Wargeha fikrên azadiyê: Îmralî

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
296 views
Zaliman ji zemanan di ‘Sibatoka dîn’ de em Kurdên ji dawiya sedsala 20’an ve di pêşengiya wî Rêberî de bi ser xwe ve hatin û rabûne ser piyan, ceribandin; bi tarî, sir û seqema xwe xwestin ruhê me bidizin. Kurdbûn û jintiya azad ya li ber bihara xwe ve bi bayê bezê diherikî, di Sibata 1999’an de li qeyd û zincîran ket.

15’ê Rêber Apo dîl ket destê gladyoya Nato’yê, bi operasyonek taybet ji Kenyayê ew birin Tirkiyê, her mîna xwedayên zalim Prometheus li zinarên çiyayên Kafkasê girdabûn, li Îmraliya çala mirinê ew terkî-zemanên mîtolojîk kirin. Ew Sibatoka destûr dida xwedayan xezebê li erd û ezmanan bibarîne, Kurdên kevnar jê re digotin dîn e, êdî reş bû. Kurdan wê rojê fêhm kirin, qiyameta li rûyê dinê çiye.

Hevaltiya kêm, dostaniya qelp

Rêwitiya azadiyê ji bo Kurdan bi tevgerak Rêber Apo dest pê kir. Her wekî tevgerek rêbertiyê PKK’ê xwe afirand, lêgera azadiyê ya Rêber Apo bû ruhê PKK’ê û Kurdê azad. Lewma dîlketina Rêbertiyê hat wateya derba herî giran li PKK û bizava gelê Kurd. Kurdan li dijî komploya bi dehan dewletan bi hev re pêk anî, rêya berxwedanê hilbijart. Şoreşgerên Kurdistanê bi canê xwe çembera parastinê ya ji agir li dora Rêber Apo çêkirin, wekî kehanetekê ragihînin gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’.

Em salvegereke din ya komployê pêşwazî dikin. Di her salvegerê de di serî de du tiştên divê bên dubarekirin hene; ‘hevaltiya kêm, dostaniya qelb’. Rêber Apo weke sebebên komployê ev hevoka kurt, lê sosyolojiyekê ji kûr ve vedibêje, anî ziman. Em yên heval çima kêm bûn, çi bû ya kêm, çima bi vê kêmhiştinê em bûn sebeba xefka sedsalê were danîn, me çi kir ji bo hevaltiyek tam çêbibe …Hevaltiya rast û tam çiye, çawa ye, em ê xwe çawa ji vê rûreşiyê rizgar bikin.? Wisa bi sedan pirsên vê heqîqetê hene, kû şopînerên Apoyî yên xwe hevalên rêya heqîqetê dibînin, di serî de jin, herkesê lêpirsî, hîn jî divê lêbipirse. Heta ew çerxa komployê ji binî de ji holê ranebe, ev pirs dê her bên pirsîn.

Bêguman li wî alî ew pirs dê li bersivên xwe bigerin, li aliyê din jî dîroka berxwedanê herikî. Li ser pênaseyên nû yên rêbertiyê hevalên wî şoreş, şoreşgerî, hebûn, azadî, nasname û têkoşîn jinûve nirxandin. Ji ber Rêber Apo ew kêmasî ji hevalên xwe re nehiştibû, veguherandibû şoreşek zêhnî û derfetê jinûve avabûna PKK’ê afirandibû. Ji bo Kurdan heqîqet ‘weke hingivê dawerivî’ zelal û ron kiribû.

Şoreşa mezin ya Netewa Demokratîk pêş ket

Ya din jî ew dostaniya qelb bû ku hiştibû Rêbertî ne li Erdê ne jî li Ezmanan neyê hewandin, bê cih û bêzeman bê hiştin; dîl. Lewma Rêbertiyê dostanî li ser bingehên dîrokî, civakî û çandî jinûve vekola, lêpirsî û pênase kir. Li ser hîmê Netewa Demokratîk hevparbûna bi gelan û civakan re wekî şoreşa herî mezin ya dîroka modernîteya demokratîk xwe da der.

Rêber Apo bi wê diyalektîka Kurd û jina kole rakirî ser piyan û kirî şervanên azadiyê, komplo fêhm kir û Îmralî veguherand wargeha fikrên azadiyê. Xwe jinûve afirand, Kurdê liber têkçûnê bi bask kir, bi vîzyonek pergalî ya xwe disipêre Netewa Demokratîk rapêça û afirand. PKK jinûve li eslê wê vegerand. Komplo têk bir û nehişt dîrok xwe dûbare bike. Lê komplo wekî tevnekî zindî, wekî dêwekî mîtîlojîk ê heftserî, her carê jinûve zindî bû, xwest xwe bigehîne mejî û rûh.

Komplo dîrokî, civakî û cîhanî ye

Li dijî vê xefka mirin jê dizê, 22 sale bê navber Rêbertî vê berxwdana xwe çêkirina ji azadiyê, di astek nedîtî de pêk tîne. Lê ev komplo dîrokî ye, civakî û cîhanî ye. Lewma her derfetê bi kar tîne, ji bo jinûve bêhnê lê biçikîne, êrişî her afirandina Rêbertiyê dike. Ji 2015’an ve qonaxek nû ya komployê di rojevê de ye. Li gorî vê pîlanê li aliyekî pergala tecrîdê bênavber pêk tê û berfireh dibe, nimûne belavî hemû Tirkiye, Bakur û herêmê dikin, li aliyê din êrişî pêşengên tevgera azadiyê dikin, destkeftiyên şoreşa Kurdistanê dikin armanca êrişên tinekirinê. Hewl didin pîlana qirkirinê bi rêka vê komployê bibin serî.

