15ê Sibatê sedema berxwedanê ye

- Nurhak GULBİHAR
31 views
Bîrmendê azadiyê Rêber APO di parêznameya xwe ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ de, ji bo hizirandina avakirina Tevgera Azadiyê dibêje; ‘Avakirina partiyekê li gorî pêvajoya tê de, di wateya rûmetê de bû. Valatiyeke mezin a rûmetê hebû.’ Bi vê valatiyê pirsgirêka hilweşandina rûmetê di hebûna gelê Kurd de li ser tevahî mirovahiyê dihate ferzkirin.

Ji ber vê ye ku dîsa di berdewamiya paraznameyê de bi awayekî herî xwerû û zelal vê peywendiyê wiha bilêv dike û dibêje; ‘Liberxwe nedan weke terikandina mirovahiyê bû’ Ji ber vê xwedî lêderketina doza heq a Gelê Kurd di heman demê de xwedî derketina rûmet û kerameta mirovahiyê bû. Ji xwe ji ber vê bû ku hêzên deshilatdar, hegemonperest ên ku careke din dixwestin bi dîzayneke nû gelan, baweriyan, erdnîgariyan li gor xwe bidin çêkirin, di sala dawî ya sedsala 20an de, destpêkê plana herî qirêj, herî dijmirovahiyê li dijî bîrmend û Rêberê azadiyê pêk anîn. Di 15ê meha sibatê de ev plan bi encam kirin û ew kesê ku xwedî li rûmeta gelê xwe û ya mirovahiyê derketibû, li grava Îmrali tecrîd kirin. Dîrok, 15ê sibata sala 1999 û ji rojan jî roja duşemê bû.

Li Îmraliyê zayîna sêyem

Lê bîrmend û rêberê azadiyê ji vê rojê û şûn de weke ku ew bi xwe jî dibêje, li vê zîndana takekesî ya bi navê Îmraliyê, zayîna xwe ya sêyem pêk anî. Zayîna yekem a ji dayikê, zayîna dûwem dagirtina wê valatiya rûmetê û ya sêyem jî di wateya rasteqîn de azadbûn û di fikir, hizir û hişmendî de derketina ji nava çar dîwarên zîndanê bû. Bi vê zayînê jî di cewherê xwe de, dîdara bi azadiyê re di zîndanbûyîna herî giran de pêk hat. Bi yekkirina gotin û jiyana xwe, di qelîştoka herî teng û zehmet de hişmendiya azadî, rûmet, xwebûn, mirovahî û serberziyê nîşan da. Mesele ne zêde tişt zanîn bû, wekî ew bi xwe jî dibêje; ‘Jiyîna li gorî zanîna xwe bû.’ Ji ber vê bû ku tevî dîwaran û pergala herî sext a tecrîdê jî bi mîlyonan kes li ser şopa ku wî nîşan da, meşiyan. Ne tenê gelê Kurd, ji tevahî cîhanê pêl bi pêl komên mirovan xwe li derdora bîrmendiya wî girtin û her ku çû berfireh û kurtir bû. Êdî xwe ji qalikê teng ên kesayet, civak û hişmendiya ku deshilatdariyê ferz dikir xilas kiribû. Êdî ew aîdê xwe û yê azadiyê bû. Ji ber wê bû ku digot; ‘Yê kole hûn in, ne ji bo min, ji bo azadiya xwe têbikoşin.’ Di roja me de ev pêla hişmendiya azadiyê bi awayê herî bi hêz, li dîwarên feraseta deshilatdarî û serdestiyê dide. Bi vê bîrmendiyê keramet û rûmeta gelê Kurd û bi ya gelê Kurd re jî ya mirovahiyê li ser rêya rizgariyê ye. Mînakên wê yên dîrokî, di qelîştokên kaosê de, bi jiyankirina kêliyên azadiyê derketin pêşberî me û hê jî derdikevin.

Şoreşa Rojava diyariya vê hişmendiyê ye

Bi zayîna dûwem kerameta gelê Kurd xwe ji nav lepên dijminan rizgar kir. Ji ber vê ye ku êdî çi hesab û planên zilhêzan hebe jî bêyî hesabkirina Gelê Kurd ne pêkan e. Hebûna Gelê Kurd a birêxistinkirî, xwedî hişmendî û ji xwe bawer dike ku di nav tevahî aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê de li ser lingan bimîne. Her wiha bi berxwedana xwe ya bêhempa ya dîrokî ku li hemberî DAÎŞê pêk hat û Kobanê bû sembola vê yekê, ji tevahî mirovahiyê re diyariya vê hişmendiyê bû.
Di roja me de jî, dîsa berxwedanî û ragiriya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê, di kêliya herî xeter a kaosê de parastina rûmet û hebûna gelên Sûriye û Rojhilata Navîn e. Çawa ku parastina Kobanê tenê ne parastina bajarekê bû, berxwedaniya li Tişrîn û Qereqozaxê jî tenê ne parastina pir û bendavekê ye. Parastina raman û hişmendiyekê ye ku navê wê Netewa Demokratîk e. Bi awayê herî baş avakirina derfeta bihevre jiyana gelan, bawerî û olan e. Parastina rêxistinkirina bereya rûmeta mirovahiyê ye. Û ev yek bi pêşengiya Gelê Kurd pêk tê ku dîsa li ser heman axê, bûbû dergûşa mirovahiyê. Di sedsala 21. de dîsa bi vê rolê xwe yê dîrokî radibe. Vê jî bi bi hizra Rêber û birmendê azadiyê pêk tîne.

Êdî komplo hatiye derbaskirin

Ji ber ku di vê zayîna xwe ya sêyem de bîrmend û rêberê azadiyê dibêje; ‘Rûmeta civakî xwedî li xwe derketine, baweriya bi xwe ye, xwezanîn û xwe pêşxistine.’ Vê heqîqetê û diyardeya dîrokî bi gelê Kurd da avakirin û niha heman diyarde û heqîqet di nav gelên din de jî ava dibe. Bi vî hawî jî di 26. Salvegera komploya navnetewî ya qirêj de, tola xwe ya dîrokî, hişmendî, hebûnî û ya herî bi wate ji tevahî aqlê serdest ê dij mirovahiyê distîne. Êdî komplo pûç e, vala û bêwate ye û hatiye derbaskirin.