Helwestek netewî a li dijî dagirkeriyê girîng e

- Evindar ARARAT
551 views

Hêza gerîla li ku derê dibe bila bibe, dema ku êrîşek hat ser lazime ku xwe biparêze. Ev parastin jî ne tenê li qadên çiya û bajarên Kurdistanê wê bê meşandin. Îro wek tê dîtin li ser Rojavayê Kurdistanê êrîş tên pêşxistin, dîsan berê vê li dijî Şengalê êrîş hatin çêkirin û di 2-BASUR KURDİSTAN.baregehên artêşa Tirk yên Başûrê Kurdistanê de, her roj top barana li ser qadên gerîla tê çêkirin. Îstixbarat kom dikin, dixwazin bi weşartî bikevin qadên me, her wiha bi top û hevanan êrîşa ser çeperên gerîla tê çêkirin ku ev hemû êrîş li van beregehan de tên birêxistin kirin. Ji ber vê yekê jî beregehên artêşa Tirk li ku derê dibe bila bibe, di hedefên me de ne. Gerîla neçare ku xwe û gelê xwe li her qadekê biparêze. Wek tê zanîn leşker ji bo ku operasyona 2008´an a li ser Zapê bidin destpê kirin, di van beregehên li Bamernê, Şeladizê û Amediyê de amadekariyê êrîşan dikirin. Di wê demê de bû ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya leşker û panzerên artêşa Tirk sekinî û rê neda ku êrîşê gerîla bê kirin. Gelê me şiyar e, dizane ka wê li kuderê êrîşê gerîla bê kirin.

Herkes lazime vê pirsê ji xwe bike ka ev beregeh cihê wan li wê derê çiye, çima beregehên artêşa Tirk li wir in? Ger armanç parastina sînoran be, vaye bila biçin li sînorê xwe rawestin. Çima êrîşê Rojava û Şengalê dikin? Çima hatine li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û êrîşê gerîlayên Kurd dikin? Pêwîst e gelê me vê pirsê jî pirs bike ka çima artêşa Tirk hatiye û axa wan dagir kiriye? Berê vê hin kampanyayên ji bo derketina van beregehan hat çêkirin, dîsan banga hikumeta Iraqê hat hebû, lê hikumeta herêmê ji bo derketina beregehên artêşa Tirk heya niha tu daxuyanî nedaye. Lazime partiyên siyasî yên Başûr û gelê me vê bangawaziyê bikin. Pêwîste nêzikatiyek tun a gelê me li dijî qetlîam û êrîşên dewleta Tirk a li dijî gerîlayên Kurd bê çêkirin û ji bo vê jî bibin xwedî helwest. Ev yek jî helwestek netewî ye. Ya din jî gerîlayên Kurd ji bo parastina gelê xwe, li kuderê pêwîst be, dê li wê derê parastina xwe bike. Ev yek jî mafeke meşrû û heq e. Lazime helwesta gelê me yê Başûrê Kurdistanê ne li ser esasê ku li pêşiya têkoşêna gerîla bibin asteng, berovajî pêwîste li dijî dagirkeriya axa Kurdistanê bibin xwedî sekn û helwest. Bitaybetî di pêvajoyekê de ku amadekariyên ji bo ragihandina dewleta Kurd a Başûrê Kurdistanê heye, lazime li beramberê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekine û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Polîtîkayên qirkirinê xistine meriyetê

