Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Êlihê Nezahat Toprak têkildarî bernameyên bibîranînên pakrewanên azadiyê diyar kir ku di vê rojê de ku behsa aştiyê tê kirin, gel careke din bi heman mezinahîyê xwedî li şehîdan derket û got:”Hestê Gelê Kurd ji hestekî aîdiyetê bêtir bû; ew ji dil û can li şehîdên xwe xwedî derket. Bi deh hezaran kesên hatin cihên bibîranînê bi yek dilî şehîdên xwe bi bîr anîn. Ji bibîranînekê bêtir, hem di navbera mirovan û hem jî di navbera malbatan de hestekî yekîtî û aîdiyetê yê mezin hebû. Van bibîranînan hestekî hevpar ê ji bo aştî û azadiyeke mayinde ava kir.”
Piştî eşkerekirina nasnameyên gelek pakrewanên azadiyê yên di demên cuda û li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bernameyên bibîranînê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes bi awayekî girseyî tevli bibîranînan bûn û helwesta xwe ya ji bo xwedîderketina li ked û bîranîna pakrewanên azadiyê nîşan dan. Her wiha peyama ji bo mayîndekirina aştî û azadiyê ya malbatên pakrewanên azadiyê jî yek mijarên girîng bû.

Hevseroka Komeleya Çandê ya Yekîtî, Piştevanî, Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Êlihê Nezahat Toprak têkildarî bernameyên bibîranînan, têkoşîn û peyamên malbatên pakrewanên azadiyê, rola pakrewanên azadiyê ya di aştî û azadiyê de, her wiha têkildarî xwedîderketina girseyî ya li bernameyên bibîranînan û zehmetiyên malbatên pakrewanên azadiyê heta niha kişandine, nirxandin kir.
Gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derket
Nezahat Toprak di destpêkê de bal bir ser xwedîderketina li bibîranînên pakrewanên azadiyê ya ji aliyê gel ve û wiha got:”Ez di destpêkê de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Dema em li rastiya 52 salên şer û têkoşînê dinêrin, xeta sor her tim şehîd bûn û hembêzkirina wan bûye. Heta di salên 1990’î de, di bin siya çekan de jî, Gelê Kurd her tim şehîdên xwe hembêz kir. Kesên tevli bernameyên bibîranînên şehîdan bûn jî şehîdên xwe hembêz kirin. Û di vê rojê de ku behsa aştiyê tê kirin, gel careke din bi heman mezinahîyê xwedî li şehîdan derket. Hestê Gelê Kurd ji hestekî aîdiyetê bêtir bû; ew ji dil û can li şehîdên xwe xwedî derket. Bi deh hezaran kesên hatin cihên bibîranînê bi yek dilî şehîdên xwe bi bîr anîn. Ew dîmenek bû ku têgehên ‘tu’ û ‘min’ winda bûn. Mînak, dayikek zarokên wê şehîd ketibû çû bibîranînên şehîdên dinê jî. Ji şîna takekesî yan bibîranînekê bêtir, hem di navbera mirovan û hem jî di navbera malbatan de hestekî yekîtî û aîdiyetê yê mezin hebû. Van bibîranînan hestekî hevpar ê ji bo aştî û azadiyeke mayinde ava kir. Malbatan digotin ‘Bila zarokên kesên din jiyana xwe êdî ji dest nedin’. Ev hestekî mezin ê fedakarî û hestekî dayiktiyê ye, ku me bi zelalî fêm kir.”
Li dijî qedexeyan malbatan li berxwe dan
Nezahat Toprak bal bir ser zehmetiyên malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe û ji bo agahiya şehadeta wan dikşînin û wiha dewam kir:”Ev tenê ne meseleya 50 salên dawî ye; rastiya termên hîn jî winda yê Şêx Seîd heye û bi hezaran şehîdên komkujiya Zîlanê. Û komkujiyên dinê. Min ev berê jî gotiye û dîsa dibêjim: çerxek êşê li ser Kurdan tê ferzkirin. Carinan malbat di wextê xwe de xebera şehadeta xwe nagirin. Ji ber şert û mercên bênavber ên şer. Ger xeberê bigirin jî nikarin xwe bigihînin cenazeyên zarokên xwe. Her wiha gelek caran cenaze bi rojan di morgan de hatine hiştin. Gelek caran cenaze bi mehan şûnde radestî malbatan tên kirin. Ji ber mijara DNA’yê jî gelek caran malbat dikevin ser rêyên dirêj. Gelek caran destûr nedihat dayin da ku cenaze bên şuştin. Malbat neçar diman ku zarokên xwe li şaneşînên xwe bişon. Her wiha vê zihniyetê destûr nedida ji xeynî xizmên nêz ên şehîdan, kes tevli merasîma definkirinê bibin. Heman zîhniyet rê nedida cihên sersaxiyê jî. Û heta mudaxeleyî gelek sersaxiyên malbatan ên li ser milkên xwe yên taybet jî dihat kirin. Destûra ji bo bicihanîna kevneşopiyên olî jî dihat astengkirin. Lê belê her tim têkoşîna malbatên şehîdan a li dijî vê zihniyetê dewam kiriye. Lê belê li dijî qedexeyan malbatan li berxwe dan.”
