Ji bo jinê tu der ne ewleye parastina rewa a aktîf hewceye

- Berjin TEKOŞER
602 views

Self-defense training for village school girls in IndiaDi van salên dawî de yek ji mijara herê sereke ku hema bêje di rojeva hemû jinan de ye, parastina rewa ye. Zêdetir jî li ser mijara ka jin çavan û bi çi şêweyî vê bikarin xwe biparêzin, bû. Lê, ez dixwazim li ser pêdiviya zerorî a xweparastina rewa a aktîf rawestim û balê bikşînim ser mijara ka çima ev yek pêdiviyeke ku bê wê nabe û ji her demê zêdetir lazime em pêşbixînin.

Dema ku em rewşa li cihan, herêm û li çar perçeyên Kurdistanê pêşdikeve, digirin ber çavan û dinirxînin, hîn zêdetir em rastiya heyî dibînin. Hema bêje hemû herêm di nav şereke giran deye û ya ji vê jî zirar dibîne jin û zarok in. Şer herê zêde li jinê dixe. Jin ji tu demê wek vê dema ku em di nav dene bi her cûre qirkirinê re rû bi rû nemaye. Dema ku em tenê Rojavaya Kurdistanê binêrin, şerê li Suriyê ku her roj li herêmê belav dibe û bi xwe re bûyerên nû yên tirajîk dide avakirin; wek jin çima pêdiviya me bi parastina aktîf a rewa heye, hîn zêdetir wek rastiyekê derdikeve holê.

Gotinên cînsiyetparêz yên AKP´ê jinan dike hedef

Helbet ne tenê li welat, bajar an jî herêmeke şer, her wiha her qadeke civakê veguheriye qadên qirkirina jinan. Li welatek wek Tirkiyê desthilatdariyek ku bi gotinên xwe yên cînsiyetparêz her roj qirkirina jinan re serî dihejîne, heye. Gotinên cînsiyetparêz yên desthilatdariya AKP’ ê jinan dike hedef û cisaret dide qatîl, tecawûzkar û tacîzker an. Ji xwe dadger, dozger û siyasetvanên wî jî ji ber ku qaşo jin ‘zilam tehrîk dike’ carekedin jinê bi saxî bin ax dikin. Mînak; bi gotinên ‘jin çima şort li xwe dike, dema ku zilam jê tehrîk dibe’ an jî ‘keça 14 salî ger nexwaze, ma dibe yek destdirêjiyê lê bike’ ‘jin cihê wê mala wê ye’, heta digihe astekê ku bi dengê bilind kenîn jî ji bo jinê tê qedexe kirin û ger bi ya wan neke, di encam de çi biqewime ‘vê nediyar be’, jinan pirr eşkere tehdît dikin.

Wê demê lazime em çibikin; dibe ku ev tiştên ku ez niha qala wan dikim ji bo hin kesan pirr hişk an jî nepêkan bê xûyan, lê ligor min tiştek ku ne mimkun be tuneye. Ji xwe li gelek cihên cûda yên cîhanê kêm be jî komên parastina jinan hene ku yek ji wan deveran jî Hîndîstan e. Lê tişta ku ez qala vê dikim komînên radîkaltir in. Komên ku di cih de û çalakiyên bersivdanê yên bi bandor bidin in. Ger em mînak nîşan bidin; eger îro li Tirkiyê jin bi awayeke eşkere li nava kolanê ji aliyê bab, hevser an jî dezgirtiyê xwe tê kuştin, helbet 2li pişt xwe hêza dewletê a desthilatdar dibîne ku wiha rehet tevdigere. Lê, ger yek ji wan zilaman ji aliyê jinan ( komên jinan ku ez qala van dikim ji sê û çar kesan pêk tên, birêxistinkirî û amadene ji bo çalakiyên bersivdanê, her wiha ev hejmar dibe kêmtir an jî zêdetir be) we bi awayeke herê hişk bê cezakirin wê demê ez nebawerim ku zû bi zû cisaret bikin her weqt xwestin dest li ser jinan bilind bikin.

Jin bi qirkirinê re rû bi rû ne

Ji ceza kirinên biçûk bigire, heya yên mezin dikarin bi awayên cûda çalakiyan pêk bînin. Ger li taxekê zilamek bi caran li dijî hevjîn an jî keça xwe tund û tujiyê bikar tîne, dikare ji aliyê vê komê ve dest û lingên wî bên şikandin ku careke din cisaret bi tiştek wiha neke. Ji ber ku îro wisa lêhatiye ku li ser tişteke herê biçûk jî pirr bi rehetî dikare bibêje ‘ji ber guh nedida min, min kuşt; lazime ew hertim îtaetê bi min bike’. Wê demê emê jî bêjin; tuyê nekarî wiha bi erzanî me qetil bikî, em rê nadin vê yekê.