Li dijî vê pîlanê, ji sala borî hemleya dema azadiyê ya armanca wê azadiya Rêber Apo ye, bû mîrate ji îsal re. Vê sibatê em jin, gelê Kurd û dost bi vê kampanyayê salvegera komployê pêşwazî dikin. Jinên Kurd her wekî ji destpêkê de pêşengên xebatên ji bo azadiya Rêber Apo ne, di vê pêngavê de jî pêşengiyê dikin.

Ji kurdê azad ê Apoyî ditirsin

22. salvegera komployê di demek dîrokî û pir girîng de tê pêşwazîkirin. Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn, li navenda Kurdistanê dewam dike. Hegemonên cîhanê di vê qonaxa şer de dixwazin komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyê bigihînin encamê. Komployê ji nû ve dihûnin, hewl didin bi şerê qirkirinê bi dawî bikin, Kurdan bê aso, bê statû bihêlin. Yanî lîstok pir mezin e. Ji Kurdê azad yê Apoyî ditirsin. Îcar ev Kurdê Apoyî jî hem bi dijminê xwe re şer dike, hem bi Kurdê kole û bindestê dijmin re têdikoşe. Li milekê hegomonên dinyayê, li milê din dijminên Kurdan yên ezel û ebed dewletên herêmê, li navxweyî jî xayînên Kurd.

Divê kurd bê statû nemînin

Demeke dîrokî ye, ku çi dibe bila bibe divê Kurd bê statu nemînin. Carnan dema li rewşa me Kurdan dinêre mirov dibîne pir nêze serkeftin. Lê wisa neqebek kûr heye, ew jî komplo bi xwe ye. An divê dûbare komployê bi têkoşînê pûç bike û wê neqebû derbas bike, an neçar dê sedsalên din li benda azadiyê bimîne. Kurdê Apoyî dikare demê bike dema azadiyê, ev heqîqetek pêkhatiye, lê ji bo mayîndebûna statuyê asta têkoşînê dê diyarker be, ji vê re jî hîn dem, ked û bedel divên. , Heta belkî ew derfetê bendaweriyê jî nemîne, kêr gihaye hestî, tenê rêyek heye, divê Kurd azad bijî; bi hemû hebûna xwe şoreşa Apoyî ya di Rojava de bi pergal bûyî biparêze û mezin bike. Şerek mezin yê hebûna azad li pêş me ye. Bi yek gotinê serkeftina vî şerî girêdayî azadkirina Rêber Apo ye. Lewma serkeftina pêngava dema azadiyê gelek giringe. Pêngav bi armanca têkbirina faşîzm, dagirkerî û pergala tecrîdê xwe rêk dixe. Bêguman hersê xal jî di têkbirina pergala komploya navnetewî de digehin hevdû.

Dengên ji bo azadiya Rêber Apo bilind dibin

Di sala 22’an a pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de dengên azadiya ji bo Rêber Apo li qada navnetewî bilind dibin. Lewma hêviya serkeftinê ji berê zêdetir e, dengvedana li dinyayê zêdetir bûye. Li Ingilistanê sendîkayên kedê, ji Başûrê Efrîkayê înisiyatîf, li Îtalyayê bi dehan şaredariyên piştgirên azadiya Rêber Apo, nîşan didin têkoşîn gihaye asta navnetewî. Ev derfetek gelek giring e û mezin e ji bo komplo bi azadkirina Rêbertiyê bi temamî têk biçe.

Tevgera Apoyî tevgerek jinê ye

Têkoşîna sala 2021’an, têkbirina komployê û serxistina pêngava dema azadiyê girêdayî têkoşîna jinê ye. Bêguman weke her sal, 8’ê Adarê dê îsal jî bi van aliyên giring û jiyanî barkirî be. Ji xwe ji bo jinên Kurd wateyeke din ya girîng ya 8’ê Adarê jî ew e, Rêber Apo dema komploya navnetewî pêkdihat, 8’ê Adara 1998’an îdeolojiya rizgariya jinê ragihand. Ferqa tevgera jinê ya herî mezin û heta bêhemta ev e. Rêber Apo azadiya jinê kir meseleyekî pergalî û bingehê hemû çareseriyan. Li dijberî teorî û tevgerên azadiya jinê piştguh dikirin, an jî dihiştin piştî ‘şoreşê’, Rêber Apo got: ‘şoreş bi azadiya jinê mumkun e’. Lewma tevgera Apoyî tevgerek jinê ya sosyalîst û demokratîk e. Hebûna azad ya Kurdan, jinan û heta gelên li herêmê xwe disipêre serkeftina vê bîrdoziyê. Esas komplo li dijî vê fikra azadiyê ye. Tecrîd, êriş, dagirkirin; şerê qirkirinê ji bo jiholêrakirina vê heqîqeta pêk tê ye. Ji ber vê ji 15’ê Sibatê ber bi 8’ê Adarê divê têkoşîna Azadiya Rêber Apo îsal bigehê lutkeyê. Ji her demê zêdetir derfetên vê hene. Tenê ew maye ku jin bikevin tevgerê.