Malbatan aştî û azadiya mayinde xwestin
Nezahat Toprak di heman demê de bal bir ser peyama malbatan a di bernameyên bibîranînên ji bo pakrewanên azadiyê de û wiha pê de çû:”Malbat gelek caran pirsa ‘Gora zarokên me li ku ye’ jî dikin. Lê belê tevî vê yekê jî malbatan azadî û aştiyeke mayinde xwestin. Bi rastî, tiştê di serdema şer de qewimîn di tu qanûnan de tune ne. Heta hestiyên malbatan bi deh salan şûnde bi hewldanên xwe dîtin jî hatin desteserkirin. Gorên şehîdan hatin bombebarankirin. Gor hatin vekirin. Hestiyên şehîdan ji aliyê sîstemê ve di binê peyarêyan de hatin veşartin. Dayikek kurd piştî zaroka wê şehîd dikeve jî dibêje ‘Ez aştiyê dixwazim’. Mînakek wiha li cîhanê tune ye. Di bernameyeke bibîranînê de, dayikek du kurên wê şehîd bûne û yek ji wan hîn jî di nave tevgera azadiyê de ye wiha digot:’Em aştiyê dixwazin’. ‘Bila kesek din nemire’ yek ji daxwazên herî bingehîn ên dayikên Kurd e. Erê, min zarokê xwe winda kir, lê ez naxwazim dayikek din vê êşê bijî. Ev rêzgirtinek e. Ji bo giyanê fedakar ê şehîdan dayik her tim rêzê digirin. Peyama malbatan a ‘Min ev êş kişand, bila kesekî dinê vê êşê nekişîne’ fedakarî û xizmetek ji bo aştiyê e. Tevî dayikên Kurd bi neheqiyeke wisa ya bi salan e rû bi rû ne jî hîn jî dikarin ji bo aştiyê biqîrin. Divê li gor vê yekê hukumet jî di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de gavên berbiçav biavêje.”
Bi saya şehîdan em hatin vê astê
Nezahat Toprak têkildarî rola pakrewanên azadiyê ya di aştî û azadiyê de jî wiha got:”Bêguman pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi saya hewldanên wî û xwîna şehîdan gihîştiye vê qonaxê. Her hewldanek di rastiyê de gavek ber bi aştiyê ve ye; divê em wisa lê binêrin. Yên ku digotin Kurd tune ne, niha bi Kurdan re li ser heman maseyê rûniştine û li ser aştiyê nîqaş dikin. Ev jî keda bi salan a şehîdên azadiyê û Birêz Abdullah Ocalan e. Ev ast bi saya hewldanên van şehîdan a di jiyana xwe de û bi destxistina rastiyê ya di jiyana xwe de hatiye bidestxistin. Keda şehîdan kurdan dike yek. Di bibîranînan de jî daxwaza yekîtiya şehîdan hat parvekirin. Li dijî parçebûnê di van bernameyên bibîranînan de yekîtî hat avakirin. Ji bo aştî û azadiyê peyam hatin dayin. Ev jî rola şehîdên azadiyê eşkere dike.”
Em deyndarê malbatên şehîdan e
Nezahat Toprak diyar kir ku ew deyndarê malbatên şehîdan e û wiha bi dawî kir:”Di dawiyê de, ez dikarim bibêjim di bibîranînên hatin lidarxistin de peyamek zelal a malbatan hebû: Azadiya Birêz Ocalan û dilsoziya wan a bi şehîdên xwe re, daxwaza aştî û azadiyeke mayinde bi rastî pir watedar bû. Dema em li wêneyê mezintir dinêrin, em dikarin bi zelalî bibêjin Gelê Kurd ji bo aştiyê her tişt kiriye. Ji ber vê yekê, divê hikûmet niha gavê biavêje. Divê derfet bên avakirin da ku malbat xwe bigihînin hestiyên zarokên xwe. Hikûmet mecbûr e vê yekê ji bo malbatan bike. Em deyndarê malbatên şehîdan e. Malbatên şehîdan jiyana xwe ji bo aştiyê û ji bo misogerkirina aştiyê li dû xwe hiştine.”
