Jin têkoşîn, bîr, çand û zimanê civakê ye

- Dersim DAG
518 views

Wekî ku tê zanîn li Tirkiyê asta faşîzmê her ku diçe bilind dibe, hema bêje tevahiya civakê di bin dorpêça vê pergala faşîst deye. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê pêşeroja xwe di faşizmek mayînde de dibîne. Em îro jî li her qada jiyana xwe bandora vê faşîzmê hîs dikin; ev pêkanînên faşîzan bi taybet li Kurdistanê tên meşandin.

Armanc têkbirina têkoşîna gel e

Ev feraseta faşîzan, bi salane li her kuçe û kolan, gund û bajarên Kurdistanê şerekî qirêj dide meşandin. Bi hezaran hemwelatî ji ber van polîtîkayên qirêj hatin binçavkirin, sirgunkirin û qetilkirin, ev pêkanînên qirêj îro jî di asta herî bilind de tên birêvebirin. Armanca sereke ya van polîtîkayan têk birina têkoşîna gelê Kurd e. Gelê Kurd sedsale bê statû dijî, Kurdistan ji aliyê dewletên ku xwedî zihnîyeta netewperestin ve hatiye dagirkirin. Ev bi sedsalane em li ser axa xwe ji alî metîngeran tên qetilkirin, ziman û çanda me bi polîtîkayên asîmilasyonê tê wêran kirin. Ev polîtîkayên faşîzan ên girtin û qetilkirinê, çavkanî û hêza xwe ji netewperestiyê digrin.

Dîroka gelê Kurd dîroka têkoşîn û berxwedanê ye, ev gel her dem li dijî netewperestî, faşîzm û metîngeran têkoşîn daye meşandin. Gelê Kurd bi ev sekna xwe ya dîrokî heya îro çand, ziman û hebûna xwe parastiyê, berdêla vê tekoşînê her çiqas giranbe jî, vî gelî ev berdêl daye û hîn jî dide. Yên ku li dijî faşîzmê têkoşîn didin meşandin bi taybet ciwan û jinên Kurd in, ji ber vê rastiyê zihniyeta faşîst bêtir êrişî ciwan û jinan dike.

Polîtîkaya hilweşandinê hîn di meriyetê deye

Têkoşîna gelê Kurd li ser milê jin û ciwanan tê meşandin, ciwan û jin têkoşer, şopîner û rêveberê vê têkoşînê ne. Pergala faşîst bi salane êrişek hovane li ser jin û ciwanan dide meşandin, her cure şerê taybet bikartîne. Ev zihnîyeta qirêj têkbirina tekoşîna jin û ciwanan ji xwe ra ferz kiriye û gor vê yekê tevdigere, êrîşên dijwar ên her alî pêk tîne.

Bi taybetî di salên dawî de bi pêkanînên cihê bera êrîşê xwe dane nav civaka Kurd. Li her kuçe û kolanên Kurdistanê bi polîtîkayên têkbirin û hilweşandinê, fihûş, dizî, qumar, madeyên hişbir (esrar) û hrw. li ser ciwanên Kurd tê ferzkirin. Îro ev dewleta dagirker têkbirin û xistina her ciwanek Kurd ji bo xwe wek têkçûna têkoşîna gelê Kurd dibîne û bi vî rengî polîtîkayên xwe yên kûr û demdirêj dide meşandin. Mînaka wê a herî zelal û berbiçav jî polîtikayên asîmîlasyonê ye ku bi salane li her qada jiyanê tê meşandin. Di roja îro de jî bandora vê asîmîlasyonê li ser Kurdên bakur gihaye asteke wisa ku ziman û çanda Kurdî hêdî hêdî tê windakirin.

Xwedî li zarokên xwe derkevin!

Ev zihniyeta faşîst bi taybet jin, ciwan û zarokên Kurd hedef digre û polîtîkayên xwe li ser jin, zarok û ciwanan dide meşandin. Ji ber ku jin, ciwan û zarok pêşeroja vî gelî ne û ev zihnîyeta faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze ku pêşeroja vî gelê tarî bike. Bûyera Gulîstan Doku mînaka herî berbiçav û zindiye ku îro em rastê tên û dijîn. Gulîstan, jinek û ciwanek Kurd e. Ji Amedê ye û jinek welatparêz e. Kesê ku Gulîstan pê re têkildar e jî xwedî taybetmendiyên balkêş e, bavê wî polis e û li Dêrsim ê dijîn. Gulîstan nêzikî 50 roje nayê ditin û berpirsiyarên vê bûyerê nayên darizandin, her kuçe û kolanên Kurdistanê bi kamerayan tê qeyd kirin, li her kolanê bi dehan polîs û nobedar hene, lê hebûna wana tenê xizmeta winda kirin û qetil kirina jinan dike. Di mehên dawî de li Dêrsimê bûyerên bi vî rengî bi awayekî berbiçav tên dîtin. Dîsa li Amedê di 3-4 mehên dawî de nezîki 10 jin hatin qetilkirin. Li bajarên din yên Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Ez bawerim bi dehan bûyerên bi vî rengî hene ku em pê nehisiya ne. Jixwe gelek caran jî dixwazin jinên ku bi awayekê bi têkoşîna gelê Kurd re têkildar in bixînin. Helbet ev bûyerên ku di nav civaka Kurd de belav dibin ji polîtîkayên dewletê cûda nikarin bên dest girtin û nirxandin.

