25’ê Mijdarê dê bi têkoşînê were pêşwazîkirin

- Roza METÎNA
320 views
Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve bi awayekî hovane hatin kuştin heta roja îro jî ji jinan re dibe mînak. Ev têkoşîna ku weke mîrateyekê ji jinan re ma, li dijî tundiya ku dibe sedema alozî û travmayên civakî îro jî bi her awayî didome. Ev têkoşîn di heman demê de li dijî binpêkirina hemû mafên jinê yên weke ked, ziman û nasnameyê ye jî.

Binpêkirina ziman, ked û nasnameyê pirsgirêkeke hevpar a jinan û civakan e. Ji bo civak bêdeng û bê parastin bimîne, bi salan e li dijî jinên têkoşer ev êrîş tên kirin. Ji bo jin di pêvajoyên biryargirtinê de nebin xwedî gotin, çi ji destên desthildatdaran tê dikin. Lewma jinên ku di heman demê de ji berxwedana Sakîne, Sêvê, Leylayan hêzê digirin li dijî newekhevî, rûreşî û derewên sîstema yekperest wê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê de li qadan bin.

Jin wê bi daxwazên xwe li qadan bin

Dema em li polîtîkayên cîhanê dinêrin dibînin ku di qadên siyasî, civakî, aborî, hiqûq û hwd. li her qadê û bi hemû rêbazan li dijî jinê dijminatiyê dimeşînin û bi vê yekê derî li tundiya li ser jinê vedikin. Bi haqdesta erzan, bi polîtîkayên bişaftinê, êrişa zayendperest û nîjadperest li ser jinê siberojeke reş tê ferzkirin. Jin weke her salê îsal jî ji bo van polîtîkayên li dijî jinê şermezar bikin wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Li dijî hişmendiya ku bedena jinê dike mijara bazarê deng û hêza xwe bikin yek. Îsal jî jin ji bo mîsogerkirina mafên gerdûnî û çareserkirina pirsgirêkên jinê û ji bo avakirina nexşeya jiyanê ya jinê û civakê bi dengekî xurt wê daxwazên xwe bînin ziman. Di encama têkoşîneke demdirêj de jin îro ji her demê zêdetir di zanebûna polîtîka û dijminahiya pergalê ya li dijî jînan de ne. Ew dibînin ku zagonên dewletan mafê jinan tine dihesibînin, destkeftiyên jinan xesp dikin û jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin. Lewma yek ji daxwaza jinan jî guhertina van zagonan e. Ji ber ku jina pêşketî û ji xwe bawer civaka pêşketî û ji xwe bawer e. Berovajî vê yekê çewisandin û binpêkirina mafê jinê, çewisandin û paşvexistina civakê ye. Ji ber vê yekê jin di azadiya xwe û mafê xwe de bi israr in.

Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar

Hin daxwazên sereke yên jinan jî hene ku di her demê û her çalakiyê de tînin ziman. Yek ji van daxwazan jî bidawîkirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd ên di girtîgehan de ye. Jin di wê ferqê de ne ku polîtîkaya tecrîdê di heman demê de astengkirina azadî, aştî û aramiyê ye û ev astengî li ser tevahî civakê bandoreke neyenî dike. Polîtîkaya tecrîdê ne tenê li girtîgehan, li ser tevahî civakê tê ferzkirin û civak bi polîtîkayên nijadperest, yekperest û zayendîperest dîl tê girtin. Ji ber vê yekê jin di çalakiyên xwe de bi dirûşmeyan daxwaz bikin ku tecrîd bi dawî bibe û li dijî tecrîdê tekoşîneke hevpar were meşandin.

Jin li dor nirx û hevpar bên gel hevdu 

Desthilatdariya ku keda mirovan bin pê dike û tenê budçeyê ji şer û alîgirên xwe re vediqetîne diyar e di 25’ê Mijdarê de jî ji bo jin bi awayekî azad dengê xwe bilind nekin wê bibe asteng. Lê belê jin ji bo avakirina paradîgmayeke nû ya li dijî cihekariyê bi fikir û hestên xwe wê li dijî vê astengiyê bibin mertal. Jin êdî xwedî bîrdozî û helwest in û ev weke kevneşopî û mîrasekî berxwedanê di têkoşîna jinan de bi cîh bûye. Her çend mêrên ku berdevkiya pergalê dikin û li gorî berjewendiyên pergalê tevdigerin bixwazin li pêşiya jinan bibin asteng jî, jin wê van astengiyan nas nekin. Weke her carê îsal jî jin wê bi rihê berxwedanê ku ji têkoşîna Xwişkên Mîrabel û têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê mîras wergirtine di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê de li dora nirx û têkoşîna hevpar li seranserî cîhanê li qadan bigihêjin hev û ji hemû curê tundiyê re bêjin bes e!