Bêguman li dijî tewanên şer an jî parastina jinan li herêmên şer îro artêşa jinê ku her diçe mezintir dibe, rola pêwîst digire ser milê xwe. Lê, şereke tim û dayîm a li nav civakê jî heye ku her tim bi qetilkirina jinan, ku îroyîn bi qirkirina jinan bi encam dibe, heye. Ji bo bersiv dana vî şerî jî têkoşîneke topyekûn a jinan encax dikare bigihe encamê. Ger her şaneyeke civakê, desthilatdariyê wek ahtapotekê dest û lingên xwe bi ser de badabin û her kêliyê bêhn lê diçikîne; pêdivî bi şêweyeke herê aktîf a parastinê heye ku dîsan ji nû de rê li bêhn vedana civakê veke. Ji bo vê jî ez dibêjim li dijî qirkirinê çalakiyên radîkal û derbazbûna parastina rewa a aktîf elzem e.

Lazime em rê li tund û tujiya li ser zarokên keç û jinan nedin; em di her taxekê de dikarin xwe pirr rehet birêxistin bikin û dema êrîşek li ser zarok an jî jinekê pêş ket, di demê de bersiv bidinê. Di her taxekê de zarokên keç, jin kêm be jî perwerdeyek a xwe ji hêla fîzîkî de çavan biparêze, bibînin. Dîsan, dema em birêxistin kirîbin, ger dema di taxame de yekê dest li ser jinê rakir em bi dehan jin dora wî teng bikin û lêdin; ez ne bawerim zilam dîsan cisaret bi tiştek wiha bike. A girîng em bi xwe bawer bin û xwe di vî mijarê de birêxistin bikin. Li cihê ku rêxistinbûyîn nînbe, êrîş hertim zêdetir in. Ji ber ku ne pêkane em bi daxuyaniya pêşî li qirkirina jinan bigirin, em encax dikarin xwe bi birêxistin kirina çalakiyên radîkal hîn baştir îfade bikin û bibin bersiv. Mînak; “Gulabî Gang” ku di sala 2006’an de ji aliyê Sampat Pal Devî we hatiye avakirin û li dijî her cûre şîdet, zewaca di temenê biçûk de bi awayeke aktîf û radîkal çalakiyên bersivdanê pêk tîne. 20.000 hezar endamên wê yên çalak hene û xwe hema bêje li gelek cihan birêxistin kiriye. Ligor min li her derê jin dikarin bi rêxistinên wiha radîkal bersivên tûnd bidin pergala desthilatdar a zilam.HINDU WOMEN ACTIVISTS PARTICIPATE IN SUMMER CAMP IN BOMBAY.

´Çima em bi dengê bilind nekenin´

Başe, em li Kurdistanê dikarin çibikin; ji xwe artêşa parastina jinê heye û di nav şereke çalak deye, li çar perçeyên Kurdistanê têdikoşe. Lê ji vê serbûxwe di nav bajaran de rêxistinên radîkal ku di cih û dem de bikarin çalakiyên bersivdanê pêk bînin, lazim in. Bikare li dijî zewaca bidarê zorê, di temenê biçûk de û li dijî tund û tujiya zilam di dema xwe de bikeve tevgerê pêwîst in. Rêxistinek ku bi sed hezaran endamên xwe hebin û li her tax û kolanekê de birêxistin kirîbin. Her wiha bi hezaran endamên xwe yên çalak ku bikarin çalakiyên radîkal pêk bînin hebin; dema pêwîst kir bikaribin li dijî polîs û leşkeran jî bisekinin. Yanî rêxistinek sîvîl a ji sedhezaran jinan pêk tê û bi bilind kirina dengê xwe ji zilam û pergala wî a dest hilatdar re bibêje, raweste. Rêxistinbûyîneke wisa ku bihêle her jinek bi rehetî û bê ku bitirse roj û şev di kolanên xwe de bibihûre. Kolan nebin cihê tirsa wê, berovajî bibin cihê jiyanê jê re.

Çima em xwe di her kolan, dax û gundekê de birêxistin nekin û bi dengê lingê xwe nebin tirs û kabûs ji zilaman re. Çima em hemû zarokên keç ji niha de fêrî nekin ku qîr bike û dengê xwe bilind bike. Çima em jin bê ku li ber xwe bidin û tiştekê bikin, bên kuştin; raperîn li cihekê bilind dibe ku bêhn di sînga te de veguhere volkanekê ber bi teqînê, ma ne ji mêjdeye bêhn di sînga me de xwe difetisîne, ma ne wexte em wê azad berdin û rê li raperîna xwe re vekin.