Jina Kurd pêşenga têkoşîna azadiya Kurd e

Ev bûyerên ku li Kurdistanê tên jiyan kirin, polîtîkayên şerê taybet yên faşîzma AKP-MHP’ê ne ku bi awayek herî rast û zelal em ê bikaribin bibînin. Di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê bi dehan jin hatin qetilkirin û li dijî jin û zarokan bûyeren destdirêjiyê hatin jiyan kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi destê jinê exlaq û pîvanên civaka Kurd xirab bike. Ji ber vê yeke ye ku ewqas erîş li ser jinê pêk tê. Jina Kurd pêşenga têkoşîna azadiya Kurd e.

Yên ku civak û têkoşîna civakê li ser pêya dihêle jin in. Têkoşîna civak ê, bîra civak ê, çand û zimanê civakê jin bi xwe ye. Wexta ku jin û ciwan ji rastiya gelê xwe bên dûrxistin, wê demê têkoşîna wî gelî jî dê têk biçe. Di şexsê jin û ciwanan de çand, dîrok, bîr û exlaqê vî gelî tê hedef girtin. Xistina her ciwan û jinek Kurd şikestina stûnek ji têkoşîna azadiyê ye. Li ser vî esasî rast nêzikatî raber kirin û xwedî derketinek xurt lazim e. Ger em xwedi li nirxên xwe dernekevin, wê tu kes xwedi me û rastiya me dernekeve. Li Kurdistanê her roj ciwanek, jinek an jî zarokek Kurd tê qetilkirin, bûyerek destavêtinê, yan jî bûyerek windakirinê diqewime.  Li hemberî van êrîş û polîtîkayên taybet ên hilweşandinê bertekên civakî pir kêm û lewaz in. Jixwe bertekên civakê jî her ku diçe kêm dibe, ev tişt nîşaneya bandora faşizmê û xwedî derneketina rastiya me ye.

Teşhîrkirina polîtîkayên qirêj girîng e

Hewceye em rojek ji ya din zûtir rabin û ji bo têkbirina van polîtîkayên qirêj bikevin nav hewldanan. Beriya hertiştekê jî ji bin bandora van polîtîkayên qirêj derbikevin û xwedî li rastiya xwe derkevin. Her hemwalatiyek Kurd ger li dijî van kirinên qirêj bertekan nîşan nede wê sibê dora wî jî bê û em ê bibînin ku van polîtîkayên şerê taybet xwe li bera her şaneyek civaka Kurd belav kiriye.

Ger em dengê xwe bilind nekin, em ê têk biçin, lazime ku em li her qadên jiyanê van pêkanînên qirêj teşhîr bikin, baldarbin û têbikoşin. Xelasiya civakê ji van êrîşên qirkirinê encax bi têkoşîneke bihêz, rêxistinbûyîn û bilindkirina berxwedanê pêkan e. Pêwîste her ciwan û jinek Kurd xwe birêxistin bike, rastiya xwe û civaka xwe bizanibe û li gor vê rastiyê tevbigere. Erka her ciwanî ev e ku xwe, derdora xwe, kuçe û kolanên xwe, gund û bajarê xwe li diji faşîzmê û kirinên wî yên qirêj biparêze. Rêxistinbûyina me wê teqez faşîzmê hilweşîne û dawî lê bîne.

Bila tu car neyê ji bîr kirin ku em neviyê Şêx Saîd û Seyîd Riza ne. Dîroka Kurd û Kurdistanê bi berxwedan û têkoşînê hatiye xemilandin. Her ciwan û jinek Kurd xwedî vê hêzê ye ku li dijî vê pergala faşîst bisekine û rê nede faşîzma ku îro li Kurdistanê pêl bi pêl belav dibe. Wexta ku em xwe, rastiya xwe, dîroka xwe nasbikin, em ê hêza xwe jî nas bikin, keşf bikin û derxînin zanebûnê. Em ê bi rihê şoreşgeriya Sakine Cansiz têbikoşin û wekî her carekê dîsan serbikevin. Serkeftina me jî wê têkoşîn û berxwedana me diyar bike.