Şoptarên heqîqetê rêhevalên rojê 

- Armanc SARYA
740 views

Belê kulîlkên azadiyê dema mijar tê ser we, birastî jî mirov nizane ka çavan we bîne ziman û we pênase bike. Ez niha difikirim ku ka bi kîjan hevokan we bînim ziman! Tu peyv an jî hevokek têra pênase kirina we nake. Heya vê kêliyê peyvek ku bikare we an jî 3 FIDAN ISTANBULxweşikatiya di hindûrê we de terîf bike, nehatiye afirandin. Hin tişt hene û ev tişt jî ewçend cûda ne ku ji her tiştekê cihê ne, nayên terîf kirin û encax dikare bê jîn. Ewçend cûdane ku kesê li beramberê xwe heyranî dihêle. Hûn jî bi vî rengîne sê kulîlkên azadiyê, sê jinên xweşik, sê şoreşgerên wêrek..!

Dil û mêjî seri hildaye

Niha ezê çawan û bi kîjan peyvan we bînim ziman nizanim! Hîna jî bawer nakim ku we xatir ji me xwestiye, we hîştibe û hûn çûbin. Dil vê yekê napejirîne, dil di nav serhildanê deye. Bi tu awayî naxwaze bipejirîne û pê bawer bike! Em ewqas bi hêrs û bi kînin ku ne gengaze niha bikaribim vê yekê bînim ziman. Helbet vê roj bê kesên ku gule barandin ser zarokên vî gelî, hesab û bedelên giran bidin. Li her welatê ku Kurd lê dijîn, li welat û derveyê welat Kurdistanî bi şîarên tolhildanê erd û esiman dihejînin. Kurdistanî li ser şopa we ya heqîqetê dimeşin, dayîkên Kurd, jinên Kurd bi tîlîliyan dengê tolhildanê bilind dikin. Tevahiya gelê Kurd bûye yek dil û mêjî, bi yek rih û beden, di serê her yek ji wan de tenê yek raman heye, ew jî ev e ku roj wê bê hesab ji tevkujiyên zaliman bê pirsîn. Niha yekane armanc ev e. Pêwîste hûn vê yekê bizanibin rêhevalên hêja ku em bi biryarin heya nefesa xwe a dawî hesab ji van neyaran bipirsin. Ji bo ku em bibin şayanê rêhevaltiya we, em bi hemû biryardariya xwe amadene ku hesap ji tevkujiyên wan bipirsin.

Sakîne Cansiz, navê berxwedanek bêpayan 

Sê jinên cengawer yên Kurdistanê, sê jinên wêrek. Sakîne Cansiz yanî rêheval Sara; em gelek tiştan dengdarê tene. Ger îro em gihabin vê astê ev bi saya têkoşîna te a bi salan bû. Em îro di encama keda te a bi hezar zor û zehmetiyan hat avakirin, li vir in, li ser van SAKINE CANSIZ 15çiyayan  têdikoşin. Keçên Kurd bûn şoptarê rêya te a bi salan ku li ser axa welat roj bi roj mezintir dibû. Rêya ku bi heqîqeta jinê re di çiyayan de digiha hev. Te wek yekemîn jina ku di nav refên PKK´ê de cih girtibû, pirr tişt fêrî me kir. Te mîrasek mezin û bi nirx ji bo pêşeroja jinên vî welatî hîşt. Em ji te fêrbûn û me di nav çavên te de xwend rengê têkoşîna bi salan a PKK´ê, ew rojên efsanewî, rastiya Heqî, Kemal û Mazlûm an. Tiştên ku di dema destpêkê a avakirina tevgerê de wek jin we jiyan kirin, li çiyayên Kurdistanê vegera jinên PKK´ yî a bi rastiya xwe re; bi kinahî hemû êş û zehmetiyên wê demê em ji te hîn bûn. Ji ber ku te ji wan jinan re jî pêşengtî kiribû. Hin ji wan jinan we tevlî nav refên têkoşînê kiribû. Ji xwe hûn sembola berxwedana li girtîgehan bûn. Di nav refên PKK´ê de me hertim çîrokên berxwedana we ya li girtîgehê dibihîst, berxwedana ku li ser zimanan qet nediket.

