Gundê jinan Umoja

- Site varsayılanı
648 views

1-GUNDE JINE UMOJALi gundê Umoja ku dikeve bakurê Kenyayê Samburûyê, tenê jin dijîn. Gund ji aliyê jinên ku rastê tacîza cinsî hatine, hatiye avakirin û nayê hiştin ku zilam di vî gundî de jiyan bikin.

Stargeha jinan 

Gund di sala 1990´î de ji aliyê 15 jinên ku ji aliyê leşkerên Îngîlîz yên herêmî ve tên tecawuz kirin, tê avakirin. Hejmara şêniyên Umojanê di nav 25 salan de bi pêşketina zewaca di temenê biçûk de, sineta jinan, tund û tujiya di nav malbatê û reva jinan a ji destavêtinê, her ku çû zêdetir bû. Mezina qebîle û avakera vî gundî Rebecca Lolosolî dema fikra gundek ku tenê ji jinan pêk tê dikeve serê wê, ji ber ku bi wêrekî behsa mafê jinê dike û di vê mijarê de diaxive, komek zilam êrîşê dibin ser û lêdidin. Rewşa wê giran dibe û radikin nexweşxanê.

Jiyanek ji tundiyê bi dûr

2-GUNDE JINE UMOJALi gundên dikeve herêma Samburûyê ku hejmara van ji 5-10 malbatan pêk tê, tenê zilam dikarin pirsgirêkên ciddî yên gund nîqaş bikin, jin pirr kêm dikarin biaxivin. Yekemîn şêniyên Umojayê jî ji van gundên Samburûyê ku hatiye îzole kirin, hatine. Jinên ku ji wê demê vir de hatine û li gund bê ku tirsa şîdeta zilam û tundiya wî bijîn, fêr dibin ka çawa bazirganiyê bikin û zarokên xwe bi çi awayî mezin bikin.

Niha hejmara Umojanê ji jin û zarokan pêk tê. Her çend gund feqîr be jî jin ji bo pêdiwiyên xwe yên wek xwarin, cihek ji bo manê, cil û bergan bi awayek rêk û pêk dixebitin. Civata jinan a Umojayê, jinên li derdora gundên Samburûyê jî di mijara zewaca di temenê biçûk û sineta jinê de perwerde dikin.

Êdî dikenim

5-GUNDE JINE UMOJAMemusî ku bi awayek resmî kesên dikeve gund de pêşwazî dike, di sala 1998´an de ku piştî zewaca xwe bi rojekê direve û tê gund, dibêje; “Bavê min, dema hîn ez 11 salî bûm, ez li beramberî çêlekan dam kesekê. Hevserê min 57 salî bû…” Judîa ku 6 sal berê vê ji bo ku neyê firotin ji mal direve jî dibêje; “Ez her roj radibim û xwe bi xwe dikenim, ji ber ku li derdora min hêza alikariyê hatiye honandin.”

Jinek din a bi navê Jane ku 28 saliye, xwe digihîne Umojayê û ew jî ji aliyê 3 zilaman ve rastê destavêtinê tê. Jane, “min pirr şerm dikir û min bi tu awayî nedikarî bi kesekê re parve bikim. Dema ku min ji diya hevserê xwe re got jî hevserê min ku pê hesî destdêrêjî li min hatiye kirin yek ser bi dar ket ser min û li min da. Ez jî revîm û hatim vir. Jane ku qet nafikire bizewice dibêje; “ez dixwazim zarokên min azad bin û ligor dixwazin bijîn.”

Gelek jinên ku niha li gundê Umojayê dijîn dibêjin, êdî ew nafikirin rojekê bi zilamekê re bijîn. Marya 16 salî ku li beramberî 80 çêlekan hatiye dayîn jî dema ku xwarina şevê çêdike, fasûlyeyên di dest xwe de nîşanê me dide û dibêje; “ez naxwazim tu caran vê koma jinan biterikînim. Raste zêde tiştek me nîne, lê heçî tişta ku pêdiwiya me pê heye li vir heye, li Umoja yê.”