Tundiya ku li hemberî jinan tê bikaranîn, yek ji bingehên sereke yên xirabiyên civakî ye. Ji ber ku jin beşeke bingehîn û girîng a civakê ye û li hemberî wê ferasetên ku hebûna jinê bêwate dibînin, jin wateya rasteqîn a jiyanê ye. Tevî hemû kiryarên hovane yên li dijî jinan, jin hîn jî sembola jiyanê ye ku mirovahî li derdora wê digere.
Ji bo fêhmkirina roja îro û rast têgîhîştina jiyanê, zanîna paşeroja xwe xaleke serekeye. Ji ber vê yekê, di navbera duh û îro de çûyîn û hatin û di heman demê de derxistina encaman ji bûyerên ku hatine jiyîn, dê ji bo me bibe rênîşan. Ji bo gihîştina encamên objektîf, girîng e ku em têkoşîna azadiya jinan ne li gorî erdnîgarî û ne jî li gorî demê ji hev cuda bikin. Dibe ku civak li gorî erdnîgarî ji hev dûr bin, lê di ali yê rastiyên ku tên jiyîn de gelek xalên hevbeş hene. Rêber Apo dibêje ku mirov dikare hemû jinên cîhanê wekî neteweyekê binirxîne. Rastiyên ku jin dijîn, di gelek aliyan de dişibin rastiyên ku net eweyên bindest dijîn. Ji ber vê yekê, carinan erdnîgarî û dem ne ewqas diyarker in. Ya esas feraseta qirker e ku jin bi wê re rû bi rû dimînin û li hemberî wê jî rêbazên têkoşîna jinan e.
Gelo xwişkên Mîrabel di dîrokê de yekem jin bûn ku li hemberî desthilatdaran serî hildan? Bêguman, mirov dema ku bi awayekî bêalî li civaknasîya dîrokî dinêre, dibîne ku têkoşîna azadiya jinan di hemû serdemên dîroka civakan de bê navber berdewam kiriye. Jin, her ku derfet dîtine, li hemberî zilm û zordestiyê serî hildane û dengê xwe yê azadiyê bilind kirine.
Pergala kapîtalîst bîra civakê kor kiriye. Ji ber vê yekê, em ê dubare û dubare qala dîroka têkoşîna azadiya jinan bikin, da ku em paşxaneya xwe ya xurt tu carî ji bîr nekin û sipartekên me yên têkoşînê bi hêz bin.
Xwişkên Mîrabel, Patria, Minerva û María Mirabel, li Komara Domînîkê di nav tevgera jinan a bi navê Las Mariposas li dijî desthilatdariya dîktator Trujillo têkoşîn dikirin. Leşkerên rejîma dîktator a Trujillo di 25’ê Mijdara 1960’an de êrîşî wan kirin û piştî îşkenceyê wan bi awayekî hovane qetil kirin. Di sala 1981’an de, di Civîna Yekem a Femînîstên Amerîkaya Latîn û Karayîbê de, 25’ê Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hate destnîşankirin. Piştre, di sala 1999’an de, Neteweyên Yekbûyî jî 25’ê Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi fermî pejirand.
Meha Mijdarê di warê têkoşîna jinan de meheke girîng e. Li Frensa, di 3’ê Mijdara 1793’an de, jina bi navê Olympe de Gouges ji ber fikir û lêgerînên xwe yên derbarê mafên jinan de hate darizandin û bi giyotînê hate îdamkirin. Di sala 1905’an de, li Londonê, di navbera meha Tîrmehê û Mijdarê de, 4 hezar jin ji bo protestokirina bêkariyê û şertên dijwar ên jiyanê meşeke girseyî li dar xistin. Mijdar di warê têkoşîna gelê Kurd de jî wekî destpêka serdemeke nû tê dîtin. Di 27’ê Mijdara 1978’an de, bi damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), gelek jinên leheng jî cihê xwe di nava refên têkoşîna azadiya gelê Kurd de girtin. Di sedsala 21’ê de, jinên Kurd ji bo tevahiya gelan bûne çavkaniya hêvî û îlhamê. Îro jî gelek jinên azadîxwaz ji ezmûn, berxwedan û têkoşîna jinên Kurd îlhamê digirin.