Hûn bi berxwedaniya xwe dihatin nasîn. Dema digotin heval Sara, tişta ku ewil dihat bîra herkesekê berxwedêrî bû. Her wiha dema navê Sara dihat pênase kirin, girêdana bi şehîdan, li pey rastî û heqîqeta şehîd de meşîn dihat bîra me. Fermandara ku wek çiyayên Dersimê serhêldêr bû. Dilê te wek çiyayê Dersimê mezin bû. Hûn bi vê sekna xwe ji me re hertim mînak bûn. Em wek jinên Kurd bi saya we û têkoşîna we a bê hempa, me PKK û têkoşîna jinê nas kir. We rastiya PKK bûyînê bi me da nasîn. Ji ber vê çendê em gelek tiştan deyndarê we ne, ev deyneke wisane ku tu caran nayê dayîn. Ji ber ku hûn wek rêhevala Rêber Apo, we jiyaneke nû, cîhaneke nû diyarê me jinên Kurd kir. Di heman demê de hûn rêhevala Rêber Apo, şervan û têkoşerek sedsalê bûn. Dilê te her tim û dayîm bi heskirina Rêber Apo re lêdixist, we tevahiya jiyana xwe di rêya ku Rêbertiyê destnîşan kiribû de da. 24 saetan bi Rêbertiyê re jiyayî, ji me re jî te ev yek dixwest bidî fêm kirin, ka bi Rêbertiyê re çavan mirov dikare 24 saetan bijî… Te dixwest hevalên te jî hertim wiha bijîn.

We dixwest ku rêhevalên te yên jin hertim bi hêz bin. Ji ber vê jî we hertim rê nîşanê wan dikir, hûn ji wan re bûne pêşeng. Hûn bi vîn û baweriya jinê hertim bawer bûn, ji xwe baweriya ku jin dikare hertiştekê bike, hûn bi xwe bûn. Tiştên ku di derbarê we de bêne gotin ewçend zêdene ku peyv têra vegotina rastiya we nake. Ev tiştên ku niha me anîn ziman, tenê beşek kêm a ji vê rastiyê ye. Beşeke pirr kêm…

Fîdan, rêhevala rûbiken 

ROJBIN-FIDAN DOGAN 38Tu narîn û ewqas jî fîdanek bi hêz ku li ser axa Kurdistanê ji nû de şîn bûyî. Bi awayekê ku li nav her dar û berekê de carekedin reh berdida. Ji xwe fîdanên Kurdistanê wisan in, hêza xwe ji rehên ku berdane nav axê de digire. Di nav vê axê de her tişta ku şîn dibe, ewçend bedewe ku tu caran serî natewîne. Fîdan li ku dera cîhanê dibin bila bibin, lê tu caran serê xwe natewînin, ji ber ku taybetmendiyên vê axê dijîn.

Tu di nav pergala kapîtalîst a Ewrûpayê de mezin bûyî, lê te karî ku wek kesek ji civaka xwezayî rastiya xwe biparêzî. Tu ewqas saf û sade û xwezayî bûyî ku… Te li ser axa welatê Rojava temsîla jinên Kurd dikir. Ev sekna te a xwe bawer û xwezayî, di her wêneyeke te de bi awayeke pirr eşkere tê xûyan. Me di wêneyan de te nas kir. Tu wek zarokeke dil nizm bûyî ku bi hemû rûkeniya xwe resmek diresimand li ser wechê rêhevalên xwe. Resmek ji dilnizmiyê..!

