“Xweparastin ji bo jinan wekî hilmekê ye. Jinên di mejiyê wan de xweparastin pêş ketibe dikarin hîn stratejîk bifikirin. Dikarin bêhtir li dijî newekheviya zayendî li berxwe bidin û xwe biparêzin. Dikarin li her qadên jiyanê bêhtir azad tevbigerin. Dikarin xwe bi awayekî azadtir rave bikin û ji xwe bawer bin. Jin bi rêbaza xweparastinê hîn bêhtir hêza xwe û baweriya xwe ferq dikin. Ev bandoreke erênî li ser tevgera civakê jî dike.”
Dema em li pêvajoya heyî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin em dibînin tundiya li ser jinan a sistematîk dewam dike. Tundî û êrişa li dijî destketiyên jinan jî bi heman rengî. Mînaka destdirêjiya herî dawî ya li dijî mafê nafaqayê jî vê piştrast dike.
Tora tundiya li ser jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destên sîstema desthildatdar tê berfirehkirin. Ev tor gelek aliyan di nava xwe de dihewîne. Her çiqas ev tundî dewam dike jî, têkoşîna jinan a dîrokî jî dewam dike. Jin terka hêviyên xwe nakin û qadan jî vala nahêlin. Lewra jî em dikarin bêjin têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û têkoşîna ji bo parastina destketiyên jinan êdî bûye mîna kevneşopiyekê.
Tundiya dîjîtal
Bi taybet wexta em li civakê dinêrin ew tundiya ji aliyê zihniyeta baviksalar ve pêk tê bûye mîna kangrenekê. Loma jî têkoşîna li hemberî vê kangrenê jî ne têkoşîneke ji rêzê ye. Yek ji aliyên vê tundiyê mezin dike û di nava civakê de belav dike tundiya dîjîtal e. Tundûtûjiya dîjîtal her cure zext, destdirêjî, gefxwarin û binpêkirina mafan a derûnî, zayendî yan aborî ye ku bi rêya amûrên teknolojîk û platformên dîjîtal li dijî kesan tê kirin. Em mînakên vê tundiyê her tim li Tirkiyeyê dibînin û dewlet li hemberî vê tundiyê jî her tim lawaz maye.
Tundiya bi rêya mîlîtarîzmê
Dîsa yek ji cureyên tundiya li ser jinan a bi rêya mîlîtarîzmê ye. Li Tirkiyeyê mîlîtarîzm gelekî pêş ketiye. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê û li ser jinên Kurd. Wekî mînak, di meha hezîranê de li Şemzînana girêdayî Colemêrgê çawişekî pispor ji malbatekê çar kes qetil kir. Kîjan îktidar li Tirkiyeyê hatiye ser kar di destpêkê de butçeyeke mezin ji çekan re veqetandiye û bi vê rêyê jî bingeha mîlîtarîzmê xurt kiriye. Em dikarin bêjin ev mînakek şerê taybet e jî. Ev şerê taybet her tim li Kurdistanê di meriyetê ye.
Tundiya bi rêya destdirêjiya zayendî
Li Tirkiyeyê zayendperestî her diçe zêde dibe. Bi taybetî jî bi destên medyaya ser bi hukûmetê ev hîn zêdetir dibe. Ji reklaman bigire heta rêzefilman, ji rêzefilman bigire heta bernameyên di nava rojê de tundiyê rewa nîşand didin. Her wiha medyaya hawiz a ser bi hukûmetê bi vê re tundiya li ser jin û civakê zêdetir dike. Bi belavbûna zayendperestiyê êrişên zayendî jî zêde dibin. Dîsa di meha hezîranê de bi nûçeyeke derket pêşberî me em bi êrişeke din a zayendî hesiyan. Di doza Şaredariya Mezin a Stnbolê de Fatoş Pinar Turker jî hat girtin. Wê herî dawî diyar kir ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û êrişa zayendî lê hatiye kirin. Gelek mînakên bi vî rengî dibe hebin û hîn nehatibin teşhîrkirin jî.