Dewleta Tirk berê referandomê û pişt re jî bi gotinên ne cih û vala dida diyar kirin ku ewê wisan bikin ku êdî navê PKK´ê jî di dîrokê de nemîne. Qaşo behsa dagirkirina qadên parastina Medyayê dikirin. Lê, ev rastî heye ku hêza wan tuneye û wê tucaran nînbe ku bikaribin PKK´ ê têk bikin. Îro di her alî de êrîşek berfireh a li dijî Rêbertî, gelê Kurd, gerîla û girtiyên azadiyê tê birêve birin. Di her alî de êrîşên siyasî, îdeolojîk, civakî, çandî û leşkerî tên birêve birin; êrîşeke topyekûn a li dijî gelê me û gerîla mijara gotinê ye. Bitaybetî di van demên dawî de ev êrîş hîn gortir kirine. Erdogan dixwaze rejîmek faşîst li Tirkiyê bide meşandin, ji ber vê çendê jî hemû hêzên dijber difetisîne; hêza herê dijber jî tevgera PKK ê û gelê Kurd e. Armanc fetisandina Kurdê azad e. Artêşa Tirk ne xwedî vê hêzê ye ku bikaribe li dijî gerîla bi ser bikeve. Ji ber ku bi hezaran endamê artêşê piştî darbeya 15 Tîrmehê hatin girtin, yan jî ji kar hatin dûr xistin. Niha karê artişê bi leşkerên kirê kirî tê meşandin. Ya din jî bi hêza teknîkê dixwazin encam bigirin ku ev yek nepêkan e.

Bi taybetî jî hêzên Kurd vê cisareta ku bikaribin êrîşê qadên parastina medyayê bikin, didin dagirkeran. Belku eşkere vê yekê nakin, lê bi weşartî hevgirtinek heye, heta behsa operasyonek hevbeş dihat kirin. Bi taybetî ji aliyê îstîxbarat û propagandayê de alikarî tê dayîn. Dîsan di mijara hebûna PKK´ ê a li Başûrê Kurdistanê xistina rojevê de hevgirtin heye. Ji xwe ji hêla siyasî, îdeolojîk û propagandayê de alîkarî dayîn mijara gotinê ye. Lê, ez ne bawerim ku hêzên pêşmerge bi giştî di operasyonek wiha de cih bigirin an jî rê bidin nêzikatiyek wisa. Lêbelê ger hêzên ku yek ser girêdayî mala barzanî hebin û di êrîşeke wiha de cih bigirin, ev tişteke cûda ye. Ger cih girtinek weşartî û teng be jî ev yek destê PDK´ ê xurt nake; ev wê bi xwe re tehlûkeyek herê mezin di serî de jî ji bo malbata barzanî bide çêkirin. Ji ber ku ev yekser dijberiya gelê Kurd e. A ku ew dixwazin tune bikin, hêza gelê Kurd e. Ji xwe gelê Kurd jî wê tucaran êrîşeke wiha nepejirîne.

Dema ku rê bidin êrîşeke wiha vê wê demê nekarin bibêjin ku em ji bo berjevendiyên gelê Kurd tevdigerin. Ji ber ku bi destê xwe vê wê demê arikariyê bide dijmênê gelê Kurd. Wê di nav hewldanên operasyonek li dijî hêza gelê Kurd, gerîlayên wê de be. Dibe ku yek ser îro li dijî gerîla nesekine, çek bikar neîne, lê, ev hêzên dijberê Kurd pişta xwe didin wan û êrîş dibin ser hêzên gerîla. Siyasetek ligor berjevendiyên gelê Kurd nadin meşandin. Ev yek jî wê bi xwe re perçebûnekê a di nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê de bide avakirin. Wê qirîza di siyaseta Başûrê Kurdistanê de kûrtir bike. Ev nêzikatî ji her alî de wê rê li perçebûnê vebike. Ji ber ku êdî ne peşmerge û ne jî gelê Kurd ev gelê berê ye. Êdî bi van polîtîkayên reş kirinê gelê me nayê xapandin. Îro êdî herkesekê rastiya PKK´ ê bi çavê serê xwe dît, hîs kir û jiya. Îradeya gerîla a ji pola herkesekê dît û êdî baş tê zanîn ka gerîla çawa dikare gelê xwe ji her cûre tehlûkeyê biparêze. Baş hat fêm kirin ka gerîla çawan ji bo ku pergalek a netewa demokratîk bê avakirin, tê dikoşe. Ji bo vê jî êdî ne gelê me û ne jî peşmerge wê siyaseta heyî napejirînin. Herkes êdî di ferqa girîngiya kombûna bi ser hev a hêza gelê Kurd, pêdivî û girîngiya yekitiya netewî deye. Ger PDK berovajî vê yekê tevbigere, wê xwe bixwe, dawiya xwe bîne. Em hêvîdarin ku PDK jî dest ji vê siyaseta xwe berde û ligor yekitiya netewî tevbigere, ji bo wê bixebite.

