Jineolojî: Deriyek ber bi heqîqetê

- Viyan POCH
502 views

 Jineolojî zanisteke ku li derdora zanebûn û zîhniyeta azadiya jinê ava bûye. Zanisteke ku bi perspektîfa rizgariya jinê re yekser eleqedar e û ji bo rizgarkirina jiyan û hemû civakê ye. Jineolojî hem encam hem jî destpêkirinek e. Encama têkoşîn, ked û ezmûna 30 salan a Tevgera Azad a Jinên Kurdistanê ye. Destpêkek baş bû ku em bikaribin bi awayek demdirêj hem şoreşa jinê hem jî azadiya hemû civakê misoger bikin. Destpêkek baş ji bo avakirina çerçoveyek zanistî û teorîk ku bikare bibe bingehek ji bo rêya ber bi şoreşê ve, rêya têkoşînek her alî a hemû jinan û hemû civakên cîhanî.

Jineolojî sînoran nas nake

Xebata jineolojiyê bi avakirina komîteyekê ku di sala 2011’an de hat avakirin, li çiyayên azad yên Kurdistanê dest bi xebata xwe kir. Yekemîn kar û xebata vê komîteyê jî lêkolîn û lêgerîn bû. Vê komîteyê encama xebata xwe di sala 2015’an de, bi rêya konferansa xwe a yekemîn ya jineolojiyê ragihand. Jixwe di demeke kin de ev encama xebata xwe bi jinên Kurdistanî, Tirkiyê û Ewrûpayê re parve kirin. Ji wê demê û şûnde xebatên jineolojî li çar perçeyên Kurdistan û Ewrûpayê de her ku diçû zêdetir pêş diket û mezin dibû.

Lê bi taybetî di bin banê pergala xweseriya demokratîk ya federasyona bakur-rojhelatê Sûriyê û Rojava de xebatê jineolojiyê karîbû zêdetir li hemû beşên konfederalîzma demokratîk pêş bikeve û xwe jiyanî bike. Jixwe di salên dawî de li rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê pergalek birêxistinkirî a akademiyên jineolojî û navendên lêkolînê hatin avakirin, di bernameyên dibistanan de jî jineolojî wek beşeke perwerdeya zanistî hatiye destgirtin û pejirandin. Her wiha di bin banê Enstîtûya Andrea Wolf ya Jineolojiyê de, gelek jinên enternasyonalîst kom bûne û tevlî vê xebata girîng a jinên Kurd bûne. Helbet her kes di çerçoveya kesayet, civak û welatê xwe nêz dibe, tehlîlên kûr pêşdixîne û di vê çerçoveyê de nîqaşên berfireh û girîng dide meşandin. Bê guman her nîqaş, xebat û keda jinê ji bo yek armancê tê kirin, ji bo pêşxistina nêzikatî û têkoşînek hevpar a jinê ku li dora hest, hizr û ramanê pêş dikeve. Di encam de xebata ku di pratîkê de jineolojî dide meşandin îro sînorên Kurdistanê derbas kiriye û xwe gihandiye hemû jinên cîhanî. Helbet bandora vê yekê pir mezin bûye û kariye gelek derdor û jinên cuda beştarî vê xebata dîrokî bibin. Ev jî derfetek mezin dide avakirin ku jineolojî bibe zanistek hevpar a hemû jinên cîhan ê.

Xebatek gerdûnî

Bi taybetî jineolojî li Ewrûpa û Emerîqaya Latîn bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin, nexasim di nav tevgerên jinên femînîst de pêşwaziyek mezin ji vê qada zanistî re hat kirin. Xebata jineolojiyê li Ewrûpayê di sala 2016’an de destpêkir. Di sala 2017’an de wek komîte li seranserê Ewrûpayê xebatên xwe berfireh kir û bi semîner, perwerdeyên jinan ên cihêreng, pirtûk, broşûr û hwd. lez da xebatên xwe.

Di gavên destpêkê yên jineolojiyê ku li Ewrûpayê hat avêtin, jineolojî wek pêşniyarek ya Tevgera Jinên Kurdistanê hat pêşxistin ku ji aliyê jinên cîhanê wek gaveke wêrek û azwerî hat dîtin, ji bo wê jî bala derdorek berfireh karî bikşîne ser vê yekê.

Gelo jineolojî bîrdoziyeke? Yan jî rêxistineke? Jineolojî gelo tenê ji bo jinên Kurd e? Pêşxistina zanista jinê tê çi wateyê? Di têkoşîna me de ev zanist xwedî roleke çawa ye? Bê guman ji destpêkê de tişta ku bandorek mezin li hemû jinan kir ku jineolojî nas bikin, ew bû ku karî di demeke kin de xwe bigihîne hemû jinan. Jineolojî karî derfetek mezin ava bike daku Tevgera Jinên Kurd, bingeha rêxistinî a şoreşa Rojava, ezmûnên têkoşîn û jiyana jinên femînîst a cîhanê bikaribin werin cem hev. Xebata jineolojiyê a li seraserê welatên Ewrûpa û Emerîqaya Latîn belav bû, bi xebatek rêkûpêk a têkoşîna jinên Kurd hat meşandin.

