Li Herêma Kurdistanê qirkirina jin a pir alî

- Berîtan ZAGROS
358 views
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe ya zîndana Îmraliyê de gotibû: “Ez nabim hemwelatiyê civakek an jî dewletekî jinên xwe dikuje!” Lê her jinek ku di demek an jî koşeyeke jiyana xwe de rastî şîdetên cûrbecûr hatiye çiqas vê gotinê dibê û pêk tîne? Her jinek bi îdîaya mezinkirina têkoşînê xebatê dimeşîne, çiqas şîdeta li ser jinê ji kûr ve hîs dike û li dijî şîdetê dikeve tevgere?

Bêgûman dema em li asta têkoşîna jin û berdêlên ku hatine dayîn dinêrin û asta qirkirina jin a li Kurdistanê û li herêmê rû dide didin berhev, dibînin ku encama tê xwestin tam ne hatiye bidestxistin. Ev tabloya şîdetê ya li cih, bajar û herêmên Kurdistanê têkoşîneke dijwartir, pir alî û bi rêbazên cûdatir ji me dixwaze. Diyar e divê di rêbazên têkoşînê de dewlemendiyek û îddîayek mezin derkeve holê. Têkoşîna azadiya jin li Bakur û Rojavayê Kurdistanê gihîştibe asteke diyar jî, hîn em nikarin bêjin ku di şîdeta li dijî jinê de, têgihiştina desthilatdariya mêr hatiye derbaskirin. Lê di encama têkoşîna azadiya jinê de jin perwerde bûye, têgihiştiye û li dijî desthilatdariyê bi awayeke çalak di nava têkoşînê de cih girtiye. Her weha dikare heya astekî xwe biparêze û li ser piyê xwe bisekine. Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber zextên rejîma Îranê, têgihiştina dewletê û mêrsalar têkoşîna azadiya jinê li gorî tê xwestin civakî nebûye û nikare xwe bigihîne her qadeke civakê. Ji ber vê rêjeya şîdet û binpêkirinê jî bi temamî nayê zanîn.

Li Başûrê Kurdistanê pêdivî bi xebatek taybet heye

Lê balkêş e ku parçeya ku di mijara têkoşîna azadiya jin de li gorî salên rêveberiya Kurd mesafeyek bidest nexistiye jî Başûrê Kurdistan e. Civaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê têgihiştina muhafazkar ya oldar, malbatî, eşîretî, lîberalîzm û sermayedariyê ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerînên jinan yên ji bo azadiyê jî di aşa lîberalîzm û sermayedariyê de tê hêrandin. Tevî aliyên din ên Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî di têkoşîna azadiya jin de pêwîstî bi xebateke taybet û dewlementtir heye. Ji ber rêxistinên jin ên Başûrê Kurdistanê zêdetir di çarçoveya saziyên sivîl yên weke pêveka sîstem û desthilatdariyê de dixebitin, ev nahêlê ku têkoşînek serbixwe û çalak ya jinan derkeve holê. Pirsgirêkên jin û sedemên wan tenê di çarçoveyeke teng a desthilatdariyê de tên destgirtin. Hin rêxistinên jin ên dixwazin têkoşînê bidin jî rastî astengiyên rêveberiya Herêma Kurdistanê û kevneşopiya civakî tên.

Divê têkoşînek şoreşgerî pêş bikeve

Lê ji astengiyan wêdetir, hîna jî sazî û rêxistinên jin nekarin ji bo hemû jinan bibin navnîşana çareseriyê. Eger em xebat û têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê binêrin, dibînin ku têkoşîn negihîştiye wê astê ku karibe di êniya dij sîstemê de û bi awayekî şoreşger pêşbikeve. Asoya têkoşînê sînorên dewletî û pergala heyî derbas nake. Ji ber xebatek di çarçoveya saziyên civaka sivîl tê meşandin, têkoşîneke dijber, xurt a rexnegir ku karibe têgihiştina mêr û dewletê biguhere pêşnakeve. Heya astekî xebatên perwerdekirina jinê hebin jî ev di jor de dimîne û xwe nagihîne nava hemû beşên civakê û jinê.

Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên rêvebirin

Balkêş e, saziyên hikûmetê yên ji bo jinan hatine avakirin jî, ji jinan zêdetir ji aliyê zilamên rûtbeya wan a serbazî heye ve tê birêvebirin. Weke nimûne; li Herêma Kurdistanê 28 rêveberî an jî şûbeyên têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re heye. Lê ji bo jinek di vê saziyê de bibe rêveber, divê rutbeya wê ya serbazî hebe. Ji ber sazî ser bi Wezareta Navxweyî ye, di çarçoveyeke ewlekariyê de tê destgirtin. Ji ber jinên xwedî rûtbeya serbazî li Başûr kêm in, ev sazî sedî 95’ê wê ji aliyê zilaman ve tê rêvebirin. Dikare bêgotin, ev sazî jî ji ber vê têgihiştina baviksalar û dewletî nekare di têkoşîna li dijî şîdetê de bibe navnîşaneke çareseriyê. Berovajiyê wê, jinan zêdetir mehkûmî nava sînorên malê dike û neçarî zilam dike.