Helwesteke netewî girîng e

14432017_grdbwwnashana (11)Pêwîste di pêşengtiya jin, ciwan û xwendevanan de yekitiya netewî avabibe. Ev pêkhate bikaribin vîna civakî birêve bibin; ger vîn û helwestek wiha derkeve holê PDK neçare vê rastiyê bibîne. Mecbûrin ku wê demê di pergala xwe de guhertinan bidin çêkirin. Ji ber ku li Başûr pergalek demokratîk pêwîst e. Gel vê dixwaze û a pêwîst jî ev e. Lazime bêkartî, xêzantî û neçartî bidawî bibe. Siyasetek li ser esasê berjevendiyên gel bê birêve birin. A girîng ev e ku herkes vîna xwe a azad di vê siyasetê de bibîne. Encax wisan têkoşîn dikare pêş bikeve. Ji bo wê jî hîn zêdetir hişyarbûn pêwîst e. Gelê me lazime di bin tesîra şerê taybet de nemîne, xwe bikare baş birêxistin bike, hev û du hişyar bike û îradeyek serbîxwe derxîne holê. Dema ku ev yek pêş bikeve, mirov dikare bibêje encama ku tê xwestin dikare bê dest xistin.

Niha li ser Rojava êrîşên dijwar hene, dîsan zextên li ser Şengalê mijara gotinê ye, li Bakur jî têkoşîneke pirr dijwar dimeşe. Gelê me di nav pêvajoya awarte, di bin zext û zorê de têdikoşe. Propagandeyek ku gelê Bakur pişta xwe zivirandiye PKK ê, li dora HDP nema êdî gel kom dibe, hatibû belav kirin. Lê, gelê me îro bi têkoşîna ku dide meşandin, berxwedana ku di nav şert û mercên herê dijwar yên darbeya Erdogan û partiya wî de dide meşandin bi wateye. Ji xwe gelê me ji serê salê heya roja îro bi têkoşîna xwe ya li qadan carekedin ji neyaran re da nîşandayîn ku li pey Rêber û tevgera xwe a azadiyê ne. Gelê me bi sekna xwe da diyar kirin ku ji berxwedanê re amadeye. Rexmê ewqas zext, zordestî, çewisandin û nûnerên wan hatin girtin jî dest ji têkoşîna xwe bernedan. A rast însiyatîfa xwe a civakî baş bikar anîn û ev yek girîng bû. Li Rojava ji xwe berxwedaniyek bê hempa tê meşandin. Li Şengalê pêvajoya xwe birêxistin kirinê hîn berdevam dike. Lê, li dijî vê jî êrîş pirr in, dixwazin qetlîma gelê Kurd pêk bînin. Dixwazin vîna gelê Kurd bişkênin, dîl bigirin. Pêwîst e li her çar perçeyên Kurdistanê bi rihê netewî nêzikatî û beştarbûna kar bê çêkirin. Lazime li kîjan perçeyê Kurdistanê êrîşek a li dijî vîna gelê Kurd pêşket, li perçeyên din rabûn û xwedî derketin bê çêkirin. Bikaribe xwedî li têkoşîna xwe derbikeve, çalakiyên siyasî û civakî pêş bixîne. Helwesta xwe a netewî a Kurd ê azad diyar bike.

