Li hemberî berxwedana me ew ê çong deynin

- ZEYNEP ÜREN
521 views

Pergala hevserokatiyê li hemberî hişmendîya yekdestî ya mêr û zayendperestîya dewletê şoreşeke. Şoreşek hemdemî ye ku di pêşengtiya jina Kurd de, bi xebat û destkeftiyên bi salan ên têkoşînek bê rawest hatiye bidest xisten. 

Tam jî di demekê de ku siyaseta demokratîk hatibû hedef girtin û di serî de gelê Kurd, hemû daxwazên civakî ên heyî bi awayek tund dihatin tepisandin, bi girtina mirovan û tije kirina girtîgehan wisa texmîn dikirin ku ew ê bikaribin ji vê yekê xilas bibin, gelê Kurd di pêşengtiya jina Kurd de dest bi pêvajoyek nû a berxwedanê kir. Di dem û atmosfereke wiha de li girtîgehan de ji bo pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û rê li rehîn girtina dewletê bê girtin, çalakî hatin destpêkirin û bi vî rengî ev polîtîkayên zext, çewisandin û girtinê vala  hatine derxistin. Di vê wateyê de, bi qasî ku dîroka Tirkiyê bûye dîroka rehîn girtin ê, civak veguherandine girtîgehek vekirî, di heman demê de bûye dîroka berxwedanek bê hempa a li girtîgehan pêl bi pêl bilind bûye. Yek ji pêşenga têkoşîn û siyaseta demokratîk a jinên Kurd, Leyla Guven li dijî vê siyaseta desthilatdar a ku tune dike û tune dihesibîne bi gotina, “ez rêhevala wan kesanim ku di oxira jiyanê de canê xwe feda dikin” dest bi berxwedanê dike û li dora vê berxwedanê jî xelekekê çêdike.     

Armanc şikandina vîna azad e

Li Tirkiyê kîjan partî bê bila bê, lê hişmendî heman hişmendiye. Ji xwe dema mijar Kurd bin, ji xwe ev yekahan qet naguhere. Ji xwe partiyên desthilatdariyê li ser hişmendiya zayendperest hatine avakirin, ji ber vê hişmendiyê ye ku îro li welat û Tirkiyê hema bêje qad nîne ku rojane em rastê nûçeyên di derbarê tundiya li dijî jinê de neyên. Ev hişmendiya zayendperest, neteweperest, dîncî ku xwe li ser yek rengiyê û tune hesibandina hemû rengên din avakiriye, rê nade tu raman an jî çandên din. Ev hişmendî civakê ber bi fetisandinê ve dibe. Rê li demokratîk bûna welat digire. 

Ger îro êrîşê pergala herê demokratîk a hevserokatiyê dikin, ev yek pirr eşkereye ku ji hebûna jinê a di her qadekê de ditirsin. Ji ber ku ev pergal sembolek ji berxwedana jinê ye. Deng, reng û tevlîbûna jinê a wekhev ya di her qadekê de îfade dike. Ji ber vê çendêye ku wiha bi hovîtî êrîşê jinê, nirxên wê dikin. Hovîtiya dewleta zordest bi awayek herê tund didome û xwestin bi tunehesibandina vîna azad a Kurdan dest deynin ser deskeftiyên jin ê. Li dijî zîhniyeta van partiyan, partiya me, partiya jinê ye û a ku vê me ber bi serkeftinê bibe jî ev yek e. Herçend ev pergal ji aliyê tecrûbe de hîn nûbe jî, lê di demeke kin de ji aliyê gel de hat pejirandin, bi taybetî jî di nava jinan de kelecaneke mezin da avakirin. Ji xwe vê rastiyê jî xwe di dema hilbijartinan de, bi beştarbûn û dilşahiya gel a ji pergala hevserokatiyê re bi rengekî pirr ber bi çav da diyarkirin. Bê guman wê gelê me di hilbijartinên li pêşiya me de jî van hêviyên dijmin ên pûç serûbinî bike.    

Pergalek nû, lê bi serkeftî bû 

Ji bo ev pergala herê nûjen bê rûnişkandin, hewceyî bi zîhniyetek rast û xebatek baş heye. Çiqas zehmetiyên xwe hebin jî carekedin ji aliyê rêvebirina xebatê û bi taybetî jî di hişmendiyê de, di gelê Kurd û têkoşîna me de pêzanînên gelek mezin hatine afirandin. Vê pergalê di kesayet, feraset û jayana kesan de guherîn çêkir; a herê girîng jî ew xistin nav lêpirsînê de: Di nav demê de li xwe pirsîn û li xwe zivirîn. Lêkolîn kirin, jiyan û pêderxistin ka çava xwe bi xwe, xwe birêve bibin. 

Di vê jin di her qadê de bin, ji ber ku ew afirînerên jiyana nû, aboriyê û hûnerê ne. Ev destkeftiyên wan in, ji bo nifşên nû, ciwanan, divê ev maf û têkoşîna vê yekê pirr bi hêz bê dayîn. Em wek gelê bindest îro berxwedana azadiyê didin meşandin, ji bo vê jî bingehek qehîm hat avêtin, ev bingeh jî li ser esasê azadiya jinê hat avêtin. Ji ber ku em îro ji her demê zêdetir û  baştir dizanin ku azadiya civakê encax bi vê yekê pêkan e. Ji bo vê yekê ye ku îro dewleta Tirk û hikûmeta desthilatdar a AKP’ê li hemberî vê pregala nûjen û şêweyê birêvebirina wê wiha bêzar e, ji her alî de êrîşan bi ser me de tîne.            