Tundiya bi destên nîjadperestiyê
Tundiya li ser jinan piralî ye. Ev tundiya tê kirin bi polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê jî girêdayî ye. Bi salan e li zanîngehan li dijî xwendekarên kurd ev tundiya nîjadperest tê kirin. Dîsa di meha hezîranê de li Zanîngeha Cebecî ya Enqereyê ji aliye Tevgera Ulkucu li dijî xwendekarên Kurd êrişeke nîjadperest hat kirin. Ev êriş ne tesadufî ne û salan e bi awayekî sistematîk tên kirin. Jixwe di encama êrişa nîjadperest de xwendekar Şerzan Kûrt jî ji aliyê polîsekî ve hatibû qetilkirin. Dîsa dema ku karkerên demsalî diçin metropolên tirkan carnan ji aliyê nîjadperestan ve bi êrişan rû bi rû mane.
Tundiya li kolanan
Mêr tundiya mezin li aliyekî din jî li kolanan dike. Bê fedî û bê tirs. Ji ber ku dewlet rêya wêrektiyê ji mêran re vedike. Jixwe di dema pandemiyê de jî me dît ku mêrên sûcên mezin kirine bi rêya zagona înfazê hatin berdan. Lê belê girtiyên siyasî hertim li derveyî van zagonên înfazê hatine hiştin. Dîsa em dikarin mînakek bi vî rengî bidin, li Dîlokê mêrê bi navê M.N. li ber çavên mirovan li kolanê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir. Tundiya ji nav dîwaran heta kolanan aqilê komek ê mêr û dewletê radixîne pêş çavan. Li Tirkiye ya ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye 8-9 salan ev tundiya li kolanan jî êdî bûye wekî bûyereke ji rêzê. Mixabin ev jî tirs û xofa herî mezin bi xwe re tîne. Dîsa ya ku bikaribe li hember vê zihniyetê li berxwe bide îradeya bi hêz a jin û civakê ye.
Dixwazin jin bê îrade û bêhêz bên hiştin
Bi salan jin geh bi rêya KHK’yan geh bi rêya qeyûman ji karê xwe jî hatin dûrxistin û tundiya aborî li ser wan hat ferzkirin. Dîsa bi rêya tundiya leşker û polîsan hat xwestin jin bê îrade û bêhêz bên hiştin. Polîsên ji dewletê hêz girtin hatin heta wê astê ku di wesayîtên xwe de bi tonan hişberê veşêrin. Her wiha hatin wê astê ku bi bertîlê xwe xwedî bikin. Dixwazim dîsa mînakek vê ya şênber bidim. Herî dawî li gor nûçeya Şehriban Aslan a li ser JINNEWS’ê di qeydên hinek dengan de mijara bertîlê eşkere bûye. Rojnamegerek dixwaze ji Zaînal Abakarov roportajê bigire. Lê belê yek ji bo vê ruşvet ango bertîlê dixwaze. Lî gor agahiyên di nûçeya Şehriban Aslan de tê îdiakirin ku ev polîsê parastina Zaînal û malbata wî dike ye. Zaînal Abakarov niha ji doza Gulistan Doku di girtîgehê de ye. Mixabin tundiyeke li ser jinan a hatiye heta vê astê heye. Her çiqas tê xwestin jin bê hêz û bê îrade bên hiştin jî wê jin ti carî dev ji têkoşîna xwe ya giranbiha bernedin.
Zagonên jinan diparêzin pêwistin
Li dijî tundiya hem fîzîkî hem derûnî perwerde cihekî girîng digire. Li gel perwerdeyê hişyariya civakî jî jêneger e. Li aliyê din zagon jî divê jinan biparêzin. Lê belê dema em li Tirkiyeyê dinêrin zagonên jinan diparêzin ji holê tên rakirin. Wekî Peymana Stenbolê. Ango dibin mijara bazarê. Wekî zagona 6284’an. Divê ev zagonên jinan diparêzin ti carî nebin mijara bazarê û tenê ji bo berjewendiyên kesî neyên bikaranîn. Lewma jî zagonên jinan diparêzin pêwistin. Ji bo nûnertiyeke wekhev a di nava civakê de, ji bo jin bi tenê nemînin, ji bo wekheviya zayendî, ji bo parastina rêgezên demokrasiyê divê zagon hebin da ku jinan biparêzin. Ji bo mêr hêzê ji polîtîkayên bêcezahiştinê negirin divê zagonên jinan diparêzin her di meriyetê de bin.
