Tawana şer gel û jin dide

- Evin ZİLAN
706 views

Şereke hemû alî a ku tevahîha cîhan û bi taybetî jî Rojhelata Navîn daye ber xwe, her ku diçe pêtên xwe belav dike û kes nikare xwe ji vê germaya ku can dişewitîne rizgar bike. Agirek ku ter û hişt bi hev re dişewitîne; ji bo berjewendiyên komeke taybet ku bi tiliyan tên hejmartin.

Bê guman em her carekê balê dikşînin ser û didin diyar kirin ku qorbaniyên yekem a hişmendiya tevlîhev û şerxwaz ya vê pergalê jin in. Jinê tu cara nekariye xwe ji agirê bi şewat ya vî şer û aloziyê rizgar bike. Îran ku yek ji lîstokvanê esasî yê vî şerî ye ku li Rojhelata Navîn de gor dibe, bi tund û tujiyê gelê ji vê rewşê neraziye diçewisîne û rê nade tu ramanek cûda ku gelên Îranî û jin daxwaz dikin. Çewisandin, zordestî û zextên di hundir de gihiştiye astekê ku civak ber bi teqînê diçe, kengê û çi demê biteqe nediyare. Dijbertiya ku bi sedemên cihê li hemberî siyaseta zordest ya Îranê pêş dikeve, carekedin rastiya rewşa heyî bi zelalî radixe ber çav an. Çalakiyên çarşema sipî, rakirina destmalan û nerazîbûna li hember hicaba bi zorê, her wiha gelek nerazîbûnên din ku di tevna civakî de derdikeve pêş, asta herê jor a van nerazîbûnan dide diyar kirin. Helbet ev jî wateya destpêkirina qonaxa nû a ji bo guhertin û veguhertinê ye. Îran ku ji aliyê dewletên Emerîqa û Îsraîlê de zext ser zêde dibin, ew jî tola xwe ji gel vedike û zextên heyî hîn dijwartir dike. Bi taybetî zêdebûna desteser kirina jinan, rewşenbîr û rojnamevan a di demê dawî de û girtina wan vê yekê piştrast dike.

Li aliyê din de jî bi darde kirina ciwanên Kurd ku xwedî ramanên azad in, hewl tê dayîn sînoran li pêşiya ciwan û civaka Kurd deynin. Ji aliyê din de zêde bûna hejmara jinên ku madeyên hişber bikar tînin metirsyare; dîsan zêde bûna zarokên karker, yên li kolanan û bê xwedî, bê tifaqiya di nav malbatê her ku diçe civakê ber bi qeyranên nû yên civakî dibe. Her wiha nêzê 1000 keçên temen jêr 18 sal di 4 mehên derbasbûyî de li eyaleta sine tên zewicandin ku ev yek balkêşe. Tê gotin, di 4500 zewacên ku îsal hatine qeyd kirin de, 970 ji wan yanî %21 ê wan keçên jêr 18 sal in. Ji bo pêşî girtina vê felaketê mixabin heya niha zagonên Îranê rê li serirast kirinê nade. Ev yek jî bûye sedem ku asta zewaca jêr 18 sal zêde bibe. Ji xwe armanc mijûl kirina civakê bi tiştên bi vî rengiye. Ji bo ser girtina vê mijarê jî şerîetê wek rûpûşê bikartînin. Bê guman rexmê hemû hewldanên wan jî vê nekarin rê li têkoşîna jin û ciwanan bigirin. Dibe ku di van çend mehên dawî de gelek jin ji ber nerazîbûna li dij polîtîkayên rejîmê hatibin girtin, lê jinên derve bê ku bitirsin piştgiriya xwe a ji bo wan jinan didin raber kirin.

Tijta ku di pêvajoya demê dawî de bala her mirovek xwedî wijdan dikşîne, yekitî û yek fikriya jinên Îranî a li ser esasê armancên azadîxwaziyê bû. Êdî jin perçebûn û cûdatiya di navbera xwe de napejirînin. Her jinek êdî baş dizane û di ferqa siyaseta zilam a perçe dike, deye. Nivîsandina nameyê a ji aliyê jinên fars Atîna Dayimî û Reyhana Cebarî ya ji bo dayîka Amîna, hevjîna Îqbal Moradî ku bi destê sîxurên Îranê li bajarê Pencewîn a başûrê Kurdistanê hate qetil kirin, dayîka Zanyar Moradî ku tevî 2 ciwanên aktîvîst û siyasetvan yên bi navê Loqman Moradî û Ramîn Hoseyîn Penahî hatin darde kirin, mînaka yekbûn û yek diliya jinê ye. Jin êdî baş dizanin ku li hemberî siyasetên dij jin yên pergalê, têkoşîn û yekbûna jine yegane çareserî ye.

Soheyla Qadirî û Nesrîn Hedad du jinên aktîvîst yên Rojhelatê Kurdistanê ku di êrîşên demê dawî yên Îranê de ku bi fuzeyan pêk hat, şehîd ketin. Bê guman ev yek cihê xemê ye. Lê divê em ji bîr nebin ku ev di encama sîxurtî, ne yekbûn û nêzikatiyên piragmatîk ku nayê pejirandin, rû da. Lê bi bangawaziya hemû partiyên Kurd gelê me li ser ta serê Rojhelatê Kurdistan ê, ji bo mehkûm kirina siyasetên heyî yê darde kirin û kuştina Kurdan daketin qadan û ev jî îspata yekbûn û yek diliya gelê Kurd bû. Helbet beştarbûna jinan a xwepêşandanan û bi rola pêşengtiyê rabûn, girîng bû. Ev yek jî dihat wateya yekîtiya jinên Kurd û a rast peymanek bû ji bo hemû partiyên Kurd. Ji bo jinên çalak yên di nav van partiyan de jî cih digirtin jî dihat wateya yekgirtinek bi hêz û hatina cem hev ku encax bi vî rengî dikarin bigihin encamên çareserker û pişta dijmin li erdê bixin. Yek girtina Kurd dikare pêşî li bûyerên bi vî rengî bigire, berovajî vê wê di serî de jin, gelê Kurd her tim bi qetil kirin û kuştinê bixwazin tune bikin.