Gel serî netewand û wê netewî ne

Li dijî gelê me her cûre êrîş pêkanîn, li Kurdistanê komkujî kirin, rojane bi dehan kes tên girtin, lê dîsan jî fêm nekirin ku nikarin bigihin armancên xwe û ew neçarin li hemberî berxwedana gel çûng deynin. Gelê Kurd serî netewand û hêviyên wan ên di vê mijarê de vala derxistin; vê carê jî dewleta zordest serî li rê û rêbazên din ên qirêj da. Pêla binçavkirinan dan destpêkirin, hema bêje hemû hevserokên şaredariyan hatin girtin û di heman demê de şaredarî hatin şelandin, ji aliyê qeyûman de dest danîn ser nirxên gel. Êrîşên wan bê navber dom kir û Kurdistan veguherandin girtîgeh ê. Ew ji vê pregava demokratîk a navend jin ditirsiyan, ji ber ku pergola hevserokatiyê li dijî wan û zîhniyeta wan bû, nûjen û afirîner bû, li ser bingehê wekheviya jin û mêr xwe birêxistin dikir.       

Hatina qeyûman mirov dikare di çend xalan de wiha rêz bike: Ya yekem li hemberî hêza gelê Kurd ya xwe birêvebirinê ditirsiyan. Gelê Kurd xwedî civakek herî kevnare a xwediyê axa pîroz mezopotamyayê ye ku bi sed salane rastî zext, zilm, koçberî û sirgûnê tê. Di her êrîş, çewisandin û ketinê de dîsan karîne rabin û di nav pençê mirinê de jiyan afirandine. Serî netewandine, berxwe dane û di her firsendê de karîne bibin çîroskek ji ronahiyê. Bi vê nizikatiya xwe jî dijmin matmayî hîştine. Ji bo tunekirina vê hêzê jî dijmin gelek rê ceribandin, lê nekarî li beramberî berxwedana gelê Kurd a bêhempa rabiveste.       

Jin êdî dihat xûyan

A duyemîn jî pergala nûjen ya hevserokatiyê bû ku ji bo hişmendî û pergala xwe a nêr tehlûke didîtin: Ji ber ku wek jinên siyasetvan di nav pergala desthilatdar de xebet dana meşandin gelek zehmet e. Bê guman ên ku herê zêde di nav pergala desthilatdar de tên pelçiqandin û ji vê pergala nêr a zayendperest bandor dibin, jin in.

Jin demokratîktirin û bi vê kesayeta xwe re, bi desthilatdaran re hertim di nav dijberiyê dene. Bi pergola hevserokatiyê re jin hîn baştir û wêrektir karîn beştarbûna xwe a di qada siyasetê  de bide çêkirin. Ne tenê di qada siyasetê de, hema bêje li her der û qadekê de jin êdî dihat xûyan. Vê yekê jî dijmin xist nav tirs û xof ê, ji xwe encama vê tirsê jî êrîşên her alî ên li dijî jinan bû. Jin çiqas dihatin xûyan, dengê wan bilind dibû û bi rengê xwe dadiketin qadên têkoşînê, ew jî ewçend diketin nav tirsê. Ew ji hebûna jinê bi xof bûn!         

Girtina sazî û cihên taybet ên jinan, navendên çandî û perwerdehiyê, girtina park û navendên werzîşê jî dide nîşandayîn ka çendîn ji hebûna jinê ditirsin. Lê hewceye em ji bîr nebin ku bi dest dayîna ser destkeftiyên jin ê, dest danîn ser vîna tevahiya Kurd an.  

Jin bû rengê siyaseta demokratîk 

Xaleke din a ku divê were nîqaşkirin jî bihêz bûna jinê a di her qadekê deye. Bi taybetî jî beştarbûna jinê ji xebatên şaredariyê re ye ku ev yek xwedî girîngiyek mezin e. Cihên ku bibûn navendên zilam an, bi feraseta zilam dihat birêve bibin, êdî bi reng, çand, ziman û wijdana jinê dihatin birêvebirin. Beştarbûna jinê ya ji van qadan re hişmendiya heyî a digot, “jin nikare bike” têk bir û derî ber bi pêvajoyek nû vedikir. Jinê bi vê nasnameya xwe a azad deriyek nû ber bi qada siyasetê re vekir. Jina Kurd bû pêşenga siyaseta demokratîk a li Tirkiyê.   

Yek ji cûdahiya me a bi partiyên pergalê re ev yek bû. Ji xwe ger hûn li şaredariyên CHP, MHP û AKP’ê binêrîn, hûnê ferqa heyî hîn baştir bibînin. Em wek jinên Kurd çi di qada siyasetê debe, çi jî qadên aborî, çandî û hwd. xwedî gotin in û hewl didin di her qadekê de bi rengê xwe bên xûyan. A ku me ji partiyên pergalê cihê dike jî ev yek e. Berevajî partiyên pergalê ku beştarbûna jinê ji formalîteyê derbas nake, em di her qadekê de çalak in. Ji pirsgirêka taxekê bigire, heya pirsgirêka bajarekê, ji pirsgirêkên siyasî bigire, heya pirsgirêkên çandî û aborî, em bi her mijarê re ji nêz de eleqedar dibin. A herê girîng jî em di mijara pirsgirêkên jinê ên di van qadan de bi baldarî nêz dibin. Her pirsgirêkek ji bo me girîng e, her tişta ku têkildarê jinê be, jinê erênî an jî neyînî bandor bike, me ji nêzde eleqedar dike. 

Em di vê bîr û  baweriyê dene ku di vê hilbijartina li pêşiya me de em ê carekedin hemû destkeftiyên xwe ên ku bi keda jin û ciwanan hatibû avakirin, ji nû de bidest bixin. Helbet ên ku pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bikin jî jin in. P