “Sebrî gul firoş”, “Aman şîrîn giyan”, “Ey yarê nazdarî”, “Dîdeye giryan”, “Li ser kanî”, “Layê layê”. Bê guman wê ne tenê ev stran xwendin. Bi demê re Fetane Welîdî dê gelek stranên bêhejmar bixwenda û mohra xwe li muzîka rojhelatê welat bixista.
Helbet giringe ku mirov bêje, wê bi strana “Sebrî gul firoş” gav avêt nav cîhana muzîkê. Stranên vê jina Kurd a hunermend piştî salên dûr û dirêj îro jî, hîn pir tên guhdarkirin û ji wan strananên ku tu caran ji bîr neçin in. Ew stran bi ruh û giyana jinê barkirî ne, bi hestên wê ku rengek din dide stran û awaza Kurdî. Xweşikahiyekê pê dide û mirov bi her awazekê ber bi deryayek hestan ve dibe.

 

 

Awazên ji jana dil!

Fetane di 21 saliya xwe de dizewice û ev zewac rê li şikestinek cidî di ruhê wê de vedike. Ew ê ji bo wê jî demekê şûnde ber bi çemê tenêtiyê ve hesp bibezîne û xwe li peravên behran aram bike. Xwe di çarikên stranên nîvco de bişû û keseran di sînga xwe de bikemilîne.
Kêm jin, hunermendên wek Fetane Welîdî li Kurdistanê hene, kêm deng û awazên wiha… Ew deryaya hestane, dengê kilamên Kurdî û serhildêriya peyvan!.. Lê belê niha hemû peyv şikestî xwe di sînga wê de dibeicînin. Hawar û hawar dikin, gazindan dikin ji dewrana bêbext…
Dema ku em îro dinêrin ji derveyê dengê wê yê zîz û zelal êdî kesek qala wê nake, kes lê napirse û heta ger nexweş be jî, lê gelek kes nizanin ka ew dijî an na! Gelo Fetane niha çi dike? Çi derdan bi serê kederên xwe yên din badide? Çima êdî wiha ji dûr tê bihîstin dengê wê?

Koşeya ji tenêtiyê

Ev bi salane ku Fetane di koşeyên tenêtiya xwe de hawar û hawar dike, lê ne kes dengê wê dibihîse, ne jî kes deng dide dengê giriyên wê ku wiha ji Rojhelatê welat ber bi Bakur, Başûr û Rojavayê welat ve bilind dibe.
Fetane ev bi salane ji dûr destan, li gundê Hesen Abad a girêdayî Sine di nav rewşeke kambax a vê dewranê û di nav xêzaniyê de jiyana xwe dibuhirîne. Ew di rewşek pir xerab de dijî, hema bêje tu derfetên wê ku debara xwe bike nînin. Heta ew, ewçend nexweşe ku nikare biçe bijîşk. Birastî jî ew pir nexweşe, taqeta wê nîne, lê derfet û îmkanên ku derman bistîne jî niha di dest de nîne!

Jiyanek ku bi kederan hunandî

Wê temenê xwe yê ciwan danî ji bo huner û muzîka Kurdî, lê mixabin ji ber kes lê xwedî derneket û îro jî xwedî lê dernakevin, di nav keder û êşên tenêtiyê de dijî.
Belkî jî mirov bi rêya vê nivîsê bikare rexneyekê li civak û di serî de jî stranbêj û hunermendên Kurd bigre; ji ber ku ne ev jina hunermend û xweş awaz, ne jî tu hunermendên din yên Kurd ne hêjayê vê ne ku bi tenê û di nav tunebûnê de bên hiştin. Çi seyre ku dengek wiha xweş û geş dimire, bi tenê dimîne. Awazên wê îro dibin deng ji tenêtiya wê re… ji êşa ku xwe li tevahiya laşê wê ala ye û kes nîne aram bike…