Kiryarên Trujillo yên demê
Tundiya ku li hemberî jinan tê bikaranîn, yek ji bingehên sereke yên xirabiyên civakî ye. Ji ber ku jin beşeke bingehîn û girîng a civakê ye û li hemberî wê ferasetên ku hebûna jinê bêwate dibînin, jin wateya rasteqîn a jiyanê ye. Tevî hemû kiryarên hovane yên li dijî jinan, jin hîn jî sembola jiyanê ye ku mirovahî li derdora wê digere. Ji ber vê yekê, feraseta qastîk-kujer bi riya tundiyê dixwaze li ser helwest, biryar û hebûna jinan serweriyê ava bike û wê wekî rêbazeke bingehîn ji bo domandina desthilatdariya xwe dibîne.
Koma qastîk-kujer hemû polîtîkayên ku li ser civakan dimeşîne destpêke li ser jinan diceribîne. Li gorî wê jî rêbazên qirkirin û pişaftina civakan diyar dikin. Rojane weke polîtîkayeke şerê taybet jin tên tecawîzkirin û bi awayekî hovane tên qetilkirin. Kujerên Gûlîstan Doku, Jina Amînî, Narîn Guran, Şilêr Resûlî, Rojîn Kabaîş û gelek jinên din heta niha ne diyarin. Malbatên kujeran û rayedarên dewletê ji bo sergirtina bûyerên bi vî rengî bi konsepteke taybet dixebitin. Ji ber wê jî bi salane kûjerên jinan nayên eşkere kirin û ew dewletên ku ewqas pesnê xwe didin, dema dilê wan bixwaze li pey eşkerekirina bûyeran dikevin. Di vir tê ditîn ku zilam çi bike jî dewlet di parastinê de bi biryar e. Di van demên dawî de jî ji bo îmaja xwe ye kûjer tahir bike li pey kûjeran ketiye. Her ku lêpîrsîn tên kûrkirin, jin çawa bi pergalî ango bi şêwazeke organize bi destê zilam hatine qetil kirin, derdikeve holê.
Kiryarên ku li ser jinan tê meşandin ne tenê di warê hebûna fîzîkî û beden da ye. Jin karên herî zehmet dikin lê di qada kar de ne xwedî mafê heqdesta wekhev in. Gelek car di şert û mercên herî giran da kar dikin. Her çiqas di vê cihana modern de tê îddîa kirin, ev nezîkatî hatiye derbas kirin lê di rastiyê de ya tê jiyankirin bê edaletiyeke mezin e. Di nava civakê de gelek bûyerên sosret tên jiyan kirin û her çi hikmete li pişt wê jî dewlet heye. Mînaka herî dawî ya li medreseke olî ya Amedê hate jiyan kirin, îfadeya herî ber bi çav ya dûrî nirxên civakê ketinê ye. Di bin navê perwerdeya olî de zarokan di medresayan kom dikin, tacîz û tecawîzî wan zarokan dikin. Di tu ol û baweriyên civakan de bûyerên weke vê nayên qebûl kirin. Li aliyê din bûyerên Epsteînê jî yek ji kiryarên îfşa bûn ya koma qastîk kujer in. Dibe yên ku hîn nayên zanîn jî hene. Derketina holê ya van bûyeran jî careke din li gorî berjewendiyên desthildaran e. Dema ku berjewendiyên wan li hev nayê, weke şantaj li hemberî hevdû bikartînin. Mînakên bi vî rengî dikare hîn were zêdekirin, naveroka esasî fêhmkirina polîtîkayên pergala kapîtalîst e û li hemberî wê jî rêbazên tekoşînê dewlemend kirine.