Daneyên tundiyê nayên eşkerekirin

Ev sazî ku berê her meh rêjeya şîdeta li ser jinê dibin çend sernavan de berhev dikir û parve dikir, li ser fermana hikûmetê niha çend mehan carekî eşkere dike. Jixwe rêjeya ku tê eşkerekirin û ya di ragihandinê de derdikevin jî gelek caran hev nagirin. Ev jî vê pirsê pêş dixe; gelo hikûmet rêjeya rast ji raya giştî vedişêre? Jixwe tenê rêjeya kuştin, xwekuştin, xweşewitandin, şewitandin, destdirêjî û giliyê didin. Lê ya herî zêde gilî heye û nayê eşkere kirin ew e ku jin piranî ji bo kîjan mijaran serlêdan dikin? Jixwe li gorî vê saziyê şîdeta derûnî, şîdeta fizîkî, şîdeta hestî (lêdan), şîdeta aborî nakeve katogeriya şîdetê. Tenê weke gilî tê derbaskirin. Weke nimûne di meha Cotmehê ya 2021´an de tenê rêjeya şîdetê ya 8 mehan hatiye eşkere kirin. Li gorî îddîaya Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, di 8 mehanên destpêkê yên 2021´an de li seranserê Herêma Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin. Balkêş e li beramberî kêmkirina rêjeya qetilkirina jinê, li Herêma Kurdistanê rêjeya xwekuştinê bilind bûye. Li gorî vê, di nava 8 mehan de 40 jin dawî li jiyana xwe anîne. Her wiha di nava 8 mehan de 55 jin yan hatine şewitandin an jî xwe şewitandine. Li gorî salên berê rêjeya êrîşên cinsî li Başûrê Kurdistanê bi awayeke berçav zêde bûye. Li gorî raporê destdirêjî herî zêde li bajarên mezin ên wekî Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çêbûne. Li gorî rêjeya fermî ya vê saziyê, 83 jin rastî êrîşên cinsî hatine. Heya meha 8’an a îsal 8 hezar û 165 jin ji ber tundiya nava malê, li ser kar û bi rêya medya dijîtal gilî kirine.

Li stargehan jin nayên parastin

Helbet timî guman li ser rêjeya ku saziyên girêdayî hikûmetê eşkere dikin heye. Jixwe rêxistinên jin nikarin bi awayekî rêkûpêk rêje tomar bikin û eşkere bikin. Herçend hinek saziyên biyanî lêkolînên xwe yên li ser mijarên cûda weke rêje eşkere bikin jî ev tenê ji bo mijarên taybet dibe. Ji ber vê yekê dema di medyaya civakî û ragihandinê de bûyerên rojane tên bihîstin,   li van daneyên hatine eşkerin dinêrin û nakokiya heyî dibînin. Stargehên jinan jî ji ber bi têgihiştina mêr tê birêvebirin, ev dibe sedem ku jin zêde naxwazin li van saziyan bimênin. Hin jinên ciwan ên ji neçarî xwedispêrin van stargehan jî ji ber ji bo wan ferqa wir ji zîndanê nîne, li şûna ku li wir bimînin metirsiya mirinê didin ber çavên xwe. Li gorî lêkolînan, gelek caran jinên ciwan ên piştî ji stargehê derketine ji aliyê zilam ve hatine qetilkirin. Weke nimûne; herdu xwişkên Çemçemalî yên bi erêkirina dadgehê ji stargehan derketin, ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin… Rêxistinên jin ên ne fermî jî, nikarin ji derveyî hikûmetê stargeh ji jinan re vekin û xwedî li wan derbikevin. Ya sosret ew e ku, dewlet û mêrê desthilatdar ê li dijî jinê şîdetê pêk tîne, xwe kiriye navenda têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re û van saziyan jî xistine bin desthilatdariya xwe.