Tundiya li girtîgehan dewam dike
Cihê ku herî zêde ev tundiya li ser jinan xwe eşkere dike jî girtîgehin. Jinên bi nexweşiya giran nayên berdan. Jinên cezayê wan qediyane nayên berdan. Poşmantî piştî ewqas sal şûnde li ser wan tê ferzkirin. Cezayên dîsîplînê li wan tê birîn. Û bi vê re tê xwestin jin dîsa bê îrade û bêhêz bên hiştin. Dewlet hertim dixwaze bi rêya tundiyê jinê û bi vî rengî jî civakê têxe bin kontrola xwe. Jinên rojnameger jî her wiha bi vî rengî dibin hedef. Herî dawî dîsa di meha hezîranê de li Enqereyê polîsan êrişî bîranîna Ethem Sarisuluk ku di xwepêşandanên Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, kiribûn. Polîsan rojnamevan Sema Bîngol a ku bîranîn dişopand binçav kiribûn dawiyê berdabûn. Her wiha Sema Bingol ji aliyê Ensonhaber û Yenî Akîtê ve bû hedef. Dîsa gef li ajansa jinan NÛJINHA’yê hat xwarin. Ev mînak tenê di meha hezîranê de derketin holê. Em dikarin bêjin rojnameger û ajansên jinan ên mafê parastina ragihandinê dikin jî her tim dibin hedef. Lê li dijî vê kedkarên çapemeniya azad ti carî dev ji pênûs û kameraya xwe bernedan û wê bernedin.
Li dijî tundiyê giringiya xweparastinê
Dîsa li dijî van cureyên tundiyê giringiya xweparastinê derdikeve holê. Xweparastin cureyekî xwerêxistinî ye. Ev jî rêbazeke jiyanî ye. Ger jin vê rêyê biparêzin wê bikarin li hember gelek tundiyan serî hildin. Ji bo jin jiyana xwe bi awayekî baş û ewle biparêzin xweparastin xaleke giring û jiyanî ye. Ev, ji bo hestiyariya civakî jî giring e. Xweparastin di eslê xwe de di jiyana hemû zindiyên li ser rûyê erdê de heye. Lê divê em hertim di ferqa vê de bin û bikarin vê pêş bixin. Jixwe ji dîrokê heta niha mijara xweparastinê ji bo mirovan cihê xwe yê giring parastî ye. Xweparastin ji bo jinan wekî hilmekê ye. Jinên di mejiyê wan de xweparastin pêş ketibe dikarin hîn stratejîk bifikirin. Dikarin bêhtir li dijî newekheviya zayendî li berxwe bidin û xwe biparêzin. Dikarin li her qadên jiyanê bêhtir azad tev bigerin. Dikarin xwe bi awayekî azadtir rave bikin û ji xwe bawer bin. Jin bi rêbaza xweparastinê hîn bêhtir hêza xwe û baweriya xwe ferq dikin. Ev bandoreke erênî li ser tevgera civakê jî dike. Ji ber ku ger jin di nava civakê de bikarin bi awayekî azad tevbigerin wê demê em dikarin baweriyê bi edaleta civakê bînin. Ji ber eger edalet di nava civakekê de tinebe em nikarin di nava wê civakê de behsa aramiyê jî bikin. Aramî yek ji stûnên giring a pêşketina civakê ye jî. Em dikarin di nava hevsengiyekê de nêzî van hêmanan bibin. Ji ber hevsengî gelekî giring e.