Parastina cewherî mafê hebûnê ye
Li hemberî polîtîkayên feraseta baviksalar a ku hemû qadên jiyanê dorpêç kiriye, xwe parastin pêdiviyeke jêneveger e. Di vê çarçoveyê de, ji bo parastina hebûna xwe, girîng e ku jin di nav pergalên parastinê de cih bigirin. Ev yek bi taybetî li Rojhilata Navîn girîng e. Di herêmeke ku şer û pevçûn lê berdewam e, ji bo parastina destkeftiyên civakê jî girtina tedbîrên pêwîst girîng e. Ji ber vê yekê, cihgirtina jinan di nava pergalên parastinê yên tên ava kirin de, garantiya parastina nirxên civakiyê.
Entegrasyona demokratik ku li Şengal û Rojava pêş dikeve jî ji bo tekoşîna azadiya gelan gaveke gelek girîng û di heman demê de di diyarkirina çarenûsa gelan de jî xwedî rist e. Ji bo ku jin di nava pêvajoya entegrasyonê de cih bigrin heta niha jî tekoşîneke mezin tê meşandin. Bi taybet jî cihgirtina jinan ya di nava pergala parastinê de rastî gelek astengiyan tê. Ev yek hem ji bo YPJ’ê hem jî ji bo YJŞ’ê bi heman rengî ye. Ji ber ferasata heyî dixwaze jin di tu merciyên biryarê de nebe, bi taybet dema mijar dibe artêş bi tu awayî bi komî ango bi mekanîzmeyeke rêxistinî tevlîbûna jinan qebûl nake. Lê hem civaka Kurd hem jî tevahîya cîhanê şahidî ji lehengiya jinên Kurd re kir. Li ser vî bingehê jî entegrasyoneke bê hebûna jin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji xwe cihana ku bi aqlê zilam tê birêvebirin û bi taybetî di pergala parastinê de cih nedayîna jinan ji bo paşeroja herêmê careke din ji bilî qeyranan tiştek din nayne. Lewra gelê Rojava û Şengalê hebûna hêzên jin weke yek ji xaleke bingehîn ya entegrasyona demokratîk dest digrin.
Li Rojava, piştî şerê navxweyî yê Sûrî heta ketina rejîma BAAS û hatina HTŞ’ê gelek êş û trajediyên mezin hatin jiyîn. Bi Fermana 74’an ya li ser Şengalê re gelê me yê Êzîdî jî heman çarenûs parve kir û heta niha jî gelek kiryarên DAIŞ’ê nehatine darizandin. DAIŞ’ê bi feraseta îslamgeriya tundrew destpêkê êrîşî jinan kir û gelek qûrban hatin dayîn. Ev rastiyên ku li ser van axên qedîm hate jiyankirin, trajediyên wisa ne ku di dîrokê de emsalê wê nînin û wê tu car jî neyên jibîrkirin. Jinên ku temsîla nirxên civakan e bi feraseta koma qastîk-kujer ya bi navê DAIŞ weke ganimet hatin binavkirin û di sûkên koleyan de hatin peşkeşkirin. Di dîrokê pir zêde qala hovîtiya Serdema Navîn tê kirin. Lê bi kiryarên DAIŞ’ê re jinan di sedsala 21’emîn de şahidiya hovîtiya serdema modernîteya kapîtalîst kirin. Kujerên qastîk dest û lingên jinan bi qeyd û bendan girêdan û weke zîndîyên ku mafê wan yên jiyanê nîne di kafesanda pêşkeş kirin. Gelo jinên Êzîdî ev yek ji bîr kirine? Helbet na, ne jinên Êzîdî ne jî jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide van kiryaran ji bîr nakin. Hovitiyên ku hatin jiyandin weke îro di bîra me hemûyan de ne. Li gel vê jinên ku hîn çarenûsa wan ne diyar e weke birîneke ne hatiye dermankirin e. Çarenûsa jin û zarokên ku ji fermanê heta niha ne diyar e eşkerekirin û ronîkirin erka tevahî mirovahiyê ye. Di serî de jî ya hûkûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Ji ber ku hêzên Şengal di bin berpirsîyarîya wan de bû, gelê me yê Ezîdî neparastin û ev hêz heta cihekî jî bûn sedemê trajediyên hatin jiyîn. Pêwîste herî kêm ji eşkerekirina van bûyeran xwe berpirsiyar bibînin.