Tevlîbûna ji têkoşînê re girîn e

Bitaybetî helwesta jin û ciwanên Kurd pirr girîng e. Girînge ku jin û ciwanên Başûrê Kurdisanê bikaribin xwedî gotin, helwest û nêzikatiyek netewî bin. Dîsan di nav têkoşîna gelê Kurd, her wiha di nav refên gerîla de cih bigirin. Jin û ciwanên Rojava hîn xurtir di nav hêzên parastinê de cih bigirin. Di her çar perçeyên Kurdistanê de tevlîbûna jin û ciwanên Kurd a di nav refên YPG-YPJ, YBŞ, HPG, YJA-STAR ê girîng e. Dîsan li Rojhelatê Kurdistanê jî tevlîbûn û hîn zêdetir xwe birêxistin kirin lazime. Ji ber ku ev şer wê bidome. Aloziya li Rojhelata Navîn wer diyar e wê hîn bidome. Ji ber ku rewşa li Iraq, Suriye û Tirkiyê ji xwe ber çav e. Li ser Îranê ji xwe tehlûke her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo vê jî girîng e ku gelê me yê Rojhelatê Kurdîstanê parastina cewherî ji xwe re esas bigire û di vê çerçoveyê de xwe birêxistin bike. Berê her tiştekê jî yekitiya netewî ji xwe re esas bigire. Pêwîste gelê me yê Rojhelatê Kurdistanê li hemberê her cûre êrîşên li dijî Rêbertî û destkeftiyên gelê Kurd hîn zêdetir hişyar û xwedî helwest be. Beştarbûna wan bi taybetî jî beştarbûna jin û ciwanan a ji têkoşînê re pirr girîng e, erkeke netewî ye. Ji ber ku ev şer wê hîn bidome, lazime astengiyên li pêşiya xwe rabikin û sekn, tevlîbûnek ligor demê bidin diyar kirin.

Dibe ku PKK li Bakur hatibe avakirin, lê mebdeyên yekemîn yên tevgerê ku hatine diyar kirin ji bo her çar perçeyên Kurdistanê ne. Tevgereke Kurdistanî ye û êdî bûye tevgereke gerdonî. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, îro li herêmê têkoşîna Rojhelata Navîn a demokratîk dide meşandin. Ji ber ku li Kurdistan ê, ji dîrokê heya roja me a îro gelek gel û çandên cihê li gel hev jiyane û ji vir şûn de jî ji bo jiyanek li ser bingehê neteweya demokratîk a ku hemû gelan hembêz dike wê bingehê têkoşîna me be. PKK banga azadiyê ji bo tevahiya gelên li herêmê ye. Îro ger PKK li Kerkûkê be ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku li wêderê dijîn in. PKK erka parastina gelên li wêderê dijîn daye ser milê xwe. PKK li kuderê be, wê li heman derê hemû bawerî û çand bên parastin. Êdî herkes û tevahiya cîhanê jî dizane ku PKK tevgereke ku îro ne tenê gelê Kurd û her çar perçeyên Kurdistanê diparêze; tevgera azadiyê bi erka xwe a parastina mirovahiyê ketiye rê û têdikoşe. Ji ber vê taybetmendiya PKK´ ê ye ku gelek kesên ji neteweyên Ereb, Azerî, kesên enternasyonal beştarî dibin. PKK tevgerek mirovî ye. Êdî di roja îroyînde kesek bi gotinên vala yên ji bo reş kirina PKK´ ê tê bikaranîn bawer nake. Ji ber ku têkoşîna gerîla, îdeolojî û feraset, nêzikatiya PKK´ ê holê ye.

Em nikarin ligor siyaseta hizbên heyî tevbigerin, ji ber vê jî wek jin û berjevendiyên ligor têkoşîna jinê lazime em bên gel hev. Lazime em wek jin li ber nirxên Kurd yên netewî berbirsyar bin, bi vê ferasetê tevbigerin. Heya niha ji hêla çand, ziman û di zîndî kirina dîrokê  û parastina welat de jinên Kurd pirr erk girtin e, raperînên berê de gelek jinên Kurd bi rola pêşengtiyê rabûne û ji vir û şûnde jî a dikeve ser milê me bi vê rol û berpirsyariyê tevgerîn e. Lazime em hem di têkoşîna jina Kurd û hem a gelê Kurd de xwedî gotin û pratîka bi ser xistinê bin. ')}