Pergal dibe sedema xwekuştina jinan

Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Têkoşîna bi Şîdeta li Ser Jinê re hatiye girtin, medyaya dijîtal ji bo jinan bûye metirsî û tehdîdeke mezin. Piraniya jinên ciwan ên dawî li jiyana xwe tînin jî ji ber xefk, tacîz û tehdîtên li ser medyaya dijîtal vê dikin. Herî zêde jî jin, ji ber bûyerên ku çavkaniya xwe ji medyaya dijîtal digirin gilî dikin. Lê belê jinek dibin metirsiyê de be jî,  heya dadgeh erê neke, rêveberî nikare ew jina gilî dike biparêze. Ji ber derengketina rêveberiyê gelek caran jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîne an jî zirer dîtiye. Sedemeke din a girîng ya xwekuştina jinên ciwan jî bêkarî ye. Gelek jinên ciwan ên kar nabînin û xwendekarên dibistan qedandinê, lê di karekî de bi cîh nebûne, ji ber nikarin debara xwe bikin û di nav pirsgirêkên şert û mercên zehmet de dijîn, serî li xwekuştinê didin. Ev jî asta aloziya civakî ya çavkaniya xwe ji pergala kapîtalîst digire eşkere dike. Pergal mirov, civak û hemû nirxên manewî tine dihesibîne û xerc dike. Her weha ji ber têgihiştina zayendîparêz qadên kar û xebatê yên ji bo jinan kêmin. Jinên ku dixebitin jî bi heqdesteke kêm kar dikin û keda wan tê xwarin.

Qanûn jî li dijî jinan e

Cûreyeke din a şîdetê jî zewicandina di temenê zaroktiyê de ye. Di vê mijarê de daneyên fermî yên ji bo Başûrê Kurdistanê nehatine eşkerekirin, lê belê li gorî raporeke UNICEF’ê, li Iraqê ji sedî 28’ê zewacan li jêr temenê 18’î ye, ango di temenê zaroktiyê de çêdibe. Li Iraqê di qanûnan de temenê zewacê weke 18 hatibe diyar kirin jî, ev li ser civakê naye ferz kirin. Ji bo vê jî di qanûnê de gelek deriyên vekirî hatiye hiştin. Ji ber vê gelek zarokên keç di 16 saliyê û heta di temeneke hîn biçûktir de tên zewicandin. Bi giştî dikare bêgotin ku li herêmên dibin kontrola PDK’ê de rêjeya şîdet, destavêtin, kuştin, şewitandin û xweşewitandina jinan hem zêde ye hem jî rêjeya wê bi zanabûn ji raya giştî tê veşartin. Ya balê dikşîne ew e ku li gorî daneyên fermî li Hewlêrê di 8 mehên dawî de jinên hatine kuştin nînin, lê berovajî vê yekê hêjmara xwekuştin, şewitandin û xweşewitandina jinan gelek zêde bûye. Ev jî gumanê çêdike ku jinên tên kuştin ji bo ne cezakirina kujêran weke xwekuştinê tên dayîn.

Pêdiviya jinên Başûr bi têkoşînê heye

Tevî van pirsgirêkên heyî, belavbûna şewba koronayê jî bandorek mezin li ser saziyên jinan kir û xebatên wan gelek sînodar kir. Salên berê xebat baştir bûn û kêm be jî hişyariyek çêdikir, lê niha ev jî hema bêje nemaye. Ev jî metirsiya li ser jiyana jinan çêdike. Navnîşanên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên jinan her diçe kêmtir dibin. Pêwîstiya jinên Başûrê Kurdistanê ji rêxistin û saziyên marjînal ên weke pêveka sîstemê kar dikin zêdetir, bi têkoşîna azadiya jin a li dijî pergala mêr û sermayedar heye. Her çend Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) heya astekî xwe li Başûr rêxistin kiribe jî, asta ku bikare rojeva jinên Başûr diyar bike, wan rêxistin bike û bibe navnîşana çareseriyê nîne. Helbet ev jî rexneyeke ji bo RJAK’ê. Ji ber RJAK ji hemû rêxistinên jin ên Başûr zêdetir xwedî ezmûn e, xwedî xeteke fikrî ye û dikare bibe navnîşaneke çareseriyê ji bo hemû jinên Iraq û Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin heya niha rola ku tê xwestin tam ne lîstiye û sînorên teng ên pergalê nikariye derbas bike.

Jîneolojî hêvî dide

Lê weke pêşketine diyar a di nava salê de ku hêvî dide, xebatên Jineolojiyê ya li Başûr û Iraqê ne. Jineolojî dikare gelek xetimandin, çewtî û pirsgirêkên têkoşînê yên li Başûr pênase bike, araste bike û fikrê jina azad pêş bixe. Xebatên fikrî gelekî girîngin û Jineolojî dikare bibe derî û hesaneyeke nû ji bo tevahî jinên Iraq û Başûrê Kurdistanê. Her wiha Jineolojî dikare ji rêxistinên jin ên li Başûr re gelek rêyên çareseriyê destnîşan bike û bi plansazî, xebat û çalakiyên dewlemend xetimandina heyî ji holê rake. Erka çalakkirin û perspektîf dayîna rêxistin û çalakvanên jin jî weke erkeke demê ya lezgîn li pêşiya Jineolojiyê ye.