Wê jin îsal çi bikin?
Her ku êrîşkariya pergala kujerê qastîk li ser jinan zêde bûye, jinan bi bîr û baweriya rojên azad tekoşîna xwe mezin kirine. Hêvî û xeyalên rojên azad watedar in, lê dema ku bi tekoşînê re têne honandin, wateya wan hîn mezintir dibe. Ji bo tekoşîn jî bi ser keve rêxistinbûn mijareke girîng û sereke ye. Jin weke netewa herî bindest ya cîhanê ne, lewra jî pêwîste li hemberî qirkirina hebûna xwe li derdora şiyara ‘Niha Dema Azadiya Jinê Ye’ kom bibin.
Tekoşîna azadiyê ji aliyê pergala kapîtalîst ve tê pasîfîzekirin, lewra jin pêwîste gelek baldar nêzî vê hişmendiya qirker bibin. Jinên ku xwedî legerîna azadiyê ne ji aliye pergala desthildar ve bi daxwazên mînîmûm ve tên beralî kirin. Ev yek di van demên dawî de bi awayekî fermî di cihgirtina jinan ya di nava siyaset û artêşan de xwe dide nîşandan. Gelo derdê jinan tenê bibin serokkomar, vezîr, fermandar ango hwd. ye? Di vê mijarê de ya girîng ewe ku jin di nava pergala xwerêvebirina civakî de bi îradeya xwe, hevgirtî û rêxistinî cih bigrin. Di vê xalê de bêgûman ya ku herî zêde pêwîste li ser were sekinandin jî mijara ferasetê ye. Pêwîste jin di hemû qadên jiyan û xebatê de li gorî cewhera xwe û bi feraseta jina azad ku afîrenera jiyanê ye cih bigrin.
Li çar aliyên welat û cîhanê de 25’ê Mijdara îsal bi pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk re seyreke nû bi dest xist. Ji ber wê jî îsal ji hemû salên din pêwîste çalakî bi rêxistinî, girseyî û cudatir bin. Rêxistin û saziyên jinan divê bi rêbazên dewlemend, afrîner ku gûhertinan pêşbixînin çalakiyên xwe plan û rêxistin bikin. Ji bo gûhertinê nûbûn pêwîste. Ev jî bi awayên çalakî û têkoşînê ve pêkan e. Di vê wateyê de afrîneriya jin dikeve merîyetê. Tenê bi komên biçûk daxûyanî dayîn wê pergala desthildar û metînger negûherîne. Roja 25’ê Mijdarê tenê rojek hatiye diyar kirin, lê pêwîste ji destpêka meha Mijdarê heya 25’ê Mijdarê jin di qada çand û hûner, perwerde, hûquq, tendûrîstî, û hwd… bêne gel hev, nîqaşan bikin, seminer û platforman rêxistin bikin. Pêwîste ew bê zanînin ku heya tûndiya di nav malê, cihê kar, di dibistanan de, ew çi fîzîkî û çi derûnî dibe pêşî lê neyê girtin dê jin û jiyan jî di nav aramiyê de nebin.
Tundî feraseta hişmendiya mêrsalar û siyaseta dewletê ya rojane ye û di her qada jiyanê de xwe dide ferzkirin. Jin dikarin bi hevgirtin û zanistiya xwe ya rêxistinkirinê û xweparastinê pêşî li tundiyê bigirin. Me, weke jin êdî dema daxwazkirinê derbas kiriye, em ji meran daxwaza azadiya xwe nakin. Ji vê seatê şûnde em feraset û hişmendiya baviksalar mecburî gûhertinê dikin. Ji ber cihê tundiyê di nav jiyana komînê de nîne û nayê qebûlkirin. Di bingeha xwe de awa û feraseta jiyana komîn dijî her cure tundiyê ye. Bi qasî em jin û jiyana civakê ji tundiyê dur bixin, em dikarin civaka demokaratîk înşa bikin. Em 25’ê Mijdara îsal jî bi dirûşma “Ji Bo Jiyanê, Niha Dema Jinê Ye” û biryardariya jinana azad pêşwazî dikin.
