Şerê hebûna mirovahiyê

- Zeynep ERDEM
679 views

Piştî hilweşandina pergala Sowyetan cîhana du blokî ji holê rabû, lê jiyana gelan bi ti awayî homojen nebû. Desthilatdariya modernîteya kapîtalîst serkeftina xwe îlan kir û xwe weke tekane riya jiyanê ferz kir. Lê serkeftina ku îlan kir serkeftineke sexte bû. Gelan, civakan ti carî serî netewand û neketin di nava jiyana pergala desthilatdar. Her demê hêzên li hemberî vê jiyanê derketin pêş û hê jî li pêş in. Niha jî hêza pêşengiyê, ji dengê berxwedana gelan re dike gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye.

Modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke mezin de ye. Ji bo ser vê krîzê bigre erdnîgariya Rojhelata Navîn bi kar tîne. Di cewher de krîza li herêmê heye krîza pergala desthilatdare. Diyare ku yê vê pergalê bibin bixe û serkeftina wê ya sexte li rû bide tekoşîna gelan e. Şerê ku bi pêşengiya gelê Kurd li herêmê li hember desthilatdariyê tê dayin ne tenê şerê xweparastina gelê Kurd e. Şerê hebûna mirovahiyê ye. Ji ber ku ev desthilatdarî bi serkeve tê wateya binkeftina mirovahiyê. Ji ber wê ye, li cîhanê hemû mirovahî li derdora gelê Kurd û Tevgera Azadiyê kom dibin. Hêviya pêşerojê di wê de dibînin. Û ji ber wê ye, hemû hêzên modernîteya kapîtalîst li hev kom bûne û li ser serê gelê Kurd û hêza wê ya berxwedanê bi dijminê Kurdan re bûne yek. Ev şerê du xet, an jî du pergala ye.

Li dijî pergala desthilatdar bê guman, di şexsê gelê Kurd û gelên din yên herêmê de pergala modernîteya demokratîk xwe birêxistin dike. Pêşengê vê pergalê, yê ku hebûna wê pênase kir Rêber Ocalan bû. Niha ji ber wê jî di bin tecrîteke girankiri de li grava Îmraliyê tê ragirtin. Hêrsa desthilatdaran ji wê ye ku çima Rêber Ocalan jibermayên civaka xwezayî anî roja me ya îro? Ji gelan re da diyar kirin ku gengaze pergala desthilatdar bi bin keve. Niha li herêmê hemû gel bi vê baweriyê tev digerin, têdikoşin. Bi taybetî jin azadiya xwe û pêşeroja civakê di vê pergalê de dibînin. Ev bîr û bawerî rê vedike ku gel bi ti awayî neyên şerê psîkolojîk yê dijmin. Ji ber tişta ku niha diqewime asta şerê psîkolojîk di şexsê gelê Kurd de dide diyarkirin.Dorpêçkirina sê beşên Kurdistanê ji aliyê faşîzma AKP-Erdogan ve ne tiştekî ku tenê bi dewleta Tirk ya dagirker were îfadekirin. Plana qirêj ku li Bakurê Kurdistanê bi êrîşa li ser bajaran dest pê kir, bi êrîşa li ser Rojava-Efrînê berdewam kir. Niha jî plana dagirkirina axa Başurê Kurdistanê di meriyetê de ye. Telukeya li ser gelê Kurd gelekî mezine. Bê guman ev bi berxwedaneke bê hempa wê têk biçe. Lê tişta ku gerek were zanîn ev e; êrîşa li ser gelê Kurd, di şexsê gelê Kurd de li ser xeta azadî û bi hevre jiyana gelan e. Ev jî yeka yek bi bîr û ramanên Rêber Ocalan ve girêdayî ye.

Kurd di eniya berxwedanê de di nava şerê parastina rewa de ne. Li ser maseya muzakereyan dizanin çi dixwazin. Wekî di serê sedsala derbasbuyî de li ser qerta Kurd ti kes nikare bide û bistîne. Ji ber ku Kurd bi xwe amade ne. Xwedî îradeyeke bi hêz in. Ti kes nikare vê hêzê paşçav bike. Ji nedîtî ve were. Yê ku ev îrade derxistiye holê Rêber Ocalan e. Hêrs, kîn û xezeba pergala desthilatdar ji ber wê ye. Li dijî vê xezebê di serî de jin, erka her mirovê xwedî exlaq û wîjdan e ku li ber xwe bide û têk bibe.