Rexmê temenê xwe yê civan bi bawerî û israrek mezin, bi têgihîştin û zanista ku ji PKK´ê girtibû, tevlî nav karên dîplomasiyê dibû; bê ku tu zor û zehmetiyên di nav pergala li Ewrûpayê de ji xwe re bike asteng. Sekna te a ji xwe bawer, feraset, xîtab, sekna te a îdeolojîk û hakimiyeta te a polîtîk bala her kesê/î dikêşand ser xwe. Gelek mirov ên ji gelên cûda ji te re rêz didan raber kirin, wan jî dîdît ka kesên PKK´ yî çavan in. Te ev yek bi ked, girêdan, heskirin û biryardayîna xwe da avakirin.

Mînaka herî baş a ji coşa ciwanan

Ronahî wek ciwanek Kurd ji hemû ciwanên Kurd re mînaka baş a têkoşînê bû û wêneyê pêşengtiya keçeke ciwan radixist ber çav an. Hertim bîbilkên çavên wê keça ciwan dikeniyan. Qehremana jiyanekê ku li sokên Amedê dest RONAHI - LEYLA SAYLEMEZpêdîke û ber bi jiyaneke dem dirêj a li Ewrûpayê dirêj dibe. Heval Ronahî mînaka herê xweşik a ji dînamîzm, jîndarî û coşiya ciwanan bû. Ronahî ango Leyla Şaylemez, wek keçeke ciwan, nasnameya Kurdayetiyê bi awayeke serbilind hilda û ev yek bi awayeke herê bihêz temsîl kir. Ew wek keçeke ciwan a Kurd, tolhildana qotbûna ji axa xwe, bi beştarbûna nav refên PKK´ê da destpêkirin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê, wê bersiva herê mezin bi sekna xwe a têkoşer û bi girêdana xwe a bêdawî da nîşandayîn. Wê karî ku gelek tiştan tevlî nav jiyana xwe a kin lê, bi wate bike. Hevala Leyla bû xwedî jiyaneke bi wate a ku îro xeyalê bi hezaran keçên ciwan e. Îro jî jiyan û sekna wê ji gelek ciwanan re bûye mînak û li ser şopên wan şahîdan pêşve diçin. Û bi dengê bilind ji we re sonda girêdan û şopandina rêya we tê qîrîn.

 

Jiyanên ku bi salan tên vegotin

Hîn gelek tişt hebûn ku hûn bikin. Xeyalên we, daxwazên we, planên we hebûn. Lê, bila ev xayînên ku ev tevkujiye pêk anîn wisa hesap nekin ku vê bikaribin li pêşiya 3 MANSET 2van daxwaz û xeyalên we bibin asteng. Ew tenê xwe dixapînin. Guleyên xayîn vê roj bê li xwediyên xwe vegerin. Gelê Kurd baş dizane ka ev xayîntî kê bi wan kir, helbet wê roj bê ku hesabê vê yekê yek û yek bê pirsîn. Em hesab pirsînê jî bi qasî têkoşîna ku didin meşandin, baş dizanin.

Belê, xwedavend û jinên cengawer yên Kurdistanê..! Jinên ku xwediyê ked û vîna azad in, hûnê hertim û dayîm li gel me bin, emê bi bîranînên we hîn baştir û bihêztir di rêya têkoşînê de bimeşin. Bîranîna we vê ji me re bibe hinceta hîn zêdetir têkoşîn û bilind kirina hestên tolhildan ê. Em ji we hez dikin, xwedî li bîranîn û têkoşîna we derdikevin, ev yek jî vê hemû planên qirêj yên neyaran vala derxîne. Wek rêhevalên we, em soz didin we ku hemû xeyal, daxwazên we yên nîvco man, pêk bînin. Emê ji her demê zêdetir bi şîarên tolhildan û têkoşînê xwedî li rêça we derbikevin. Yegane daxwaza me a jinên gerîlla ev e; di rêya ku we jê re pêşengtî dikir de bimeşin û bibin xwediyê soz û paymana bi we re.