Di guhertinê de pêngavên girîng

Xebatê perwerdehiyê ku bi beştariya jinên cuda di kampan de pêk dihat, li ser gelek mijarên ku berê di nav hin tevgerên femînîst de zehmet dihatin dîtin, pêk hat û derfetek da avakirin ji bo ku em dîsan wan mijaran nîqaş bikin. Mînak mijara ‘Guhertina Zilam’ û pêwîstiya xebatek hevpar a bi hevalên mêr re ku berê vê hatibû red kirin. Lê, ev niha yek ji mijara me ya serekeye ku herê zêde li ser tê rawestîn; jineolojî li Ewrûpayê, li ser vê mijarê xebatek kûr dide meşandin. Di aliyê din de jineolojî bi şîrove û bingehê ku daye avakirin derfetek nû pêkanî daku rêxistinkirinên xweser yên jinê carekedin bikevin rojevê û bi perspektîfeke şoreşgerî ev yek jinûve were destgirtin. Em dikarin bibêjin ku bi xebata jineolojiyê cardin girîngiya rêxistinbûna xweser di nav şoreşa civakî ya giştî de û rola wê di guhertina tevahiya civakê de derketiye pêş.

Mijara nasname, dîrok, xwezaya jinê û nêrîna jineolojiyê gelek nakokiyên cihê daye avakirin û gelek caran nêzikatiyên bi tirs, nêzikatiyên red dike, derketine holê. Lê belê bi xebata di qada pratîk de, jineolojiyê rêbaz û şêweyê wê yê fêmkirin û lêgerîna azadiya kolektîf bi rêya fêmkirina heqîqeta jinê re bandorek mezin û erênî daye çêkirin. Her ku diçe motîvasyon zêde dibe, ev yek jî derfetek baş dide avakirin daku em wek jin dîroka xwe binivîsin. Em dikarin bibêjin ku niha derfetek hatiye avakirin, derfetek ji bo ku em bihevre wateya jina azad, şêweyek şoreşgerî û mîlîtanî ya jiyanê bi armanca azadiyek kolektîf ku bikare bandora bîrdoziya takekesî bişkêne, nîqaşan pêşbixînin.

Rêbazek a çareserker

Bi kinahî em dikarin bibêjin jineolojî di derbaskirina aliyên liberal yên ku bandor li kesayetên me û tevgerên jinan, femînîstan kiriye, xwedî rolek girîng e. Jineolojî rê û rêbaza herî baş a derbaskirina lîberalîzmê ye ku teşe bi kesayet, civak û hebûna me dide. Jinên ku jineolojî naskirine wê ji bo xwe wek hêvî û pêşniyarek pêwîst ku di guherîn, veguherîn û pêşxistina wan, her wiha di têkoşîna wan a rojane de rol bilîze, bigirin dest; ew ji bo xwe jineolojiyê bi vî rengî dinirxînin.

Mînak her ku jin jineolojiyê fêm û nas dikin, ew pêhtir xwe dixin nav kar û xebatên xweser yên rêxistinbûyîna jin ê, di vê mijarê de gav tavêjin û bi biryar nêz dibin. Ew li dora xebatên jineolojiyê xebat pêşdixînin û gavên rêxistinên nû yên jinê tavêjin. Jinên ku berê tevlî kampên jineolojiyê bûne, nexasim jî piştî demekê şûnde rêxistinên xwe yên xweser didin avakirin û di vê mijarê de hîn bi baldar nêz dibin. Avakirina komîteyên herêmî yên jineolojiyê ku bi înîsiyatifa derdorên cuda û li gelek welatên cihê hatine avakirin jî vê rastiyê piştrast dike. Her wiha em dibînin ku bi giştî gelek rêxistin û komên cûda cûda û gelek hevalên mêr jî di nav de, hêdî hêdî jineolojiyê ji bo xwe wek bingeh digirin dest.

Jin bêtir hebûna xwe nas dikin

Gelek jin nêrînên xwe bi me re parve dikin û didin diyarkirin ku wan bi naskirina jineolojiyê re hîs kir ku wan heya niha nekariye hest û zanebûna xwe a heyî bînin ser ziman. Lê ew niha hîn baştir dikarin xwe nas bikin, hay li hebûna xwe hebin. Helbet ev yek ne tenê hêz dide, belku ji bo wan rê li têkoşînek nû vedike. Jineolojî van hemû hest, zanebûn û ezmûnan digre nav xwe û dikare guhertin û çareseriyê destnîşan bike. Ev potansiyela herî bi hêz e ku di xebata jineolojiyê de tê dîtin. Ev potansiyel tê wateya yekbûna têkoşîna jinên cîhanî û di heman demê de ji bo ku em şaşîtiyên degmatîk ên gerdûnî dîsan dubare nekin, em bi ezmûnên xwe yên heyî, bi piştgirî û hevûdu tememkirinê dikarin di têkoşîna hevpar de biser bikevin, vê xebat û têkoşînê misoger bikin.

Ev enerjiya ku em di xebatên jineolojiyê de hîs dikin; em vê wek jinerjî bi nav dikin: Ev enerjî ahenga xwestek û baweriya me a ji bo azadiyê ye, heskirina hevûdu û rêxistinkirina li derdorê ye. Helbet di vê rêyê de hîn kar û xebatek me a bi zehmet û demdirêj heye. Lê em dizanin ku em ê di rêya rast de, ne ji ber ku di salên dawî de, belku li her ciheke cîhanê ku jineolojî gihiştiyê de, em ê ked û xebata xwe di çavên jinan de nas bikin, vê enerjiyê ji wan bigrin. Bê guman ev enerjî û coşa wan wê derfetek nû ji bo me bide avakirin daku em di xebetên xwe yên azadiyê de pêngavên şînber bavêjin.

 

Endama komîteya jineolojî ya Ewrûpayê